ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 517,441
画像 105,714
書籍 19,160
関連ファイル 96,492
Video 1,307
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Li Iraqê Metnê Yasaya Zimanên Herêmî
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Li Iraqê Metnê Yasaya Zimanên Herêmî

Li Iraqê Metnê Yasaya Zimanên Herêmî
=KTML_Bold=Li Iraqê Metnê Yasaya Zimanên Herêmî=KTML_End=
Siddik BOZARSLAN
Di derheqê pêvajoya amadekirina Yasaya Zimanên Herêmî da haydarî tune. Digel wê jî di çapemenîyê da nirxandin û analiza M. Emin Zekî Beg derçûye ku ew wek gelwekîl û wezîrê kevn, pisporek e. Metneke wê reşnivîsê (taslaxê) ji alîyê Cemîyetê ve hatîye weşandin. Metnê li jêr, ji rapora Hukumeta Britanyê hatîye sitandin ku derbarê Îraqê da ye û qebûl bûye:
”Yasaya Zimanên Herêmî, no. 1931/74
Ez Qiralê Îraqê
Ez ferman dikim ku bi erêkirina Meclisa Gelwekîlan û Senatoyê yasaya li jêr bibe yasayî:
Madde 1. Maddeyên vê yasayê ku li jêr di maddeyên 2 û 3.yan da xuya dibin, di van qezayan da werin pêkanîn.
Madde 2. Li jêr di qezayên ku hatine nivîsîn da zimanê dadgehê dê kurdî be: (a) Îmadîye. (b) Zaho, Livaya Mûsilê. (c) Zîbar. (d) Akra. (e) Koysancak. (f) Ranîya, Livaya Erbîlê. (g) Rewanduz. (h) Gîl. (i) Çemçemal, Livaya Kerkûkê. (j) Silêmanîye. (k) Halepçe, Livaya Silêmanîye. (l) Şehrbazar.
Madde 3. Li qezayên ku li jêr hatine nivîsîn, zimanê dadgehê dikare erebî an tirkî ango kurdî bibe: (a) Dihok, Mûsil. (b) Şeyxan. (c) Erbil, Livaya Erbil. (d) Maxmur. (e) Kerkûk, Livaya Kerkûkê. (f) Kifrî. Jibo her dozê dê dadgeh biryar bide jibo zimanê ku bê karanîn.
Madde 4. Keseke tawanbar, di hemî dozan da di qezayên ku li jor hatin dîyarkirin da xwedîyê van mafan e: (a) eger li mala xwe zimanê ku tê zanîn, teblîxat û dadgehkirin bi zimanê erebî tê kirin, (b) Bi awayê şîfahî hemî biryar û notên (tutanak) dadgehê wergerana erebî, kurdî ango tirkîya wan dibe xwedî û dikare biryarek ku bi zimanên jorîn were wergerandin bixwaze. Her kes dikare daxwaznameyek bi erebî an kurdî ango tirkî bide dadgehên wan qezayan ku navên wan li jor hatine nivîsîn an dadgeheke bilindtir.
Madde 5. Daîreyên Teknikê, nivîsînên navbera Teşkîlatên Navenda Lîvayê û Wezaretan û nivîsînên navbera Teşkîlata Navenda Lîvaya Mûsilê û qezayên girêdayên wê – ku ew divê bi erebî bin- qezayên ji dervayê wê ku li xwarê hatine xuyakirin, kurdî dê zimanê resmî be: (a) Îmadîye. (b) Akra. (c) Dihok. Lîvaya Mûsilê. (d) Zaho. (e) Zîbar. (f) Erbîl. (g) Maxmur. (h) Koî. Lîvaya Erbîl. (i) Ranîya. (j) Rewanduz. (k) Çemçemal. Lîvaya Kerkûkê. (l) Gil. (m) Silêmanîye. (n) Halepçe. Lîvaya Silêmanîye. (o) Şehrbazar. Li qezayên Kerkûk û Kifrîyê kurdî û tirkî dê werin karanîn.
