ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 517,446
画像 106,110
書籍 19,162
関連ファイル 96,492
Video 1,307
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Birîndarîya Kurdî û zimandirêjîya kurdan!
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Birîndarîya Kurdî û zimandirêjîya kurdan!

Birîndarîya Kurdî û zimandirêjîya kurdan!
=KTML_Bold=Birîndarîya Kurdî û zimandirêjîya kurdan!=KTML_End=
İkram Oguz
Gelo mirov dikare bi zimanekî birîndar zimandirêjîyê bike?
Bêguman, na…
Lêbelê zimandirêj Kurd be, bersiva pirsê jî tê guhartin.
Jiber ku Kurd, di derbarê birîndarîya zimanê xwe da jî, di pesindayîna dewlemendîya zimanê xwe da jî zimandirêj e.
Zimandirajîya wî bi Tirkî…
Nakokî jî di navbera laş û hiş da ye.
Bi laşê xwe Kurd, bi hiş û hişmendîya xwe jî Tirk e.
Laş gava rast bavêje, hiş wê gavê ber bi alîyê çepê dikişîne.
Loma gotin û kirin, daxwaz û kiryar hevdu nagre.
Weke mînak, daxwaz û encama jibo dersa hilbijarte ya kurdî…
Li Bakûrê Kurdistanê û li bajarên Tirkîyê yên mezin, kêmasî 30 mîlyon Kurd dijîn.
Di dibistanên navîn (polên 5, 6, 7, 8an) da kêmasî 2 mîlyon zarokên Kurd perwerde dibin, ku ew dikarîbûn dersa bijarte ya kurdî hilbijêrin…
Lêbelê ji wan tenê 20 hezar 265 xwendekaran ev ders hilbijartin…
Ger ku îmkan heba û merîya li ser medya civakî daxwazkarên vê dersê bijmarta, hêjmara wand eh qat zêde derdiket.
Jiber ku Kurd tenê daxwaza pêdivîyên xwe dikin, li pey daxwazên xwe nakevin…
Daxwaz cîhê xwe negre, wê gavê jî li bahaneyên pûc û vala digerin.
Berê gava xwe ya ewil û sivik navêjin, bi baskên xwe şikestî daw û doza firînê dikin…
Loma bi ser nakevin.
Jiber ku, bi perwerdeyîya dagirgeran va pişivîne û xapîyane.
Ji rê û rêbazên rast dûrketine…
Wek her kesên bindest xwe piçûk, zimanê xwe jî girîng nabînin.
Loma berî dewletê, ew bi destê xwe û di mala xwe da zarokên xwe ji zimanê wan dûr dixînin û hişên wan diduruvînin…
Nizanin ku têgihîştina zarokan bi ziman va girêdayî ye.
Jiber ku, her zarok peyva xwe ya herî ewil bi zimanê xwe yê zikmakî dike.
Bi zimanê xwe yê zikmakî digrî û dikene.
Bi zimanê xwe yê zikmakî kilam û stranan guhdarî dike û distirê.
Dab û nêrîtên civaka xwe, çand û huner û dîroka gelê xwe bi zimanê xwe hîn dibe.
Hemû daxwazên xwe bi zimanê xwe yê zikmakî dîyar dike.
Fikr û raman wî/wê, kesayetî û zanîna wî/wê bi zimanê dayîka wî/wê dikemile.
Ji bo pêşerojê, bi zimanê xwe, ji xwe ra li rê û rêbazan digere.
Jiber ku her zarok tenê bi zimanê xwe dikare binirxîne û biafirîne.
Loma mirov dikare bi hêsanî bibêje, ziman ne tenê amûra ragihandin û pêwendîyê, ziman nîşana nasnameyê ye, ku ji bo her miletek weke ruh û can e!
Ew zarokên ku di civakên azad û serbixwe da mezin dibin, bikaranîna zimanê xwe yên zikmakî, ramanên xwe dewlemend û berfireh dikin.
Bi dewlemendî û xurtbûna ramanên wan va jî, zimanên wan dewlemend dibe û pêşda diçe.
Ev pergala gerdûnî, di nav Kurdan da, bi taybetî li Bakûrê Kurdistanê, bi awayekî din tevdigere.
Sedemê qedexebûna ziman, her zarokeke Kurd, di heft salîya xwe da ji zimanê xwe yê zikmakî dûr dikeve û bi zimaneke bîyanî perwerde dibe.
Ger ku gundî be, wek zarokeke Kurd dest bi dibistanê dike, piştî dibistanê wek xorteke Tirk vedigere gundê xwe.
Dê û bav pê ra bi Kurdî biaxifin, ew bersiva wan bi Tirkî dide.
Zarokeke bajêrî be, berê ji dê û bavê xwe yên zimanTirk, dû ra di kûçe kolanan da ji hevalên xwe Tirkî hîn dibe…
Bi Tirkî mezin û perwerde dibe, dê û bavên xwe Kurd bibîne jî, xwe Tirk dihesibîne.
Ji bo xatirê koka xwe daw û doza kurdayetîyê bike jî, çareserîya wê di yekitîya Tirkîyê da û biratîya gelan da dibîne.
Kurdên ku ji çerxa asîmîlasyonê hinekî dûr mane, di gundan da dijîn ku, ew jî di jîyana xwe ya rojane da, bi deh peyvan biaxifin, mixabin îro wan peyvan jî bi saya pêşveçûna teknolojîyê, nîvKurdî û nîvTirkî, herdu zimanan tevlihev dikin û tînin ziman.
Ji bo vê yekê ye ku zimanê Kurdên Bakûr îro zimaneke tevlihev û birîndar…
Birîndarîya ziman jî, ray û ramanên wan tevlihev, nêrînên wan jî şêlû dike.[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは1,435表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://navkurd.net/ - 25-05-2023
リンクされたアイテム: 61
クルド文書
ビデオ
ライブラリ
日程&イベント
記事
29. Ziman
グループ: 記事
Publication date: 27-02-2022 (2 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: の言語
プロヴァンス: Kurdistan
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئاراس حسۆ 25-05-2023上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 26-05-2023
最近の( سارا ک )によって更新この商品: 26-05-2023
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは1,435表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 517,446
画像 106,110
書籍 19,162
関連ファイル 96,492
Video 1,307
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.547 秒(秒) !