پەرتووکخانە پەرتووکخانە
گەڕان

کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!


بژاردەی گەڕان





گەڕانی ورد      کیبۆرد


گەڕان
گەڕانی ورد
پەرتووکخانە
ناونامە بۆ منداڵانی کورد
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
سەرچاوەکان
شوێنپێیەکان
دڵخوازەکان
چالاکییەکان
چۆن بگەڕێم؟
بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
درەختی پۆلەکان
بابەت بەهەڵکەوت
تۆمارکردنی بابەت
تۆماركردنی بابەتی نوێ
ناردنی وێنە
ڕاپرسی
بیروڕاکانتان
پەیوەندی
کوردیپێدیا چ زانیارییەکی پێویستە!
ستانداردەکان
ڕێساکانی بەکارهێنان
کوالیتیی بابەت
ئامرازەکان
دەربارە
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
چیمان دەربارە وتراوە!
ناوکێشکردن لە ماڵپەڕەکانتاندا
تۆمارکردن / کوژاندنەوەی ئیمێڵ
ئاماری میوانەکان
ئاماری بابەت
وەرگێڕی فۆنتەکان
گۆڕینی ڕێکەوتەکان
پشکنینی ڕێنووس
زمان و شێوەزمانی ڕووپەلەکان
کیبۆرد
لینکە پێویستەکان
ئێکستێنشنی کوردیپێدیا بۆ گووگڵ کڕۆم
کوکیز
زمانەکان
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
هەژماری من
چوونەژوورەوە
دەبمە هاوکارتان!
وشەی نهێنیت لەبیرکردووە!
گەڕان تۆمارکردنی بابەت ئامرازەکان زمانەکان هەژماری من
گەڕانی ورد
پەرتووکخانە
ناونامە بۆ منداڵانی کورد
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
سەرچاوەکان
شوێنپێیەکان
دڵخوازەکان
چالاکییەکان
چۆن بگەڕێم؟
بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
درەختی پۆلەکان
بابەت بەهەڵکەوت
تۆماركردنی بابەتی نوێ
ناردنی وێنە
ڕاپرسی
بیروڕاکانتان
پەیوەندی
کوردیپێدیا چ زانیارییەکی پێویستە!
ستانداردەکان
ڕێساکانی بەکارهێنان
کوالیتیی بابەت
دەربارە
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
چیمان دەربارە وتراوە!
ناوکێشکردن لە ماڵپەڕەکانتاندا
تۆمارکردن / کوژاندنەوەی ئیمێڵ
ئاماری میوانەکان
ئاماری بابەت
وەرگێڕی فۆنتەکان
گۆڕینی ڕێکەوتەکان
پشکنینی ڕێنووس
زمان و شێوەزمانی ڕووپەلەکان
کیبۆرد
لینکە پێویستەکان
ئێکستێنشنی کوردیپێدیا بۆ گووگڵ کڕۆم
کوکیز
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
چوونەژوورەوە
دەبمە هاوکارتان!
وشەی نهێنیت لەبیرکردووە!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 دەربارە
 بابەت بەهەڵکەوت
 چالاکییەکانی ڕۆژی
 ڕێساکانی بەکارهێنان
 ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
 بیروڕاکانتان
 دڵخوازەکان
 کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
 چالاکییەکان - کوردیپێدیا
 یارمەتی
بابەتی نوێ
ژیاننامە
نەشوان نایف عەزیز سلێمان
28-03-2024
سروشت بەکر
ژیاننامە
نەواف ئیسماعیل حەسەن سەعید
28-03-2024
سروشت بەکر
ژیاننامە
هەزار موراد معکۆ عەنۆ
28-03-2024
سروشت بەکر
ژیاننامە
هوەیدە ئیلیاس خرمش شێخۆ
28-03-2024
سروشت بەکر
شوێنەوار و کۆنینە
کۆشکی موشیر دیوان،
28-03-2024
سارا سەردار
پارت و ڕێکخراوەکان
کارۆ
28-03-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
شوێنەوار و کۆنینە
قەڵای حەسەن ئاباد
28-03-2024
سارا سەردار
ژیاننامە
هیدایەت عەبدوڵڵا حەیران
28-03-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
ژیاننامە
بەرزان بەلەسۆیی
28-03-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
پەرتووکخانە
شارستانیی کۆلاپس، ژیان و خۆشەویستی لە سەردەمی سەرمایەدارییدا
27-03-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
ئامار
بابەت 514,949
وێنە 104,268
پەرتووک PDF 18,883
فایلی پەیوەندیدار 94,726
ڤیدیۆ 1,232
شەهیدان
موسا عەنتەر
ژیاننامە
کەرەمێ سەیاد
ژیاننامە
سمکۆ عەزیز
شەهیدان
ژینا ئەمینی
وێنە و پێناس
جگەرخوێنی شاعیر لەناو خۆپیش...
Xalid Begê Cibrî û rêxistina Azadiyê
زانیارییەکانی کوردیپێدیا لە هەموو کات و شوێنێکەوەیە و بۆ هەموو کات و شوێنێکیشە!
پۆل: کورتەباس | زمانی بابەت: Kurmancî - Kurdîy Serû
بەشکردن
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
نرخاندنی بابەت
نایاب
زۆر باشە
باش
خراپ نییە
خراپ
بۆ ناو لیستی دڵخوازەکان
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە
Metadata
RSS
گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Xalid Begê Cibrî

Xalid Begê Cibrî
=KTML_Bold=Xalid Begê Cibrî û rêxistina Azadiyê=KTML_End=
Îbrahîm GUÇLU
ibrahimguclu21@gmail.com)

Di dîroka Kurdistanê de deme ku ji serhildana millî ya Kurdistanê ya 1925 an bê qal kirin û bê lêkolînkirin, du navên dîrokî û hêja derdikevin pêş. Yek ji wan Xalid Beg e. Yê din jî, Şêx Seîd Efendî ye. Xalid Beg serokê Rêxistina Azadiyê (Komîteya Îstîklalê ya Kurdistanê) ye. Şêx Seîd Efendî, serokê Tevgera 1925 an e.
