پەرتووکخانە پەرتووکخانە
گەڕان

کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!


بژاردەی گەڕان





گەڕانی ورد      کیبۆرد


گەڕان
گەڕانی ورد
پەرتووکخانە
ناونامە بۆ منداڵانی کورد
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
سەرچاوەکان
شوێنپێیەکان
دڵخوازەکان
چالاکییەکان
چۆن بگەڕێم؟
بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
درەختی پۆلەکان
بابەت بەهەڵکەوت
تۆمارکردنی بابەت
تۆماركردنی بابەتی نوێ
ناردنی وێنە
ڕاپرسی
بیروڕاکانتان
پەیوەندی
کوردیپێدیا چ زانیارییەکی پێویستە!
ستانداردەکان
ڕێساکانی بەکارهێنان
کوالیتیی بابەت
ئامرازەکان
دەربارە
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
چیمان دەربارە وتراوە!
ناوکێشکردن لە ماڵپەڕەکانتاندا
تۆمارکردن / کوژاندنەوەی ئیمێڵ
ئاماری میوانەکان
ئاماری بابەت
وەرگێڕی فۆنتەکان
گۆڕینی ڕێکەوتەکان
پشکنینی ڕێنووس
زمان و شێوەزمانی ڕووپەلەکان
کیبۆرد
لینکە پێویستەکان
ئێکستێنشنی کوردیپێدیا بۆ گووگڵ کڕۆم
کوکیز
زمانەکان
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
هەژماری من
چوونەژوورەوە
دەبمە هاوکارتان!
وشەی نهێنیت لەبیرکردووە!
گەڕان تۆمارکردنی بابەت ئامرازەکان زمانەکان هەژماری من
گەڕانی ورد
پەرتووکخانە
ناونامە بۆ منداڵانی کورد
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
سەرچاوەکان
شوێنپێیەکان
دڵخوازەکان
چالاکییەکان
چۆن بگەڕێم؟
بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
درەختی پۆلەکان
بابەت بەهەڵکەوت
تۆماركردنی بابەتی نوێ
ناردنی وێنە
ڕاپرسی
بیروڕاکانتان
پەیوەندی
کوردیپێدیا چ زانیارییەکی پێویستە!
ستانداردەکان
ڕێساکانی بەکارهێنان
کوالیتیی بابەت
دەربارە
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
چیمان دەربارە وتراوە!
ناوکێشکردن لە ماڵپەڕەکانتاندا
تۆمارکردن / کوژاندنەوەی ئیمێڵ
ئاماری میوانەکان
ئاماری بابەت
وەرگێڕی فۆنتەکان
گۆڕینی ڕێکەوتەکان
پشکنینی ڕێنووس
زمان و شێوەزمانی ڕووپەلەکان
کیبۆرد
لینکە پێویستەکان
ئێکستێنشنی کوردیپێدیا بۆ گووگڵ کڕۆم
کوکیز
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
چوونەژوورەوە
دەبمە هاوکارتان!
وشەی نهێنیت لەبیرکردووە!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 دەربارە
 بابەت بەهەڵکەوت
 چالاکییەکانی ڕۆژی
 ڕێساکانی بەکارهێنان
 ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
 بیروڕاکانتان
 دڵخوازەکان
 کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
 چالاکییەکان - کوردیپێدیا
 یارمەتی
بابەتی نوێ
ژیاننامە
فەیروز ئازاد
17-04-2024
زریان عەلی
شوێنەکان
یاخیان
16-04-2024
سەریاس ئەحمەد
پەرتووکخانە
گوڵبەهارێک لەم پاییزی عومرەمدا دەڕوێت
16-04-2024
کشمیر کەریم
ژیاننامە
سەرهاد ئیسماعیل بیسۆ خەلەف
16-04-2024
سروشت بەکر
ژیاننامە
سەعەد دەخیل تەعلۆ خدر
16-04-2024
سروشت بەکر
ژیاننامە
بارزان ئەکرەم
16-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
ژیاننامە
مێهرداد عەبدوڵڵازادە
15-04-2024
زریان عەلی
ژیاننامە
ئومێد سەیدی
15-04-2024
زریان عەلی
ڤیدیۆ
کورد لە ئەرمەنستان ساڵی 1947
15-04-2024
زریان عەلی
ڤیدیۆ
گوندی ناوزەنگ ساڵی 1979
15-04-2024
زریان عەلی
ئامار
بابەت 516,022
وێنە 105,145
پەرتووک PDF 19,081
فایلی پەیوەندیدار 95,588
ڤیدیۆ 1,262
ژیاننامە
قابیل عادل
ژیاننامە
شاپور عەبدولقادر
بڵاوکراوەکان (گۆڤار، ڕۆژنام...
تاراوگە
شەهیدان
ژینا ئەمینی
ژیاننامە
سەرهاد ئیسماعیل بیسۆ خەلەف
NIVÎSA K’URDÎ – R’ASTÎYA DÎROKÎ, PIRSGRÊKÊN WÊ Û R’ÊYÊN Ç’ARESERÎYÊ
کوردیپێدیا، گەورەترین پڕۆژەی بەئەرشیڤکردنی زانیارییەکانمانە..
پۆل: کورتەباس | زمانی بابەت: Kurmancî - Kurdîy Serû
بەشکردن
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
نرخاندنی بابەت
نایاب
زۆر باشە
باش
خراپ نییە
خراپ
بۆ ناو لیستی دڵخوازەکان
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە
Metadata
RSS
گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

NIVÎSA K’URDÎ – R’ASTÎYA DÎROKÎ, PIRSGRÊKÊN WÊ Û R’ÊYÊN Ç’ARESERÎYÊ

NIVÎSA K’URDÎ – R’ASTÎYA DÎROKÎ, PIRSGRÊKÊN WÊ Û R’ÊYÊN Ç’ARESERÎYÊ
=KTML_Bold=NIVÎSA K’URDÎ – R’ASTÎYA DÎROKÎ, PIRSGRÊKÊN WÊ Û R’ÊYÊN Ç’ARESERÎYÊ=KTML_End=
#Ezîzê Cewo#

II  
... Hê jî, ji dema xwendk’arîyê va – heya îro, pirsên zimanê k’urdî yên dîrokî-hemberhevkirinî û êtîmolojîyê di goveka zimanên hindewropî da di r’ojeva lêger’înên min da ne. Bi pêvajoyê r’a ji hêla min va li ser vê mijarê di  konfêransên zanistî da gotar hatine pêşk’êşkirin, yên ku paşê di berevokên wan da hatine weşandin. Sala 2007-an di bajarê Sankt-Pêtêrbûrgê (Lênîngrada berê) da  bi bir’yara Şêwra  êdîtorîyê-weşanê ya Fakûltêta r’ojihilatê ya Zanîngeha dewletê p’irtûka xudanê van r’êzan a bi sernavê “T’aybetmendîyên r’êzimanî  yên navdêr û bingehên destpêkî yên mak-zimanê hindewropî di k’urdî da” bi zimanê r’ûsî hatye weşandin. Di p’irtûkê da wisa jî bi zimanên k’urdî û înglîzî pêvek û t’omerîkirin (Summary) hene.1 Li ser vê mijarê wisa jî r’êzek gotarên dinê hatine weşandin.     
