پەرتووکخانە پەرتووکخانە
گەڕان

کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!


بژاردەی گەڕان





گەڕانی ورد      کیبۆرد


گەڕان
گەڕانی ورد
پەرتووکخانە
ناونامە بۆ منداڵانی کورد
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
سەرچاوەکان
شوێنپێیەکان
دڵخوازەکان
چالاکییەکان
چۆن بگەڕێم؟
بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
درەختی پۆلەکان
بابەت بەهەڵکەوت
تۆمارکردنی بابەت
تۆماركردنی بابەتی نوێ
ناردنی وێنە
ڕاپرسی
بیروڕاکانتان
پەیوەندی
کوردیپێدیا چ زانیارییەکی پێویستە!
ستانداردەکان
ڕێساکانی بەکارهێنان
کوالیتیی بابەت
ئامرازەکان
دەربارە
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
چیمان دەربارە وتراوە!
ناوکێشکردن لە ماڵپەڕەکانتاندا
تۆمارکردن / کوژاندنەوەی ئیمێڵ
ئاماری میوانەکان
ئاماری بابەت
وەرگێڕی فۆنتەکان
گۆڕینی ڕێکەوتەکان
پشکنینی ڕێنووس
زمان و شێوەزمانی ڕووپەلەکان
کیبۆرد
لینکە پێویستەکان
ئێکستێنشنی کوردیپێدیا بۆ گووگڵ کڕۆم
کوکیز
زمانەکان
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
هەژماری من
چوونەژوورەوە
دەبمە هاوکارتان!
وشەی نهێنیت لەبیرکردووە!
گەڕان تۆمارکردنی بابەت ئامرازەکان زمانەکان هەژماری من
گەڕانی ورد
پەرتووکخانە
ناونامە بۆ منداڵانی کورد
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
سەرچاوەکان
شوێنپێیەکان
دڵخوازەکان
چالاکییەکان
چۆن بگەڕێم؟
بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
درەختی پۆلەکان
بابەت بەهەڵکەوت
تۆماركردنی بابەتی نوێ
ناردنی وێنە
ڕاپرسی
بیروڕاکانتان
پەیوەندی
کوردیپێدیا چ زانیارییەکی پێویستە!
ستانداردەکان
ڕێساکانی بەکارهێنان
کوالیتیی بابەت
دەربارە
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
چیمان دەربارە وتراوە!
ناوکێشکردن لە ماڵپەڕەکانتاندا
تۆمارکردن / کوژاندنەوەی ئیمێڵ
ئاماری میوانەکان
ئاماری بابەت
وەرگێڕی فۆنتەکان
گۆڕینی ڕێکەوتەکان
پشکنینی ڕێنووس
زمان و شێوەزمانی ڕووپەلەکان
کیبۆرد
لینکە پێویستەکان
ئێکستێنشنی کوردیپێدیا بۆ گووگڵ کڕۆم
کوکیز
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
چوونەژوورەوە
دەبمە هاوکارتان!
وشەی نهێنیت لەبیرکردووە!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 دەربارە
 بابەت بەهەڵکەوت
 چالاکییەکانی ڕۆژی
 ڕێساکانی بەکارهێنان
 ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
 بیروڕاکانتان
 دڵخوازەکان
 کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
 چالاکییەکان - کوردیپێدیا
 یارمەتی
بابەتی نوێ
ژیاننامە
ڕێبوار هەمەوەندی
25-02-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ژیاننامە
عەباس عەبدوڵڵا یوسف
25-02-2024
زریان سەرچناری
ڤیدیۆ
حاجی قارەمان پیرەپیاوێکی خەڵکی قەڵادزێ ئاڵای ئێراق و وێنەی سوودانی بەرزدەکاتەوە!
24-02-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ژیاننامە
عەبدوڵڵا جەمال ئەشرەف
24-02-2024
لانۆ ڕێبوار جەمال سەگرمە
ژیاننامە
هۆشەنگ ساڵح نەجاڕ
24-02-2024
شادی ئاکۆیی
ژیاننامە
مستەفا مەزهەر
24-02-2024
زریان سەرچناری
پەرتووکخانە
هەولێر لە بەڵگەنامە عێراقی و بریتانییەکاندا 1922-1957؛ بەرگی یەکەم
23-02-2024
شادی ئاکۆیی
پەرتووکخانە
87 چیرۆکی منداڵان
23-02-2024
زریان سەرچناری
پەرتووکخانە
ئامێدی (عەمادیە) لە بەڵگەنامەکانی عوسمانیدا 1811-1920، بەرگی 16
23-02-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
ژیاننامە
سەفین جەلال فەتحوڵڵا
23-02-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ئامار
بابەت 510,176
وێنە 102,961
پەرتووک PDF 18,706
فایلی پەیوەندیدار 92,662
ڤیدیۆ 1,189
ژیاننامە
محەمەد فایەق تاڵەبانی
ژیاننامە
عیماد زەنگەنە
ژیاننامە
ئازاد حەمە شەریف 1
ژیاننامە
سوهەیلا قازی محەمەد
ژیاننامە
عەبدوڵڵا جەمال ئەشرەف
Îdîaya Mem Med: Çîroka kurmancî li gorî cureyên edebî yên din herî pêş e
وێنە مێژووییەکان موڵکی نەتەوەییمانە! تکایە بە لۆگۆ و تێکستەکانتان و ڕەنگکردنیان بەهاکانیان مەشکێنن!