Dibistanên eşîretan
Dema ku em ji jiyana Xalid Begê Cibrî qal bikin, divê em li ser dibistanên eşîretan rawestin. Lewra Xalid Beg di wan dibistanan de perwerde bûye. Pişt re Dibistana Leşkerî ya Xerbiyê qedandiye.
Împeratoriya Osmaniyan, Împeratoriyek gelek fireh bû. Miletên bindest dixwest in ku ji bin desthilatdariya Osmanî derkevin û li welatên xwe desthilatdar bin.
Di dema Osmaniyan de jî, her çiqas hebûna miletê kurd nedihat înkar kirin û miletê kurd dihat nas kirin û kurd biçek otonom bin jî, di navbeyna desthilatdariya Osmanî û kurdan de; bi taybetî jî di navbeyna herêmên otonom û mîritiyên kurdan yên li Kurdistanê nekoki derdiketin. Du serhildanên mezin yên di dîroka Kurdistanê de xwediyê ciyekî girîng girtin hene. Ew serhildanan, serhildana Mîrê Botan e ku di sala 1820 an de qewimî bû. Serhildana ku di bin pêşengiya Şêx Ûbeydullahê Nehrî de di sala 1840 î de qewimî bû. Bi taybetî serhildana ku di bin pêşengiya Şêxê Nehrî de qewimî bû, dewletek milî ya kurd û Kurdistanek serbixwe ji bona xwe kiribû armanc.
Împeratorên Osmanî, loma dixwestin ku Kurdistanê zêdetir bi desthilatdariya merkezî ya feodal re girê bidin, kurdan zédetir bigrin bin zapt û raptê.
Loma jî Melîkê Osmanî Abdûlhemîde II., ji bona Kurdistanê û ji bona hemû welatên din yên di bin desthilatdariya wan de projeyek pêk tîne. Ew projeya jî, “Mektebên Eşîretan” e. Ew mekteban di sala 1892-an de ava dibin.
Rastiyek hebû ku li hemberî desthilatdariya merkezî ya Osmanî yên ku serîhildn desthilatdarên Kurdistanê û serokeşîr bûn.
Bi rêya mektebên eşîretan di heman dem de zarokên eşîretan wek rehîn hatin girtin ku li hemberî desthilatdariya Osmanî serhildan nebin.
Ji aliyê din de zarokên serokeşîran, ji medreseyên kurdî dihatin dûrxistin ku di medreseyên kurdan de perwerdeyî bi kurdî çê dibû.
Di mektebên eşîran de armancek jî ew bû ku kurd asîmîle bibin û bên helandin û ji kurdbûnê dûr bikevin; Ji aliyê din de eşîrên Kurdistanê bi otorîteya merkezî ya Osmanî re bên girêdan. Dîsa bi rêya wan eşîran pêşiya serhildanan bigre.
Zarokên serokeşîran, 6 an jî 7 salan di van mekteban de perwerde dibûn. Dema ku zarok li mektebê dixwendin dewletê hemû hewcedariyên wan bersîv dikir. Her meh pere dihatin dayîn. Zarok û xwendevan li mekteban jî radizan û jiyana xwe li ev ciyê girtî didomandin. Piştî ku zarokan mektep diqedandin dibûn memûr, walî û mûtasarrif. Şert bû ku ew vegerin welatên xwe li wir li ser gel bandora Osmaniyan çê bikin.
Bernameya perwerdayî ya mekktebên bi planaek gelek merkezî û gorî ku xwendevan asîmîle bibin hatiye amade kirin. Loma jî divê dersên olî jî bi zimanê tirkî bê dubare kirin. Ev yeka jî derdixe holê ku armanca Abdûlhemîdê 2emîn, perwerdayî ya olî nîne. Eger armanc ew bûya hewce nebû ku ew dibistanan ava bibin. Lewra di Medreseyên Kurdistanê de perwerdyî ya olî gelek bi awayekî hêja dihat meşandin.
Ev siyaseta asîmîlekirina kurdan bi serneket. Beşek zarokên ku di mektebên eşîretan de dixwendin, li Stenbolê bi rewşenbîrên û welatparêzên kurdan re danûstandin dikirin. Vê yekê jî şûûra van ya millî pêş dixist. Yisûf Ziya Beg û Xalid Begê Cibrî ew kesên ku mektebên eşîretan xelas kiribûn ku wan ji tevgera Kurdistanê re serokatî kirin.
Loma jî hat tespıt kirin ku mektebên eşîretan xizmetî armanca asîmîlasyonê nakin, di sala 1906an de hatin girtin.
Ev siyaseta Melîk Abdûlhemîd siyaseta Îttîhad Terakkîciyan bû. Ev siyaseta piştî ku dewleta Kemalîst ya Tirk jî ava bû jî, domand. Dewleta Kemalist û îdeolojiya wan ya fermî Kemalîzmê got ku “milertê kurd tune ye. Miletê kurd tirk e”. Kemalîstan bi vê nazariyê, xwestin kurdan bikin tirk. Loma jî perwerdayî bi zimanê tirkî hat meşandin. Zimanê kurdî qedexe bû.
Perwerdayî ya bi tirkî jî, nikarî pêşiyan vê pêşketinê û guhertina xwendevanên kurd bigre. Loma piştî salên 1960î, wek mektebên eşîretan YBO (Yatılı Bölge Okulları/Mektebên Herêmî yên Lê Mayînê) bes li Kurdistanê ava bûn.