Madde 6. Zimanê perwerdeyê jibo hemî mektebên despêkê (sereta) û navîn yên li qezayên navên wan dîyar bûbûn, pirranîya şagirtên van mekteban, zimanê wan ên li malê dixebitînin, dê resmî bin. Ferq nake ku ev ziman erebî be, kurdî be ango tirkî be.
Madde 7. Her kesek dikare bi erebî serî li berpirsên resmî bixe û dê bersiv jî bi heman zimanî bistîne. Li gora maddeya 5an ku destûra serlêdanê jibo zimên daye, bi awayek nivîskî dê werin qebûlkirin û bersîvdayîn jî dê bi heman zimanî bibe.
Madde 8. Şiklê zimanê kurdî di qezayên Silêmanîye, Kerkûk û Erbîlê da ku di vê yasayê da hatîye xuyakirin, şiklê ku nûha tê karanîn, dê berdewam bike; li gora ku yasayê destnîşan kirîye li qezayên Mûsilê, dê xelk piştî qebûlbûna yasayê virda di nav salek da lehçeya kurdî ku bixwaze, dê bikaribe hilbijêre.
Madde 9. Hemî wezaret, xwedî selahîyet in ku vê yasayê bi cî bînin ku wan eleqeder dike.
Ev metna yasayê li Baxdayê di 23 yê gulana 1931an da û 6 Muharrem 1350 qebûl bûye. Yên ku îmza kirine; Qral Faysal, Serokwezîr Nurî es Saîd û wezîrê derve, hundûr, edaletê, malîye û perwerdeyê ne. ”
Piştî qebûlkirina yasayê, çavdêrîya nûnerê Britanyayê li Îraqê C. J. Edmonds, gelek balkêş e. Ev çavdêrîya wî ku bi dizî nivîsîye, bi kurtî weha ye:
”… tu mêvanekî min ê kurd, ji ber xwe ve behsa yasayê nekir. Dema ji wan hat pirsîn jî, tu îşaretên heyecanê nîşan nedan, berevacî wê, wan li meqeskirina yasayê rexne xistin. Ev, balkişandin e; belam heta nûha ji gelek alîyan ve sozên berbiçav hatine dayîn. Lê kurd êdî xwedîyê wê zanînê ne ku di navbera kirin û dayîna sozan da ferqên pir mezin hene..”
Bê guman di derbarê vê yasayê da gelek tişt hatine gotin û nivîsîn ku mirov dikare wan jibo du demên cuda, yanî dema piştî qebûlbûna yasayê û dema berîya wê. Wek me li jor jî dîtibû dema gengeşe li ser vê yasayê hatine kirin, hukumeta Baxdayê ketîye nav hewildanên piralî ku hin herêmên kurdî bikin ereb û ew hewildanên wan piştî qebûlkirina yasayê jî berdewam bûye. Bi tabîreka dî ji çêkirina yasa ango yasayan giringtir, nîyet û cewherên ku xwedî hukum in, giring e ku di pêvajoyê da hatîye dîtin ku ew cewher li nik karbidestên Baxdayê tunebûye. Yek ji wan kurdên ku nerazîbûna xwe li hemberî yasayê dîyar kirîye, M. Emîn Zekî Beg e.
