پەرتووکخانە پەرتووکخانە
گەڕان

کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!


بژاردەی گەڕان





گەڕانی ورد      کیبۆرد


گەڕان
گەڕانی ورد
پەرتووکخانە
ناونامە بۆ منداڵانی کورد
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
سەرچاوەکان
شوێنپێیەکان
دڵخوازەکان
چالاکییەکان
چۆن بگەڕێم؟
بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
درەختی پۆلەکان
بابەت بەهەڵکەوت
تۆمارکردنی بابەت
تۆماركردنی بابەتی نوێ
ناردنی وێنە
ڕاپرسی
بیروڕاکانتان
پەیوەندی
کوردیپێدیا چ زانیارییەکی پێویستە!
ستانداردەکان
ڕێساکانی بەکارهێنان
کوالیتیی بابەت
ئامرازەکان
دەربارە
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
چیمان دەربارە وتراوە!
ناوکێشکردن لە ماڵپەڕەکانتاندا
تۆمارکردن / کوژاندنەوەی ئیمێڵ
ئاماری میوانەکان
ئاماری بابەت
وەرگێڕی فۆنتەکان
گۆڕینی ڕێکەوتەکان
پشکنینی ڕێنووس
زمان و شێوەزمانی ڕووپەلەکان
کیبۆرد
لینکە پێویستەکان
ئێکستێنشنی کوردیپێدیا بۆ گووگڵ کڕۆم
کوکیز
زمانەکان
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
هەژماری من
چوونەژوورەوە
دەبمە هاوکارتان!
وشەی نهێنیت لەبیرکردووە!
گەڕان تۆمارکردنی بابەت ئامرازەکان زمانەکان هەژماری من
گەڕانی ورد
پەرتووکخانە
ناونامە بۆ منداڵانی کورد
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
سەرچاوەکان
شوێنپێیەکان
دڵخوازەکان
چالاکییەکان
چۆن بگەڕێم؟
بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
درەختی پۆلەکان
بابەت بەهەڵکەوت
تۆماركردنی بابەتی نوێ
ناردنی وێنە
ڕاپرسی
بیروڕاکانتان
پەیوەندی
کوردیپێدیا چ زانیارییەکی پێویستە!
ستانداردەکان
ڕێساکانی بەکارهێنان
کوالیتیی بابەت
دەربارە
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
چیمان دەربارە وتراوە!
ناوکێشکردن لە ماڵپەڕەکانتاندا
تۆمارکردن / کوژاندنەوەی ئیمێڵ
ئاماری میوانەکان
ئاماری بابەت
وەرگێڕی فۆنتەکان
گۆڕینی ڕێکەوتەکان
پشکنینی ڕێنووس
زمان و شێوەزمانی ڕووپەلەکان
کیبۆرد
لینکە پێویستەکان
ئێکستێنشنی کوردیپێدیا بۆ گووگڵ کڕۆم
کوکیز
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
چوونەژوورەوە
دەبمە هاوکارتان!
وشەی نهێنیت لەبیرکردووە!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 دەربارە
 بابەت بەهەڵکەوت
 چالاکییەکانی ڕۆژی
 ڕێساکانی بەکارهێنان
 ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
 بیروڕاکانتان
 دڵخوازەکان
 کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
 چالاکییەکان - کوردیپێدیا
 یارمەتی
بابەتی نوێ
ژیاننامە
ڕێبوار هەمەوەندی
25-02-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ڤیدیۆ
حاجی قارەمان پیرەپیاوێکی خەڵکی قەڵادزێ ئاڵای ئێراق و وێنەی سوودانی بەرزدەکاتەوە!