Li van mekteban jî dixwestin zarokên kurdan bikin tirk. Lê ev siyaseta dewleta Kemalîst ya tirk jî bi serneket. Di wan mekteban de jî gelek xwendevanên kurdperwer derketin; di nav tevger û rêxistinên Kurdistanê de cîh girtin.
Jiyana malbatî, civakî û perwerdayî ya Xalid Beg…
Xalid Beg, di sala 1882an de li Gimgimê (Wartoyê) tê dinyayê. Bavê wî Mehmûd Beg e. Mehmûd Beg him serokeşîra Cibran e û him jî li Wanê qeymeqamî kiriye. Diya wî meta Şêx Ebdullahê Melekan e. Xaltiya Şêx Seîd Efendî ye. Yanî Xalid Beg, di heman dem de bi Şêx Seîd Efendî û Şêx Abdûllahê Melekan re kûrmet û kûrxaltiyê hev in. Şêx Seîd Efendî di hemandem de bi xwişka Xalid Beg Fetma Xanimê re zewicî ye.
Xalid Beg, dibistana Eşîretî ya li Kabataşê û Dibistana Leşkerî ya Bilind xelas dike. Ew yek ji yaverên leşkerî yê jîr e. Wezîfeya wî ya yekem Fîlîstîn e. Lewra Fîlîstîn wê demê di bin bandora Împeratoriya Osmanî de bû.
Ew kesekî gelek jîr bûye. Erebî û Farisî jî baş dizaniye. Erebî û Farisî baş dixwendiye û dinivîsandiye. Ew kesekî çand û edebîyadhez bûye jî. Loma li ser çand û edebiyata kurdî û li ser zimanê kurdî jî xebat kiriye. Wî pirtûk jî nivîsandine.
Ew kesekî gelek rast û dirûst bûye. Dema ku peyvek dikiriye û sozek didaye, ji wan peyvan û sozan vegerandina wî ne mimkûn bûye.
Mirovê doza miletê kurd bûye. Kemalıstan xwestine ku dema ew dest ji doza kurd berde, dê îmkanên mezin ji wî re pêk bînin. Ew van yekan red dike. Bi doza miletê kurd re girêdaniya xwe dom dike.
Sûleyman Necatî yê ku yek ji organîzatorên Kongreya Erziromê ye, dema qala vexwendina Xalid Beg bo Kongreyê dike, derbarê Xalid Begî de wusa dibêje:
“Mîralay Xalid Begê Cibrî yê ku li nav kurdan gelek birêz û sîmayekî bifezîlet bû…”
Derbarê Xalid Begê Cibrî de îfadeya herî balkêş aîdê M. Halit Fırat e, ku li Gimgimê yek ji axayên eşîra Xormekîyan û fermandeyê hêza mîlîs a dewletê bûye. M. Halit Fırat di bîranînên xwe de derbarê Xalid Begî de dibêje:
“Gelek baş zimanê erebî û farisî dizanîbû. Ez bi awayekî qetî îfade dikim ku di dema me de ji alîyê maqulî û exlaqê paqij de kes di ser Xalid Begî re tune bû”.
“Li gor karakterê xwe ji gotina ku ji devê wî derbiketana paş ve gav nediavêt. Ji bo ku ew dev ji vê dozê berde Atatirk rabû ji Anqerê bi awayekî taybet mebûsê Mûşê Hecî Mela Îlyas Begê Mûşî şande îqametgeha wî ya li Erziromê, pê re dûr û dirêj muhavele kir lê di encamê de têgihaşt ku ew dev ji doza xwe bernade, hingê destvala paş ve vegerîya. Di wê navberê de dema ku Atatirk ligel jina xwe Lutfîye Xanimê hate Erziromê, pê re hevdîtinekê kir lê nikarî ji resmîyetê wêdetir biçe”
***
Di dema Şerê Osmanî û Rûsyayê de di bin serokatiya Xalid Beg de çend hêz ava dibin. Ew hêzan di şer de gelek serkeftî dibin. Xalid Beg, ji bona van serkeftinên xwe tê xelat kirin
Dema ku leşkerên Rûsyayê tên Xinûs û Wartoyê, wê demê Alaya Xalid Beg tê Elazixê û zivistana xwe li Palûyê derbas dike (1915). Di sala 1916-an de hikûmet wezîfaya avakirina Qonaxa Ovacık a Dersîmê dide Xalit Beg. Wê demê ji Apê kevneparlamenterê SHPê Mehmed Elî Eren Xidir Beg re dibe mêvan. Leşkerên xwe li ser erdê wî bi cîh dike.
Xalid Beg li Ovacıxê ji pêwendiya dewlet û gel eciz dibe. Loma jî li hemberî siyaseta dewletê helwestekî rexnegirî bi awayekê nîşan dide. Loma jî dewlet ji ew helwesta Xalid Beg eciz dibin û loma jî alaya wî paşve digrin.
Dema ku Xalid Beg dîsa vedigere Wartoyê wê demê leşkerên Rusyayê xwe paşve kişandibûn. Lewra di sala 1917-an de Bolşewîkan li Rûsyayê desthilatdarî girtibûn dest xwe. Biryar girtibûn ku dev ji şer berdin. Ciyê dagirkir bûn, bihêlin.
Xalid Beg dema li Wartoyê bûye, wî, birayê xwe Ehmed û malbata wî yên din li gûndên elewiyan zivistana xwe derbas dikin.
Di sala 1918an de Eşîretên elewiyan êriş tînin ser Eşîreta Cibraniyan. Mehmet Şerîf Firatê ku nivîskarê “Dîroka Wartoyê”, li gel tadeyên mezin dike. Di hemandem de giliyê Xalid Begê ji dewletê re dike. Dibêje ku: “Halid Begê Mîralay yê Cibrî û Halid Begê Mîralaya yê Eşîra Hesenan eşîretan çekdar dikine. Bi cilûmergên kurdî li gûnda digerine. Propagandaya kurdewarî dikine. Li gûndan pitûkên xwe yên bi kurdî nivîsandine û pirtuka Ehmedê Xanî Mem û Zînê li gûndan bela dikine.”