Di civîneke taybetî da M. E. Zekî, dîtinên xwe li ser meqeskirina reşnivîsê ji Komiserê Bilind ra dîyar kirîye û paşê jî dîtinên xwe weki daxwaznameyek di 29yê gulana 1931an da pêşkêş kirîye. Bê guman rexneyên Zekî Beg, esasê daxwazên kurdan jibo zimanê kurdî daye dîyarkirin. M. E. Zekî, kurdîya wê daxwaznameya xwe di 1930yan da daye Qral Faysal jî. Lê balkêş e ku dema biryar hatîye sitandin ku ew du daxwaznameyên M. E. Zekî wek broşurek were weşandin, di 1935an da li çapxaneyê wenda bûye, yanî nehatîye çapkirin. Bi kurtayî nirxandinên Zekî Beg ev bûne:
” 1. Tawsîyeyên Cemîyetê hatîye îhlalkirin û yasa, jibo hemî herêmên Kurdistanê nebûye. Yên li derve hatine hiştin ev in: (a) Di qeza Xaniqîn da û nahîyeyên Hawarain, Şêxan û Qoratû û hin derên dî yên navendên nahyeyê û Muqatîya Xaniqîn û wd. (b) Hin (derên- ç) Qeza Mandalî. (c) Kurdên Baxdayê ku derdora 25.000 in, %10yê nufûsa bajêr e û (d) Tel Afar, Sîncar û qezayên Mûsilê. Gundên derdora Mûsilê û li nav bajêr jî têr hejmarek kurd hene. Eger jibo hindik ereb û tirkên ku li qezayên kurd ên Kifrî, Erbîl, Şeyxan, Maxmur û Dihokê digel kurdî tirkî û erebî jî wek heq qebûl dike, bi eynî awayî li qezayênTel Afar, Sincar û Mûsilê jî pêwist bû kurdî bihata qebûlkirin. – Binêre Madde 3 ya yasayê- ” (Etnografiya Lîva Kerkûkê: %51 kurd, %21 tirkmen, %20 ereb û %8 yên dî ne. Loma divê li Lîvayê û navendê jibo piranîya nufûsê pêwist bû kurdî bihata qebûlkirin.)
Li gora şertên CN, jibo perwerdeyê, kurdî divê bi mektebên pêşî û navîn ve neyê sînorkirin, eger zimanê kurdî were sînorkirin û di xwendina bilind da jî neyê berdewamkirin, dê kurdî were paştaxistin û geşbûn û xurtbûna wê, dê were astengkirin.
Zimanê perwerdeyê, divê ne li gora piranîya şagirtan an xwendevanan be, divê zimanê wan, li gora piranîya xelkê runiştvanên wê herêmê be. Eger ne weha be, jibo pêşerojê ew dê bibe semedê suistîmalê.
Kurdî, divê serwîsên teknikî jî di nav da di hemî daîreyên hukumetê da bibe zimanê resmî.
Bi karanîna lehçeya kurmancî jibo qezayên Mûsilê, xirabkirina yekîtîya zimanê kurdî kirîye hedef û ev dê bi xwe ra paşvemayîna perwerdeyê û îsrafa malî bîne.
Sîfeta ”herêmî” ya di sernivîsara ”yasaya zimanên herêmî” da, divê neyê xebitandin.”
Encamên politika Mandaya Îngilîz bi kurtayî mirov dikare weha bicivîne ser hev:
Bi du awayan li pêşîya zimanê kurdî hat rawestandin ku ew geş nebe, xurt nebe. Jibo zimanê perwerdeyê, kurdî bi mektebên sewîyeya navîn ve hat sînorkirin û di burokrasîyê da jî bi hin nivîsînên bi tesadufan li daîreyan hat sînorkirin. Bi vî awayî yên ku kurdî axifîne, hem bi şîfahî û hem bi nivîskî bere bere di danûsitandinan da bi zimanê erebî ve hatine girêdan û mecbûr mane ku bi erebî xizmetê bikin.
Resmîbûna kurdî di warê coxrafyayê (erdnîgarîyê) da jî welê hatîye sînorkirin ku piranîya axên Kurdistanê ku bi kurdîya kurmancî axifîne, li dervayê sînorê resmîyetê mane. Bi tabîreka dî kurmancîaxiftvanan li hemberî xetera erebîbûnê mane. Ev ji politika hukumetê peyda bûye ku nehiştine wîlayeta kurdî ava bibe û bi xwe ra nehiştine yekîtîya zaravayên kurdî pêk were. Ev politika, bûye politika tevayîya hukumetên Baxdayê û heta salên 1980 yî hatîye berdewamkirin.[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは1,376表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://portal.netewe.com/ - 27-05-2023
リンクされたアイテム: 52
クルド文書
ビデオ
ライブラリ
日程&イベント
記事
グループ: 記事
Publication date: 09-10-2021 (3 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: の言語
プロヴァンス: イラク
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئاراس حسۆ 27-05-2023上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 27-05-2023
最近の( سارا ک )によって更新この商品: 27-05-2023
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは1,376表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 517,441
画像 105,714
書籍 19,160
関連ファイル 96,492
Video 1,307
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:1 秒(秒) !