کتابخانه کتابخانه
جستجو

کوردیپیدیا پر اطلاعترین منبع اطلاعاتی کردی است!


گزینه های جستجو





جستجوی پیشرفته      صفحه کلید


جستجو
جستجوی پیشرفته
کتابخانه
نامنامەی کردی
کرونولوژیا از وقایع
منابع
رد پاها
گرد آوریها
فعالیت ها
چگونه جستجو کنم؟
انتشار
ویدئو
گروه بندی
آیتم تصادفی
ارسال
ارسال مقاله
ارسال عکس
نظر سنجی
نظرات شما
تماس
چه نوع اطلاعاتی را که ما نیاز داریم!
استاندارد
قوانین استفادە
کیفیت مورد
ابزار
درباره
آرشیویست های کوردیپیدیا
چه درباره ما می گویند!
اضافه کوردیپیدیا به وب سایت شما
اضافه کردن / حذف ایمیل
آمار مهمان
آمار آیتم
تبدیل فونت ها
تبدیل تقویم ها
بررسی املا
زبان و گویش از صفحات
صفحه کلید
لینک های مفید
پسوند کوردیپدیا برای گوگل کروم
کوکی
زبانها
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
حساب من
ورود به سیستم
عضویت!
رمز عبور خود را فراموش کرده اید!
جستجو ارسال ابزار زبانها حساب من
جستجوی پیشرفته
کتابخانه
نامنامەی کردی
کرونولوژیا از وقایع
منابع
رد پاها
گرد آوریها
فعالیت ها
چگونه جستجو کنم؟
انتشار
ویدئو
گروه بندی
آیتم تصادفی
ارسال مقاله
ارسال عکس
نظر سنجی
نظرات شما
تماس
چه نوع اطلاعاتی را که ما نیاز داریم!
استاندارد
قوانین استفادە
کیفیت مورد
درباره
آرشیویست های کوردیپیدیا
چه درباره ما می گویند!
اضافه کوردیپیدیا به وب سایت شما
اضافه کردن / حذف ایمیل
آمار مهمان
آمار آیتم
تبدیل فونت ها
تبدیل تقویم ها
بررسی املا
زبان و گویش از صفحات
صفحه کلید
لینک های مفید
پسوند کوردیپدیا برای گوگل کروم
کوکی
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
ورود به سیستم
عضویت!
رمز عبور خود را فراموش کرده اید!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 درباره
 آیتم تصادفی
 قوانین استفادە
 آرشیویست های کوردیپیدیا
 نظرات شما
 گرد آوریها
 کرونولوژیا از وقایع
 فعالیت ها - کوردیپیدیا
 کمک
موضوع جدید
زندگینامە
سیدو خلف علو
08-05-2024
سارا سردار
اماکن باستانی
خانه‌ مصری
05-05-2024
شادی آکوهی
اماکن
کوه قارون
05-05-2024
شادی آکوهی
اماکن
تفرجگاه باباهور
05-05-2024
شادی آکوهی
اماکن
گلدشت روستایی
05-05-2024
شادی آکوهی
اماکن
رشته‌کوه گرین
05-05-2024
شادی آکوهی
اماکن
رودخانه سزار
05-05-2024
شادی آکوهی
اماکن
قالی کوه
05-05-2024
شادی آکوهی
تحقیقات مختصر
نامەای از زندان
04-05-2024
شادی آکوهی
زندگینامە
عزیز یوسفی
04-05-2024
شادی آکوهی
آمار
مقالات 518,751
عکس ها 106,380
کتاب PDF 19,237
فایل های مرتبط 96,832
ویدئو 1,376
اماکن
کرمانشاه
زندگینامە
کامیل احمدی
زندگینامە
حیدر شیخ علی غلام
زندگینامە
لیلا زانا
زندگینامە
محمود مرادی
Welî Sebrî: Yar û Mirad - 9
کوردیپیدیا حق دستیابی بە اطلاعات عمومی را برای هر فرد کرد اسان میکند.
گروه: تحقیقات مختصر | زبان مقاله: Kurmancî - Kurdîy Serû
اشتراک گزاری
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ارزیابی مقالە
نایاب
عالی
متوسط
بد نیست
بد
اضافه کردن به مجموعه
نظر خود را در مورد این مقاله بنویسید!
تاریخ آیتم
Metadata
RSS
به دنبال تصویر رکورد انتخاب شده در گوگل
به دنبال رکورد انتخاب شده در گوگل
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Yar û Mirad I