پۆل: کورتەباس | زمانی بابەت: Kurmancî - Kurdîy Serû
بەشکردن
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
نرخاندنی بابەت
نایاب
زۆر باشە
باش
خراپ نییە
خراپ
بۆ ناو لیستی دڵخوازەکان
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە
Metadata
RSS
گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Îdîaya Mem Med: Çîroka kurmancî li gorî cureyên edebî yên din herî pêş e

Îdîaya Mem Med: Çîroka kurmancî li gorî cureyên edebî yên din herî pêş e
Îdîaya #Mem Med# : Çîroka kurmancî li gorî cureyên edebî yên din herî pêş e.
Hevpeyvîn Cemil Oguz.
Mem Med parêzer e. Lê min bi nivîskariya wî ew nas kir û piştî salan hîn bûm ku parêzer e. Heta niha pirtûkên helbest û çîrokan nivîsîbûn û herî dawî par pirtûka wî ya çîrokan “Kevirê Selîm” derket. Min pirtûk xwend lê min pirtûk winda kir û pirsên min jê not girtibûn jî. Di dile min de mabû. Min pirtûk carek din bi dest xist û cara diduyan xwend. Û ji bo hevpeyvînê min serî li Mem Med da. Ew dixwaze nivîskar li zarokatiya xwe jî vegerin, ew pirsa “Çi dikare welat azad bike: Artêş? Pere? Xwendin? Mirin?” jî dike û gotinê didomîne… Ew muwekîlên xwe diparêze, baş e karakterên xwe jî diparêze gelo? Kerem bikin em bi hev re bixwînin…
$Te bi helbestên bi tirkî dest bi karê nivîsê kiriye. Pirtûka te ya yekem jî tirkî ye. Paşê helbestên bi kurdî û çîrokên kurdî. Pêşî ev pirs: Ev pêvajoya tirkî çawa dest pê kir û çawa veguherî kurdî?$
- Her çiqas di zaroktiya min de tehmên edebî û hunerî bi kurdî destpêkiribe jî, wekî çîronekên çîrokbêjan yên saetan domandine û hinekên wan bi rojan; pêkenokên, metelokên kurdî, guhdariya stranên radyoya erîvanê, dîsa di dawetan de kilam hevvegerandina kilambêjan destpêkiribe jî ya min a nivîskî bi tirkî dest pê kir. Bi bandora perwerdeya bi zimanê tirkî, xwendina şiîrên tirkî min jî di serî de bi tirkî nivîsî. Helbet carinan kêm be jî min dîsa jî hin rêzik û gotinên wekî gofte jî nivîsî bû bi kurdîyeke qels lê giranî tirkî bû. Pirtûka min a tirkî her çiqas di sala 2010’an de derbiçe jî êdî demek dirêj bû min tenê bi kurdî dinivîsî. Tenê min pirtûka tirkî dereng weşand. Piştî biryardayîna tenê nivîsandina kurdî êdî têra xwe ji salên lîse û zanîngehê helbestên min yê tirkî civiyabûn. Min got qet nebe ez wan bikim pirtûk. Min di salên zanîngehê de hêdî hêdî berê xwe dabû xwendin û nivîsandina kurdî. Ez dibêjim helbest lê nizanim çiqas bûne helbest. Ev hevoka dawî ji bo helbestên min ên kurdî jî derbasdar e. Zû ev bawerî di min de çêbû tu tenê bi xwendin û nivîsandina zimanekî dikarî bibî xizmetkarê wî zimanî. Wekî dinê dibe ku tu dîsa kêrî miletê xwe bî lê ew tiştek din e. Dibe ku kêrî coşîna têkoşîna miletekî bibî lê kêrî ziman nayî. Mînak Yaşar Kemal. Yên cuda difikirin jî hene helbet.
