ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 519,035
画像 106,621
書籍 19,280
関連ファイル 97,250
Video 1,392
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Hevkariya dagirkerên Kurdistanê
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Hevkariya dagirkerên Kurdistanê

Hevkariya dagirkerên Kurdistanê
=KTML_Bold=Hevkariya dagirkerên Kurdistanê=KTML_End=
Hisên Çatikkaş

Di vê nivîsê de dixwazim li ser rewşa me kurdan çend gotinan bibêjim. Lê di destpêkê de li ser rewşê divê em têgehan û navlêkirinê baş bi kar bînin da ku em karibin analîzeke baş bikin. Heke têgeh û navlêkirin baş neyê kirin; em ê dijminê xwe baş nas nekin û armancên wan ên li ser welatê xwe nizanibin.
Yek; divê em bibêjin ku Kurdistan bi projeya navneteweyî li nav dewletên herêmê hatiye parîkirin. Lewra ev dewletên li herêmê dagirkerên Kurdistanê ne û rewabûna wan li ser axa Kurdistanê tune ye. Ji ber ku ev dewlet vê yekê dizanin, her kêliyê li dijî kurdan şer dikin û li gorî berjewendiyên xwe nêzîkî kurdan dibin. Lewra îro Iraq êrîşê Şengalê dike ku bi dewleta tirk re di nav lihevkirinê de ye. Heke ku dagirker li dijî kurdan li ser berjewendiyên xwe dikarin li hev bikin, gelo em kurd çima li dijî dijmin û dagirkerên Kurdistanê nikarin li hev bikin? Tespîteke din, welatê me di bin dorpêça çar dewletên dagirker de ye. Ev sed sal in ku van dewletan welatê me di nav hev de parve kirine. Heta îro ev her çar dewlet li ser xwîna kurdan li hev dikin û li gorî berjewendiyên xwe êrîşî kurdan dikin. Tişta xuya dike heta dagirkeriya van êrîşkaran li ser Kurdistanê dawî nebe wê ev rewşa kambax jî berdewam bike. Di nav van dewletan de êrîşkariya herî hov bêguman a dewleta tirk e ku li ser kurdan dimeşîne.
Di van salên dawî de dewleta dagirker a tirk hemû hêza xwe ji bo tunekirina kurdan seferber kiriye. Lewra bi êrîşên xwe yên tunekirinê li her aliyê Kurdistanê ketiye nav liv û tevgerê. Bi van êrîşan dixwaze kurdan careke din bêdeng bike. A rast dixwaze ku kurdan ji ser rûyê erdê xilas bike. Bi vê ve eleqedar, dewleta tirk a ku faşîzma kesk û tirkîtiya nîjadperest bi rêve dibin, dixwaze hebûna xwe li ser qirkirina kurdan daîmî bike. Lewma li ser kurdan hertim bûye xwedî plan û projeyên mezin. Ji bo vê jî carinan kurdan bi hev dide kuştin, carinan jî ew bixwe qirkirinên mezin tîne serê kurdan. Lê tevî van plan û projeyên xwe jî heta niha nekariye bi ser bikeve. Helbet tişta xuya dike wê kurd û Tevgera Azadiya Kurdistanê destûrê nede van plan û projeyên dewleta tirk a dagirker.
Plan û projeyên dagirkeriya dewleta tirk li ser bingeha tasfîyekirina Tevgera Azadiya Kurd hemû hêz û derfetên xwe seferber kiriye ku di vê çarçoveyê de bi amadekarî û planên pirhêlî berê xwe daye tunekirinê. Ji ber ku dewleta dagirker dizane, tunekirina Tevgera Azadiya Kurdistanê, tunekirin û tesfiyekirina hemû deskeftiyên kurdan e. Ji bo vê jî dewleta dagirker tevî hevkarî û alîkariya hêzên navneteweyî û herêmî jî bi hemû derfetên xwe berê xwe daye destkeftiyên kurdan ji bo ku ji dest wan derîne. Lewra bênavber êrîşê Rojava, Şengal, Başûr û Bakurê Kurdistanê dike. Li hemû çiyayên Kurdistanê bombebarana xwe didomîne.
Li dijî gerilayên Kurdistanê çekên kîmyewî bi kar tîne ku li her deverên cîhanê bikaranîna van çekan qedexe ye. Êrîşên dewleta dagirker ên li ser gerîla, çiya, xweza û kurdan tevî ku dijmirovî ne jî deng ji hêz û saziyên navneteweyî dernakeve. Berevajiyê vê alikarî û piştgiriya xwe ya bi dewletên dagirker re aşkera dikin. Rewş û helwesta çapemenî û rayedarên başûrê Kurdistanê jî ne kêmî helwesta hêzên navneteweyî ye. Li dijî êrîşên dewleta tirk bêdengî, di gelek aliyan de hevkariya wan a bi dewleta tirk re didome. Dewleta Iraqê ya dagirker jî ji bo hevalbendiya xwe ya bi dewleta tirk re nîşan bide, hevwext êrîşî axa pîroz Şengalê kir. Diyar e ku dagirker dixwazin kurdan di qurtek av de bixeniqînin.
