ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 518,647
画像 106,308
書籍 19,217
関連ファイル 96,788
Video 1,358
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Wesiyet, daxwaz û xêzên şopa doza Qazî Mihemed
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Qazî Mihemed

Qazî Mihemed
=KTML_Bold=Wesiyet, daxwaz û xêzên şopa doza #Qazî Mihemed#=KTML_End=
#Kakşar Oremar#

Pêşewa Qazî Mihemed:” Hûn dizanin ku ji bo standina mafên kurdan ez bi şev û rojan ranewestame, vê kedê jî bi serbilindiya xwe dizanim, heya rojeke min di vê cîhanê de mabe dest ji fîdakariyê bernadim û ez ê ji her kesî re îspat bikim ku kurd jî layiqî jiyanê ne.”
Eşqa Qazî ji tirsê mezintir bû
Bang û daxwazên Pêşewa Qazî di bin sêdara îdamê de mijareke dîrokî ye ku dost û dijmin wekî hev li ser diaxivin. Axaftin li ser cesaret, mehkeme û parastina ku wî li gelê kurd kiribû, tije gotinên nebihîstîne.
Şeva 31-03-1947’an li qada Çar Çirayê ya bajarê Mahabadê dîrokê ew kêlî bi rindî tomar kirine. Wê şevê dîroka rojhilatê Kurdistanê kirasekî nû kire ber xwe. Qazî bi berxwedana xwe pêvajoyeke nû dabû destpêkirin. Beriya wê bi çend salan hemû hewlên xwe dabûn ku kurdan bêtir bi hebûn û dîroka wan bihesîne û îraniyan jî razî bike ku di civakeke firenetewî de sîstemeke navendî nikare desthilata xwe bi edaleteke wekhev berdewam bike. Mixabin her du aliyan jî meramên wî fêm nedikirin. Ala ku Qazî di wan salan de bilind kiribû, ala belavkirin û nasandina demokrasî, ramanên bihêz û hestên ku dûr bin ji heyecanên rojê û fanatîzma xeyalî.
Daxwaz û hêviyên Qazî
Li gor belge, name, nêrîn û hevpeyvînên şahidên ku li ber destê me hene, daxwazên Qazî yên ji bo guherandina civakê xwedî naverokeke pêşdetir ji wê demê bûn ku ew tê de dijiya. Hinek kesan ew nêrîn û daxwaz li cihekê kom kirine û di qalibê “Wesiyetnameya” wî de belav kirine, lê pêwîst e ev rastî bê zanîn ku ger Qazî Mihemed wesiyetnameyek ku xwedî naverokeke siyasî be nivîsandibe, hê jî neketiye destê me. Tenê wesiyetnameya wî ya malbatî li ber destan e ku ji hevjîna xwe Mîna xanimê re nivîsîbû. Beriya ketina komar û îdama wan lîderan Qazî Mihemed pirî caran li ser mijarên zanistî, sûdên xwendinê, pêşkeftina civakê û mijarên din axiviye. Jêdera herî baş ew hevpeyvîn, gotar û nûçe ne ku di rojnameya Kurdistanê ya serdema komarê de belav bûne. Ji rûyê wan belgeyan mirov dikare daxwazên Qazî yên herî girîng wiha rêzbend bike:
Yekbûn û hevgirtina we remza serkeftinê ye. Xwexapandinê ji xwe dûr bikin û di standina berpirsyarî û xizmetkirinê de hevrikiyê tevî hev nekin. Çi karê ku hûn dizanin dê xizmeta gel pê re hebe, nesekinin û encam bidin.
Heya roja ku ji bindestiyê rizgar dibin dest ji şoreşê bernedin. Malê dinê ne tiştek e, ger niştimaneke we hebe, serbixwe bin, mal, ax û niştiman a we bixwe be, wê demê we yê hemû tiştekî xwe jî hebe: hem saman, hem dewlet, hem abrû û him jî niştiman.
Di warê zanist û bilindkirina asta zanînê de agehiyên xwe zêde bikin da ku dijmin we nexapînin.
Tu wextekê dijmin weke dost nebînin, çimkî ew dijminê netewe, niştiman û ola we ye.
Ji çend rojên jiyana fanî di vê dinê de xwe nefiroşin. Dîrokê ji me re daye selimandin ku dijmin bi bihaneya herî biçûk dest bi tevkujî û serkûtkirina we dike.
Xiyanetê li hev nekin, ne xiyaneta siyasî û ne jî xiyaneta malî, canî û namûsî. Xiyanetkar li cem xwedê û gel rûreş û di encamê de xiyanet dê li mirov bixwe jî vegere.
Tevî wan kesan hevkarî û erkên xwe cîbicî bikin ku xayin nînin. Xwedê neke ji biyaniyan re qet nebine sîxur.
Ew cihên ku min di wesiyetnameya xwe de amaje pê kiriye(mizgeft, xwendingeh û nexweşxane) yên we bixwe ne, bi awayê herî baş sûdê ji wan bistînin.
