ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 517,417
画像 105,714
書籍 19,160
関連ファイル 96,493
Video 1,307
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Kurdistan û Dr. Peter Galbraith!
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Kurdistan û Dr. Peter Galbraith!

Kurdistan û Dr. Peter Galbraith!
Kurdistan û Dr. Peter Galbraith!
Şeyhmus Özzengin

„Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“
Ji hilbijartinên Emerîka re du meh mane û Emerîka di pêvajoka hilbijartinan de ye. Piştî hilbijartinên Emerîka, kî were ser textê serokatîyê bila were, ji kurdan re pir girînge. Divê Kurd, di van herdû mehên pêşîya me de, çav û guhên xwe vekin û vê pêvajoka hilbijartinên Emerîka baş bişopînin. Dostên xwe nas bikin, bi dostan re têkildar, kar û xebatên dîplomatîk bihonin. Ji bona piştî hilbijartinan ev wê pir girîng bin.
Divê Kurd xwe ji bona guhertinên piştî hilbijartinan di sîyaseta Emerîka de amade bikin!
Bi vê hêvîyê heta niha li Emerîka, kesên ku bi kurdan re têkildar, pîsporên doza Kurd û li ser sîyaseta piştgirîya Kurd û Kurdistanê, bi baldarî disekinin; min John Bolton û Joe Biden bi we da nasasîn. Niha jî ezê dîplomatekî Emerîkî bi navê Dr. Peter Galbraith bi we bidim naskirin.
Dr. Peter Galbraith; piştî serhildana 1991ê li ser guhastin û parastina bi sedan hezar ton belgeyên rejîma Iraqê li ser Kurdan kar kiriye. Bi van belgeya bûye şahidê zilm, zordarî û jenosîdên sîyaseta Ereban li ser Kurd û Kurdistanê.
Di dema nivîsandina destûra İraq a federal de şêwirmendê tîma Kurdistanê bû.
Dr. Peter Galbraith, di pir waran de hevkarîya serkirdeyên Kurd kiriye, rêyên dîplomasîyê û Wezareta Derve ji kurdan re vekirîye.
Dr. Peter Galbraith, niha li Zanîngeha Pensilvanya mamostetîyê dike. Demeke dirêj li Wezareta Derve ya Amerîka kar kiriye û piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyetê, bû balyozê Amerîka li Kroatya yê.
Ji Rûdawê Dilbixwîn Dara Vê carê bi Dr. Peter Galbraith Roportajek baş, têr û tije amade kir û pêşkêşî rewşenbîr û sîyasetmedarên Kurd kir. Hêjayî pesnê ye ku, Dilbixwîn Dara, heta niha di vî warî de, di derheqa dost û pîsporên doza Kurd de, pir dokûmentên hêja pêşkêşî me kir. Ji bona van karên Dilbixwîn Dara û Rûdawê ez ji wan re minettarim. Hêvî dikim sîyasetmedar û dîplomatên doza Kurd, ji van hevpeyvîn û dokûmentan sûdê bigirin û bi dostên xwe yên li Ewrûpa û li Emerîka re, ji bona doza miletê xwe têkildar bibin û bikaribin lobîyên piştgir û serkevtî ava bikin.