Lê van 25 salên dawîyê ez dem bi dem li pirsgirêkên  r’êzimanê û r’astnivîsîn û r’astaxavtina k’urdî  veger’yame. Û di vî warî da li ser bingeha ç’avdêrî û lêger’înên zanistî  ji hêla min va r’êzek gotar hatine weşandin. Piştî wê ew di medya civakî da bi k’omên xwendevanan r’a hatine nirxandin... Û paşê, hê dereng, beşekî mezin ên wan pirsgirêkan di gotara min a “Pêdivîya me bi r’astaxavtin, r’astnivîsîn û r’astxwendinê heye... ” da hatine t’omarkirin.2     
Piştr’a ez bi boneyên cuda dîsa li wan pirsgirêkan veger’yame. Û di pêvajoyê da gihîştime wê zanebûnê, ku ji bo têgihîştina pirsgirêkan a t’am, t’enê destnîşankirin, makkirin û şirovekirinên wan t’êrê nakin, ku divê bingeh û sersedemên derk’etina wana bên dîtin, û anegorî wana jî r’ê û r’êbazên ç’areserkirina wan bên destnîşankirin. Ango, hemû pirsgirêk divê bi sîstêmî bên nirxandin û analîzkirin. Ku her bi vî awahî mirovê bikaribe bersîvên pirsgirêkên r’êzimanî bibîne û wan bi zanistî misoger bike.  
Û di encama lêger’în û analîzên zanistî da zanebûna wê têgihîştinê derk’et holê, ku, eger  li ser pirsgirêkên  zimanê k’urdî  (wek ku yên her zimanekî) bi sîstêmî bê r’awestandin, dê hemû bingeh û sersedemên wan derên ber ç’avan … Ango, divê mirov pirsgirêkên zimên bi sîstêmî binirxîne û bi sîstêmî jî li r’êyên ç’areserkirina wan biger’e. 
Ji bo vê armancê jî, min ji bo vê mijarê ev sernivîsa giştî hilbijart: “Dema mirov li ser pirsgirêkên  zimanê k’urdî  bi sîstêmî r’adiweste, hemû bingeh û sersedemên wan dertên ber ç’avan …”. 
Di bin vê sernivîsa giştî da dê pirsgirêkên îroyîn ên zimanê k’urdî beş bi beş  bên  nirxandin. Û beşê yekem jî, yê ku min “Têbînîyên giştî” nav kirye, êdî hatye weşandin.3  Di vî beşî da min mijar bi sîstêmî mak kirye, daye nasandin, û r’êyên nirxandin û analîzên pêşer’ojê destnîşan kirine.   
Ango, bi vê xelekê destpêka nirxandinên pirsgirêkan  hatye danîn...
*      *      *
Gava duyem jî li ser vê r’êyê dê nirxandina pirsgirêkên nivîsa k’urdî û xwendinê be. 
Û, ji ber ku nivîsa her zimanekî li ser bingeha alfabêyê saz dibe û pêk tê, û di navbera alfabê û t’evahîya sîstêma nivîsa zimên da girêdaneke dîalêktîkî heye, lewra jî lêger’înên her zimanekî konkrêt ji alfabêyê destpêdibin... 
Hema anegorî vê prênsîpê jî, ezê di evê xelekê da li ser pirsgirêkên alafabêya k’urdî  r’awestim û hewl bidim, r’êyên ç’areserîya wan bi zanistî mak bikim û bidim zanîn, yên ku dê gav bi gav, bi pêvajoya nirxandinan r’a bi heşmendî r’onî bibin.     
Lêbelê, berî ku li ser pirsgirêkên alfabêya k’urdî bê r’awestandin, em divê di sêrî da têgîna alfabê bi xwe mak bikin û bidin zanîn, k’a p’eyva ‘alfabê’ tê çi wat’eyê, navê wê ji k’u tê, ew bi xwe, wek sîstêm, çi ye, çi t’aybetmendîyên wê hene.   
Wek ku di wêjeya  di derbarê zimên û zimanzanîyê da tê gotin, p’eyva ‘alfabê’ û hemû şêwazên ciyawaz ên vê p’eyvê di zimanên dinê yên cîhanê da ji p’eyva yewnanîya kevnar  a ἀλφάβητος tên. Ev p’eyva bi xwe jî  ji navên herdu tîpên pêşin ên alfabêya wî zimanî pêk hatye: alfa + bêta, û di yewnanî da jî weha tê lêvkirin: al.ˈfa.vi.to̞, an jî, bi lêvkirineke dinê – al.ˈfa.vi.ta.  
Alfabêya her zimanekî t’omerîya tîpên fonografî (awaznûsî) ya nivîsa wî ye. Û di wê sîstêmê da tîp li dû hev di r’êzeke bi dîrokî pêkhatî da tên danîn.  
Di zimên da bi bingehîn ew awaz (deng) dibin xwedî tîp, ên ku di sazîya p’eyvan da r’ola xwe ya wat’eguhêr’înê hene – ango, eger di p’eyvekê da awazekî konkrêt bi yekî dinê tê guhar’tin, bi wê r’a wat’eya wê p’eyvê tê guhar’tin, an jî ew bêwat’e dibe. Di zimanzanîya giştî da ji van awazan r’a fonêm (awazîn) tê gotin. Di vê derbarê da xwendevanên hêja dikarin bi hûrbînî di gotarên min ên  “Hinek nêr’în û r’aman li ser p’ergala zimanê k’urdî û zimanzanîyê” û “…Dîsa li ser pirsa alfabê” da bixwînin.4   
Helbet, dîroka nivîsa k’urdî p’ir’ kevn e. Anegorî mercên dîrokî di serdemên cuda da k’urdan bi tîpên mixî, hîêroglîfî, fonografî, û, di nava evên dawîyê da jî, bi tîpên aramêî, erebî, ermenî, latînî, kîrîlî (r’ûsî) nivîsîne.  
Helbet, ev bi serê xwe mijareke cuda ye, ya ku pêdivîya xwe bi lêger’în, nirxandin û makkirineke zanistî heye.  
Lewra jî, ezê li vira her li ser r’ewşa nivîsa k’urdî ya serdema nû (a sedsalên XX – XXI) û pirsgirêkên alfabêyî r’awestim...
*     *     *
Ji ber ku îro p’ir’anîya k’urdan bi wê alfabêyê dinivîse û dixwîne, ya ku di dema xwe da Mîr Celadet Bedirxan li ser bingeha tîpên latînî  amade kiribûye, lewra jî, ezê li vira bi bingehîn wan pirsgirêkan makbikim û binirxînim, ên ku bi k’aranîna vê alfabêyê r’a di r’êzimana k’urdî da bi giştî pêk tên, bi t’aybet jî – di warê r’astnvîsîn. r’astaxavtin û r’astxwendinê da.   
Lewra jî, di sêrî da pêwîst e, ku ev alfabê wek sîstêm bi zanistî bê makkirin û bê zanîn, k’a bi p’ergala xwe va ew çiqasî anegorî sîstêma fonêmî (awazînî) ya zimanê k’urdî ye. Piştr’a, dê dîsa pêwîst be, ku ew r’ewş û mercên obyêkîv û sûbyêktîv bên nirxandin, ên ku ji derk’etina alfabêyeke vî r’engî r’a r’ê vekirine.     
Lêbelê, ji bo ku ev hemû r’ast bê têgihîştin, divê ev pirsgirêk di nava goveka bûyer û pêkhatinên serdema dîrokî ya konkrêt da bê nirxandin... 