Guman nakim ji xeynî mafê Xwedê, mafekî din di stûyê min de hebe, zêdebarî vê yekê jî ger kesek hest bi deynekî xwe li cem min dike bila here cem mîratgirên min.
Ji mafê xwe xweş nebin û serî ji kesî re netewînin.
Heya em dest nedin destê hev, serkeftin misoger nabe. Zilmê li hev nekin, çimkî xwedayê mezin dijminê zordaran e. Hêvîdar im ji gotinên min fêm bikin. Xwedayê mezin we bi ser dijminan de bi ser bixe.
Moradê ma nesîhet bod w goftim – Mirada me şîret bûn û me gotin
Hevalat ba xoda kardim w raftim – We dispêrim Xwedê û çûyîn”
Xizmetkarê gel û niştiman Mihemed Qazî “
Bi van daxwaz û şîretên Qazî re gotineke kalikê min ê şehîd Xorşîd Nebî hate bîra min ku tim li ser zimanê babê min bû: “Girîng nîn e pir bijî, girîng ew e ku berhemek hebe ku biselmîne tu jiyayî….”
Rojên komarê yên dawiyê
Roja 21-12-1946’an serokwezîrê Îranê Qevamo Seltene (1873 -1955) wiha got:“Ji bo ewlehiya hilbijartinên 7’ê kanûnê li Îranê, dê leşkerên Îranê biçin her dera Îranê…”
Roja 4-01-1946’an hêzên Îranê êrîşa li ser Azerbaycanê dan destpêkirin. Deh roj şûn de, hêzên artêşa Îranê paytexta Azerbaycanê bajarê Tebrêz xistin bin kontrola xwe û êdî ber bi Mahabad, Urmiye, Miyaneh, Miyanduawê û Kurdistanê ve meşiyan. Hêzên rejîma Îranê, bi hevkariya artêşa Brîtanyayê di 17’ê kanûna sala 1946’an de, paytexta Komara Kurdistanê Mahabad jî dagir kir. Ew roj hevçax bû li gel yeksaliya daxistina ala Îranê li ser banê îdareya ediliyê ku roja 17’ê kanûna 1945’an bi mitîngeke mezin ala HDK’ê cihê ala dewleta desthilat girtibû. Qazî li malê ma û bi çûyîna Miyanduawê û hevdîtinên bi serleşkerê Fezlulah Homayonî (1904-1994) re şertên xwe raberî wî kirin:“Ger kar û kiryarên ku we li Tebrêzê encam dan hûn bixwazin li Mahabadê jî bikin, em ê bi hemû hêza xwe şerê we bikin…, em nahêlin hûn bi rêya hinek eşîretên talanker û leşkerê xwe bajarên me wêran û malê xelkê talan bikin.”
Qazî Mihemed û General Mihemed Husênxanê Sêyfê Qazî jî êdî nehiştin vegerin malên xwe. Ebulqasim Sedrê Qazî endamê parlamentoyê yê dewra 14’an jî bi destûra rayedarên artêşa Îranê ji Tehranê anîn Mahabadê. Ew her sê li biryarggeha leşkerî a bajarê Mahabadê hatin girtin û di bin çavdêriyeke tund a wan de carna zarok û kesên din ên malbatê jî dihatin dîtina wan. Di rojên destpêka têkçûna komarê de, berpirsên dewletê hinek nerm lê piştre wekî kesên qafseqet dest bi êrişên lefzî û gotinên dûr ji nezaketê tevî her sê kesên girtî kirin. Malên wan teftîş û çi tiştekî bihagir ku li malên wan hebûn ji xwe re birin an jî baştir bêjim dizîn. Qazî Mihemed dema wiha dibîne, şîreta li wan dike ku sînorê kiryarên xwe bizanibin. Ew bi kûraya hemû rihê xwe yê paqij temaşevan û guhdarên xwe heyrî dihêle. Ji rûyê bîranînên kesên ku wan rojan şahidên rûdanên li Mahabadê bûn ew rastî derdikevin holê ku rêberên kurd bi hemû cesareta xwe li hemberî gefên berpirsên dewletê sekinîne û nehiştine ku bi navê wan bêrêziyê li kurd, Kurdistan û wan bixwe jî bikin. Berpirsên mehkemê bi dîtina rewşeke wiha re êdî bi tirs û dudilî tevî wan axivîne û mehkemeya leşkerî dane meşandin. Çend caran karê dadgehê ji ber îtiraz û dijberiya girtiyên kurd neçar bi navbereke dirêj re dîsa ji nû ve karê xwe dane meşandin. Qazî û Heme Husên bi baldarî li wan û wateya peyvên ku ji zimanê wan hatine bihîstin guhdarî kirine. Li ku dera ku sivikatî bi gelê kurd hebûye ew bêtirs rabûne ser piyan û li dijî wan axivîne. Ew dijberî carna bûye sedem ku Qazî Muhemed êrişî wan jî bike; hêrişên lefzî û fizîkî.
