ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 517,441
画像 106,013
書籍 19,160
関連ファイル 96,492
Video 1,307
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Kurd ji zimanê xwe, Kurdistan jî ji Kurdan dûr dikeve
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Kurd ji zimanê xwe, Kurdistan jî ji Kurdan dûr dikeve

Kurd ji zimanê xwe, Kurdistan jî ji Kurdan dûr dikeve
=KTML_Bold=Kurd ji zimanê xwe, Kurdistan jî ji Kurdan dûr dikeve=KTML_End=
İkram Oguz

Roja 21ê Sibatê…
Roja Navneteweyî ya Zimanê Zikmakî ye.
Ev roj, di sala 1999 an da ji alî UNESCOyê va wek roja zimanê zikmakî hate îlan kirin.
Armanca vê biryarê, balkişandina ser mafê perwerdeyî ya bi zimanê zikmakî ye.
Bi vê biryarê hate daxwazkirin, ku ev roj di her salê da, bi çalakiyên pirrengî li seranserê cîhane bê pîrozkirin.
Lêbêle kesên ku vê rojê pîroz dikin, ew jî dîsa tenê Kurd in.
Wek tê zanîn, Kurd ji pîrozbahîyan hez dikin û ji tu pîrozbahîyek şûnda namînin.
Pîrozvanên Kurd ên vê rojê jî bi piranî Kurdên zimanTirk in.
Armanca wan jî, ne balkişandin ne jî rûmetdayîn û hewldana ji bo hînbûna zimanê zikmakî ye.
Ew bi pîrozbahîya vê rojê, di salê da carê tînin bîra xwe, ku zimanek wan ê zikmakî jî hebû ye…
Bêguman di pîrozbahîya vê rojê da xeletî û şasîyek cîh nagre, ger ku mirov bi zimanê xwe bijî û tenê bi pîrozkirina vê rojê xwe nexapîne…
Jiber ku zimanê zikmakî, ya jî bi gotina Kurdan zimanê bav û kalan, hewcedarî pîrozkirina di salê da carek nîne.
Bikaranîna zimanê zikmakî, di her rojên salê da û ji bo herkesek karekî pêwîst û pîroz e.
Jiber ku ziman…
Amûra axaftin û têkilîyê…
Berdevkê hiş û hişmendîyê ye…
Di şîn û şahîyan da ken û girî…
Di tengasîyê da xewn û xeyal e…
Di devê dengbêjan da kilam û stran…
Di dilokan da xemla evîna keç û xortan e…
Reng û dengê jîyanê…
Çîrok û destan, helbst û roman e…
Mixabin, îro Kurd bi pirranî, ji tam û xemla zimanê xwe yê şêrîn bêpar in.
Hinek bi destê zorê hatine pişavtin, hinek jî ji nezanî û xwepiçûkdîtinê ji zimanê xwe dûr ketine…
Weke mînak:
Kurdê bajarî ye…
Rewşenbîr û ronakbîr, helbestvan û hunermend, rojnamevan û nivîskar e…
Karmend û dewlemend e…
Di dilê xwe da Kurd be jî, di kar û xebata xwe da zimanTirk e…
Bi Tirkî difikire û diaxife, dixwîne û dinivîsine…
Jibo fêrbûna zimanek bîyanî, ronîya çavê xwe dirijîne…
Ji zimanê dê û bavê xwe ra çavkor û famkor e.
Loma di 364 rojên salê da ji zimanê xwe yê zikmakî dûr disekine…
Bi pîrozbahîya di roja 21ê Sibatê da, bi hevokek kin û zimanek bîyanî, xwe dixapîne…
Ya jî sîyasetvanê Kurd e…
Şoreşger û soyalîst…
Demokrat û lîberal…
Azadîxwaz û aştîxwaz…
Kevneperest û nijadperest e…
Di partîyên navKurd da alîgir û endam, serok û rêvebir e…
Xwedî kesayetîyek hevdem û bi guhartina demê ra guherbar e.
Dem tê şoreşger û şervanê gelê xwe, dem tê humanîst û birayê gelan e.
Armanc, daw û doza welateke azad û serbixwe be jî, rû li Enqera xopan, çav jî li metropolên Tirkan e…
Di kûçe û kolananên dagirkirî da wek şervanê li dijberî dewletê, daxwazkarê mafê ji bo perwedeyîya bi zimanê zikmakî…
Di nav mala xwe da jî bi zimanê dewletê, dagirkerê jin û zarên xwe, bixwe ye.
Lêbelê ne di nêrîn û daxwazên xwe da kêmasîyek, ne jî di kirin û kiryarên xwe da nakokîyek dibîne.
Jiber ku, xweperest û pozbilind e.
Di tekoşîna ji bo azadîya welat û gelê xwe da, rola bikaranîna zimanê zikmakî girîng nabîne.
Loma di her rojên salê da, bi teorîyên pûç û vala kesên li derdora xwe, bi pîrozbahîya di salê da carek va jî xwe dixapîne…
***
Gotineka fîlozof, nivîskar û dewletparêzê Alman Wilhelm von Humboldt e: „Welatê rasteqîn ziman bixwe ye. Mixabin, dûrketina ji welat jî, hergav bi rêya ziman dibe, bi hêsanî û ji zû va …“
Mirov dibêje qey Humboldt rewşa Kurdan ya îroyîn ji 200 sal berê da dîtîye û ji wan ra dibêje: “Kurdno hûn çiqas ji zimanê xwe dûr bikevin, Kurdistan jî ewqas ji we dûr dikeve!…”[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは1,232表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://navkurd.net/ - 01-06-2023
リンクされたアイテム: 52
クルド文書
ビデオ
ライブラリ
日程&イベント
記事
グループ: 記事
Publication date: 21-02-2021 (3 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: の言語
プロヴァンス: Kurdistan
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئاراس حسۆ 01-06-2023上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 02-06-2023
最近の( سارا ک )によって更新この商品: 02-06-2023
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは1,232表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 517,441
画像 106,013
書籍 19,160
関連ファイル 96,492
Video 1,307
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.734 秒(秒) !