Cemîyeta Tealî ya Kurdistanê û Xalid Beg…
Xalid Beg pişt re li Erziromê dibe Şerleşkerê Mewkiyê û Mustahkemê. Dema ku ev wezîfa xwe didomîne Cemiyeta Tealî ya Kurdistanê tê qedexe kirin. Encama vê biryarê cemîyet belav dibe. Beriya wê jî pêwendiyê Xalid beg bi cemiyetê re hebûne.
Heta Xalid Beg gorî nivîsên îsmaîl Goldaş, ew berpirsayerekî navendî ya Cemîyeta Tealî ya Kurd e. (Îsmaîl Goldaş, Kürdistan Teali Cemiyeti, s.42)
Nûrî Dersîmî jî, endamê Cemîyeta Tealî ya Kurd bû. Ew yek ji serokatiya Koçgiriyê bû, di serpêhatiyê de dibêje ku Xalid li Kurdistanê li gelek bajar û bajarokan rêxistinên Cemîyeta Tealî ya Kurdistanê ava kiriye.
Ew agahdarî jî derdixin holê ku Cemîyeta Tealî ya Kurdistanê li gelek herêmên Kurdistanê di bin seroktaiya Xalid Beg de rêxistin bûye.
Ev rastiya bi nêrînên M. Şerîf Firatê ku Dîroka Wartoyê nivîsandiyê û li dijî kurditî bûye jî derdikeve holê. Eşkere xûya dike ku Xalid Beg di organîzekirina Cemîyeta Tealî ya Kurdistanê de li herêma Çewlig, Mûş û Bidlîsê kesekî gelek bi navûdeng e.
Xalid Beg, piştî Şerê Cîhanî yê Yekemîn dest bi xebata rêxistinkirina kurdan dike. Di heman dem de li ser ziman û çanda kurd jî xebat dike. Ew di wê demê de bi navê Nûbûhara Biçûkan û Eqîdiya Îmanê du pirûkan dinivîse. Ew çend pirtûkan jî werdigerîne kurdî. Wî gelek hewildaye ku bi kurdî axivtin pêk bê. Ew di nav gûndiyan de pîrtukên Ehmedê Xanî û Meleyê Cizirî wekî din pirtûkan belav dike.
Piştî ku Cemiyeta Tealî ya Kurd belav dibe, Xalid Beg ji bona ku rêxistinek nû ava bike, bi mîr, axa, şêx, serokeşîr, mele û munewerên Kurdistanê re danûstandin dike. Encama van danûstandinan jî di sala 1921-an de Rêxistina Azadiyê ava dikin.
Xalid Beg û Peymana Sevrê
Wek tê zanîn piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn, di 10 Tebaxa 1920an de Peymana Sevrê pêk hat. Vê peymana şer qedand. Peymana Sevrê: Di navbeyna Dewletên Îtîlafê û împeratoriya Osmanî de pêk hat. Dewletêm Îtîlafê:
Împeratoriya Brîtanya, Fransa, Îtalya, Japonya, Ermenîstan, Belçîka, Yûnanîstan, Melikiya Hîcazê, Polonya, Portekîz, Romanya, Sırbîstan, Kraliyeta Slovan û Xirvatê, Çekoslovakya bûn.
Emerîka ji bona ku bi Împeratroriya Osmanî re şer nekiribû û Rûsya hîn nebibû endamê Cemîyeta Miletan wan îmza neavêtin peymana Sevrê.
Peymana Sevrê, peymanek gelek naverok dagirtî bû. Ji sê sed xalî zêdetir bû. Di Peymanê de ji bona kurdan jî mafê dewletbûnê hatibû pejirandin. Ew xalên Peymana Sevrê, xalên 62-65an bûn. Di Peymana Sevrê de hatibû tespıt kirin ku: Komîsyonek dê ji îngilîzan, fransızan, îtalyayiyan ava bibe. Ev Komîsyona dê li beşek Kurdistanê li Rojavayê Firatê sîstema rêvebiriyek herêmî çê bikin.
Piştî salekê dema Kurdan xwestin dê serî li Cemiyeta Miletan bidin dê bibin serbixwe û dewletekê.
Xalid Beg her çiqas ev peymana ji bona miletê kurd û Kurdistanê peymanek têr û tijî nedidît jî, piştgiriya Peymana Sevrê dike. Ji bona ku xalên Peymana Sevrê yên di derbarê miletê kurd û Kurdistanê bikevin jiyanê xebat dike. Li tevayî Kurdistanê digere bi mezinên Kurdistanê, bi şêx, mır, axa, serokeşîr, mele, mûneweran re danûstandin dike û îmzayan berhev dike, ji Cemîyeta Miletan re birê dike.
Hezar mixabin Xalid Beg, di ev hewildana xwe de bi sernakeve. Lewra Kemalîst li dijî vê xebatê derdikevin. Kurdan berdidin hevûdu.
Wê demê Xalid Beg ji bona doza Kurdistanê vekirî û profesyonelî xebat bike, dixwaze ji wezîfeyaxwe dest berde û îstîfa bike. Lê îzin naye dayîn. Encama vê rewşê Xalid Beg, tê sirgûn kirin.
Xalid Beg dişînin Dersîmê. Dema ku Xalid Beg diçe Dersîmê Ovacikê, ji bona ku kurdên elewî û sûnî di armanca millî û Kurdistanî de bibin yek xebat dike.
Ev yeka Kemalîstan û dewleta wan eciz dike, Alayîya Xalid Beg li Dersîmê xeter tê dîtin, loma jî emir tê dayin ku ew paşve vegere. Ew vedigere Wartoyê (Gimgimé) li wir xebata xwe didomîne.