Di hemû dema ku ew di girtîgeha leşkerî de bûn, awayê dan û standina îraniyan li ser esasê derew û xapandinê dimeşiya. Ji Qazî re digotin: “Em ê we bişînin Tehranê û mehkeme dê li wira berdewam be, li vira hemû biryar nayên dayîn.” Caran jî ji wan re digotin: “Hûn ê ber bi navenda Îranê ve bên sirgûnkirin û xwe amade bikin û bila ji malê tiştên pêdivî ji we re bînin…”
Şeva îdamê
Êvariya roja yekşemiyê 30’yê adarê dema ku her sê Qazî di girtîgeha leşkerî de bûn xeber hat ku: “Xwe amade bikin hûn ê îşev ber bi Tehranê ve bên şandin.” Ew çend meh bûn ku mehkemeya wan li Mahabadê bi dawî bibû. Wê şevê bi wesayitên leşkerî berê Qazî Mihemed û piştre jî her du hevalên wî di tarîtiya şevê de ber bi qada Çar Çirayê birin. Ew ne bi hev re û ne jî di saetekê de belkî her yek ji wan cuda-cuda siwarî zîlên leşkerî kirin ku 12 leşkerên çekdar jî li rex wan rûniştî bûn, ji biryargeha leşkerî derxistin. Dema gihîştin qada Çar Çirayê Pêşewa Qazî sêdareya amadebûyî dît, êdî zû pê hesiya ku hemû gotinên rayedarên artêşê derew bûn. Li wira jê re wiha gotin:“Hûn tên îdamkirin û xwe amade bikin, ger wesiyeteke we heye binivîsin…”. Ew bi xemeke giran lê bêtirs daxwaz kir ku: “Bira û pismamê min bêsûc in, hemû karên ku hatine kirin bi emrê min bûne, nabe hûn kesên bêguneh îdam bikin…” Lê ew daxwaz nehatin pejirandin û Qazî piştî nimêj û nivîsandina wesiyetnameya xwe ya malbatî û hinek şîretên ku li mela Sidîq kirin, ber bi sêdara îdamê ve çû. Nehişt ku çavên wî bigirin û êdî sibeha roja duşemiyê nêzîk bû dema ku Seyfê Qazî û Sedrê Qazî jî cuda ji hev anîn qada îdamê. General Heme Husênxan dema ku sêdara Pêşewa Qazî dibîne bi qêrînên ji dil hêrîşî leşkerên Îranê dike. Li ber liv û lebatê dema werîsê îdamê di stûyê wî de ye, werîs diqete, vê carê wî li erdê dikujin û careke din dadileqînin. Sedrê Qazî jî saet 5’ê berê sibê anîn qadê û îdam kirin.
Duşem û tenê deh roj ji bihara wê salê derbas bibûn, piştî dema çar mehan sibeha roja 31-03-1947’an termê her sê Qaziyên Mahabadê bi werîsên sêdarê li qada Çar Çirayê destpêka xemgîntirîn roja bajarê Mahabadê dabûn destpêkirin. Li ser axa xwe şehîd bûn û di nav dilê wê axê de jî hatin veşartin.
Ji bîr nekin gotineke bab-kalên me wiha dibêje: “Bi yekbûna du kesan gundek bi wan nikare” û “bi yekbûna kurdan re jî êdî rîsê dijmin dê bibe xurî.”
Xwendevanên kurd, roja ragihandina Komara Kurdistanê – Mahabad / 22-01-1946
Jêder û çavkanî:
*Hevpeyvîn tevî: 1. Seroka Yekîtî Yayanî Kurdistan – Mîna Qazî, 2. Wezîr Perwerdê – Menaf Kerîmî, 3. Serkreterê buroya Qazî Mihemed- Seîdxan Homayon , 4. Xwendevanê serdema komarê Izet Silêmanbegê Dergeleyî
*Bîranînên babê min Cibrayîl Xorşîd Nebî (Hevpeyvîna min û çend kesên din pê re)
*Bîranînên Ehmed Qewamo Seltene, serokwezîrê Îranê yê demê
*Nivîsa wikipedia li ser Hikûmeta Millî a Azerbaycanê (bi farisî )
*Rojnameya Kurdistan hejmara 72 sêş em, Gelawêja sala 1946-1325
[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは338表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://xwebun1.org/ - 20-11-2023
リンクされたアイテム: 7
グループ: 記事
Publication date: 31-03-2021 (3 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: クルド発行
プロヴァンス: Kurdistan
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئاراس حسۆ 20-11-2023上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( زریان سەرچناری ) på 21-11-2023
最近の( ئاراس حسۆ )によって更新この商品: 20-11-2023
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは338表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 518,647
画像 106,308
書籍 19,217
関連ファイル 96,788
Video 1,358
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:2.422 秒(秒) !