24-02-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ژیاننامە
عەبدوڵڵا جەمال ئەشرەف
24-02-2024
لانۆ ڕێبوار جەمال سەگرمە
ژیاننامە
هۆشەنگ ساڵح نەجاڕ
24-02-2024
شادی ئاکۆیی
ژیاننامە
مستەفا مەزهەر
24-02-2024
زریان سەرچناری
پەرتووکخانە
هەولێر لە بەڵگەنامە عێراقی و بریتانییەکاندا 1922-1957؛ بەرگی یەکەم
23-02-2024
شادی ئاکۆیی
پەرتووکخانە
87 چیرۆکی منداڵان
23-02-2024
زریان سەرچناری
پەرتووکخانە
ئامێدی (عەمادیە) لە بەڵگەنامەکانی عوسمانیدا 1811-1920، بەرگی 16
23-02-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
ژیاننامە
سەفین جەلال فەتحوڵڵا
23-02-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ژیاننامە
عەباس چنارانی
23-02-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ئامار
بابەت 510,172
وێنە 102,956
پەرتووک PDF 18,706
فایلی پەیوەندیدار 92,662
ڤیدیۆ 1,189
ژیاننامە
محەمەد فایەق تاڵەبانی
ژیاننامە
عیماد زەنگەنە
ژیاننامە
ئازاد حەمە شەریف 1
ژیاننامە
سوهەیلا قازی محەمەد
ژیاننامە
عەبدوڵڵا جەمال ئەشرەف
Dewê Tirş û Rêzimana Kurmancî
بەهۆی کوردیپێدیاوە دەزانیت؛ کێ، کێیە! کوێ، کوێیە! چی، چییە!
پۆل: کورتەباس | زمانی بابەت: Kurmancî - Kurdîy Serû
بەشکردن
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
نرخاندنی بابەت
نایاب
زۆر باشە
باش
خراپ نییە
خراپ
بۆ ناو لیستی دڵخوازەکان
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە
Metadata
RSS
گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Bahoz Baran

Bahoz Baran
Dewê Tirş û Rêzimana Kurmancî
A+
A-
Heta ku ziman li ser rûyê dinyayê hebin dê nîqaşên rêzimanê jî hebin, ji ber ku ziman jî weke mirovan zindî ne, guherbar in û xwedî giyanekî ne. Bi pêşketina mirovahiyê re ziman jî diguherin û  organîze dibin. Hinek ji wan nikarin vê guherînê pêk bînin û ji ber gelek sedemên din jî ji holê radibin. Îro dema ku em li rêzimana zimanên din jî dinihêrin, em dibînin ku nîqaş û guherîn bênavber didomin û ziman xwe têkûztir dikin. Deh roj berê min bersivek dabû nivîsa Samî Tanî ya ku di Zendê de hatibû weşandin. Di ‘heman’ rojê de bersiv hat dayîn. Samî Tanî digot ku “Bahoz Baran nabêje dewê min tirş e!” Berî her tiştî ez dixwazim bibêjim ku ew dewê ku ez qala wî dikim “Dewê” wî ye, ji ber ku ez qala çewtiyên wî dikim. Ji kerema xwe re bila dewê xwe û dewê min tevlihev neke. Dema ku min ew bersiv xwend min gelek nakokî, çewtî û bi têra xwe bêhntengî tê de dîtin û min xwest ez di heqê nakokî û çewtiyên wê nivîsê de bersivekê bidim.