Di wê demê de Kongreya Erziromê tê li darxistin. Ji bona kongreyê Xalid Beg jî tê vexwendin. Lê Xalid Beg vê vexwendinê red dike û beşdarî kongreyê nabe. Ev helwesta Xalid Beg zêdetir Kemalîstan eciz dike. Loma jî biryar tê girtin ku Xalid Beg ji serokatiya eşîrê were dûrxistin bête şandina Erziromê. Ev di sala 1920-an de sirgunî Erziromê dibe.
1. Şerîf Firatê Wartoyî ew hewildana Xalid Beg ya di derbarê Peymana Sevrê de di pirtuka xwe ya “Doğu İlleri ve Varto Tarihi” de qal dike. Wusa dibêje:”… Di vê navberê de Mîralay Xalid Begê Cibrî, li herêma Gimgimê, Kopê, Melezgirtê, Kela Xinûsê, Kanîreş, Boglan û Çewligê ji serokeşîr û şex û mela û keyayên gûndan mezbetayên morkirî berhev dikir û bo Cemîyeta Tealî ya Kurd dişand. Ji wira jî, qaşo ji bo vî karî bo Mistefa Nemrûdî û Şerîgfe Kurd kul i Yekîtiya Netewan dixebitin, dihatine şandin.” (s.. 156-157)
Di 24ê Tirmeh a 1923-an de di navbeya Dewleta Kemalîstan di heman dewletên ku Peymana Sevrê îmzakirin de Peymana Lozanê çêbû. Peymana Lozanê, bû menîfesto û felsefeya dewleta Kemalîst ya Tirk. Vê peymanê Peymana Sevrê jî ji holê rakir. Ew ji bona Kemalîstan bû serkeftinek mezin, ji bona miletê kurd bû wendayeke mezin.
Xalid Beg û avakirina rêxistina Azadiyê
Piştî ku Xalid Beg sirgunî Erziromê dibe, êdî navenda xebata wî ya millî Erzirom dibe. Ew bi hevalên xwe re dest bi rêxistineke nû dikin. Di ev xebatê de leşkerên payebilind yên kurd di vê xebatê de cîh digrin. Di xebatê de rola Mıralaybûna Xalid Beg gelek mezin e.
Ew rêxistinekê ava dikin. Ev rêxistina “Komîteya îstîklalê ya Kurdistanê (Azadî)” ye. Rêxistin di sala 1921-an de ava dibe. Rêxistina Azadî, ji mîran, axayan, serokeşîran, şêxan, munewerran, meleyan, esferên kurd ava dibe.
Di derbarê Rêxistina Azadî de agahdariyên zêde di belgeyên îngilîzande hene.
Beşek damezrênêrên Azadiyê ew in: Xalidê Begê Cibrî, Dr.Fuat, Ekrem Cemîlpaşa, Hecî Mûsa, Husên Paşayê (kor) Heyderanî, İhsan Nuri Paşa, Şêx Tahir, Seyid Ebdilqadir, Hecî Axdî (Bavê Tûjo), Hecî Mûsa Beg, Wusif Ziya, Xalidê Hesenan.
Rêxistina Azadiyê, heta sala 1923an xebata xwe îllegal (veşartî) û di qadeke teng de dimeşîne.
Lê piştî ku Peymana Lozanê teyê îmza kirin, Rêxistina Azadiyê dest bi rêxistinek giştî li Kurdistanê dike. Di demek kurt de 23 bajar û bajarokan şaxên wê tên ava kirin. Ji hemû çîn û tebeqeyan gel dibe endam û piştgirê Rêxistina Azadiyê. Xebata xwe gurr dikin ku di rewşek musaît de dest bi serhildanê bikin.
Rêxistina Azadiyê:
Li Erziromê, ji Serokê rêxistinê Xalid Beg, Qeymeqam Kazim Begê Biçûk, Mîralay Raûf Beg, Hecî Dûrsûn Beg, Qeymeqamê Xinûsê Arîf Beg, du bira Evdillah û Aslan Beg; Li Stenbolê, ji Seyîd Abdûlkadir û Parêzer Abdûrrahîm; Li Qersê, ji Yuzbaşî Tevfîk Beg; Li Beyazidê, ji Şêx Îbrahîm; Li Melezgîrtê, ji Kor Huseyîn Paşayê Heyderanan; Li Wartoyê (Gimgimê), ji Mîralay Xalid Begê Hesenan; Li Mûş-Bedlîsê, ji Kevnemebusê Bedlîsê Yisûf Zîya Beg, Binbaşî Hecî Hesen Beg, Axa Abdurrahman; Li Wanê, ji Birayê Seîdê Kurdî Mele Abdûlmecîd Efendî, Bînbaşi Arîf Beg û Birayê wî Alî Begê eşîreta Şemsikan, Serokeşîra Qerehîsar û Hesaran Sadûn Beg; Li Sêrtê, ji Yüzbaşî Hesen Nûrî ku Bêdlisiyê û ji eşîreta cibran e, Hecî Evdillah Efendî, Dervîş Beg, Qeymeqam Rezzak Beg, Mîrlayay Veîs Beg; Li Şirnaxê, ji Axa Sileyman; Li Cîzreyê, ji Hecî Dûrsûn Efendî, Abdûlmûtalîp Efendî; Li Diyar-ı Bekîrê, Ekremê Cemîl Paşazade, Dr. Fûad Beg, Abdûlganî Beg, Nazim Begê Dersîmî, Bînbaşî Mistefa Beg, Qeymeqam Ednan Beg; Li Merdînê, ji Hecî Kadîr eefendî, Qeymeqamê Derîmê Kadîr Beg; Li Erzîncanê-Xarpûtê-Dersîmê, ji Kangozade Elî Heyder Beg; Hewirdora Bedlîsê, ji Serokeşîra Haytî û endamê Kongreya Erziromê Hecî Mûsa Beg, Cemîlê Çeto, Şêx Selahaddîn, Serokeşîra Garzan Axa Mistefa; Hewirdora Wanê, ji eşîreta ertûşî Axa Lezgîn û birayê wî Axa Ebû Bekîr, ji eşîreta Gevdan Axa Ismaîl, Ji eşîreta merûsî Axa Umer, Simko Axayê Şîkakî, ji eşıreta BervasÎ Şêx Abdûrrahman Efendî, Aaxa şahîn, Axa Yahya (Eşîreta Jîrkî), Axa Yakûp (Eşîreta Eruh); Hewirdora Şirnaxê, ji Axa Alîkan, Axa Abdûrrahman ( Eşîreta Hecı Bayram), Axa Sileyman, Axa Temûrê Emer (Eşîreta Batman), Axa Arîf, Şêx Tahir (Eşîreta Batmanê); Hewirdora Merdînê, Axa Remo (Zengerdî), Eyup Beg (Eşîreta Mîlan), Axa Isa, Axa İbrahîm, Îbrahîm Paşa (Serokê Eşîreta Mîlan), pêk tê. (Dr. M. Emîn Sever, Kovara Bîr)
Rêbaza Rêxistina Azadiyê…
1-Armanca Komîteyê ev e ku di navbera kurdan de yekîtîyê çêke û serxwebûna kurdan dabîn bike.