Di derheqê israra destpêkirina xwendin û nivîsandina kurdî de dibe ku di edebiyatê de çend tesadûfên xweş hene ji bo min. Yek, sala min a zanîngehê ya yekem de min pirtûka Mehmet Uzun ya Siya Evînê (Yitik Bir Aşkin Golgesinde) bi tirkî xwend û min dît ku ji kurdî hatiye wergerandin ev tişt ji min ecêb û bi seyr hatibû lê dîsa jî min hê jî kurdî nedixwend. Sala 1998’an ez çûbûm fûara pirtûkan li ber standa Avestayê dema min li pirtûkan dinêrî birêz Rûken Bagdû ji min re pirtûkên kurdî pêşniyar dikir, dema min got ez nizanim kurdî bixwînim ji min re got; merivek hem kurdî bipeyive hem jî nexwîne ev çawa mimkûn e û pirtûka Helîm Yûsiv ya Mirî Ranazin da min û got vê bixwîne û ez çûm min ewê şevê xwend û qedand. Roja din dîsa hatim wir, vê carê min gelek pirtûkên kurdî ji wan û ji weşanxaneyên din girtin êdî ez bûm xwendekarekî kurdî yê sadiq bi gotina birêz Rûken xanimê ya piştî salan. Mala wê ava be.
Heger em werin li ser nivîsandinê ya bi kurdî: Êdî bi xwendina kurdî re min kurdî jî diceriband kêm zêde dinivîsî jî. Edî min kovarên kurdî jî dişopand. Naskirina rehmetiyê Mehmet Uzun jî ji min re astek bû. Min êdî pirtûkên wî bi kurdî dixwendin. Dema pirtûka wî ya Ronî Mîna Evînê Tarî Mîna Mirinê weşiya yê bihata li Arkadaş Kitapeviyê (Taksîm) em çend heval çûbûn dahlî sohbeta wî bûn. Paşê em çend caran bi wî re rûştin. Rojekî em gelek xwendevanê zanîngehê li Leylek Sanat Evî’yê me pê re sohbet dikir vegerî min û got, ‘ez dibêjin tu dinivîsî jî’. Ferq kir ku ez wekî îfşabûme û şerm dikim li ber nivîskarekî bi nav û deng, ji min re got, na divê tu û xortên me yên din binivîsin, israr bikin û hûn jî Mehmet Uzun derbaz bin. Heger hûn binivîsin me derbaz bin armanca me yê biçe serî. Te dît meriv gelek caran ji xwe dipirse dibêje, ez hin tiştan dinivîsim lê gelo bi rastî ev tiştên ez dinivîsim di merhaleya edebî de an jî yê bigihîjin wê astê. Vê diyalogê bawerî jî dabû min û barek jî dabû stûyê min. Ji bo ez nivîsê de kêm zêde israr bikim roleke gelekî erênî lîstibû. Rehmet lê be yê hertim di dile min de be.
Gava ez qala birêz Kawa Nemir nekim jî nabe. Min tiştên dinivîsî xêncî çend hevalên xwe yên nêzîk bi kesî re parve nedikir. Dîsa rojekê Kawa mêvanê mebû û hevalan da zorê min çîrokeke tirkî û helbesteke kurdî bi Kawa re parve kir. Kawa xwest helbest di kowara Jiyana Rewşen de biweşe lê min nedayê. Ji ber ku culetê min ji bo weşandina helbestê tune bû. Ez salên paşê pir poşman bûm çima min neweşandiye. Ez şopînerekî Jiyana Rewşenê bûm. Min dereng ferq kir ku berhemên weşandina kovaran çiqas zû be ya pirtûkan jî çiqas dereng be baştir e. Dîsa Kawa Nemir çîroka min ya tirkî jî ecibandibû û ‘heger ev çîroknûs kurdî nenivîse heyf e’ gotibû. Evê jî culetek û barek dabû min. Mala wî jî ava be.
$Sihet xweş. Dema em dinêrin didu pirtûkên te yên helbestan derketine û paşê çîrok dom kirine. Ev guherîna hest e, yan helbestê têra te nekir te berê xwe da çîrokê?$
- Mealen gotinek wiha heye di derheqê şairê ciwan de: kê nû bi dest helbestê dike her dizane ku şiîra mezin bi wî dest pê dike. Eleqeya helbestê û hestê li gorî cureyên din berbiçavtir e. A din jî ji bo helbestê binivîsî konfor ne pêwîst e. Aliyê hundirîn ya pakêta cixarê jî bes e. Carinan hafiza û bîreke çend rojîn jî bes e. Gava eleqeya mirov û nivîsê qut nebû meriv hem hêdî hêdî rastî hişkbûn, realîza dinê jî tê, hem jî meriv êdî ne tenê bi hestan, bi planan, bi hesaban jî dahlî heyatê dibe. Êdî gelek çîrokên şaîr jî dicivin. Heta êdî şair jî heger binivîse yê heyata wî bibe roman. (Dikene)