Yar û Mirad I
=KTML_Bold=Welî Sebrî: Yar û Mirad -9-=KTML_End=
Weli Sebrî

Werhasil, hema tu bibêje dilê wê ne teze, lê di zû da bibû hêlîna êş û derdan û ha Xeloyê kalik gotiye û ha negotiye.
Xwelîdanka wî her tim li ber wî û ji destên wî jî tu yê bibêjî cixare bikeve, nebû.
Belê, ew cixarekêş bû, lê wî tu car cixara qedyayî nediavêt erdê û timî di xwelîdanka ber xwe da vedimirand. Tu bibêjî nebêjî kal ku axifiye, axaftina xwe didomand û gotina xwe jî dikir.
Digot:
“Deng û behs û klam û şîroveyên vê radyoyê jî nebin halê min kalî ne hal e, Muhbê.
Eha, wê çaxê jî ji kalî ra dimîne yek lorîn û de bila ji xwe ra kalê min here were û bilorîne. Na, na! Ne zêde û hema weha hebûna vî kalî yek ev radyo ye. Tu ji min wer bawer bike, Muhbê.
Ez vê radonê nadim bi heftê û heft radon û rojname û nûçeyên Tirkan û bi vê hebûna xwe jî razî me û bila mala xizmetkarên vê xebatê ava be…”
De Xeloyê kalik bû, car jî hebû qure qure li Muhba jina xwe mêze dikir, bêşera xwe xweş dikir û digot:
“Muhbê, radon jî radon e, ha! Belê, wele radon e û radon jî yadîgar a…!”
Digot, lê nedikarî axaftina xwe bidomîne û bi dawî bike. Ji xemginiya xwe nedikarî. Ji wî ra êş bû û êşa dilî jî rê nedida wî ew hevoka xwe bi dawî bike.
Meriv her tim ne bi şayiya dil û car heye bêhnteng, bi xemgîniya xwe ye.
Pirrî carînan kal diponijî û sedem jî ji wî ra ne xerîb bû.
Bi qasî demekî bi wê xemginiya xwe dima û pişt ra jî dîsa dihat babeta xwe û gotina ku dixwest bike, dikir.
Digot:
“Ecêba xwedê ye, îca hewqasî agahî û xeberan ji ku tînin gelo?
Erê, hema tînin û li ber Keremê Seyad jî datînin û dibêjin; eha, em bi heyrana te Kerem, de îca jî tu kerem bike û tu bibêje.
Weha dibêjin nabêjin nizanim, lê tiştê ku ez dizanim Kerem Beg, her bi axaftin û tu yê bibêjî biqedîne, nîne. Camêr, geh bi kilamên dengbêjan û geh bi dengê xwe yê zêrîn têêê ji Rewanê berê xwe dide me û di pey ra jî dilê me dihelîne û êvara me xweş dike.
Kerem jî ku nebe ne kal heye û ne jî bi aramiya dilê xwe ye. Eha, dengê wî heye û ew deng jî ji min ra bes e. Erê, wele! Wele, kal bi dengê wî heye û bêyî wê jî timî bêhal û perîşan e.
Qîzê, xêra vê radonê ye ku ev jî nebe îca kal çi zane camêrê birûmet Xelîlê Çaçan kê ye. Na, na! Ne tenê birêz Xelîl, lê haya min ji tu navî nedibû. Her yek bi qasî xebata xwe rûmetdar û hebûna vî gelî ye. Ji wan her yek bi wî navê xwe yê ezîz, xizmetkarê çand û kultur û edebiyata me ye.
Ezê ji te ra qala kîjan navî bikim û kîjanî nekim, jinik.
Camêr in û lawên bavên xwe ne. Ezê ji te ra hema weha qala çend navan bikim û tu jî guh bide û bibêje xwedê kêmaniya wan nede.
Belê, nav bi nav û ji wan navan jî ezê ji te ra çend mînakan bidim;
Emînê Evdal, Erebê Şemo, Heciyê Cindî, Qanadê Kurdo, Casimê Celîl, Miroyê Esed, Aramê Çaçan, Karlênê Çaçan, Şekroyê Xudo, Wezîrê Eşo, Fêrîkê Ûsiv û Şikoyê Hesen û her weha ên ku min bi nav nekirine jî, bila min bibexşînin û daxwaza lêborînê ji wan dikim.
Dînê! Deng hene ji dengan û stran jî hene ji stranan xweştirîn in. De tu were ji xwe ra guh bide dengê Şebabê Egîd, Bêmalê Keko û xemgîn nebe. Xêra vê radona ye, Muhbê. Xêra vê radon û Keremê Seyad e ku ez qala navan dikim. Nav nebin dil germ nabe û gotin nebin dil nahewe. Ezê çawa qala navê Ezniva Reşîd nekim, Muhbê. Di destpêka vê xebatê da bi navê xwe ye. Ezniva Reşîd, xanima Xelîlê Çaçan e, ha. Herduyan jî xizmeta vî gelî kiriye û gel minetdarê navê wan e. Camêr Xelîl jî, serokê vê xebata pîroz û hema bibêjim Keremê Seyad jî, Eznîva Reşîd jî birûmeta xwe û em nikarin navên wan ji bîr bikin. Ma îca kê dikare xebata wan ji bîr bike. Ku bîr jî bike eslê xwe înkar dike û bêguman yê ku eslê xwe jî înkar bikin, heramzade ne…”