2-Komîte ji bo gihaştina vê armancê dê li ser sînorên xwe yên neteweyî û di nav welatên biyane yên ku munasib bibîne şaxan veke û pirtûkan û ewraqan çap bike.
3-Her yek ji şaxên ku di lîsteya Nîzamnameya Hundirîn de hatine nîşandan gava zorker êrişek biçûk jî bibin ser herêma ku ew şax tê de ye divê li hember vê êrişê nerazîbûna xwe nîşan bide û protesto bike û ji bo ku dinyayê bi vê meseleyê bide hesandin çi ji destê wê bê bike.
4-Di herêma kê de serhildanek Şoreşî derkeve holê dê Komîte heya ku ji destê wê bê alîkariya wan bike; bila dixwazî Komîte derbarê vê serhildanê de berê nehatibe agahdarkirin jî.
5-Gava komîteyên din yên siyasî û ne siyasî di herêmên şaxên Komîteyê de bên avakirin dê mirovên ewlemend bên helbijartin, van mirovan têkevin nav wan komîteyan û derbarê armanc û çalakiyên wan de Komîteyê agahdar bikin.
6-Girtina biryarên siyasî wezîfeya “Komîteya Navendî” ye. Lê di rewşên naçarî de yên di rêza duyemîn de jî bi şertê agahdarkirina Komîteya Navendî dikarin biryarên wusa bigirin.
7-Komîteyê Kurdistan kiriye sê qisim:
Qismê yekem: Kurdistana Tirkiyeyê û Bakûrê Sûriyeyê.
Qismê duyem: Kurdistana Iraqê.
Qismê sêyem: Kurdistana Îranê.
8-Dê ji bo Komîteyê daîrekî sereke hebe û ji daîreya sereke re jî daîreyêndi rêza duyem de hebin. Van daîreyan dê şaxên Komîteyê îdare bikin û ji bo hêsankirina îdarekirina şaxên dûr tedbîrên taybet bigirin. Komîsyona Rêvebirnê ya daîreya sereke û daîreyên di rêza duyem de dê ji van çar kesan pêk bê: Serok, nivîsyar, jimêryar (muhasib), saloxgêr (endamê îstîxbaratê). Lê di şaxan de ji sê kesan pêk tê: Serok, nivîsyar û saloxgêr. Her kesê ku di komîteyê de ye xwediyê rayek tenê ye.
9-Dê şaxên Komîteyê nîzamnameyên daîreyên di rêza duyem de bi rê ve bibin û encaman rapor bikin. Daîreyên di rêza duyem de jî divê bi vî hawayî tevbigerin. Divê her şaxek Komîteyê piçûk-mezin hereketên ku Komîteyê eleqedar dike qeyd bike û bigîjîne şaxên havîdorên xwe. Eger bûyerên girîng çênebin dê her şax di dawiya her mehê de rapora xwe ya derbarê çalakiyên xwe û encamên van çalakiyan de pêşkêş bike.
10-Dê her şax ji bo vekirina şaxên nû li havîdorên xwe xebatê bike.
11-Her şax gava bixwaze endaman helbijêre divê pêşekiyê bide mirovên desthilat (bibandor), serokên eşîran û rewşenbîran.
12-Mirovên ku bên helbijartin divê xwediyê van şertan bin: Zana bin, biesl bin, berjewendiyên neteweyî di ser berjewendiyên xwe yên şexsî re bigirin.
13-Daîreya sereke piştî ku bawer kir ku ew kesê ku dixwaze bibe endam şertên endamtiyê tê de hene divê li ser bergehên wî bisekine, eger hewce bike divê wî bide sondê, wezîfeyên wî pê bide zanîn û paşê wî wekî endam bide naskirin. Divê ev endamê nû kesên ku di meclîsa sondê de ne tenê bibîne, endamên din nas neke.
14-Endamên ku sirên Komîteyê aşikar bike an jî li hember xalên bernameya wê xiyanetê bike dê cezayê mirinê lê bê birîn; bila dixwazî ev xiyanet di bin îşkenceyên mezin de jî hatibe kirin.
15-Wezîfeya endaman ev e ku ji bo berjewendiya giştî xebat bikin û çalakiyan pêk bînin. Loma divê ji bo bihêzkirina yekîtiya kurdan û geşkirina hestên kurdayetiyê çi ji destê wan bê bikin.
16-Divê her endam li gor dahata xwe du mehane barbû (aîdat) bide.