Dr. Peter Galbraith, bi vê hevokê dest bi sohbeta xwe dike:„Gotineke bi navûdeng heye dibêje: `Ji bilî çiyan, tu dostekî Kurdan nîn e!‘ Ez, her gav çend peyvan li vê hevokê zêde dikim û dibêjim: „dijminên Kurdan pir in û yên herî xerab jî Kurd in!“
Dr. Peter Galbraith, balê dikişîne ser têkilîyên Kurd bi Kurd re. Alozîya nav sîyaseta Kurd, destên dijminane yên di nav sîyaseta Kurd de, zerarên mezin didin doza Kurd. Pêşî li destkevtinên kurdan digirin û bi xwîna kurdan, bi keda kurdan dibin sebebên destwerdanê û eşkere dike ku; „Ji ber nakokiyên navbera partiyên Kurdî ziyaneke mezin gihişt Kurdistanê. Herwiha ji ber ku amade ne ji bo berjewendiyeke siyasî ya demkî, qurbaniyê bi berjewendiyên niştimanî bidin.“
Dr. Peter Galbraith, bi mînak balê dikişîne ser dema Referandûma Serxwebûna Kurdistanê û dîyar dike ku;
„Me ev bi zelalî di cotmeha 2017an de dît. Bi nerîna min, eger bereyeke yekgirtî hebûya, Herêma Kurdistanê dikarî berevaniyê li Kerkûk û navçeyên din bike. Eger yekgirtî bûna dibe ku niha Kurdistan serbixwe bûya.“
Dr. Peter Galbraith qenaeta xwe a di derbarê dewleta Kurd de jî bi vê hevokê tîne ziman: „Bi bawerîya min, zû yan dereng serxwebûn pêk tê.“
Dr. Peter Galbraith, li ser têkilîyên Herêma Kurdistan û İraq jî dîyar dike ku; ji roja dewleta İraq ava bûye û heta niha, damezirînerên dewleta İraq, “Iraq dewleteke Ereb” dîtine û piştî çûna Dîktator Sadam Huseyîn jî, ev nerîn nehatîye guhertin. İraq; „Ti carî Kurd wek welatiyên pile yek ên Iraqê nehatine dîtin.“ Ji ber wê jî, dema ku, buhaya neftê dikeve û mercên butçeya İraq xerab dibe, tenê qutkirina butçe û mûçeyên Kurdistanê tê bîra wan. Ti carî nehatîye bîra wan ku, ji ber ketina dahatên neftê ne tenê dahatên Kurdistanê, divê bi giştî butçe û mûçeyên temamê İraqê bên qutkirin. Ev jî dide nîşandan ku sîyaseta Erebkirinê her bi çavekî xerab û diejminane li Kurd û Kurdistanê dinêre.
Dr. Peter Galbraith bi mînak dibêje:
„Wek nimûne xerciyên artêşa Iraqê, xerciya pêşmergeyan jî heye. Hewce nake ji pereyên Herêma Kurdistanê bidin artêşa Iraqê di demekê de divê pereyên pêşmergeyan jî bide. Ofîsên dîplomatîk ên Kurdistanê li derve hene, nabe ji pereyên Kurdistanê bidin ofîsên dîplomatîk ên Iraqê û pereyên ofîsên xwe jî bide.“
Di derheqa destûra Federal a İraqê de jî birêz Dr. Galbraith nerînên xwe bi zelalî eşkere dike ku, „Ez bawer nakim pirsgirêkên destûrê hebin. Pirsgirêk di cîbicînekirina destûrê de ye.“
Tîne ziman ku; li Zanîngeha Pensilvanya Brendan O’Leary, bi hevkarên xwe re li ser rewşa destûra İraq axivîn û „me 54 madeyên Destûra Iraqê destnîşan kirin ku nehatine cîbicîkirin. Hinek ji wan ji yên din giringtir in. Eger destûr bihata cîbicîkirin û hevbeşîya rasteqîne li welat hebûya, bi nerîna min ew pirsgirêkên niha nedibûn.“
Li ser dema avakirina destûra İraq jî eşkere dike ku:
„Dema reşnivîsa destûrê hat nivîsandin, Kurdan giringî nedidan avakirina Iraqeke yekgirtî, yan Iraqeke bihêz. Tekane, giringîya wan bo parastina serxwebûna defakto ya Herêma Kurdistanê bû. Iraqê jî nedixwest dewletê ava bike, qasî ku dilxwazê parastina berjewendiyên şiî û sunîyan bû. Anku çimkî nasnameyeke wê ya hevbeş nîne û pabendîyeke wê ya hevbeş bi vî welatî nîne, çi di destûrê de bê nivîsandin jî naxuye ti ferqê çêbike. Bi nerîna min destûreke pir baş e, lê pêwîst e bê cîbicîkirin.“
Li ser madeya 140 jî nerînên Dr. Peter Galbraith balkêş in:
„Min bawer dikir ku Madeya 58ê ya serdema encûmena demkî, ku paşê bû Madeya 140ê ya destûrê, tê cîbicîkirin. Bi wateya ku min wiha bawer dikir hemû alî hevnerîn dibin û berî 31ê Kanûna yekem a 2007an giştpirsî tê kirin. Niha bêtirî 12 salan di ser wê demê re derbas bûne. Îradeya Bexdayê nebû bo cîbicîkirina madeyekê, ku li ba Kurdan giring bû. Ez careke din dibêjim sedem ew e ku, Kurd wek welatîyên pile-yek ên Iraqê nayên hejmartin.“