Di wê navbeynê da Muhba Xelîl jî xwe bi xwe digot:
“Erê, erê! Mêr hene mêrok û jin jî hene bedelê sed mêran e. Xwedê jê razî be, jinek weha birûmet û xêrxwazê miletê xwe mixabin, ne zêde ne. Dêmeg, Eznîva Reşîd jî jineke çê û şîrhelal e ku wê kar û xebata miletê xwe kiriye. Mala wê ava, ku bû bêjera yekem li radyoyê, Ezdanê Dilovan me ji hebûna wan bêpar neke.”
Piştî gotina wê jî Xeloyê kalik, dîsa dest bi axaftinê dikir.
Dikir û digot:
“Eha, çaxa ku dem tê û ez bi guhê vê radonê va digrim û badidim jî, teze tu were min û vê şayîyê û ji alikî va bi dengê xwe Eznîva Reşîd û ji alikî va jî dengê Keremê Seyad bilind dibe, de deng jî ji dengan xas û xweştirîn in, Muhbê. Êêê wext hatiye û îca Kerem Beg nebêje qet dibe. Jinik! Wele, rastî ev e ku ez timî dibêjim; konê mirov ji qesra xelkê çêtir e….”
Kerem e, deng li me dike û weha dibêje:
“Guhdarên hêja, îro pêşem e, guh bidine xeberdana me yê ji cêrga pêşema edebiyatê. Nava xeberdana me ya îro da jî hûnê guh bidine parekê ji romana Heciyê Cindî ya Hewarî. Em bêjîn wekî ev a para jî dûmayîk peyhatina xeberdana me ya derbasbûyî ye. Nava xeberdana me ya derbasbûyî da we guh da me û pêhesiyan wekî çawa eskerê Romê êrîşî ser malên cemaata Axbaranê kiriye û bi destê zorê çi bibêjî, çi nebêjî anîne serê wana, ew kuştine, xwîn rijyaye. De kerem bikin, gelî guhdarên hêja guh bidine me….
Piştî vê axaftinê jî Keremê Seyad û dîsa dibêje:
“Radyoguhdarên ezîz, cimet!
De kerem bikin û em niha jî guh bidine helbestvanê me, Ferikê Usiv.
KURÊ MIN RA
Car-carna têm melûl,
dilxor û mirûzim,
Lawo, kerba binê lingê te radimûsim…
Şaş nemîne, berxikê min…
êh, kî zane…
Dinê heye kaşkişika dest îsane:
Dive rokê Kurdistana mezin vebe,
Bavkê teyî hisret dilda lê tunebe…
Bira hingê lingê te bi hisreta min
Bigere nav ax – topraxa cimeta min…
Guhdarên ezîz!
Nava emirê miletekî yanî dewletekê da carna derecêd wisa diqewimin wekê yêd ne bîrkirinê ne, lê…’
An jî bi wî dengê xwe yê xas carînan jî:
“Guhdarên Ezîz! Dawî li bernameya me hat û we guh da Keremê Seyad. Her şad û bextewarî û heta bernameyekê din, bi xatirê we…’
Jinik! Ger ku bi dengê xwe Keremê Seyad jî nebe, ne dikarim guh bidim Reşîdê Baso, ne Egîtê Têcîr û ne jî Memoyê Silo û Mecîtê Silêman…
Wele, çaxa ku ez guh didim Efoyê Esed jî, tew ne tu bipirse û ne jî ez bibêjime te; geh li Çiyayê Kox û li ber belekê berfê û geh li Mexelê Sor û li gel te me. Belê, wele bi guhdariya strana Berîvanê û Şirîn Şêxê jî, ji xwe ji xwe dûr dibim û car heye di bîranînên borî da li Kevirê Qûl û car jî heye li ber belekiyan û bi hizkirina dilê te me, lê tu jî bi ya xwe dikî û tew guh nadî min.
Na, heyran! Na, ne tenê camêrên ku min ji te ra binav kirine û wek din jî gelek hunermend û helbestvanên me ên birûmet hene. Belê, min navê Fêrikê Usiv da û qala camêrê birûmet kir.
Na, qet nabe meriv qala helbestvan Mikayêlê Reşîd jî neke. Her yek biqasî xwe camêr û bi helbestên xwe jî rûmeta vî gelî û xizmetkarê çand û edebiyet û kultura me ne.