17-Her şax mafê xwe heye ku gava hewce bike çaryeka dahata xwe xerc bike. Ji bo vî karî lazim nîne ku muraceetî daîreya sereke bike, lê di dawiya her mehê de divê rapora xwe ya dahat û mesrefan pêşkêşî Daîreya Bilind a Îdareker bike.
18-Dê daîra sereke û yên di rêza duyem de di demên cûrbecûr de hesabên şaxan, hejmara endamên wan û xebatên wan kontrol bikin. Sûistimalên malî û leyistika bi hesaban ji aliyê kê ve hatibe kirin dê cezayê mezin lê bê birîn.
19-Kesên ku di dema bicîhanîna wezîfeyên xwe de bikevin xeterê ji bo alîkirina wan divê tevê gavan bên avêtin. Mirovên ku bi vî hawayî têkeve xeterê dê îhtiyaciyên wî û malbata wî ji aliyê Komîteyê ve bên te’mînkirin.
Civîn
20 Civîn di cihê ku ji aliyê daîreya sereke ve û li gor fermana vê daireyê bê diyarkirin salane tên çêkirin. Ji bo beşdarbûna van civînan dê ji her şaxek mirovek bê helbijartin û di van civînan de xebatên daîreyên di rêza duyem de, rewşa dahat û mesrefan û xebatên ku di salên pêşîn de bên kirin bên nîqaşkirin. Paşê ji bo çûyîna Meclîsa Giştî dê sê kes bên helbijartin.
21-Dê daîreya sereke paşê li cihekî munasib civînek taybet çêke, wê endamên ku ji aliyê komîsyonan ve hatine şiyandin beşdarî vê civînê bibin û tê de xebatên daîreya sereke û dahat û mesrefên wê nîqaş bikin û bernameya wê ya sala pêşîn diyar bikin.
22-Gava meclîs pêdivî bibîne serok û endamên Komîsyona Rêvebirinê tên guhartin.
(Jêder: Tahsîn Sever, Kovara Bîr, Hejmara 7)
Dilketin û îdama Xalid Beg û Dadgeha Dîwanê Herb ya Bedlîsê
Pêşketina xebata Rêxistina Azadiyê bala dewletê bi xurtî dikşine. Agahdarî ber bi Enqereyê di derbarê Rêxistina Azadiyê de û xebata Xalid Beg de diherike.
Mistefa Kemal, piştî van agahdariya di dawîya sala 1924 de diçe Erziromê. Di şîvekê de Mistefa Kemal û Xalid Beg hevûdu dibînin. Xalid Beg, ji Mistefa Kemal re dibêje ku “ez dixwazim ji wezîfeya xwe ya leşkerî îstîfa bikim. Ez nizanim ku çima hûn nahêlin yekî ku bi were îxanetîyê dike ji kar veqete?” Axevtin germ dibe. Xalid Beg derdikeve devre.
Mistefa Kemal û hevalên wî, baş fahm dikin ku Xalid Beg ji wan dûr e û ew xwediyê armancek din e û dixwaze ku ji bona Kurdistanek serbixwe xebat bike.
Dema ku birayê wî Ehmed Beg (Ahmet Sever) vê yekê tespît dike ew diçe Erziromê Xalid Beg re hevbûdîtin çê dike.
Ehmed Beg dibêje “Dema ku min ji Xalid Beg re got, jiyana te di xetereyê de ye, divêt tu ji Erziromê derkevî”.
Wê demê wî ji min re got: “Ez hay jê heme ku li dora min xetere heye lê çi dema ku ez vê serê zivistanê ji Erziromê derkevim ev dê ji bo kurdan bibe felaket, teqez divêt em li benda biharê bimînin.”
“Piştî van gotinan, lê zêde dike û dibêje “Herin, xwe amade bikin lê bisekinin heta ku bihar têye.”
Xalid Beg, wê demê gelek aşkere biryar dide ku biharê dest ji wezîfeya xwe berde, bi profesyonelî karên rêxistinê bike û amadekariya serhildanê bike.
Hezar mixabin beriya wê, serîhildana Beytuşebabê dest pê dike. Wê demê di derbarê Rêxistina Azadiyê de operasyon dest pê dike.
Xalid Beg, di roja 20 kanûn 1924 de li Erziromê tê girtin û wî dibin zindana Bidlîsê. Wê demê Yisûf Zîya Beg jî dîl dikeve.
Xalid Beg û Yisûf Zîya Beg di Dîwana Herbê ya Bedlîsê de bi awayekî ne hûqûqî û bi lezûbez tên darizandin.
Xalid Beg û Yisuf Ziya Beg di dadgehe de parêznameyek gelek cidî û naverok dagirtî pêşkêş dikin. Di parêznameyê de Rêxistina Azadiyê, armancên wê, mafên miletê kurd, mafê çarenivîsiya miletê kurd diparêzin.
Di derbarê Xalid Beg û Yisûf Ziya Beg de biryara îdamê hat dayin.
Ew di 14ê Nîsan a 1925-an de bi gulebaraniyê hatin kûştin. Piştî Serhildana 1925an demekî kurt şûnda hatin îdam kirin.
[1]
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî - Kurdîy Serû) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 376 جار بینراوە
هاشتاگ
سەرچاوەکان
[1] ماڵپەڕ | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://portal.netewe.com/- 19-05-2023
بابەتە پەیوەستکراوەکان: 4
زمانی بابەت: Kurmancî - Kurdîy Serû
ڕۆژی دەرچوون: 21-04-2022 (2 ساڵ)
پۆلێنی ناوەڕۆک: کۆمەڵایەتی
پۆلێنی ناوەڕۆک: ژیاننامە
جۆری دۆکومێنت: زمانی یەکەم
جۆری وەشان: دیجیتاڵ
وڵات - هەرێم: کوردستان
تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
کوالیتیی بابەت: 99%
99%
ئەم بابەتە لەلایەن: ( ئاراس حسۆ )ەوە لە: 19-05-2023 تۆمارکراوە
ئەم بابەتە لەلایەن: ( سارا ک )ەوە لە: 19-05-2023 پێداچوونەوەی بۆکراوە و ئازادکراوە
ئەم بابەتە بۆ دواجار لەلایەن: ( سارا ک )ەوە لە: 19-05-2023 باشترکراوە
ناونیشانی بابەت
ئەم بابەتە بەپێی ستانداردەکانی کوردیپێدیا هێشتا ناتەواوە و پێویستیی بە داڕشتنەوەی بابەتی و زمانەوانیی زۆرتر هەیە!