Şiîr peyveke bê neyinîye. Heger bêjin kîjan peyv neyîniya wê tune ye bê guman ezê bêjim şiîr. Ji xwe heger bûye em dibêjin şiîr. Heger nebûye em nabêjin ev şiîreke ne baş e, em dibêjin an jî lazim e em bêjin ev nebûye şiîr. Di berê de gava merivna xwestibe bêjin filan tişt bûye, xweşik e gotine wekî şiêîê ye. Mînak; keçeke wekî şiîrê ye. Helbet şiîra azamtir, ya gewretir heye lê ya xirab tune ye. Çîroka her tiştî heye. Tiştekî bê çîrok tune ye. Metnên dînî bigirin heya qanûnan hemû çîrokek wan heye. Çîrok rastiya dinê be şiîr jî rastiya estetîkê ya dinê ya pîleya herî bilind e. Ji wê gelek tê gotin nesir çiqas nêzî nezmê be ew qas bir tehm û bi bandor e. A rast di nezara min de her tiştê hunerî helbest e. Helbest afirînerê wê an jî derdora wê kengê xwest zêdetir belav be em bêjin bêhtir jî ji çaxê endustriyê şûn de êdî ew jî ket di nav çerxa endûstruyê êdî bi aliyê girseyê ve were fehm kirina edebiyatê/helbestê ve mimkûn bû. Ew jî bi xerabûna, hêsanbûna helbestê re mimkûn bû. Wisa min tê ku ji bo xwe bigihîne her kesî, her çû helbest xwe xewab kir bi wî awayî gihîşt herkesî. Êdî peyvek din ji edebiyatê û hunerê zêde bû. Xirab. Êdî çîrokên xirab jî romanên xirab jî mimkûn bû. Êdî metnên şano yê jî ne helbestkî bûn êdî li wir jî metnên xirab mimkûn bûn. Ez ji hesabê xwe bêjim an bi deng an jî dengekî hîseke derhişî ez xwe hesiyam ku ya ez jê re dibêjim şiîr e dibe ku ne şiîr e. Ez çima wê rîskê bigirim li ser xwe tiştekî tespîta wê mimkûntir e re mijûl bûm. Dibe ku çîrokek baş binivîsim. Ne ji helbestê têra min nekir dibe ku ez têra helbestê nekim. Hê jî ez xwe bi helbestê diceribînim ez kîngê bawerî bînim ez her du dosyeyên xwe cudatir tiştekî diceribînim ezê wê çaxê biweşînim. Halîhazir têra dosyeyekî helbestê min civiyane. Lazim e ez vêya jî bêjim derdora edebiyata kurdî îro min bêhtir wekî çîroknûs nasdikin. Tabî yên nas dikin (Dikene).
$Baş e. Em vê carê vegerin ser çîrokan. Min pirtûkên te yên çîrokan Kenê miriyan gunehê guran jî xwendibû, pirtûka dawî Kevirê Selim jî xwend. Di pirtûka yekem de jî, di ya niha de jî wekî 'Dehşikê Ezo', 'Cejn', 'Paşnav' çi zanim, çîrokên te balkêş in. Ji bo hûnandina mijarên bi vî rengî tu ji çi sûde digirî?$
- Heger ez li tev hev nekim gotin ya Monteigne e, dibêje “Ji bo tu dinê fehm bikî lazim e tu berê xwe û derdora xwe fehm bikî.” Heger li vê zêde bikim ji bo meriv dema têde ye zeft bike lazim e meriv vegere zarokatiya xwe ji wir sûd bigire. Ev çûyîna zarokatiyê ketiye devê zarokan jî. Ev jî rastiya wê dide der. Heger tu piştî zarokatiyê deverên cuda jî jiyabî, ketibî di nav jiyanên cuda, zarokatiya tu muracaat dikî tu yê gelekî jê sûd jê bigirî. Di hin kovaran de çarçovek heye di bin de dinivîse; “hûn dikarin çîroka vê çarçoveyê binivîsin?”. Zarokatî min wisa tê ji bo tu vegerî çîrokên wê binivîsî ye. Di zarokatiya min de xêncî guhdarîkirina çîronekên çîrokbêjan, qewlikên qewlikbêjan, min guhdida çîrokên li serê mezinên me re bihurîne jî. Yên nefiyê, şêlandinê, yên cin û periyan, yên kulê, yên xelayê, yên mêr kuştinê, yên ji berfê xitimandina rê yên mehan (ez jî bibûm şahide wê salekî wekî mehan rêya gund venebû), yên kirbelabûnê (têkçûna Serhildana Agiriyê û qedexeya li ser derdora Çiyayê Agiriyê), çîrokên rojane û hwd. Gava ez îro kengê Jung an Freud an jî yekî li ser psîkanalîzmê dixwînim mînak eleqeya arketîpên Jung û şîroveyên xewnan yê Freud û jiyana xwe ya zarokatî şîrovekirina xewnan yê gund hema demê de rastî hev tên. Êdî ez careke din diçim mekanên xwe yên gund û zozanan û careke din bi çavekî din wan çîrokan, baweriyan dijîm. Ya bi tercîhî heye ew jî ev e heya tê min ez naxwezim mijarek min nivîsî de bide aliyekî çîrokek nêzî ya min nivîsî de binivîsim. Di edebiyatê herî zêde dubare kirinê ditirsim. Heta rûştandina ziman terz û uslûbê jî ditirsim. Edebiyat rêwitiyeke divê ne esas ne jî usul bisitire ye. Heger tehma berhama min a duyem di ya beriya wê heman be ev ji bo xwendekar zirar e. Ez dibînim ku ji sînorên pirsa derdibim. Stop bo min.
