ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 519,302
画像 106,560
書籍 19,263
関連ファイル 97,037
Video 1,384
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Levent Andîç - Têkoşer Pêncewîn
グループ: 殉教者 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Têkoşer Pêncewîn-Levent Andîç

Têkoşer Pêncewîn-Levent Andîç
$Agahiyên şehîd:$
Nav paşnav: Levent Andîç
Nasnav: Têkoşer Pêncewîn
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik û Bav: Ayşe-Davût
Dem û cihê şehadetê: 27-07- 2023 / Botan

$Kurtejiyana şehîd:$
TÊKOŞER PÊNCÊWÎN
Hevrêyê me Têkoşer li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê li nava malbata Andîç a ji 6 zarokan weke zarokê sêyemîn ji dayik bû. Li nava derdoreke welatparêz mezin bû ku nirxên exlaqî yên civakî lê xurt bû. Ji ber sedemên aboriyê tevî malbata xwe koçî Amedê kir. Ji bo hevrêyê me Têkoşer têkoşîna ji bo jiyanê li vê derê dewam kir. Hevrêyê me perwerdeya xwe ya li nava sîstemê li Amedê heta pola yekemîn a lîseyê dewam kir, ji bo karibe piştgiriya aborî bide malbata xwe dibistan terikand. Jiyana malbata wî ya weke karkerên demsalî dûrî welatê xwe gelekî bandor li hevrêyê me kir û bû sedema nakokiyan. Hevrêyê me Têkoşer ku ev nakokiyên wî demekê dewam kir, dest bi bersiva li lêgerîn û van nakokiyan kir. Ji ber ku ji derdora malbata wî tevlîbûn li nava refên partiya me PKK'ê hebû û hin jê şehîd ketin, hevrêyê me berê xwe da vê rêyê. Demekê weke karkerê demsalî bi malbata xwe re li metropolên Tirkiyeyê xebitî. Ji bo karibe ji aliyê aborî ve hîn bêhtir tevkariyê li malbata xwe bike, bi tena serê xwe li metropolên Tirkiyeyê di karên cuda de xebitî. Lêgerîn û nakokiyên wî her roj zêdetir bû û gihîşt wê baweriyê ku li nava refên PKK'ê dikare bersivê ji van lêgerînên xwe re bibîne. Her ku li nava karên ciwanan ên welatparêz hevrê nas kir, hîn bêhtir li ser Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bû xwedî agahî. Hevrêyê me gihîşt wê baweriyê ku bersiva nakokiyên xwe li vir bibîne û sala 2014'an tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêyê me Têkoşer sala 2014'an ji Amedê tevlî nava refên gerîla bû, bi vî rengî armanca xwe ya zarokatiyê pêk anî. Hevrêyê me ji Amedê ber bi Botanê ve bi rê ket û xwezaya Kurdistanê ya mîna bihuştê û têkiliyên xurt ên hevrêtiyê bandoreke mezin lê kir. Hevrêyê me Têkoşer li qada Besta ya Botanê perwerdeya bingehîn a gerîlatiyê temam kir, piştre li qada Herekolê tevlî karên pratîkî bû. Hevrêyê me Têkoşer bi kêfxweşiya pêkanîna armancên xwe û berpirsyariyên xwe li qada Herekolê demekê pratîk kir, piştre jî ji bo bersivê bide komkujiyên ku çeteyên DAÎŞ'ê li gelê me dike, berê xwe da Rojavayê Kurdistanê.
Sala 2014'an li dijî êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê û El Nûsra yên ser bi dewleta Tirk ên li dijî Şoreşa Azadiyê ya Rojava, têkoşîn meşand. Demeke dirêj bi ruh û îradeya Apoyî li dijî çeteyên DAÎŞ'ê şer kir. Li vê derê şahidî ji kêliyên dawî yên gelek hevrêyên xwe yên hêja re kir. Her tim bi ruh û îradeya Apoyî nêzî şerê giran bû. Dema ku di şerê azadiyê yê Rojava de bû sê caran birîndar bû, lê ev yek ji xwe re nekir asteng û têkoşîna xwe ji cihê mayî dewam kir. Weke fermandarekî pêşeng li qada şerê giran hem xwe hem jî hevrêyên xwe perwerde kir. Timî ji xwe re kir esas ku di mijarên îdeolojîk û leşkerî de xwe perwerde bike. Bi kêfxweşî û serketina bicihanîna berpirsyariyên xwe xwest li çiyayên Kurdistanê têkoşîna xwe ji cihê mayî dewam bike. Li ser vê bingehê pêşniyar kir û careke din berê xwe da çiyayên azad.
Bi kêfxweşiya vegera li çiyayên Kurdistanê tevlî kar bû. Li ser vê bingehê timî li ser Bakurê Kurdistanê kûr bû, li ser vê bingehê xwe perwerde kir û xwest li Bakurê Kurdistanê gerîlatiyê bike. Demekê di bin sîwana Fermandariya Sewk Îdareyê ya Bakur wezîfe bi serketî bi cih anî. Ji bo karibe li Bakurê Kurdistanê bi ruhekî demê û berhemdar tevlîbûnekê bike, di heman demê de kêmasî û tecrûbeyên xwe bi hevrêyên xwe re binirxîne û li ser vê bingehê tevlîbûn û îradeyeke xurt nîşan bide, li Akademiya Şehîd Îbrahîm tevlî dewreyeke perwerdeya îdeolojîk bû. Li qada perwedeyê bi têkiliyên hevrêtiyê yên kûr û sade kêmasî bi hevrêyên xwe re nîqaş kir, têgihişt û di rêya bûyîna milîtanekî Apoyî de bi serketî bi pêş ve çû. Hevrêyê me Têkoşer ku dewreya perwerdeyê bi serketî qedand, êdî weke gerîlayekî hîn bêhtir şareza berê xwe da Bakurê Kurdistanê. Ji bo paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê ya Rêber Apo li nava tevahiya civakê belav bike, li ser bingeha Şerê Gel ê Şoreşgerî gelê me di çarçoveya rastiya şer de bi rêxistin bike û tevlî çalakiyan bike, weke milîtanekî Apoyî bi rêbaza fedaî tevlî bû. Hevrêyê me Têkoşer li qada Botanê gelek wezîfe bi serketî bi cih anî, di 27'ê Tîrmeha 2023'an de di êrîşên dijmin de şehîd bû û cihê xwe yê bi rûmet di dîroka azadiyê ya gelê me de girt.[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは387表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://anfkurdi.com/ - 08-09-2023
リンクされたアイテム: 2
日程&イベント
殉教者
グループ: 殉教者
Cause of death: No specified T4 645
Military rank: No specified T4 708
No specified T3 81: 北クルディスタン
No specified T3 82: マルディン
No specified T3 85: 北クルディスタン
ネイション: クルド
パーティー: No specified T4 1515
人タイ: ミリタリー
性別: 男性
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئەڤین تەیفوور 08-09-2023上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 08-09-2023
最近の( سارا ک )によって更新この商品: 08-09-2023
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは387表示された回数
Attached files - Version
タイプ Version エディタ名
写真ファイル 1.0.153 KB 08-09-2023 ئەڤین تەیفوورئـ.ت.
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 519,302
画像 106,560
書籍 19,263
関連ファイル 97,037
Video 1,384
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.641 秒(秒) !