Wek pîsporekî damezirînerê destûra İraq, rastîyê tîne ziman ku;
„Pêşniyarkirin ji bo wan pêngavan di sînorê desthilata serokomar de ye. Bi sadeyî, ti hewlek bo cîbicîkirina wê madeyê nehat dan.“
Û tîne ziman ku:
„Her sê serokomarên İraq, ku wê çaxê Celal Talebanî jî yek ji wan bû, dikarîbûn pêşniyaran pêşkêş bikin derbarê destkarîkirina sînorê Kerkûkê û hilweşandina guherînên ku Sedam Hisên di sînoran de kiribûn.“
Dr. Peter Galbraith, balê dikişîne ser xalek din a pirsgirêkên navbera Bexda û Hevlêr û dîyar dike;
„Yek ji giringtirîn şiyanên Kurdistanê, şiyana kontrolkirina sînorê erdî û ezmanî ye. Eger Kurdistan dest ji van berde, dê di rûyê cîhanê de bê girtin. Karesat çêdibe. Bi nerîna min, nabe hûn (Kurd)‚ ti carî bi vî tiştî razî bin.“
Di derbarê nefta Kurdistanê de jî nerîna xwe wek pêşnîyarîyekê tîne ziman û dibêje:
„Derbarê budçeyê, taybetmendîyeke girîng a Destûra Iraqê ew e ku; mafê kontrola berhemanîna petrolê dide Kurdistanê. Mijara çawanîya hinardekirinê ne zêde giring e. Çêdibe petrol li Kurdistanê bê berhemanîn û ji aliyê SOMOyê ve bê hinardekirin. Paşê dahata wê bê dabeşkirin. Sedema ku hûn (Kurd) dixwazin berhemanîna petrolê kontrol bikin ew e eger hûn (Kurd) pişta xwe bi wê yekê girê bidin, Bexda çekeke pereyan ji we re bişîne, hingê wateya otonomî yan xwerêveberiyê namîne. Eger hûn bi xwe petrolê berhem bînin, dibe çavkanîya dahata we, lê çawanîya firotina petrolê mijareke kêmtir giring e.“
Di dîroka Başûrê Kurdistanê de, berbe serxwebûna Kurdistanê de du gavên girîng bi dûhev de hatine avêtin. Ev herdû gav jî di dema Serokatîya Kek Mesûd Barzanî de ne. Yekem; milîkirina nefta Kurdistanê ye. Bi pêşnîyara Serokê demê, Parlemento ya Kurdistanê biryar daye ku; „nefta Kurdistanê, çavkanîyek milî a Kurdistanê ye û wê bi destê kurdan dakeve bazara navdewletî“. Ev gavek serxwebûnê ye.
Gava duyem jî; Referandûma Serxwebûna Kurdistanê ye. Miletê Kurd û Kurdistanîyan, cara yekem bi îradeyek bilind biryar dane û pesend kirine ku; „dewletek serbixwe“ dixwazin
Li ser têkilîyên İraq bi Îranê re jî bi hevokek zelal tine ziman:
„Çewt e ku bê pêşbînîkirin Kurdistana ku xwe birêve dibe, bibe beşek ji wê hevpeymanîya bi Îranê re.“ û dîyar dike ku:
„Kurdistan, bi awayekî xwezayî ji Amerîkayê nêzîktir e. Ji ber çend sedeman serxwebûna Kurdistanê, ku hêviya gelê Kurd e, di berjewendiya Amerîkayê de ye. Herwiha, ji bo aramîya navçeyê jî bi sûd dibe. Serxwebûna Kurdistanê ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“
Dr. Peter Galbraith, balê dikişîne ser girîngîya Referandûma Serxwebûna Kurdistanê û dike belge ku:
„Bi nerîna min, ev belge ye ku Kurdistan zû yan dereng serxwebûnê bi dest dixe. Kes nikare înkar bike ku gelê Kurdistanê serxwebûnê dixwaze. Xwedê ti dewletek çênekiriye, tev Amerîka jî. Eger dewletek nûnertîya xwesteka gelê neke çima yekgirtî bimîne?“[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは472表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://portal.netewe.com/ - 11-06-2023
リンクされたアイテム: 2
グループ: 記事
Publication date: 19-08-2020 (4 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: クルド発行
ブック: 社会
プロヴァンス: Kurdistan
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئاراس حسۆ 11-06-2023上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 12-06-2023
最近の( ئاراس حسۆ )によって更新この商品: 21-07-2023
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは472表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 517,417
画像 105,714
書籍 19,160
関連ファイル 96,493
Video 1,307
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.453 秒(秒) !