$Min qala dubarekirinê nekir. Belkî mirov dikare bêje tehmek wekî hev… Lê şêwazek nêzî hev heye$
- Helbet nivîskar nikare sedî sed di her berhemê de terz şêwazek cuda biafirîne. Lê divê tirsa xwedubarekirinê jî hertim pê re hebe. Lê ez vêya jî bêjim dibe ku nêrîna min ne di cî de ye lê min wisa tê ku di nav dinêya edebiyatê de pesna rûniştandina ziman, terz, şêwazê ne li gorî dilê min e. Ez vêya wekî pesna otomatê dinirxînim û teşhîsa mirina afirandina edîb dibînim. Ez ewê jî ditirsim bo pêşerojê, tu çi ditirsî tê serê te. (Dikene)
$Bi kurtebirî bibîr bînim; tu dibêjî 'ji bo zarokên bavên wan tune ne dilê wan neavêjê, bavan serê zarokên xwe tevnedidan'. Ev helwesteke xweşik e. Te tiştek wisa lêanî, yan li nav civakê hebû. Meseleya vê çi ye?$
- Hin tişt bi awayekî dijhişmendî dinizilin çîrokên min. Carinan ne wekî paşxaneyê be jî tiştekî teknîka çîrokê destnede jî dikevin çîrokên min. Mînak kurdeçîroka modern de çîrokên rewşî û yên bûyerî dubeşiyeke berbiçav e. Di çîrokên bûyerî de dahî tu nikarî zêde mijarê belav bikî, lazim e tu di derdora şexsên bê sînor û gotinên konsantr meseleyê bînî ziman, wekî din zeftkirina çîrokê dijwartir dibe. Lê di çîrokên min de peyvên wisa dikevinê. Çîrok xwe ya psikolijiya yekî ye lê ji nişke ve peyveke bê eleqe mînak peyva “Kirbelabûnê” derbaz dibe, qala sêwiyan tê kirin. Min tiştek ferq kir ku ez bilî psîkolojiya lehengê xwe ez bi nizilandina şexsên bê nav dixwazim psîkolojiya civakê an zimanê wê, em bêjin jargoneke derekî jî bînim ziman. Jixwe an bi paşxane an jî bi wekî anekdotekî, peyvekî qewmandinên, kodên demekî bînim ziman. Em vegerin kurtebersiva vê pirsê. Em li Bazîdê ji bo şkestina Serhildana Agiriyê û têkçûna wê, belabûna berxwedanê û paşê jî bi aliyê dewletê ve qedexekirina jiyana li derdora Çiyayên Agiriyê re “Kirbelabûn” dibêjin. Yanê li kirê derdora çiyê jiyana mirovan nema. Hem di serhildanê de ji kuştinan, belabûne û nefiyê de di van qewmandinan de gelek zarok sêwî dimînin. Malmezinên eşîra Sakan zarokên sêwî xwedî derdikevin. Mimkûn e ku hin deverên din jî wisa be. Yek jî ji wan kalê min Şêx Elî ye. Dibêjin ji bo sêwî dilê wan neşikê dema sifre amade dibû berê gazî zarokên sêwî dikirin. Min jî li vir sûd girt û maçnekirina bavan ya li eşqere bi vir ve girêda ew jî wekî dijhişmendî nizilî çîrokê bû. Ez bejim di bin atmosfera nivîsê de li hev tê.
$Erê li hev tê. Sipas. Em vegerin ser “Kurd”bûnê. “Zilamê dixwaze paşnavê xwe biguherîne” ji ber ku paşnavê wî Kurd e û rastî tehdeyê tê. Te îroniyeke xweşik qufaltiye. Hem meseleya îronî, hem jî niha gelek kes ji ber ku navê wan bi kurdî ye rastî neheqiyê tên hene..$
- Belê. Bi rastî û kurtasî tu kurd bî tu rastî neheqiyan tê. Li der û deverên firew û di demên dirêj de wiha ye. Dema tu radikevî jî tu emînî ku hinek xwe jî hêzên xurt aleyhê kurdan de li pey neheqiyan in. Helbet dost û xêrxwazên me jî hene lê di berjewendiyên mezin de li ser neheqî li me kirine li hev dikin. Ji bo ku em kurd in ev dibin, erê, lê berî wê em têra xwe ne xurt in loma ev dibin ya din jî yên me neheqiyê dikin dizanin ku em xwedî maf in, dizanin ew heqxwarê me ne û ditirsin ku emê heqê xwe bi dest bixin. Tiştê bêşans jî ev e di heq destxistina me de têkçûna xwe dibînin. Ez dibêjim ew jî xwe ne baweriya wan pêk tê. Çawa du kes hevûdu dixin ewî li ser naxwaze ewî di bin xwe de berde ji ber ku yê di bin de hewldanek mezin dide ku li bin wî derkeve. Ewî li ser jî ditirse ku wî berde îcar ew bikeve bin ê din. Ji ber ku êş û rikê yê bin, mafdariya yê bin yê ser ditirsîne ji bo neçe bin hîn dixwaze xwe li ser biedilîne. Di tehayûla wî de bi hev re wekhevîbûn tune ye. Lazim e yek di bin da be.