Li gorî min kesên ku bi zimên eleqedar dibin nikarin bibêjin “Dema min tune ye, ez vê nîqaşê bidomînim” Eger rêziman karê mirov be divê mirov bi wê re eleqedar be û dema xwe jê re veqetîne. Sê sal berê jî wî digot, dema min tune ye, hê jî dibêje dema min tune ye. Ez dibêjim eleqeya vêya bi taybetiyekê re heye ku ew jî ev e: Hinek kes her tim gelek karan bi hev re dikin, têkilhev dikin ji ber wî hemû kar jî nivco dimînin û dem jî ji mirov re namîne. Ku dema mirov ji karekî re tune be dê mirov çawa wî karî bike? A rast kes ji kesî re nabêje nîqaşê bidomîne, ez li ser hinek çewtî û aloziyên rêzimanê dinivîsim. Samî Tan dikare bersivê bide jî dikare nede jî; lê ew nikare rê li ber nîqaşê bigire. Çend sal berê jî di Azadiya Welatî de çend nîqaşên me hebûn; lê bi piştre Samî Tanî aciziya xwe ji rojnameyê re anî zimên û wan nivîsên min ên din neweşandin. Samî Tan di mijara “Tewang”ê de hê jî agahiyên çewt dide raya giştî û dibêje pirsgirêka me di vê mijarê de tenê “navlêkirin” e. Pirsgirêk ne navlêkirin e, xuya ye birêz yan pirsgirêk fam nekiriye yan jî naxwaze pirsgirêkê fam bike. Ez dibêjim tewang  guherîna hundirê peyvê ye, ew jî cureyeke diyarkirinê ye, peyvên nêr û hin cînavk ji bo ku diyar bibin ditewin. Qertafên diyariyê(-î, -ê,-an) jî vê diyarbûnê bi rêya qertafan pêk tînin. Di vê diyarbûnê de, zayend û mêjer derdikevin holê û peyv ji rewşa xwerû(kirdeyî) derdikevin û dibin bireser, têrker, raveker. Di rewşa ergatîviyê de jî kirde xwe diyar dike. Wekîdin jî hinek rayekên lêkeran li gorî deman diguherin ev jî di qada tewangê de ye. Samî Tan radibe gelek angaştên din jî bi “navlêkirinê” ve girê dide û dixwaze ji her kesî re bibêje pirsgirêka di navbera me de pirsgirêka “navlêkirinê” ye. Lê ez dibêjim her tişt li ber çavan e û her kes dibîne ku pirsgirêka me ne navlêkirin e.Di mijara rengdêran de berê xwe dide ferhenga Kurdî û dibêje li wê derê li ber peyva “xweş”ê “rd” heye. Ew “rd” peywira wê ye, ango wê dike rengdêr; lê divê em zanibin, ew peyv li gorî binyada xwe navdêr e; peywirên wê, rewşên rengdêrî û hokerî ne. Celadet Elî Bedrixan jî di heman mijarê de hişyariyekê dike û dibêje, peywirên din ên hêmanan hene divê mirov ji wan haydar be û peyvê bi peywirekê ve bi sînor neke.Di nivîsa xwe de, di heqê“ku”yê de Samî Tanî gotiye “Tirkî bi kêrî wî nayê”. Di mijara “ku” yê de kesê ku qala “ku”yê kiribû û ew bi “İlgi zamiri”ya Tirkan ve girê dabû ew bixwe bû, ne ez bûm. Gotibû Tirk ji “ku”ya me re dibêjin “İlgi zamiri”. Min jî gotibû tu eleqeya “İlgi zamiri”ya Tirkan bi “ku”ya me re tune ye. Agahiya ku wî dabû ji sedî sed şaş bû. Nizanim çima berê “İlgi zamiriya” Tirkan daye min, wî qala kiribû, ne min. Di mijara lêkeran de, birêz divê heta niha bidîta ku “and” û “t” du formên ji hev in. Bi bersiva xwe dîsa ketiye nava nakokiyê, li gorî bersiva wî ez ê tiştekî destnîşan bikim û berê pirsa wî dîsa bidim wî. Di nivîsa xwe de dibêje ku li gorî Bahoz Baranî “t” qertafa lêkerçêker be “Guhar, qeşar, guhas” tên çi wateyê bila Bahoz bersivê bide vê pirsê. Ez jî dibêjim temam, ew “t”yê weke qertafê nabîne; lê “and”ê weke qertafê dibîne. Belê, madem ew “and” ê weke qertafê qebûl dike mafê min heye ku ez heman pirsê li wî vegerînim. Ka bila qertafa “and”ê ji lêkeran derxe çi dimîne li holê:Guher-and   →  GuherQeşir-and    →  QeşirGuhas-and  →  Guhas     Me “and” ji wan derxist man “Guher, qeşir, guhas” ji kerema xwe re bila ew îcar bersiva pirsa xwe bide,  ka ev kok tên çi wateyê? Nakokiyeke pir mezin di pirsa wî de heye. Fermo bila bersivê bide pirsa xwe.