Pirs ku zimanê Kurdî be, di wî warî da xizmeta wan jî pîroz e. Îca ezê rabim derewan bikim, jinik? Êvar êvar ji xwe ra kal guh dide vê radonê û geh stran, geh şîrove û geh helbest in û îca kal çawa jê dilxweş nebe. Guh didim helbestan rih tê min û dil pê şa û mest û mestane ye.
Qey îca ew giriyên te jinikê qet nayên bîra te, Muhbê. Şeva ku li ber dengê Aslîka Qedir, Zadîna Şekir, Sûsîka Simo, Fatma Îsa, Sîsa Mecît, Cemîla Çawîş û Belga Qado xemgîn nebûyayî, hebû.
Ma qey hîn jî ne wisa ye. Na! Ne tenê tu, lê kal jî bi te ra xemgîn dibû û hîn jî wisa ye.
De dem û dewran e, jinik. Tê û derbas dibe. Ax, lê de êdî ew jî nema. Na, nema…!”
Dema ku kal diaxifî, her daîm lingekî xwe ber bi xwe va dikişand û di bin xwe da dihîşt.
Gewriya xwe paqij dikir û wer diaxifî.
Digot:
“Qîzê, camêr û ciwanikên ku min bi nav kirine qey îca weke min û te ne. Ji xwe ra xwendina wan heye û wek min û te jî ne pîtnenas in. Bi berhemên xwe ne û xizmeta welatê xwe kirine û hîn jî dikin.
De îca tu were bibêje ka min û te çi kir. Her şev ya ez berê xwe didim te û hêrs dibim, ya jî tu di ser min ra digrî û min ditevizînî. Halê min û te jî ev e; te got, min got û hew. Meriv ku nexwîne îca çi zane çi çi ye…? Ew ji xwe ra zana ne, lê îca ez û te?
Ez û te jî em wer hatine û wer jî diçin. Ev jî rastiyek ji rastiya me û îca tu dawa çi dikî, jinik. Ne îlm û ne îrfan e, qaşo em jî em û em jî hene.”[1]
این مقاله بە زبان (Kurmancî - Kurdîy Serû) نوشته شده است، برای باز کردن آیتم به زبان اصلی! بر روی آیکون کلیک کنید.
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
این مقاله 574 بار مشاهده شده است
هشتگ
منابع
[1] سایت | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://navkurd.net/ - 13-07-2023
آیتم های مرتبط: 18
زبان مقاله: Kurmancî - Kurdîy Serû
تاریخ انتشار: 00-00-2022 (2 سال)
زبان- لهجە: ک. شمال ح. لاتین
نوع انتشار: دیجیتال
نوع سند: زبان اصلی
کتاب: ادبی
کتاب: رمان
کشور - اقلیم: کردستان
فراداده فنی
کیفیت مورد: 99%
99%
این مقاله توسط: ( آراس حسو ) در تاریخ: 13-07-2023 ثبت شده است
این مقاله توسط: ( سارا کاملا ) در: 15-07-2023 بازبینی و منتشر شده است
این مقاله برای آخرین بار توسط: سارا کاملا در 15-07-2023 بروز شده است
آدرس مقالە
این آیتم با توجه به استاندارد كوردیپیدیا هنوز نهایی نشده است و نیاز بە بازنگری متن دارد.
این مقاله 574 بار مشاهده شده است
کوردیپیدیا پر اطلاعترین منبع اطلاعاتی کردی است!
زندگینامە
هانا وکیل
کتابخانه
افسانەهای لری
اماکن باستانی
مسجد دولتشاه
تصویر و توضیحات
سمکو همراه با سورمە خواهر مارشیمون و نیکیتین سفیر روسها
اماکن باستانی
تپه باباجان
کتابخانه
دریاچه شاهی و قدرتهای بزرگ؛ پژوهشی در کشتیرانی دریاچه ارومیه (عصر قاجاریه)
تحقیقات مختصر
نگاهی به داستان پیدایش روح و ماشیاخ سوشانس
زندگینامە
جمشید عندلیبی
تحقیقات مختصر
پس از کردها نوبت بختیاریهاست!
کتابخانه
تذکره امرائی؛ گلزار ادب لرستان
اماکن باستانی
خانه‌ مصری
زندگینامە
عزیز یوسفی
اماکن باستانی
پل خسرو
زندگینامە
عمر مصلحتی بیلوکه
تصویر و توضیحات
ورود افراد باشلوار کردی ممنوع
کتابخانه
غمنوای کوهستان
تحقیقات مختصر
نامەای از زندان
زندگینامە
هلیا برخی
اماکن باستانی
گوردخمه سان رستم
کتابخانه
جغرافیای لرستان
زندگینامە
قادر فتاحی قاضی
تحقیقات مختصر
امارت عزیزان جزیری کردی
تحقیقات مختصر
ایزد بل (بعل)
زندگینامە
روژین دولتی
تصویر و توضیحات
قبر حسین کوهکن
تصویر و توضیحات
گروهی از مبارزان کرد در مهاباد در سال 1983
تصویر و توضیحات
حاج رحیم خرازی همراه با همسر و فرزندانش
زندگینامە
سوسن رازانی
زندگینامە
شاهزاده خورشید
زندگینامە
سارا خضریانی

