ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 519,233
画像 106,489
書籍 19,254
関連ファイル 96,944
Video 1,379
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Berxwedana Kobaniyê têkçûna sîstemê ye
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Berxwedana Kobaniyê têkçûna sîstemê ye

Berxwedana Kobaniyê têkçûna sîstemê ye
=KTML_Bold=Berxwedana Kobaniyê têkçûna sîstemê ye=KTML_End=
#Mahabad Felat Arda#

“Kirê kiranan, namûs a xatûnan”
Di her dem û serdemî de, di bingeha xwe de dû alî hene. Zalim û alîgirên zaliman û mezlûm û ne zêde bin jî dostên mezlûman. Îroj jî tiştek neguheriye û îroj jî her alî, bi hemû alîgirên xwe ve karên xwe dikin, her yek bi reng û şêwazekê û di bin navekî de.
Dîrok, şer û berxwedana navbera zalim û mezlûman e. Nirx û rûmetên mirovahiyê, bi berxwedana mezlûman têne afirandin, dewlemendkirin û parastin. Mirovahî, hebûna xwe deyndarê van berxwedanan e. Lewra, dema nirx nemînin, jîyan seranser dibe çolistan
Stalîngrad û Kela Dimdimê jî du mînakên grîng in ji bo afirandin û parastina nirxên mirovahiyê ku îroj berxwedana Kobaniyê dişibînine wan.
Ji bo Kobaniyê gelek tişt hatin gotin, gelek şibandin hatin hatin kirin û dê hîn gelek tişt bêne gotin. Berxwedana Kobaniyê, ji îroj ve yek ji mînak û dilêriya parastina nirxên mirovahiyê ya herî mezin e û dê dîrok jî vê her wisa binivîse.
Dîroka Kobaniyê tê zanîn. Birêz Abdullah Ocalan, dema ji bakur derket, pêşî berê xwe da Kobaniyê. Mal bi mal, gund bi gund geriya û bingeha van rojan hîn wê demê hona. Yên sedemên vê bawerî û girêdana mezin nizanin, bila li wan rojan bikolin. Şoreşa Rojava jî, dîsa ji Kobaniyê dest pê kir. Îroj Kobanî hêviya şoreşa Rojhilata Navîn û tevahiya mirovahiyê ye. Nirx û rûmetên hezarê salan ên mirovahiyê, îroj li Kobaniyê têne parastin, bingeha pêşeroja azad, li Kobaniyê tê avêtin.
Ji ber rastiya felsefeya jiyana azad a birêz Ocalan ku li dijî hovîtiya sîstema kapitalist-emperyalîst yekane alternative e, ji destpêka xwe ve bûye armanca êrîşa sîstemê. Yek ji sedema herî mezin û bingehîn a vê êrîşa mezin û hovane ya li dijî Kobaniyê jî, ev rastî ye. Di serî de sîstem û dewleta Tirk, di pêşveçûnên li Rojava de têkçûna xwe dibînin. Lewra eger sîstema Rojava bi ser bikeve, ev dê bibe mînak ji hemû gelên blindest ên cîhanê re û ev jî dê bibe alternatîfa sîstemê. Ev xewnereşka sîstemê ye. Hîn xwe bi temamî ji bandorên Sovyetê û Sosyal Demokrasiyê rizgar nekiriye, niha bi tu rengî naxwaze ji bilî wê, alternatîfeka din ku berjewendiyên gelan bingeh digire, derkeve pêş û bi ser bikeve. Ji bo vê jî, sîstema serdest a cîhanê, ji bo biserneketin û têkbirina vê felsefeyê, ji destê wê çi tê dike ku tu şik tune DAÎŞ jî Frankenstein´ê wan e. Me berê jî bi kurtayî ev gotibû; system berê tevlîhev dike, Frankenstein´ek diafirîne, piştre dikuje û dibe xelasker û alternatîfa li dijî “hemû xerabiyan”. Hitler, Musolini, Seddam û Bin Ladin mînakên herî balkêş ên serdema nêz in.
