Navê pirtûkê: HÊLÎNA XEYALAN
Navê nivîskar: #Xaylaza Reşîd#
Cihê çapkirina pirtûkê: Amad
Navê çapxaneyê: Lîs
Sala çapê: 2018
Ez bi weşana kitêbeke helbestên jinêke Kurd çawa dilşad û behtewar dibim, bi qasî wê dilşad û bextewar dibim ku Rûbar Agirî jî wê bi wan helbestan mezin bibe. Zarokên me ji welatê xwe dûr bi zimanê xwe wê li wan helbestan guhdarî bikin. Bê guman mezinbûna zarokan a hestên di wan helbestan de hatiye afirandin pir girîng e. Dûrketina ji welatê xwe û derfetên zarokên ku nikarin bi zimanê zikmakî biaxivin, li ber her malbateke Kurd astengîyeke mezin e. Ez bawer im weşandina vê pirtûka helbestan wê bibe keys ku zarok bi malbatên xwe re bi Kurdî biaxive. Jîyana malbatan wê rengîn bibe, dewlemend û ronayî bibe. [1]