ئەم بابەتە 376 جار بینراوە
پەرتووکخانە
فلاشباک؛ لە دەفتەری بیرەوەر...
پەرتووکخانە
بە ئەوینت ڕابردووم بسڕەوە
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا)
04-03-2024
پەرتووکخانە
سایکس-پیکۆنامە - وەشانی 1
پەرتووکخانە
بە تیشکی ئیشقت ئەدرەوشێمەوە
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا)
19-03-2024
ژیاننامە
مژدە جەمال کەمالەدین
ژیاننامە
هیدایەت عەبدوڵڵا حەیران
ژیاننامە
مەلا عەبدوڵڵای وەڕازی
ژیاننامە
سەید ئەحمەد حەسەنی فەرد
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا)
27-01-2024
پەرتووکخانە
ژینانامە - وەشانی 1
ژیاننامە
درەخشان فەرەج سەعدون
ژیاننامە
مەیان خاتوون
پەرتووکخانە
دووبارە پێناسەکردنەوەی کورد...
ژیاننامە
ژیان عەلادین
پەرتووکخانە
سیاسەت و پلانی زمان بۆ هەرێ...
پەرتووکخانە
لۆزاننامە - وەشانی 2
پەرتووکخانە
شارستانیی کۆلاپس، ژیان و خۆ...
ژیاننامە
بەرزان بەلەسۆیی
ژیاننامە
کەمال محەمەد ڕەمزی
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا)
29-01-2024
پەرتووکخانە
کۆڵبەرنامە - وەشانی 1
ژیاننامە
ڕێناس ڕزگار
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا)
14-03-2024

ڕۆژەڤ
شەهیدان
موسا عەنتەر
10-11-2008
هاوڕێ باخەوان
موسا عەنتەر
ژیاننامە
کەرەمێ سەیاد
08-03-2015
هاوڕێ باخەوان
کەرەمێ سەیاد
ژیاننامە
سمکۆ عەزیز
17-11-2012
هاوڕێ باخەوان
سمکۆ عەزیز
شەهیدان
ژینا ئەمینی
17-09-2022
شەنە ئەحمەد
ژینا ئەمینی
وێنە و پێناس
جگەرخوێنی شاعیر لەناو خۆپیشاندەران
26-03-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
جگەرخوێنی شاعیر لەناو خۆپیشاندەران
 چالاکییەکانی ڕۆژی
بابەتی نوێ
ژیاننامە
نەشوان نایف عەزیز سلێمان
28-03-2024
سروشت بەکر
ژیاننامە
نەواف ئیسماعیل حەسەن سەعید
28-03-2024
سروشت بەکر
ژیاننامە
هەزار موراد معکۆ عەنۆ
28-03-2024
سروشت بەکر
ژیاننامە
هوەیدە ئیلیاس خرمش شێخۆ
28-03-2024
سروشت بەکر
شوێنەوار و کۆنینە
کۆشکی موشیر دیوان،
28-03-2024
سارا سەردار
پارت و ڕێکخراوەکان
کارۆ
28-03-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
شوێنەوار و کۆنینە
قەڵای حەسەن ئاباد
28-03-2024
سارا سەردار
ژیاننامە
هیدایەت عەبدوڵڵا حەیران
28-03-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
ژیاننامە
بەرزان بەلەسۆیی
28-03-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
پەرتووکخانە
شارستانیی کۆلاپس، ژیان و خۆشەویستی لە سەردەمی سەرمایەدارییدا
27-03-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
ئامار
بابەت 514,949
وێنە 104,268
پەرتووک PDF 18,883
فایلی پەیوەندیدار 94,726
ڤیدیۆ 1,232
پەرتووکخانە
فلاشباک؛ لە دەفتەری بیرەوەر...
پەرتووکخانە
بە ئەوینت ڕابردووم بسڕەوە
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا)
04-03-2024
پەرتووکخانە
سایکس-پیکۆنامە - وەشانی 1
پەرتووکخانە
بە تیشکی ئیشقت ئەدرەوشێمەوە
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا)
19-03-2024
ژیاننامە
مژدە جەمال کەمالەدین
ژیاننامە
هیدایەت عەبدوڵڵا حەیران
ژیاننامە
مەلا عەبدوڵڵای وەڕازی
ژیاننامە
سەید ئەحمەد حەسەنی فەرد
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا)
27-01-2024
پەرتووکخانە
ژینانامە - وەشانی 1
ژیاننامە
درەخشان فەرەج سەعدون
ژیاننامە
مەیان خاتوون
پەرتووکخانە
دووبارە پێناسەکردنەوەی کورد...
ژیاننامە
ژیان عەلادین
پەرتووکخانە
سیاسەت و پلانی زمان بۆ هەرێ...
پەرتووکخانە
لۆزاننامە - وەشانی 2
پەرتووکخانە
شارستانیی کۆلاپس، ژیان و خۆ...
ژیاننامە
بەرزان بەلەسۆیی
ژیاننامە
کەمال محەمەد ڕەمزی
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا)
29-01-2024
پەرتووکخانە
کۆڵبەرنامە - وەشانی 1
ژیاننامە
ڕێناس ڕزگار
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا)
14-03-2024

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.33
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| کاتی ئافراندنی لاپەڕە: 6.515 چرکە!