$Ev yek me ber bi edaletê ve, ber bi nîqaşên din ve jî dibe. Ger em vegerin ser çîrokê$
- Dema em vegerin çîrokê; Çawa di çîrokê de jî tê qalkirin li dadgeha Kartalê (îro dahlî Dadgeha Stenbolê ya Anatoliyayê bûye) pêk hatibû. Ez li benda dosyeyekê bûm ketibûm salonê, min xwestibû dosyeya berî xwe temaşe bikim ku piştî wê dor a min e. Min dît ku mubaşîr derî vekir û nav paşnav xwend, navê paşnav Kurd bû. Dema dadger kurtesiya daxwaznameyê xwend, min dît ku doza paşnav guherandinê tê dîtin. Çawa di çîrokê de jî tê qal kirin piştî pirsa dadger ji bo sedema guherandina paşnavê xwe ‘bolicilix olî’ got û hakim jî pejirand û di nava deqekî de jî paşnavê wî hate guherandin û bû tişteke din. Dilê min tijî bû, min xwest bidim pey çend gotina jê re bêjim lê dor ya min bû, min nikaribû bidim pey, piştî salan paşê bû çîrokek. Êdî bû çîroka tenê çend neheqiyên li kurdan tê kirinê jî. Hinekên wan jî ez bi xwe rasthatime.
$Di çîrokên te de îronî heye, rexne heye, taybetiyên civaka kurd, motîfên wan hene. Çîrok dikarin heta ku rewşa civakê bînin ziman? Yan jî çîrok ji bo meseleyên civakî dikarin çiqas bibin derman?$
- Spas ji bo van payeyan. Ji xwe ez dixwazim di edebiyata min de îronî, rexne hebe ji bo vê jî keysa herî mezin qerf dide. Jixwe gava îronî hebe, rexne hebe rewşa civakê bûye derd. Tu tiştek xwe serê xwe nikare bibe derman. Gotinek heye nizanim di serî kê gotiye dibêjin, “edebiyat nikare welatekî rizgar bike” rast e, lê ka çi amûr, çi kar dikare xwe serê xwe welatekî rizgar bike? Artêş? Pere? Xwendin? Mirin? Tu bipirsî xwendinê heta mirinê jî yên bibersivînin yê hebin. Ji bo welatekî ji bo civakekê her tişt jî lazim e û her tişt jî baş bê kirin. Edîb /çîroknûs jî bi metnên baş rola xwe dikarin baş bilîzin. Belê çîrok hem dikare derdê civakê bîne ziman hem jî çawa Huxley ji bo helbestvan û romanûsan dibêje bi berfirehî “îcatkarê netewên xwe” ne. Çima ne gotiye çîroknûs? Dibe ku çîroknûs jî di nav romanê de hesabinadiye. An jî çîrok dahil nekiriye wê çaxê jî ez dibêjim ji vir tê ev fikr, di helbestê de derfeta pêkhanîna antîkolonyalê mimkûntir e, romanê de jî fikr, paşxaneya wê li gorî kurdeçîrokê mimkûntir e. Lê gava em binêrin di salên dawî de em helbestê bidin aliyekî di edebiyata kurmancî de rola kurdeçîrokê ji romanê kêmtir nîn e. Heta romanê de problemên anakronîk bigire heta rûneniştina lehengan, hevnegirtna deman bidî berçavan çîrokên kêrhatî hîn pêş in. Çîrok jî perçeyekî edebiyatê ye û edebiyat bîra milekî de roleke baş dilîze û avakirina nasnameyê de jî xwedî qîmet e. Problemên civakê yên rojane jî dikarin baş bînin ziman? Gava tiştek bi îronî, rexne hate ziman, nîşandan ev xwe tena serê xwe ji bo derman gaveke baş e. Heger em bi peyvên tibê bêjin tespit, teşhîs nebe tedawî jî nabe. Ez çîrokên xwe bidim aliyekî ji bo îro bêjim, çîrokên kurmancî bîlhasa gorî cureyên edebî yên din herî pêş e.
