ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 518,861
画像 106,229
書籍 19,339
関連ファイル 97,344
Video 1,397
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Perwîz Cîhanî: Karekî pir dijwar e ku mirov dubeytiyên Baba yên resen ji neresenan veqetîne
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Perwîz Cîhanî: Karekî pir dijwar e ku mirov dubeytiyên Baba yên resen ji ne...

Perwîz Cîhanî: Karekî pir dijwar e ku mirov dubeytiyên Baba yên resen ji ne...
#Perwîz Cîhanî# : Karekî pir dijwar e ku mirov dubeytiyên Baba yên resen ji neresenan veqetîne.
Hevpeyvîn Cemil Oguz.

Li ser Baba Tahir heta niha gelek nîqaş çêbûne. Li ser şexsiyeta wî, dubeytiyên wî û hwd. Em nizanin tam bi temamî kengê hatiye dinê û kengê miriye. Lê her em dikarin bibêjin ew helbestvanekî kurd e û kurd ji dubaiyên wî jî hez dikin. Niha Dr. Perwîz Cîhanî dubeytiyên wî kirin kurmancî û pirtûk bi navê Dubeytiyên Baba Tahirê Hemedanî ji Weşanşaneya Nûbiharê derket. Ji bo em hinekî Baba Tahir binasin, belkî çend gotinên nû hîn bibin me li derî mamoste Perwîz Cîhanî da. Kerem bikin em bi hev re bixwînin.
-Mamoste ji bo kurmancîkirina dubeytiyên Baba Tahir siheta te xweş. Tu bixwazî em ji vê dest pê bikin: Giraniya Baba Tahir di nav helbesta kurdî de çi ye?
- Giringîya Baba Tahir ew e ku em kurd wî yekemîn kes dizanin ku bi kurdî helbest nivîsiye. Lê ya rast ew ne yekemîn kes e ku bi wî zaraveyî û bi şêwe û teşeyê helbest nivîsiye. Ji teşe û celebê helbestên Baba Tahir ra Fehlewîyat/pehlewîyat diêjin. Pehlewîyat ji wan helbestan re dihat û tê gotinê ku li navçeya Pehleyê bi zarave û devokên xweciyî û ne bi zimanê Derî/farsî dihatin gotinê. Pehle navê navçe û bajarên rojava û bakurrojavaya Îranê (Cîhên ku îro kurd tê de dijîn) bûye û ji zimanê xelkê wan navçeyan re zimanê Pehlê gotine, ku li dû re li jêr kartêkirina zimanê erebî peyva pehel bûye fehle û ji hemû helbestên ku bi zimanê pehleyê hatine nivîsîn û gotinê ra fehlewîyat gotine. Helbestên Baba Tahir dikevin nava vê celeb û parvekirinê.
-Te got “ew ne yekem kes e bi vê zaravayê nivîsiye, kî ye ew yekem kes?” Yan gelek hene?
- Bi Fehlewî gelek kesan nivîsiye, niha hin tişt ne zelal in. Em vê meseleyê niha tevlihev nekin baştir e.
$SEDSALA PÊNCÊ HÎCRÎ JIYA YE$
-Baş e. Wekî gelek şexsiyetên kurdan ên dîrokî em nizanin Baba Tahir jî kengê hatiye dinê. Dest ji rojbûna wî berde, sala hatiye dinê jî em baş nizanin. Di dema xebata li ser Baba Tahir de tu gihîştî kîjan baweriyê ji bo salbûna wî? Ew kengê hatiye dinê, kengê miriye?
- Mixabin li ser sala jidayîkbûna Baba Tahir newekhevî û dijayetî di nîveka nivîskar û lêvekolan de heye. Em dizanin ku di nav civakên rojhelatî de kesayetiyên xudan nav û seng zû dikevin nav efsaneyan û gel gelek çîrok û derewok û efsaneyan li ser çêdikin. Li ser Baba Tahir jî gelek çîrok hene. Yek ji wan çîrokan çîroka dîdara wî û Tu’xrulê Selcoqî ye ê ku sala 447 koçî bûye. Lê gelek kesan ew dîrok nepejirandine. Em bi giştî dikarin bêjin Baba Tahir li sedeya pêncê hicrî de jiyaye, lê rojbûn û rojemerg û salemerga wî nedîyar in.
-Ger tu Baba Tahir bi me bidî nasîn... Baba Tahir kesek çawa bû? Ji aliyê siyasî, fikrî, bawîr, jiyanî ve... Tu dikarî çi bêjî?
- Çawa li bersiva pirsa duyem de hat, Baba Tahir têkelî efsaneyan bûye. Çu agahdariyên hişpejîr û tekûz bi nivîskî li ser jiyana wî ya kesînî negehîştiye destê me. Gelek kesayetiyên ferhengî em dikarin bi rêka berhemên wan li xû, xide û akar û kirdarên wan agahdar bibin. Ya Baba Tahir di vî alî de jî alozîyên mezin hene. Lewre ku hem gelek ji helbestên wî bi navê kesên dî hatine weşandinê û hem jî gelek helbestên kesên dî bi navê wî di nav dubeytiyên wî de cîh digirin. Gava ku mirov van dubeytiyan dixwîne û lê hûr û kûr dibe, mirov rastî çend cur bîr û baweriyên dijber û newekî hev dihêt. Di hindek ji dubeytiyên di nav dubeytiyên wî de, em dibînin ku Baba li ser pêxemberê îslamê û li ser dîn û dîndariyê nivîsîye. Di hindekan de ew arif û evîndar e. Di hindekan de derwêş û gerok û dilbirîndar e. Ca evê hindê jî we lê kiriye ku nasîna kesayetiya rasitîn ya Baba Tahirê jî bi başî neyête zanînê.