Birêz di nivîsa xwe de dibêje ez li dû “Celadet Bedirxan, Kemal Badilli, Reşîdê Kurd, Osman Sebrî, Sadik Bahadîn Amêdî, Qanatê Kurdo û Feqî Huseyn Sagniç” diçim. Mirov di nivîsa xwe de navên mirovên giregir û zimanzan li pey hev rêz bike û bibêje ez li dû wan im ev tê çi wateyê? Di warê psîkolojiya mirov de ev navrêzkirin tê çi wateyê, ez bersiva wê jî ji xwendevanan re dihêlim. Di mijara pirtûka Celadet Elî Bedirxanî de jî du pirsên min hebûn ji Samî Tanî, yek  “Çima ew geh ji notên Celadet Elî Bedirxanî yên hawarê geh jî ji pirtûka wî û Roger Lescotî jêgiran dide?” Pirsa min ya duyemîn jî ev bû ”Kîjan xebata Celadet Elî Bedirxanî divê esas bê girtin, notên hawarê an pirtûka wî û Roger Lescotî?” Min di heman nivîsê de gotibû, li gorî krîterên zanistî kîjan pirtûk herî dawî hatibe nivîsîn ew esas tê girtin. Pirtûka Celadet Elî Bedirxanî ya bingehîn a wî û Roger Lescotî ye. Arif Zêrevan jî di pêşgotina wê pirtûkê de heman tiştî dibêje.Em bên ser bersiva Samî Tanî, birêz bersiva pirsa yekemîn nade. Ango nabêje, çima geh ji notên hawarê geh jî ji pirtûka dawîn jêgiran dide. Em derbasî bersiva pirsa duyemîn bibin, di vê mijarê de birêz bersiveke weha dide:” Pirtûka ku li ser navê wî  û Roger Lescotî hatiye weşandin, ji ramanên Celadetî zêdetir, ramanên Roger Lescotî ne. Lewre  her çiqas her duyan bi hev re dest bi xebatê kiribe jî, piştî ku Celadet koça dawîn kiriye, Roger Lescot li ser wan xebitiye û wekî pirtûk daye ber çapê. Ji bilî wê jî pirtûk bi xwe bi frensî ye, kesên ku wergerandine jî li gorî xwe hinek tişt lê zêde kirine.”Ango Samî Tan dixwaze bibêje ew pirtûk li ser ramanên Roger Lescotî hatiye amadekirin. Li gorî min ev bersiv bi tena serê xwe jî angaşteke pir çewt û bi talûke ye. Li gorî vê bersivê mirov dikare bibêje û bipirse:1. Çima Samî Tan dixwaze bersiveke weha bide? Ji ber ku xebatên wî  bi piranî li ser notên hawarê dimeşin, ji ber wê ye ev bersiv?2. Di pêşgotina wê pirtûkê de tê gotin ku, pirtûk heta dawiya beşa duyemîn, ji aliyê Celadet Elî Bedirxan û Roger Lescotî ve hatiye amadekirin. Dawiya beşa duyemîn jî teqabulî 257 rûpelan dike ku beşên herî girîng jixwe ew in û beşa sêyem(jixwe ew jî li gorî beşên din hatiye amadekirin)piştî koçkirina Celadet Elî Bedirxanî hatiye amadekirin. Ev agahiyên pêşgotinê çewt in?3. Ma Roger Lescot ne zimanzan e, ramanên wî ne girîng in ew û Celadet Elî Bedirxan bi hev re nexebitîne? Gelo bi vê bersivê Samî Tan dixwaze bibêje ku ramanên Roger Lescotî ewqas ne girîng in?4. Madem girîngiyê nade wê