$Di gelek çîrokên te de parêzer heye. Parêzerî ji bo nivîsandina çîrokan avantaj e yan dezavantaj e? Mesela tu ne parêzer ba, te yê dîsa tiştinên wisa binivîsanda?$
- Parêzerî ji bo helbestê dezavantaj e. Hevokên hukmî derdikevin pêş. Wekî hevok û gotinên aforîzmayî alîkar be jî helbest serî heta binê hevokên hukmî û aforîzmî pêknayê. Ez nabêjim helbestên min wekî aforîzmayê ne. Çawa helbesta neyênî, ne baş tune ye, ceribandina aforîzmayê nebûyî jî mimkûn e. Heta helbest bi aforizmayên çebûyî jî pêknayê. Helbest zemînek din divê. Ji bo çîrokê di hêla cureyên mijaran de avantaj e. Helbet heger ez ne parêzerbûma ne hiqûqnasbûma minê ew çîrokên hiqûkî nenivisiya. Hinekên wan ji ber parêzeriyê hatine serê min, bûme şahid û jiyayê wan wisa pêkhatine, wekî çîroka “Paşnav”ê, hinek tenê sîstema hiqûqê ya delîl û ispatê dizanim hatiye nivîsin wek çîroka “Doz û delîl”.
$Bi vê çîroka ezê niha qal bikim ez gelek keniyam, bo min balkêş bû. Çîroka Remo. 'Ji ber Remo şer bi dawî nabe' Berjewendiyên Remo hene loma. Em tiştek wisa bejin: Şer jixwe meseleya berjewendiyan e. Şer di heman demê de ji ber nebûna edelatê ye jî. Remo li gor xwe edaletek pêk tîne. Meseleya berjewendî, edalet û Remo balkêş e... Tuyê çi bêjî..$
- Rast e di şeran de edalet tune ye, her berjewendî heye. Şerên, serokên adil tenê di rabirdûyê de mimkûn dibe (Dikene). Di çîroka “Remoyê Tolhilgêr” de tiştên te pirsiye hemî hene û problema herî mezin xîretkêşiya Remo ya civakê re bê kêr e. Ev problema mezin a civaka me ye. Di civaka me de mirov heyfa xwe ya şexsî, civakî û ya mîlî ya qedîm de derêniya wê li ser mêraniya dijî jinê tê bikaranîn. Ev problem tenê ne ya civakek pêşneketiye û mixabin ev problema nivîskarên kurd e jî. Di gelek metnan de nivîskar heta bêjî wekî katharsîsê dixweze bi serketina mêrê kurd ya dijî jina neyar karbîne. Wekî problemek civakê, wekî tespîtek nayînî ziman, rexne bidin aliyekî hema tu bêjî bi mêraniya qehramanê xwe re kêf digirin. Heyf e ku civakek hemî enerjiya xwe wiha xerc bike. Kalekî tenê civat guhdarî kiribe yekî ji rêzê tespît dike ku fêdeya kîrê Remo ji civakê re nîn e û zirar e. Tiştê kalekî ji rêzê dibîne lê nivîskarên me nabînin. Helbet ev ne ji bo hemî nivîskaran derbazdar e. Ez dikarim bêjim di nav civaka me de, nivîsa me de “kîr” wekî amûreke kêrnehati ye tê karanîn.
$Ezê pirsa xwe ya dawî bi vî şiklî bikim: Parêzer muwekîlê wî/ê çi, kî be jî mecbûr in biparêzin. Karê wan ew e.
Tu wekî parêzerek çawa karakterên xwe diparêzî?$
- Parêzer gava karê muvekil girt e ser xwe lazim e ji bo berjewendiyên wî tevbigere lê ne mecbûr e karê wî bigire ser xwe an jî heta dawiyê bidomîne. Kengê kete gumanan dîsa ji bo berjewendiyê muwekil û pîşeyê xwe divê dest jê bikişîne. Lê ez naxwezim wekî parêzerekî nêzî karakter û qehremanê xwe bim. Ez dixwazim wek psîkologekî nêzî wan bim. Dixwazim wan fêm bikim ku bi hevhatî, hevgirtî wan heta dawiyê binivîsim. Û dixwazim psîkolojiya civaka ew têde dijîn jî fêm bikim û ji xwendevan bidim fêm kirin. Min paşê tê derxist ku ez kesên ne berbiçav jî di çîrokên xwe de derdixim holê û winda dikim tenê wekî ji bo parodiyekî tên û winda dibin. Ez pê wana psîkolojî û nihêrîneke giştî ya civakê tînim ziman. Mînak di çîroka canim de yên di civatê de di bin xaliçeyê de li kêleka axê de rûniştine. Di vir de du kes tenê ji bo wê hatine karanîn. Gotin heye lê nabêjî ji deve kî derdikevin. Ji xwendekar re ma ye. Di çîroka Kevirê Selîm de tenê ji bo mercê çend kes tên lêvkirin. Bavek zarokên xwe maç nake. Di çîroka Ez Nivîskar im de cînarên pirtûk diyarî wan bû ne û hwd. Ev çiqasî baş e, ez çiqas serkeftî kartînim an jî na ewê jî nizanim. Ya asayî çîrok, nav, karekter an jî tîpên yan zêde qebûl nake.