*    *     *
Carna di derbarê vê alfabêyê da wisa tê nivîsîn, wek ku, tuyê bibêjî, heya serdema dîrokî ya nû hîç tiştekî k’urdan nînbûye, û ev valahîya dîrokî her bi wê alfabêyê hatye dagirtin...
Lêbelê, r’astîyeke dîrokî li holê ye, û mafê me nîne, ku em ç’avê xwe li ser wê r’asytîyê bigirin û bidin xuyan, xwedêgiravî, tiştekî wisa li holê nînbûye, an jî ewê hîç şopek jî di dîroka gelê k’urd da nehîştye. Û ew r’astî jî ne ku t’enê beşekî hêja û girîng ê dîroka çanda  gelê me ye – bi têgîna  berfirehtir a vê p’eyvê va, lê, her weha, di wê da tiştên ku nivşên pêşer’ojê ji xwe r’a jê hilînin û bikin bingeh ji bo pêşvaçûna çanda net’ewî, p’ir’ hene...  
Weha!..
Dibe ku ne hemû kes dizanin, ku berî vê alfabêyê, ya ku Celadet Bedirxan li ser  bingeha tîpên latînî   amadekiribûye, êdî sala 1928-an Ereb Şamîlov (Erebê Şemo) û Îsahak Morogûlov di K’omara Sovêtî ya Ermenîstanê da bi spartina Hukumetê li ser bingeha tîpên latînî  alfabêyeke k’urdî-latînî  amade kiribûne. Û ev alfabê di demeke kurt da di warê p’erwerde, çand  û wêjeya k’urdî da k’etibûye jîyanê: bi  wê alfabêyê p’irtûkên dersan, ên ziman û wêje û zargotina k’urdî, û r’ojnameya “Rya T’eze” hatibûne weşandin, Têxnîkûma dewletê ya k’urdî ya mamostatîyê (Xwendegeh//k’olêc) û T’êatroya dewletê ya k’urdî (ya Elegezê) k’arê xwe meşandibûne. Bi vê alfabêyê sala 1936-an di Yêrêvanê da “Folklora kurmanca”  hatibûye weşandin (663 r’ûpel!), a ku paşê Pêşewe Qazî Mehmedê nemir li Mahabadê bilind kiribûye û gotibûye: “Weha, ev e Qurana me!”5...    
Bi vê alfabêyê zêdetirî deh salan di k’omarên sovêtî yên Başûrê Kafkasîyayê da (Ermenîstan, Gurcistan û Adirbêcan) bi fermî p’erwerdeya ziman û wêjeya k’urdî pêk hatibûye, çand û huner pêşk’etibûne, wek ku êdî li jorê hate gotin, bi vê alfabêyê r’ojname û p’irtûkên p’erwerdeyî, yên ziman, wêje û zargotina k’urdî hatibûne weşandin.      
Û lewra jî. mirov heya astekê matma dibe, dema di hinek weşanan û nivîsên întêrnêtê da dibîne, ku di derbarê vê alfabêyê da her t’enê bi şêwazî (formal) agahîyekê didin û wê hemberî alfabêya Celadet Bedirxan dikin (dîsa bi şêwazî!), û di pêvajoya pêşveçûna ziman, wêje, çand û hunera k’urdî da r’ola wê anegorî ya eva dawîyê dinirxînin, ne ku – berovajî vê... Ango, hemû k’ed û k’ar û berhemên çandî-hunerî, wêjeyî û zanistî yên wê serdemê di sîya dîrokê da tên hiştin û jibîrkirin.  
Ji bilî vê, dema mirov anegorî bingehên zimanzanîyê û qanûnên r’êzimana zanistî li van herdu alfabêyan dinihêr’e, dibîne, ku ji hêla p’ergala xwe ya awazî va alfabêya Erebê Şemo û Îsahak Morogûlov bêhtir li sazîya fonêmî (awazînî) ya zimanê k’urdî tê. Eger di alfabêya Celadet Bedirxan da pênc fonêm (ç’, k’, p’, t’, r’) bê nav mane, ango, tîpa xwe nînin, lêbelê, di ya Erebê Şemo û Morogûlov da ne ku t’enê fonêmên zimanê k’urdî bi bingehîn bûne xwedî nav (tîp), ji bilî fonêma  R’r’, her weha, heya ji bo sê awazên zimanên bîyanî jî tîp hatine danîn, ên ku di pêvajoya dîrokî ya demdirêj da bi p’eyvên bîyanî r’a derbazî nava zimanê k’urdî bûne. Ew tîpana jî ev in:  Ә́ ә́, Ƣ ƣ, Ħ ħ – ji bo awazên E’e’, G’g’, H’h’,.      
Û îro jî, eger mirov wan hersê tîpên bîyanî (Ә́ ә́ , Ƣ ƣ, Ħ ħ,) ji vê alfabêyê derxe, tîpa R’r’ lê zêde bike, dê di wê da her fonêmeke k’urdî tîpa xwe hebe, û ewê bersîva hemû t’aybetîyên xwezayî yên zimanê k’urdî bide. Ango ev alfabê, ya ku bi p’ergala xwe ya fonêmî (awazînî) va bersîva hemû  t’aybetmendîyên xwezayî yên zimanê k’urdî dide, dikaribû an bi wan guhartinên biç’ûk va bik’eta xizmeta pêşk’etina ziman, wêje, çand û hunera k’urdî, an jî, anegorî wê, di alfabêya heyî da r’êform (guhar’tin) bihatana pêkanîn, eger...   
Lê, wek ku profêsorê alman Karl Hampê  (1869 – 1936) di dema xwe da gotye, “Dîrok bêjeya “Eger” nizane” (“Die Geschichte kennt kein Wenn”.). Ango, dîrok li ser egeran nayê nivîsîn û xwendin... Ji bo dîrokê tiştên ku pêk hatine, girîng in, bi hemû t’aybetîyên xwe yên erênî û neyînî va... Dîrok her paşê bûyer û pêkhatinan dinirxîne, ji wan dersan derdixe û ji bo pêşer’ojê dike bingeha pêşvaçûnan. Lêbelê, ji bo vê divê r’ayê mirov hebe, ku bikaribe r’astîyan bibîne, bip’ejirîne û anegorî wan guhar’tin û serer’astkirinan bike nava jîyanê...    
Tiştekî balk’êş jî: her çiqas, r’ojnameya “Rya T’eze” (25. 03. 1930) du salan berî “Hawarê” (15. 05 1932) dest bi weşana xwe kiribûye, lê alfabêya Erebê Şemo û Îsahak Morogûlov çar salan (1928) berî ya Bedirxan (1932) hatibûye amadekirin, wek ku tê xuyan Celadet bedirxan agahîyên xwe pê nînbûne. Weha, ew di hejmara 8-em a “Hawarê” da  çi dinivîse: “... “Rêya Teze” wek navê xwe taze ye, nû ye, nûbar e. Lê ji “Hawarê”  kevintir e, bi emr jê mezintir e. Hejmara wê a paşîn ko gehiştiye destê me a pencî û nehan e. Li gora ko “Rêya Teze” rûjnameke deh-rûjkî ye, berî  salekê û hin dest bi derketinê kiriye”. 
 Çi dertê holê, her çiqas r’ojnameya “Rya T’eze” zêdetirî du salan berî “Hawarê” dest bi weşana xwe kiribûye, ne ku t’enê aghîyên Celadet bedirxan jê nînbûne, lê wisa jî ew behsa “berî salekê” dike... 
Çawa?! 
...Dibe ku mercên wê demê wisa bûne!? 