pirtûkê çima gelek tiştan ji wê digire?5. Ma mirov dikare Celadet Elî Bedirxan û Roger Lescotî ji hev veqetîne?6. Mirov her û her xwe berê xwe bide notên berê, tiştên nûjen nebîne dê pêşketin çawa çêbe, dê dogmatîzm çawa ji holê rabe.7. Samî Tan dibêje kesên ku ew pirtûk amade kirine hinek tişt lê zêde kirine, gelo wî ev agahî ji ku bi dest xistiye? Divê kesên ku wergerê jî kirine di vê mijarê de gotina xwe bibêjin. Di vî warî de berpirsiyar Enstituya Kurdî Ya Parîsê û Weşanên Dozê ye. Ji ber ku pirtûk ji aliyê wan ve ji  hatiye çapkirin.8.  Ku Celadet Elî Bedirxan îro sax bûya û bibihîsta ku bersiveke weha di heqê pirtûka wan de hatiye dayîn, gelo dê bersiveke çawa bidaya Samî Tan?Di nivîsa xwe de birêz li ser şêwaza min jî disekine û dibêje, Bahoz Baranî devê xwe vekiriye û hema çi hatiye ber devê wî gotiye, divê ez bibêjim ku ez bi awayekî vekirî dinivîsim, sedemên hin tiştan bi awayekî eşkere vedibêjim. Dema ku hûn bala xwe didin şêwaza nivîsên wî jî, di zimanê wî yê “çêgîn”(li gorî wî) de bi têra xwe heqaret hene. Di warê nîqaşê de jî ez dikarim vêya bibêjim, ez li ser rêzimanê bi awayekî taybet dixebitim û dersên rêzimanê didim û rastî gelek tiştên çewt têm; mafê min heye ku ez wan tiştan binivîsim. Samî Tanî ji vê nîqaşê re gotiye “nîqaşa bê wate”. Li gorî min her tişt li holê ye û bila ew bihêle kesên zanyar û zimanzan biryarê bidin. Di ser de ez dikarim bibêjim ku Samî Tanî li gorî van nîqaşan hin çewtîyên pirtûkên xwe rast kirine. Madem wisa difikire bila wan guhertinên ku di pirtûkên xwe de kirine jî betal bike, bila dîsa weke berê binivîse wan tiştan. Ez naxwazim lîsteyeke din a guhertinên ku wî li gorî nivîsên min kirine bidim. Rêzimana Kurmancî ne malê tu kesî ye. Kes nikare li gorî kêfa xwe çewtiyan bike di rêzimana Kurmancî de. Ez bi hêvî me ku, dê akademiyên zimên vebin û dê gelek nîqaş çê bibin û dê zimanê me jî xwe bi awayekî xurt bide ser hev û têkûztir bibe. Di warê nîqaşan de jî bila ji kerema xwe re kesên zanyar û zimanzan biryarê bidin. Carinan “dewker” nizanin ku tehma dewê wan çawa ye; lê dodo1 pir baş dizanin ku tahma dewê wan çawa ye. Di heqê hînkerên yekemîn, duyemîn û sêyemîn de jî gelek tiştên çewt ên ku min tespît kirine hene ez ê di demên pêş de li ser wan jî binivîsim û bila ji kerema xwe re Samî Tan jî li ser gotina xwe bisekine û bersivê nede nivîsên min.1Dodo: Kesên ku ji dewî hez dikin, fêm dikin û pir vedixwin.Bahoz BARANKaynak: Dewê Tirş û Rêzimana Kurmancî - Amîda Kurd
[1]