واقعی
اماکن
کرمانشاه
09-01-2023
سارا سردار
کرمانشاه
زندگینامە
کامیل احمدی
05-04-2023
شادی آکوهی
کامیل احمدی
زندگینامە
حیدر شیخ علی غلام
05-05-2023
شادی آکوهی
حیدر شیخ علی غلام
زندگینامە
لیلا زانا
16-06-2023
شادی آکوهی
لیلا زانا
زندگینامە
محمود مرادی
11-10-2023
شادی آکوهی
محمود مرادی
موضوع جدید
زندگینامە
سیدو خلف علو
08-05-2024
سارا سردار
اماکن باستانی
خانه‌ مصری
05-05-2024
شادی آکوهی
اماکن
کوه قارون
05-05-2024
شادی آکوهی
اماکن
تفرجگاه باباهور
05-05-2024
شادی آکوهی
اماکن
گلدشت روستایی
05-05-2024
شادی آکوهی
اماکن
رشته‌کوه گرین
05-05-2024
شادی آکوهی
اماکن
رودخانه سزار
05-05-2024
شادی آکوهی
اماکن
قالی کوه
05-05-2024
شادی آکوهی
تحقیقات مختصر
نامەای از زندان
04-05-2024
شادی آکوهی
زندگینامە
عزیز یوسفی
04-05-2024
شادی آکوهی
آمار
مقالات 518,751
عکس ها 106,380
کتاب PDF 19,237
فایل های مرتبط 96,832
ویدئو 1,376
کوردیپیدیا پر اطلاعترین منبع اطلاعاتی کردی است!
زندگینامە
هانا وکیل
کتابخانه
افسانەهای لری
اماکن باستانی
مسجد دولتشاه
تصویر و توضیحات
سمکو همراه با سورمە خواهر مارشیمون و نیکیتین سفیر روسها
اماکن باستانی
تپه باباجان
کتابخانه
دریاچه شاهی و قدرتهای بزرگ؛ پژوهشی در کشتیرانی دریاچه ارومیه (عصر قاجاریه)
تحقیقات مختصر
نگاهی به داستان پیدایش روح و ماشیاخ سوشانس
زندگینامە
جمشید عندلیبی
تحقیقات مختصر
پس از کردها نوبت بختیاریهاست!
کتابخانه
تذکره امرائی؛ گلزار ادب لرستان
اماکن باستانی
خانه‌ مصری
زندگینامە
عزیز یوسفی
اماکن باستانی
پل خسرو
زندگینامە
عمر مصلحتی بیلوکه
تصویر و توضیحات
ورود افراد باشلوار کردی ممنوع
کتابخانه
غمنوای کوهستان
تحقیقات مختصر
نامەای از زندان
زندگینامە
هلیا برخی
اماکن باستانی
گوردخمه سان رستم
کتابخانه
جغرافیای لرستان
زندگینامە
قادر فتاحی قاضی
تحقیقات مختصر
امارت عزیزان جزیری کردی
تحقیقات مختصر
ایزد بل (بعل)
زندگینامە
روژین دولتی
تصویر و توضیحات
قبر حسین کوهکن
تصویر و توضیحات
گروهی از مبارزان کرد در مهاباد در سال 1983
تصویر و توضیحات
حاج رحیم خرازی همراه با همسر و فرزندانش
زندگینامە
سوسن رازانی
زندگینامە
شاهزاده خورشید
زندگینامە
سارا خضریانی

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| تماس | CSS3 | HTML5

| مدت زمان ایجاد صفحه: 0.766 ثانیه