Belê, eger agahîyên Celadet Bedirxan di derbarê weşana “Rya T’eze” da kêm-zêde hebûne, lêbelê wê demê di derbarê “Hawarê” da di nava r’ewşenbîrên k’urd ên Yekîtîya Sovêtê da hîç agahî nînbûne (?!)...
Her çi jî hebe!  
Lê, divê bê zanîn, ku ji bo amadekirina alfabêyeke k’urdî-latînî ne ku t’enê merc û derfetên Erebê Şemo û Celadet Bedirxan ji hev cuda bûne, lê wisa jî gihîştin û pêkhatina wan kesayetîyan jî, wek pispor, bi dîrokî ji hev cuda bûne. Her yek ji wana r’êya xwe ya jîyanê derbaz bûye û wek kesayetî û pispor pêk hatibûye. 
Weha, wek ku gihîştye me, Celadet Bedirxan li sirgûnê – li Stenbolê hatye cîhanê (26-ê nîsana sala 1893-an). R’ayedarên  dewleta osmanî destûrê nadin Bedirxaniyan, ku ew her’in K’urdistanê. Lewra jî, bavê wan – Emîn Alî, mamostayan, mit’riban (!?), ç’îr’okbêjan û yên wek wana ji Cizîra Botan tîne Stenbolê, daku danûstandina zar’okên wî bi welêt r’a zêndî bimîne, û ew bi ziman,  çand û kevneşopîyên k’urdî mezin bibin... Û lewra jî, wek ku tê gotin, her çendî  Celadet li Kurdistanê nejîyayye jî, le ew di hewayeke k’urdistanî da  mezin bûye.6 
Ev jî asta bilind a girêdana vê malbetê bi nirxên net’ewî r’a dide xuyan! – Û mirov t’enê dikare bi vê helwest û girêdana wan a bi nirxên net’ewî r’a serbilind bibe!   
Lêbelê, mijara alfabê û nirxandinên zanistî di derbarê wê da pirseke cuda ye: asta bilind a  girêdana bi nirxên net’ewî r’a tiştek e, lê ya pisporîya di warekî jîyanê da – tiştekî dinê!  
Hê 17 sal berê di gotara xwe ya “Hinek nêr’în û r’aman li ser p’ergala zimanê k’urdî û zimanzanîyê” da min li ser vê pirsê weha nivîsîbû: “…Bedirxan, bê guman, mirovekî mezin e! Lê ew ji bo tiştekî dinê mezin e: ji bo lehengîya di warê r´amana net´ewî û welatp´arêzîya k´urdî da. Ew wek r´ewşenbîr û welatp´arêz mezin e. Li ser vê r´êyê û ji bo vê armancê alfabêyeke wisa ji bo Bedirxanê Mezin p´ergaleke pêkanînê bûye. Ew jî, dema alfabê amadekirye, ewî merc û derfet´ên wê demê yên teknîkî hildaye ber ç´avan. Û wê demê jî merc û derfetên teknîkî p´ir´ bi sînor  bûne. Ji  bo wê jî, ewî li hember hinek tiştan ç´avên xwe girtine. Armancek li pêşya wî bûye: çi dbe, bila bibe, bi tîpên latînî weşana k´urdî pêk bîne, û anegorî zanînên xwe yên zimanzanîyê ji bo k´urdî r´êzimanekê amade bike. Û di vî warî da Bedirxan r´ola xwe ya dîrokî lîstye. Gelê k´urd evê yekê baş têdigihîje û qîmetekî mezin dide lawê xwe  yê mezin... Û hîç hewce jî nake, ku vî mirovê mezin bi amadekirina wê alfabê û di çarç´oveya wê da binirxînin û qîmet bikin! 
 Ya dinê jî, Bedirxan destpêkek bû, destpêk, ya ku divê bibe bingeh ji bo pêşk´etinên mezintir û pêşvatir. Lê, ger em tiştên ku wî êdî nivîsîne, li ser hev dubare bikin û bibêjin, ku Bedirxan weha-weha gotye, ew tê wê wat´eyê, ku mirov di cî da, li dor xwe bizivir´e...” 7
Lewra jî, dema li ser pirsa amadekirina alafabêyê tê axavtin, divê wisa jî bê zanîn, ku r’ewşa  Celadet Bedirxan cuda bûye. Ew ne zimanzan bûye (mirov dikare deh zimanan bizanibe,  lê ne pisporê zimanzanîyê be!), xwendina wî ya  leşkerî bûye, bi xwe jî di xwendegeha sûpahîyan da mamostatî kirye, pisporekî zimanzanîyê, yê ku bi wî r’a bibe alêk’ar, nînbûye. Demekê ew û T’ewfîq Wehbî di Şamê da hev dibînin, lê, wek ku tê xuyan, di navbera wan da hevk’arîyek pêk nehatyê... Ew pênc mehan benda T’ewfîq Wehbî dimîne, lê t’u agahî ji wî nayên, lewra jî ew 15-ê gulana sala 1932 bi alfabyêa ku wî amade kiribûye hejmaraa 1-em a “Hawarê” diweşîne.8
Ji vê hêlê va r’ewşa Erebê Şemo cuda bûye: ji bilî wê, ku ewî di dibistana r’ûsî da xwendina xwe biribûye sêrî û êdî di 16-salîya xwe da ji bo r’êvebirîya leşkerî ya R’ûsîyayê di herêmê da  (wê demê herêma Qersê di nava sînorên R’ûsîyayê da bûye) k’arê wergera zêndî ya zimanên r’ûsî-k’urdî-yewnanî-ermenî-asorî-t’irkî pêk anye, her weha, piştî Şoreşa Mezin a Oktobêrê ewî, wek endamekî Partîya Komûnîst (a bolşêvîkan) ê zane û zîrek, di r’êvebirîya Partîyê û Hukumetê da berpisîyarîyên pêwîst wergirtibûne û bi aktîvî bi k’arên pêşxistina ziman û çandên kêmnet’ewên Yekîtîya Sovêtê va mijûl bûye.  
Berî ku dest bi amadekirina alfabêya k’urdî-latînî bike, Erebê Semo salên 20-î yên sedsala XX di Zanîngeha Moskovayê ya r’ojhilatzanîyê da xwendye, peyr’a, salên 30-î – di Zanîngeha kommûnîstî ya k’edk’arên Rojhilatê ya ser navê Stalîn da. Demên cuda gotar û şiroveyên wî di  r’ojnameyên  “Berbanga R’ojhilatê” («Заря Востока»), “Rya T’eze”,  “K’urdistana Sovêtî” («Советский Курдистан») hatine  weşandin. Demeke dirêj (1924 – 31) ew di Komîtêya  navendî ya Partîya Komûnîst (a bolşêvîkan) a Ermenîstanê da berpirsyarê k’arên kêmnet’ewan bûye.9   
Dema di derbarê Erebê Şemo da, wek nivîsk’ar û bavê r’omana k’urdî, tê axavtin (ew jî bi şêwazî//formal!), û wisa jî di derbarê alfabêya wî da tê gotin (dîsa bi şêwazî// formal!), ew tê wê wat’eyê, ku ew lawê Mezin ê gelê k’urd hê jî heya dawîyê ji hêla gelê xwe va nehatye naskirin û k’ed û k’ar û berhemên wî t’am nehatine qîmetkirin, ku her t’enê beşekî biç’ûk ê k’eda wî û r’ola wî di dîroka pêşxistina ziman, wêje û çanda  net’ewî da tên zanîn (an – didin zanîn?!).     