Dewleta tirk jixwe bajarên bakurê Kurdistanê kiriye girtîgehên mezin û her roj li van bajaran kurdan bi destên polîs û leşkerên xwe dikuje ku di her kêliya jiyanê de dixwaze xwe bi me bide hîskirin ku li van bajaran e. Lewra carinan bi wesayîtên xwe yên zirxî pêl mirovên kal û pîr dike. Carinan zarokên di mala xwe de raketî ne dikuje. Carinan bi wesayîtên xwe didin ser parêzeran û li wan didin. Bajar û kolanên bakur kirine qadên fuhuş û madeyên hişbir.
Werhasil lîsteya qirijiyên dagirkeriyê dûvdirêj e ku li tevahiya kurdistanê dimeşîne. Evqas qirijiyên dewleta qirker têrê nakin lewra jî dîwarên şermê li nava dilê Kurdistanê ava dike. Tevî ku ev sed sal in, nikarîbûn bi sînorên çêkirî û mayînan kurdan ji hev qut bikin. Niha dixwazin bi dîwaran kurdan ji hev qut bikin lewma ewilî di navbera serxetê û binxetê de dîwar ava kirin. Piştre dest bi avakirina dîwarê navbera Rojhilat û bakurê Kurdistanê kirin, van dîwaran têrê nekir piştre dest bi avakirina dîwarê Şengala pîroz kirin. Lê tişta ji bîr dikin ev e ku wê bi dîwarên xwe jî nikaribin Kurdistanê parçe bikin.
Belê ji bo parçekirinê hewldan û hevkariyên dewletên dagirker xurt in ku pêşengtiya wan dewleta tirk dike. Li gorî berjewendiyên xwe hinek kurdan jî dikişînin cem xwe. Ji ber ku dewleta tirk hebûn û hêzbûna kurdan li Kurdistan û Rojhilata Navîn wek tunebûna xwe dibîne lewma hişmendiya xwe û neteweya xwe li ser tunebûna kurdan ava kiriye û dike. Ji bo vê yekê jî îro têkiliya xwe bi PDK’ê re xurt dike. PDK jî bi vê polîtîkaya dewleta tirk tê xapandin û piştgiriya xwe ya bi dewleta tirk re aşkera didomîne. PDK êrîş, bombebarandin û dorpêça hêzên dewleta dagirker yên li ser başûrê Kurdistanê weke tenê li dijî PKK’ê be bi nav dike. Ji bo vê jî her roj di medyaya girêdayî PDK’ê de nûçe û agahiyên li dijî PKK’ê tên belavkirin ku xizmeta polîtîkayên dagirkeriya dewleta tirk dikin. Yek ji van nûçeyan jî ku ji aliyê hêzên dijterorê ya PDK’ê ve li ser medyaya nêzîkî wan ve hat belavkirin bû ku li gorî agahiyên di van medyayan de 1200 maskeyên gazê û hinek amûrên şer ên din jî di nav de hebûn. Li gorî wan, ev amûr ji aliyê YPG’ê ve ji bo PKK’ê hatibûn şandin.
Bêguman di vê nûçeyê de du tiştan bala mirovan dikişand. A ewilî maskeyên gazê bûn. Ev maskeyên gazê PKK’ê piştrast dikin ku dewleta tirk li hemberî gerîlayên PKK’ê gaza kîmyewî bi kar tîne. Lê mixabin hêzên PDK’ê dest danîbûn ser wan. Bi van nûçeyan xwestin têkiliyê di navbera YPG’ê û PKK’ê de deynin. Xwestin YPG’ê ji aliyên hêzên navneteweyî ve îzole bikin. Dagirkeriya dewleta tirk ji bo plan û projeyên xwe yên sedsalî pêk bîne talankirin û fetihkirina axa Kurdistanê ji xwe re rewa û ferz dibîne. Ji bo ku van pêk bîne jî niha hevalbendiya xwe bi hinek kurdan re xurt dike û xwe wekî heval û hogirên wan nîşan dide. Lê em dizanin ku bextê romê tune ye. Heke hinek kurd bibin şîv ê din jî dibin paşîv.[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは499表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://xwebun1.org/ - 20-11-2023
リンクされたアイテム: 9
グループ: 記事
Publication date: 10-05-2022 (2 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: クルド発行
プロヴァンス: Kurdistan
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئاراس حسۆ 20-11-2023上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( زریان سەرچناری ) på 21-11-2023
最近の( ئاراس حسۆ )によって更新この商品: 20-11-2023
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは499表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 519,035
画像 106,621
書籍 19,280
関連ファイル 97,250
Video 1,392
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.329 秒(秒) !