$Mem Med kî ye?$
Parêzer û nivîskar Mem Med li Bazîdê hatiye dine. Li Stenbolê dijî û parêzerî dike. Heta niha gelek helbest û nivîsên wî di kovarên wekî Nûbihar, Tîroj, Çirîsk, Jehr û Kurt Tarîhî de hatine weşandin.
$Pirtûkên wî yên ku heta niha derketine ev in:$
- Esmera, Helbest (Bi tirkî), Artshop, 2010
- Berdin Bila Tarî be, Helbest, Nûbihat, 2012
- Janistan, Helbest, Nûbihar, 2014
- Kenê Miriyan Gunehê Guran, Çîrok, Nûbihar, 2019
- Kevirê Selîm, Çîrok, Nûbihar, 2022
[1]
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî - Kurdîy Serû) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 429 جار بینراوە
هاشتاگ
سەرچاوەکان
[1] ماڵپەڕ | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://diyarname.com/ 17-09-2023
فایلی پەیوەندیدار: 1
بابەتە پەیوەستکراوەکان: 7
پەرتووکخانە
ژیاننامە
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا)
کورتەباس
پۆل: کورتەباس
زمانی بابەت: Kurmancî - Kurdîy Serû
ڕۆژی دەرچوون: 16-09-2023 (1 ساڵ)
پۆلێنی ناوەڕۆک: ئەدەبی / ڕەخنەی ئەدەبی
پۆلێنی ناوەڕۆک: وتار و دیمانە
جۆری دۆکومێنت: زمانی یەکەم
جۆری وەشان: دیجیتاڵ
زمان - شێوەزار: کرمانجیی سەروو - تیپی لاتینی
وڵات - هەرێم: کوردستان
تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
کوالیتیی بابەت: 99%
99%
ئەم بابەتە لەلایەن: ( ڕاپەر عوسمان عوزێری )ەوە لە: 17-09-2023 تۆمارکراوە
ئەم بابەتە لەلایەن: ( سارا کامەلا )ەوە لە: 18-09-2023 پێداچوونەوەی بۆکراوە و ئازادکراوە
ئەم بابەتە بۆ دواجار لەلایەن: ( سارا کامەلا )ەوە لە: 17-09-2023 باشترکراوە
ناونیشانی بابەت
ئەم بابەتە بەپێی ستانداردەکانی کوردیپێدیا هێشتا ناتەواوە و پێویستیی بە داڕشتنەوەی بابەتی و زمانەوانیی زۆرتر هەیە!
ئەم بابەتە 429 جار بینراوە

ڕۆژەڤ
ژیاننامە
محەمەد فایەق تاڵەبانی
26-02-2010
هاوڕێ باخەوان
محەمەد فایەق تاڵەبانی
ژیاننامە
عیماد زەنگەنە
07-03-2017
سەریاس ئەحمەد
عیماد زەنگەنە
ژیاننامە
ئازاد حەمە شەریف 1
25-02-2023
شەنە ئەحمەد
ئازاد حەمە شەریف 1
ژیاننامە
سوهەیلا قازی محەمەد
25-02-2023
شەنە ئەحمەد
سوهەیلا قازی محەمەد
ژیاننامە
عەبدوڵڵا جەمال ئەشرەف
24-02-2024
لانۆ ڕێبوار جەمال سەگرمە
عەبدوڵڵا جەمال ئەشرەف
 چالاکییەکانی ڕۆژی
بابەتی نوێ
ژیاننامە
ڕێبوار هەمەوەندی
25-02-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ژیاننامە
عەباس عەبدوڵڵا یوسف
25-02-2024
زریان سەرچناری
ڤیدیۆ
حاجی قارەمان پیرەپیاوێکی خەڵکی قەڵادزێ ئاڵای ئێراق و وێنەی سوودانی بەرزدەکاتەوە!
24-02-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ژیاننامە
عەبدوڵڵا جەمال ئەشرەف
24-02-2024
لانۆ ڕێبوار جەمال سەگرمە
ژیاننامە
هۆشەنگ ساڵح نەجاڕ
24-02-2024
شادی ئاکۆیی
ژیاننامە
مستەفا مەزهەر
24-02-2024
زریان سەرچناری
پەرتووکخانە
هەولێر لە بەڵگەنامە عێراقی و بریتانییەکاندا 1922-1957؛ بەرگی یەکەم
23-02-2024
شادی ئاکۆیی
پەرتووکخانە
87 چیرۆکی منداڵان
23-02-2024
زریان سەرچناری
پەرتووکخانە
ئامێدی (عەمادیە) لە بەڵگەنامەکانی عوسمانیدا 1811-1920، بەرگی 16
23-02-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
ژیاننامە
سەفین جەلال فەتحوڵڵا
23-02-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ئامار
بابەت 510,176
وێنە 102,961
پەرتووک PDF 18,706
فایلی پەیوەندیدار 92,662
ڤیدیۆ 1,189

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.25
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| کاتی ئافراندنی لاپەڕە: 0.172 چرکە!