Divê bê gotin, r’ast e, di warê wêjwya k’urdî da k’eda wî mezin e, lêbelê, ev her t’enê beşekî k’arên girîng ên wî Mirovê Mezin bûye...    
Wê demê, dema Erebê Şemo di Zanîngeha Lênîngradê ya R’ojhilatzanîyê da dixwîne, ew wisa jî di heman zanîngehê da mamostatîya zimanê k’urdî dike. Wê demê ji bo Yekîtîya Sovêtê li Lênîngradê hê nû dest bi k’arên amadekieina kadroyên  profêsîonal ên k’urdzanîyê tê kirin. Û, ji ber ku wî nivîskarê mezin hem zimanê k’urdî, bi hemû tenikî û dewlemndîyên wî va dizanibûye, hem jî p’erwerdeya wî ya zanîngehî hebûye, ew dibe amostayê zanîngehê û zanebûnên xwe dide xwendk’arên k’urdzanîyê yên destpêkê. Ew bi pisporî û zanînên xwe r’ê li pêşîya wan xwendk’arên wê demê-k’urdzanên pêşer’ojê (Qanatê K’urdo, Îsahak T’sûkêrman û yên dinê) vedike, yên ku dê di pêşer’ojê da wek zanîyar-zimanzanên navdar bên naskirin...  
Wê demê Erebê Şemo t’enê dersên zimanê k’urdî nade k’urdzanên pêşer’ojê, ew wisa jî di k’arê lêger’înên zanistî û nivîsîna gotarên destpêkê yên di derbarê zimanê k’urdî da r’ê li pêşîya wan vedike, û gotarên wan ên yekem di berevoka “Nivîs û Şoreş” a Komîtêya Navendî ya alfabêya nû ya Hukumeta Yekîtîya Sovêtê da bi zimanê r’ûsî tên weşandin.    
Weha, ew gotarana: 
1.  Şamîlov A. Ş, T’sûkêrman Î. Î, Kûrdoyêv K. K.: “Îzafêt di zimanê k’urdî da”;
2.  Şamîlov A. Ş, T’sûkêrman Î. Î, Kûrdoyêv K. K.: “Di derbarê pirsgirêka zayendê di zimanê k’urdî da”;
3.  Şamîlov A. Ş, T’sûkêrman Î. Î. “Di derbarê dengdêrê kurdî “i”-yê kurt da”.10 
Ev gavên yekem ên k’urdzanên pêşer’ojê bûne – bi serk’êşîya Erebê Şemo. 
Û ev ne hemû ye û ne hema wisa t’enê nivîsîna hevp’ar a gotarên zanistî ye. Ev dide xuyan, ku di k’arê lêger’înên di warê zimanê k’urdî da Erebê Şemo bi xwe destpêkek e, ew yek ji hîmdarên zimanzanîya k’urdî bûye, wek şaxê zanista di derbarê k’urdan – k’urdzanîyê da. Û ji vê hêlê va Erebê Şemo ne ku ji bo wê Mezin e, ku ji bo zimanê k’urdî alfabêya zimanekî dinê bi teknîkî amade kirye, lê ji bo wê, ku k’eda wî di k’arê amadekirina k’urdzanên yekem ên Yekîtîya Sovêtê da mezin bûye, ku zanista di derbarê zimanê k’urdî da bi wî destpê bûye.  
Weha, bala xwe bidinê, k’a yek ji k’urdzanên sovêtî yên navdar Îsahak T’sûkêrman di vê derbarê da çi nivîsye: “... Wê demê me wisa jî li bal Nîkolay Marr û şagirtên wî zanînên  xwe yên di warê t’êorîya giştî ya zimên da pêşdixistin, ya ku wisa jî bi îdêayên  întêrnatsîonalîzmê û dostanîya gelan dagirtî bû... Li ber maseyên r’ex me hevalên me r’ûniştibûn – xortên k’urd, û me t’evahîya dema xwe bi wan r’a derbaz dikir, û ji wana zimanê k’urdî fêr dibûn... Û serwêrê dersên me yên praktîkê jî, ne ku kesekî dinê, lê Ereb Şamîlov (Erebê Şemo) bû. Bextê me lêdabû, ku hema di destpêkê da nivîsk’arekî wê astê, zaneyekî ew çwndî bêhemp’a yê çanda gelê xwe bibû mamostayê me!”11      
Û ji bilî van hemûyan, wisa jî divê bê zanîn, ku mercên amadekirina herdu alfabêyan jî cuda bûne. Eger, ji bo ku Erebê Şemo û Îsahak Morogûlov alfabêyeke k’urdî amade bikin, hem asta pisporîya wan a di warê zimên da cuda bûye, hem jî hemû merc û derfetên pêwîst ji bo pêkanîna wî k’arê girîng hebûne, û ya sereke jî– bir’yara Hukumeta K’omara Sovêtî ya Ermenîstanê bûye. Ji bilî vê, wisa jî di Komîsîona amadekirina alafabêyan ji bo kêmnet’ewan a Hukumetê û Akadêmîa zanistî da pisporên zimên hebûne, yên ku, dema pêwîst bûye, bi şêwirên xwe ji wan r’a bûne alîk’ar... Hemma, ya Celadet Bedirxan cuda bûye: ew di k’arê amadekirina alfabêyê da di p’enaberîyê da t’enê bi serê xwe, bê piştgirî û alîk’arî mabûye, ewî bi xwe ew alfabê amade kirye, û di encamê da ew derk’etye, ya ku îro li holê ye... 
Lêbelê, di vî k’arî da heya bigihîje cudaşêwazê (varîant)  îroyîn ev alfabêya r’êyeke ne yekawa derbaz bûye.  
Di varîanta (cudaşêwaz) destpêkê yê vê alfabêyê da Celadet Bedirxan tîpa latînî ya Q li  şûna K danîbûye, lê tîpa K – li Şûna Q. Û ev kovar du sal û du mehan: ji 25-05-1932-ê heya 23-07-1933-an (ji hejmara 1-ê heya ya 23-an) bi vî cudaşêwazê alfabê tê weşandin (me jî digot, k’a ev şêwazên p’êyvên Emerîqa, Enqere, Qûba, Qolûmbos, Nîqaragûa, Nîqolay Gogol, qomîte, qomûtan, qûrs û yên mîna vana ji k’u tên!?). 
Piştî vê di nava weşana “Hawarê” da navbereke 7 mehan tê dayîn: piştr’a, 1-ê nîsana 1934-an hejmara kovarê ya 24-an dertê, û hema li ser r’ûp’elê yekem, di destpêkê da ev agahî tê danîn:      
                   “K–Q
       Di elfabêya me de ev  du 
    herf  bi hev  guhêrîne:  «k» 
    ketye   şûna   «q»ê,  û  «q» 
           ketye şûna «k»ê”.
Hema wisa! 
Û bi vî awahî, ji wê demê û pêva di alfabêya Celadet Bedirxan da tîpên K û Q cîyê xwe p’ev diguhêr’in û îro bi wî şêwazî tên k’aranîn: K – wek K, Q – wek Q. 