Niha Qaşo li Rojava ji hewa ve DAÎŞê bombebaran dikin. Herçend rexneyên min ên tûj jê re hene jî, nivîskarê tirk Cengîz Çandar derbarê mijarê de nirxandineka objektîf kiriye ku mirov çendî jê hez neke jî, neçare vê rastiyê bibîne: “Axa Kobaniyê û derdora wê, ji ya Başûrê Kurdistanê cuda ye û ji bo bi taybet êrîşên hewayî, derfeteka bêhempa dide. Lewra li hole ne çiyayek, ne newalek û ne jî şênahiyek heye. Ji bilî hin girên piçûk, axek rast û tazî ye. Loma jî, eger êrîşeka ji dil a DYA yê bibûna li dijî DAÎŞê, dev ji nêzîkahîpêxistina hin taxên Kobaniyê berde, DAÎŞ dê nekariya xwe nêzî Kobaniyê jî bike. Lê ev sê heftî ne, Kobanî hatiye dorpêçkirin û di bin êrîşan de ye.”
Bi van êrîşên hewayî yên dawî dewletên hevkar hewl didin bidine zanîn ku ew li dijî hovîtî û terorîzma DAÎŞê ne. Lê ya herî grîng ev e: Li benda xistina Kobaniyê ji aliyê DAÎŞê ve man ku bi her cureyî destekê ji dewleta tirk û hukûmate AKPê digire. Hesabê wan 20ê îlonê bû, lê nebû. Berxwedaneka bêhempa ku tu kes û hêzê texmîn nedikir, li Kobaniyê derket hole û dinyayê ev dît û pejirand. Ev, di kesayetiya berxwedana YPG, YPJ û gelê Kobaniyê de, bû sedema bilindbûna prestîja Tevgera Azadiyê û felsefeya jiyana azad a birêz Ocalan. Lewra yên şer dikin aşkere didine xuyakirin ku ew ji vê felsefeyê hêz digirin û li ber xwe didin.
Îcar, piştî ku hesabên der û male hev û du negirtin, niha qaşo li DAÎŞê didin. Sibe, dikarin bi rastî jî li wan bidin, ew ne grîng e. Ya grîng, sernuxumandin û hewldanên jirûmetxistina vê berxwedana mezin e ku dê sibe ji hemû gelên blindest re bibe mînak. Heman tiştî, di Şerê Cîhanê yê Duyem de jî kirin. Stalîngrad destpêka têkçûna faşîzmê bû, lê roja dawî balefirên xwe sand Amerîkayê û niha hin korbîrên me jî îdîa dikin ku DYAyê bi têkbirina faşîzma Hîtler, nirxên mirovahiyê parastiye. Tişta îroj dixwaze biê kirin jî ji vê cudatir nine û mina me li jor got, gelek derdor, kes, partî, sazî, çapemenî û rêxistinên kurd ên li dijî Tevgera Azadiyê jî, bi îdîayên bêbingeh û bi gotinên bêexlaq ên mina “Zarok û ciwanên bêtecrûbe li Kobaniyê têne kuştin”, di nav vê hewldanê de ne. Dîsa propogandaya ku têkiliya PYDê bi rejîma Sûriyê re heye bilind dikin. Lê bi van hemû hewldanên xwe ve, xwe aşkere dikin ku bi dewleta tirk û sîstema hov re di heman çemî de avjeniyê dikin. Gotinên dewleta tirk û gelek ji yên Hukûmeta Başûr û yên hin kes û derdorên navên qirase bi xwe vedikin, di vê mijarê de yek in. Ev jî rengê têkilî û hevalbendiya wan dide der.
Kes, derdor, partî û rêxistinên ku ji berjewendî, hest, nirx û rûmetên gel û netewayetî bêtir bi berjewendiyên xwe ve girêdayî ne, di ziman de çi jî biparêzin û çi navî li xwe bikin jî, di rastiyê de alîgir û hevkarên “hêz”ê ango sîstemê ne. Lewra alîgir û hevkarên berjewendiyên xwe ne. Ji derveyê vê çarçoveyê, her kesek armanca êrîşên wan e. Rastî dijberî vê bûna, bi her hal û karî jî, dê niha pêşmerge jî li Kobaniyê bûna.
Sedrenc e ev. Caran kişik, caran wezîr têne gorîkirin ji bo rizgarkirina Şah!...
Dawî: Yê mezin lê bixe û bi ser nekeve, dê mezin jî wenda bike. Yê bi ser ket jî mezin bi ser dikeve, mêzînan diguhere û dîrokê dinivîse.[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは463表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.amidakurd.net/ - 16-09-2023
リンクされたアイテム: 7
グループ: 記事
Publication date: 05-10-2014 (10 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: 社会
プロヴァンス: 西クルディスタン
都市: Kubanê
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئاراس حسۆ 16-09-2023上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 19-09-2023
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは463表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 519,233
画像 106,489
書籍 19,254
関連ファイル 96,944
Video 1,379
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.562 秒(秒) !