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî - Kurdîy Serû) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 481 جار بینراوە
هاشتاگ
سەرچاوەکان
[1] ماڵپەڕ | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.amidakurd.net/ - 04-11-2023
بابەتە پەیوەستکراوەکان: 38
پەرتووکخانە
ژیاننامە
وشە و دەستەواژە
وێنە و پێناس
کورتەباس
پۆل: کورتەباس
زمانی بابەت: Kurmancî - Kurdîy Serû
ڕۆژی دەرچوون: 23-10-2010 (14 ساڵ)
پۆلێنی ناوەڕۆک: ئەدەبی / ڕەخنەی ئەدەبی
پۆلێنی ناوەڕۆک: زمانەوانی و ڕێزمان
پۆلێنی ناوەڕۆک: وتار و دیمانە
جۆری دۆکومێنت: زمانی یەکەم
جۆری وەشان: دیجیتاڵ
زمان - شێوەزار: کرمانجیی سەروو - تیپی لاتینی
وڵات - هەرێم: کوردستان
تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
کوالیتیی بابەت: 99%
99%
ئەم بابەتە لەلایەن: ( ئاراس حسۆ )ەوە لە: 04-11-2023 تۆمارکراوە
ئەم بابەتە لەلایەن: ( سارا کامەلا )ەوە لە: 05-11-2023 پێداچوونەوەی بۆکراوە و ئازادکراوە
ناونیشانی بابەت
ئەم بابەتە بەپێی ستانداردەکانی کوردیپێدیا هێشتا ناتەواوە و پێویستیی بە داڕشتنەوەی بابەتی و زمانەوانیی زۆرتر هەیە!
ئەم بابەتە 481 جار بینراوە

ڕۆژەڤ
ژیاننامە
محەمەد فایەق تاڵەبانی
26-02-2010
هاوڕێ باخەوان
محەمەد فایەق تاڵەبانی
ژیاننامە
عیماد زەنگەنە
07-03-2017
سەریاس ئەحمەد
عیماد زەنگەنە
ژیاننامە
ئازاد حەمە شەریف 1
25-02-2023
شەنە ئەحمەد
ئازاد حەمە شەریف 1
ژیاننامە
سوهەیلا قازی محەمەد
25-02-2023
شەنە ئەحمەد
سوهەیلا قازی محەمەد
ژیاننامە
عەبدوڵڵا جەمال ئەشرەف
24-02-2024
لانۆ ڕێبوار جەمال سەگرمە
عەبدوڵڵا جەمال ئەشرەف
 چالاکییەکانی ڕۆژی
بابەتی نوێ
ژیاننامە
ڕێبوار هەمەوەندی
25-02-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ڤیدیۆ
حاجی قارەمان پیرەپیاوێکی خەڵکی قەڵادزێ ئاڵای ئێراق و وێنەی سوودانی بەرزدەکاتەوە!
24-02-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ژیاننامە
عەبدوڵڵا جەمال ئەشرەف
24-02-2024
لانۆ ڕێبوار جەمال سەگرمە
ژیاننامە
هۆشەنگ ساڵح نەجاڕ
24-02-2024
شادی ئاکۆیی
ژیاننامە
مستەفا مەزهەر
24-02-2024
زریان سەرچناری
پەرتووکخانە
هەولێر لە بەڵگەنامە عێراقی و بریتانییەکاندا 1922-1957؛ بەرگی یەکەم
23-02-2024
شادی ئاکۆیی
پەرتووکخانە
87 چیرۆکی منداڵان
23-02-2024
زریان سەرچناری
پەرتووکخانە
ئامێدی (عەمادیە) لە بەڵگەنامەکانی عوسمانیدا 1811-1920، بەرگی 16
23-02-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
ژیاننامە
سەفین جەلال فەتحوڵڵا
23-02-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ژیاننامە
عەباس چنارانی
23-02-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ئامار
بابەت 510,172
وێنە 102,956
پەرتووک PDF 18,706
فایلی پەیوەندیدار 92,662
ڤیدیۆ 1,189

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.25
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| کاتی ئافراندنی لاپەڕە: 0.14 چرکە!