Em vê pirsa k’aranîna van herdu tîpan li hêlekê bihêlin, her çiqas k’aranîna wan tîpan bi şêwazê destpêkê şopa xwe ne ku t’enê li ser k’urdîya  nivîskî hiştye, lê, her weha, li ser axavtina k’urdan a zarkî jî. Û îro êdî ev p’eyvana: Emerîqa, Enqere, Qûba, Qolûmbos, Nîqaragûa, Nîqolay Gogol, qomîte,  qomûtan, qûrs û yên wek wana ne ku t’enê bi vî şêwazî tên nivîsîn, lê, her weha ewana di nava axavtina zarkî ya gelêrî da jî cîyê xwe girtine...  
Her çi jî hebe, îro ev alfabêya ji hêla p’ir’anîya k’urdan va bi vî şêwazî tê k’aranîn. 
Helbet di dema xwe da hinek goftûgo li ser hinek pisgirêkên vê alfabêyê pêk hatine. Heya civîn jî hatine t’evgerkirin. Lê ew govtûgo ji destnîşankirina hinek pirsên şêwazî (formal) derbaz nebûne. Wek mînak, kumuşkê li ser Ê û Î daynin an – na, li şûna tîpên Ş û Ç şêwazên wan ên înglîzî (SH û CH) k’arbînin, an – na!  
Lê ew, ku di vê alfabêyê da pênc fonêmên k’urdî tîpa xwe nînin, kêm kes dibêjin. Û eger bê gotin jî, hinek bi navê Celadet Bedirxan va girê didin: 
– Çawa dibe, ma ne, ev alfabê Mîr Celadet Bedirxan amade kirye?! 
Hemma, ev kesana li şûna pirsgirêkê bibînin, xwe li dû navê Bedirxan va vedişêrin... 
Min li jorê nêr’îna xwe di derbarê Celadet Bedirxan da anîbû, a ku di dema xwe da di gotara “Hinek nêr’în û r’aman li ser p’ergala zimanê k’urdî û zimanzanîyê” da hatibû weşandin... Ji bo pirsgirêk bi giştî r’ast bê têgihîştin, xwendevanên hêja dikarin gotarê di t’evahîya wê da bixwînin – jêderk di nasîya  7-an da ye.   
Piştî vê gotarê, di navbera van 17 salan da li ser pirsgirêkên zimanê k’urdî gotarên dinê jî hatine weşandin. Û di medya civakî da li dora nêr’înên min ên di derbarê pirsgirêkên alfabêya k’urdî da  goftûgoyên cuda pêk hatune, hinek xwendevanan dîtinên xwe nivîsîne, û min ew bi zanistî nirxandine. Beşekî wan di gotara “Pêdivîya me bi r’astaxavtin, r’astnivîsîn û r’astxwendinê heye...” hatye weşandin.12  Her weha, hinek xweatekên dinê jî r’û dane. Hinekan hewl daye  van nêr’înên min anegorî zanebûnên xwe  bi awayekî “zanistî” şirove bikin... Û bi boneya nivîseke weha ez careke dinê li vê mijarê veger’yame... Di vê derbarê da jî xwendevanên hêja dikarin bi hûrbînî di gotara “...Di navbera nedestûrmendîyê û amatorîyê da!”  bixwînin.13 
 Û li ser van pirsan di medya civakî da bi k’omên xwendevanan r’a govtûgo û gengeşî domyane, min hewl daye, ku pirs û pirsgirêkên sereke yên r’êzimana k’urdî r’onî bikim. 
Lêbelê, mixabin, ne hemû kes pirsgirêkan dibînin (an, naxwazin bibînin?), her çiqas r’astîyek li ber çavan e:  ji ber wê, ku di alfabêya Bedirxan da pênc awaz (ç’, k’, p’, t’, r’) bê  nav mane, ango, tîpên ku  wan bidin zanîn, nînin,  ji ber vê r’ewşê hem nivîs û sazîya ferhenga zimanê k’urdî nivîşkan û lewaz dibe, hem jî xwendina k’urdî ya r’ast dijwartir dibe. Û ji bilî vê, gelek bêjeyên k’urdî ji ber van sedeman di nav hev da dihelin, winda dibin û zimanê k’urdî, yê ku di dîrokê da bûye xewdî dewlemendîyeke bêhemp’a ya bê ser û bin, hejar û bêhêz dibe. Îro di gelek zimanên cîhanê da bi tîpekê p’eyvek an du p’eyv hene, lê dîsa jî di ferhengên wan da beşê wan ê cuda heye... Lê ya me? Di zimanê k’urdî da bi sedan (eger ne bi hezaran!) p’eyvên bi van pênc awazînên (fonêm) bingehîn sazbûyî hene, ên ku dewlemendîyeke awazî didin zimanê me, bi weşana her ferhengekê r’a bê şop winda dibin…
Her zimanek bi xwe organîzmeke zêndî ye, û, eger di wê organîzma zêndî da tiştek nayê k’aranîn, an jê tê avîtin, ew organîzm nikare durust û t’undurust be, ew êdî nivîşkan dibe, ew kêm e, ne t’am e. Evê yekê ew kesana, yên ki zimanê dê ne ku bi şîrê dê r’a, lê piştî t’emenekî gihîştî fêr bûne – ew jî bi kurt û kêmasîyan va, nikarin wan kêmasîyan hîs bikin – belê, belê, hîs bikin! Lewra ku ziman wek sîmfonîyeke (symphony) zêndî ye, û derhinerê wê jî gel bi xwe ye –  gelê li ser xaka kal û bavan gihîştî. Û, dema di nava sazîya zimên da guhartinek pêk tê, her xudanê wî yê xwezayî dikare wan guhartinan hîs bike û bibîne, wek ku derhinerê sîmfonîyê an mûzîsîanê profêsîonal nota lêp di mûzîkê da (false note in music)  hîs dike, dema mûzîsyanekî amator berhema wî pêk tîne... 
Û, ya dinê jî, dema Celadet Bedirxan di dema xwe da alfabê amade kirye, wê demê ewî nivîsa k’urdî ya bi tîpên erebî bingeh hildaye, û ji bo vê jî sedemên wî yên obyêtîv hebûne: ya yekem, wê demê k’urdan (ji bilî yên Yekîtîya Sovêtê) bi  tîpên erebî nivîsîne, û, ya duyem, Celadet Bedirxan bi xwe jî heya wê demê bi tîpên erebî nivîsye. Lewra jî, ewî ne ku li ser bingeha fonêmên k’urdî tîp amadekirine, lê tîpên erebî, yên ku ji bo k’urdî hatibûne k’aranîn, wergerandye latînî... 
Hem jî, wek ku êdî hate gotin, wê demê merc û derfet ew bûne, û Celadet Bedirxan jî anegorî zanebûnên xwe yên wê demê, çi ku karibûye, pêk anye...  
Lêbelê, bi vê dîroka nivîsê r’anewaste!
Di dîrokê da gelek gelên xwedî nivîs û xwendin, di alfabêyên xwe da r’êform pêk anîne... hemma ya me – k’urdan nabe? Çima ji bo k’îjan sûcê me ? Eger mabesta hinekan sade û hêsabûna nivîsê ye, wê demê mirov dikare awazên “Û” û “U” jî bigihîne hev û bi yek tîpê binivîse – bi “U”. Bi heman şêwazî ji bo “Ê” û “E” – “E”, lê ji bo “Δ û “I” –“I” binivîse?! 
Ê, paşê, wê demê çi ferqî di navbera me û r’êjîma T’irkîyayê da, ya ku qedexe danye ser tîpên “W” û “X”, çi ye, ku ewan di alfabêya t’irkî da nînin?...
*
*   *
LI ŞÛNA PEYNIVÎSARÊ
Van salên dawîyê ez demên cuda r’astî nas û dostên berê, hinek r’ewşenbîrên k’urd ên ji welêt û derveyî welêt hatime, an jî bi t’êlêfonê û bi r’êya întêrnêtê em bi hev r’a ketine nava p’êwendîyan. Hinekan ji wan berê mamostatî jî kiribûne. 
Di nava sowbetên me da, dema pirs dihat ser r’ewşa zimanê çapemenî û r’adîo-têlêvîzîonên me, an pirsa alfabêya k’urdî, ewan camêrana bi dilêşî li ser r’ewşa nivîsa k’urdî diaxivîn û her yekî ji hêla xwe va dîtinên xwe jî tanîn zimên. Û di nava wan da nêr’înên balkêş jî derdik’etin holê. Lê ya here balk’êş ew bû, ku p’ir’anîya wan li ser nêr’înekê hemr’aman bûn. Bi dîtina wan, ji bo wê, ku di nava me – k’urdan da hê jî gelek kes hene, yên ku xwe hişkem bi vê r’ewşê va girtine û naxwazin guhartin pêk bên, du sedem hene:  
Ya yekem – bandora kevneşopîyên eşîrî-fêodalî ye. Ewên ku naxwazin ev r’ewş bê guhartin, dibêjin, ku, ma ne ew alfabê Mîr Celadet Bedirxan amade kirye, çawa dibe? 
Bi dîtina wan, di vî warî da govenîya here berbiç’av ew e, ku, eger di nava gelên pêşk’evtî da ji bo nivîsk’ar, mûzîsyan û wênegeran p’yeva “hosta” (master // maestro) k’ar tînin, lê di nava me da – p’eyva “mîr” (“mîrê pênûsê”, “mîrê bilûrê”, “mîrê virçeyê”...). Ango, em di her warên jîyanê da ji xwe r’a mîran (p’adişahan, axa û began) diger’in. Çima?  
Ya duyem – amatorî û nedestûrmendîya xwendîyên k’urd e, kêmasîya zimanzanên r’astîn e. Yên ku hene jî, p’ir’ kêm in û newêrin li dijî vê girseyê...
Û p’iranîya wan camêran  li ser wê nêr’înê bû, ku ji ber vê helwesta me jî, em îro di vê r’ewşê da ne, lewra jî divê gazinên me ji kesekî ninbin! 
___________________________
1 Ew xwendevan, ên ku bixwazin vê p’irtûkê bixwînin, an nasîya xwe bidinê, şêwazê wê yê êlêktronî – pdf di întêrnêtê da heye. Ev  jêderka wê ye – https://www.academia.edu/38273718/ГРАММАТИЧЕСКИЕ_ КАТЕГОРИИ_СУЩЕСТВИТЕЛЬНОГО_И_ОСНОВЫ_ ИНДОЕВРОПЕЙСКОГО_ПРА ЯЗЫКА_В_ КУРДСКУОМ.pdf
2  https://www.amidakurd.net/ku/tekst/ PÊDIVÎYA_ME_BI_R_ASTAXAVTIN_R_ASTNIVÎSÎN_Û_ R_ASTXWEDINÊ_HEYE     
3  https://www. amidakurd. net/ku/tekst/DEMA_MIROV_LI_SER_PIRSGIRÊKÊN_ZIMANÊ_ K_URDÎ_BI_ SÎSTÊMÎ_R_ADIWESTE_HEMÛ_BINGEH_Û_SERSEDEMÊN_WAN_ DERTÊN_ BER_Ç_AVAN
4  https://www.academia.edu/100024642/HINEK _R_AMAN_Û_NÊR_ÎN_LI_SER_P_ERGALA_ ZIMANÊ_K_URDÎ_Û_ZIMANZANÎYÊ  û https://amidakurd.net/ku/tekst/dîsa_li_ser_pirsa_alfabê 
5 R’ojnameya “K’urdistana Azad” // «Свободный Курдистан», Moskova, cotmeha 2008-an, r’û. 18.   
6 Hawar – SAL 1. HEJMAR 1-9 – rûpel XX – https://www.academia.edu/11899067/%20Hawar_hejmar_ 1_9 
7 https://www.academia.edu/100024642/HINEK _R_AMAN_Û_NÊR_ÎN_LI_SER_P_ERGALA_ ZIMANÊ_K_URDÎ_Û_ZIMANZANÎYÊ
8 Di vê derbarê da bi hûrbînî: Huseîn Habaş: “Liser elfabeya latînî kurdî” –  https://www.yumpu.com/tr/ document/view/33921835/liser-elfabeya-latarnar-kurdar-pen-kurd
9 https://www.livelib.ru/author/428774-arab-shamilov û https://www.rulit.me/authors/ shamilov-arab-shamoevich
10 Сборник «Письменность и революция». I. Москва, 1933. Стр. 160 – 180 // Berevoka  – “Xwendinî û şoreş”. I. Moskova, 1933. Rû. 160 – 180 – https://viewer.rusneb.ru/ru/000202 _000006_RuPRLIB12055619?page=5&rotate=0& theme=white 
11  http:// www.orientalstudies.ru/rus/index.php?option=com_personalities&Itemid=74&person=322 
12 https://www.amidakurd.net/ku/tekst/PÊDIVÎYA_ME_BI_R_ASTAXAVTIN_R_ ASTNIVÎSÎN_Û_R_ ASTXWEDINÊ_HEYE 
13 https://amidakurd.net/ku/tekst/û_heya_k_engê_di_navbera_nedestûrmendîyê_û_amatorîyê _da
[1]
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî - Kurdîy Serû) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 944 جار بینراوە
هاشتاگ
سەرچاوەکان
[1] ماڵپەڕ | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.amidakurd.net/- 11-10-2023
بابەتە پەیوەستکراوەکان: 52
بەڵگەنامەکان
پەرتووکخانە
پەند و ئیدیۆم
وشە و دەستەواژە
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا)
کلتوور - مەتەڵ
کورتەباس
زمانی بابەت: Kurmancî - Kurdîy Serû
ڕۆژی دەرچوون: 19-08-2023 (1 ساڵ)
پۆلێنی ناوەڕۆک: وتار و دیمانە
پۆلێنی ناوەڕۆک: زمانەوانی و ڕێزمان
پۆلێنی ناوەڕۆک: مێژوو
جۆری دۆکومێنت: زمانی یەکەم
جۆری وەشان: دیجیتاڵ
وڵات - هەرێم: کوردستان
تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
کوالیتیی بابەت: 99%
99%
ئەم بابەتە لەلایەن: ( ئاراس حسۆ )ەوە لە: 11-10-2023 تۆمارکراوە
ئەم بابەتە لەلایەن: ( سارا ک )ەوە لە: 11-10-2023 پێداچوونەوەی بۆکراوە و ئازادکراوە
ئەم بابەتە بۆ دواجار لەلایەن: ( سارا ک )ەوە لە: 11-10-2023 باشترکراوە
ناونیشانی بابەت
ئەم بابەتە بەپێی ستانداردەکانی کوردیپێدیا هێشتا ناتەواوە و پێویستیی بە داڕشتنەوەی بابەتی و زمانەوانیی زۆرتر هەیە!
ئەم بابەتە 944 جار بینراوە
کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!
کورتەباس
مەلا حەوێزەفەندی قۆچاغا
ژیاننامە
مێهرداد عەبدوڵڵازادە
پەرتووکخانە
سیاسەت و پلانی زمان بۆ هەرێمی کوردستان
پەرتووکخانە
گوڵبەهارێک لەم پاییزی عومرەمدا دەڕوێت
پەرتووکخانە
ژینانامە - وەشانی 1
شوێنەوار و کۆنینە
قشڵەی قوشتەپە
پەرتووکخانە
کۆڵبەرنامە - وەشانی 1
پەرتووکخانە
دەمێک لەگەل یاری غار
شوێنەوار و کۆنینە
ئەشکەوتی کاڵدار
پەرتووکخانە
سایکس-پیکۆنامە - وەشانی 1
پەرتووکخانە
چیرۆکی من
ژیاننامە
عیسا یونس حەسەن
ژیاننامە
ئاشتی شێرکۆ سلێمان
ژیاننامە
ئومێد سەیدی
وێنە و پێناس
کاتی نمایشکردنی شانۆیی گۆرانی چایکا ساڵی 1988
ژیاننامە
فەیروز ئازاد
شوێنەوار و کۆنینە
قەڵای حەسەن ئاباد
وێنە و پێناس
گەنجانی ڕانیە ساڵی 1973
شوێنەوار و کۆنینە
گەرماوی موفتی
ژیاننامە
عەونی یوسف
وێنە و پێناس
مامۆستا و قوتابییانی قوتابخانەی کۆزەبانکە لە دیبەگە ساڵی 1968
ژیاننامە
بەناز عەلی
کورتەباس
سێ گفتی کۆنی کوردی
کورتەباس
بە بۆنەی چلەی کاک تایەرەوە: کاربەدەستانی هونەر و هەندێ لە خەڵکیش لە تایەر تۆفیق نەگەیشتن
وێنە و پێناس
کوردناس و نووسەرە کوردەکانی یەریڤان 1966
کورتەباس
چەند نمونەیەک لە بیروباوەڕی فۆلکلۆری کوردەواری
پەرتووکخانە
لۆزاننامە - وەشانی 2
ژیاننامە
شەرمین وەلی
ژیاننامە
مهناز کاوانی
شوێنەوار و کۆنینە
کۆشکی کەلات
ژیاننامە
ڕێناس ڕزگار
وێنە و پێناس
وێنەیەکی مەلا مستەفا بارزانی ساڵی 1971 لە حاجی ئۆمەران
پەرتووکخانە
خووە بچووکەکان
پەرتووکخانە
حوکمی بنەماڵە لە عێراق و ئەو ئاڵنگاڕییانەی لەبەردەم حکومەت و دیموکراسیدان
کورتەباس
شەوێکی باراناوی

ڕۆژەڤ
ژیاننامە
قابیل عادل
18-04-2012
هاوڕێ باخەوان
قابیل عادل
ژیاننامە
شاپور عەبدولقادر
18-04-2012
هاوڕێ باخەوان
شاپور عەبدولقادر
بڵاوکراوەکان (گۆڤار، ڕۆژنامە و ...)
تاراوگە
02-06-2018
هاوڕێ باخەوان
تاراوگە
شەهیدان
ژینا ئەمینی
17-09-2022
شەنە بەکر
ژینا ئەمینی
ژیاننامە
سەرهاد ئیسماعیل بیسۆ خەلەف
16-04-2024
سروشت بەکر
سەرهاد ئیسماعیل بیسۆ خەلەف
 چالاکییەکانی ڕۆژی
بابەتی نوێ
ژیاننامە
فەیروز ئازاد
17-04-2024
زریان عەلی
شوێنەکان
یاخیان
16-04-2024
سەریاس ئەحمەد
پەرتووکخانە
گوڵبەهارێک لەم پاییزی عومرەمدا دەڕوێت
16-04-2024
کشمیر کەریم
ژیاننامە
سەرهاد ئیسماعیل بیسۆ خەلەف
16-04-2024
سروشت بەکر
ژیاننامە
سەعەد دەخیل تەعلۆ خدر
16-04-2024
سروشت بەکر
ژیاننامە
بارزان ئەکرەم
16-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
ژیاننامە
مێهرداد عەبدوڵڵازادە
15-04-2024
زریان عەلی
ژیاننامە
ئومێد سەیدی
15-04-2024
زریان عەلی
ڤیدیۆ
کورد لە ئەرمەنستان ساڵی 1947
15-04-2024
زریان عەلی
ڤیدیۆ
گوندی ناوزەنگ ساڵی 1979
15-04-2024
زریان عەلی
ئامار
بابەت 516,022
وێنە 105,145
پەرتووک PDF 19,081
فایلی پەیوەندیدار 95,588
ڤیدیۆ 1,262
کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!
کورتەباس
مەلا حەوێزەفەندی قۆچاغا
ژیاننامە
مێهرداد عەبدوڵڵازادە
پەرتووکخانە
سیاسەت و پلانی زمان بۆ هەرێمی کوردستان
پەرتووکخانە
گوڵبەهارێک لەم پاییزی عومرەمدا دەڕوێت
پەرتووکخانە
ژینانامە - وەشانی 1
شوێنەوار و کۆنینە
قشڵەی قوشتەپە
پەرتووکخانە
کۆڵبەرنامە - وەشانی 1
پەرتووکخانە
دەمێک لەگەل یاری غار
شوێنەوار و کۆنینە
ئەشکەوتی کاڵدار
پەرتووکخانە
سایکس-پیکۆنامە - وەشانی 1
پەرتووکخانە
چیرۆکی من
ژیاننامە
عیسا یونس حەسەن
ژیاننامە
ئاشتی شێرکۆ سلێمان
ژیاننامە
ئومێد سەیدی
وێنە و پێناس
کاتی نمایشکردنی شانۆیی گۆرانی چایکا ساڵی 1988
ژیاننامە
فەیروز ئازاد
شوێنەوار و کۆنینە
قەڵای حەسەن ئاباد
وێنە و پێناس
گەنجانی ڕانیە ساڵی 1973
شوێنەوار و کۆنینە
گەرماوی موفتی
ژیاننامە
عەونی یوسف
وێنە و پێناس
مامۆستا و قوتابییانی قوتابخانەی کۆزەبانکە لە دیبەگە ساڵی 1968
ژیاننامە
بەناز عەلی
کورتەباس
سێ گفتی کۆنی کوردی
کورتەباس
بە بۆنەی چلەی کاک تایەرەوە: کاربەدەستانی هونەر و هەندێ لە خەڵکیش لە تایەر تۆفیق نەگەیشتن
وێنە و پێناس
کوردناس و نووسەرە کوردەکانی یەریڤان 1966
کورتەباس
چەند نمونەیەک لە بیروباوەڕی فۆلکلۆری کوردەواری
پەرتووکخانە
لۆزاننامە - وەشانی 2
ژیاننامە
شەرمین وەلی
ژیاننامە
مهناز کاوانی
شوێنەوار و کۆنینە
کۆشکی کەلات
ژیاننامە
ڕێناس ڕزگار
وێنە و پێناس
وێنەیەکی مەلا مستەفا بارزانی ساڵی 1971 لە حاجی ئۆمەران
پەرتووکخانە
خووە بچووکەکان
پەرتووکخانە
حوکمی بنەماڵە لە عێراق و ئەو ئاڵنگاڕییانەی لەبەردەم حکومەت و دیموکراسیدان
کورتەباس
شەوێکی باراناوی

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| کاتی ئافراندنی لاپەڕە: 0.734 چرکە!