$MESELEYA DU ARAMGEHAN$
-Diyar e hê pir lêkolîn divê. Tê zanîn, faris wî dikin malê xwe. Lê êdî em bi rehetî dikarin bibêjin Baba Tahir kurd e û helbestvanê kurdî ye. Lê te di pirtûkê de jî cih daye kê; du aramgehên (Abîde, goristan) Baba Tahir hene. Ev mesele çi ye? Ma du Baba Tahir hene?
- Erê gelek kesayetiyên ayînî di cîhana me de xudanê çendîn aramgehan in. Nimûne Weysilqerenî ye, ku nêzîkî sê- çar aramgehê wî hene. Kes nizane ev aramgeh bi rastî jî yên wî ne yan na? Niha em dibînin ku du aramgehê Baba Tahir hene, yek li Loristanê, yek jî li Hemedanê. Mirov nizane ka gelo ma du Baba hebûne, yan mijar tiştekî dî ye. Ev e jî karê lêvekol û konînenasan e ku li ser van pirsgirêkan lêkolîne biken.
-Ev nezanîna dîroka bûyîn û mirina şexsiyetên me yên dîrokî wê çawa çareser bibe? Ji bo vê komîsyon divên, xebatên çawa divên? Tu çi difikirî?
- Lêkolînên li ser kotik û arşîvan ta radeyekê dikare vê pirsgirêkê veçirîne. Ew jî karê kesekî û dûyan nîn e û komsîyon û arîkarî û piştewanîya dewletan pê divê.
-Ez dixwazin em danberhevek çêbikin: Li gor diyar dibe Baba Tahir berî O Xeyyam jiyaye û dubeytî nivisîne lê Xeyyam piştî wî jiyaye û wekî pêşengê dubeytan tê zanîn. Gelo hunera dubeytan heke berî Xeyyam heye meriv dikare bibêje Xeyyam li ser mîrateyekê rûniştiye ku tê de keda yek jê ya Baba Tahir heye?
- Di pîvan û mijar û reşeyê da helbestên Omerê Xeyyam û Baba Tahirê Hemedanî ji hev du cuda ne. Ji teşeya helbestên Baba Tahir re dubeytî û ji helbestên Omerê Xeyyam ra Ruba’î tê gotinê. Durust e ku ev her du celebên helbestan ji çar nîvmisre’an pêk tên, lê mijar û kêş/vezna wan ne yeke.
Mijara ruba’îyan zortir felsefe, ‘irfan û evîn e, lê mijara dubeytîyan zortir evîn û lîrîk e.
Em vê carê werin ser berhema li ber dest. Di dema kurmancîkirinê de te çiqas pê lîst? Cihên tu ji nav derneketî hebû?
- Bi giştî karê wergêrana helbestê bo helbestê dijwartirîn karê wergêrranê ye. Ji nav helbestan jî karê wergêran dubeytî û ruba’iyan dijwartir e. Lewra ku qalib teng e û çarrêziya wan meydanê li wergêran dagîr dike û dizgîne nade.
Wergêran bixwe jî dibe çend cur û celeban. Yek wergêrana peyv bi peyv e ku taybetî wergêrana pirtûkên fêrkariya zimanan û çêkirina ferhenga ye. Ev celebê wergêranê di wergêrana deqên toreyî/edebî de bi kêr nayê. Celeba duyem wergêrana serbest e. Di wergêrana serbest de wergêr xwe li bendî peyvan û darêjka hevoka orînînal nagire û bi curekî serbest karê xwe dike. Celeba sêyem wergêran hermenotîkî ye. Di vê curê wergêranê de peyv û darêjka hevokê ne girîng in, tişta girîng mefhûn/çemk e. Wergêr çemk û mefhûmê hildide û bi dilê xwe babetê werdigerîne, lê nabe ku ji çarçoveya mijarê derkeve û derveyî bîr û hizr û akar û kirdarên nivîskar an helbestkarî tiştekî kêm yan zêde bike. Ev cure wergêrana hem berhiş e û hem jî pir dijwar e.
Di karê wergêranê da bi giştî, çi helbest be û çi jî pexşan, peyv ne girîng in, tişta ku gelek caran kêmasiyê dixe karê wergêran tênegihîştina ji biwêj/ îdyoman e. Pişka zor ya îdyoman nayêne wergêranê, debê wergêr bigere hevta û hevwateya wê biwêjê di zimanê xwe de peyda bike.
$MESELEYA DUBEYTIYÊN RESEN$
Di pirtûkê de tu qala hin dubeytî nayên zanîn ên wî ne yan na dikî. Heta niha gelek kesî helbestên ku wekî yên Baba Tahir têne zanîn girtine kirine beste û stran jê derxistine. Album çêkirine. Ger nayên zanîn emê vê meseleyê çawa bikin?
- Karekî pir dijwar e ku mirov dubeytiyên Baba yên resen ji neresenan veqetîne. Gelek kesan li rojhilatê xwestine vê yekê bikin, lê li ser neketine. Hegera wê jî ew e ku bi sedan carî û di sedan ciyan de helbestin bi navê Baba hatine weşandinê. Temenek dem û pirtûkxaneyek ji destnivîs û arşîvan dixwaze da ku mirov bikaribe resen û neresenên dubeytiyên Baba Tahir ji hevdu veqetîne. Gelek dubeytiyên wî bi navê kesên dî û gelek dubeytiyên kesên dî jî bi navê wî hatine weşandinê. Heta ev hinde di gelek destnivîsan de jî heye.
Berî pirsa dawî: Dubeytiya ku herî zêde tu jê hez dikî kîjan e? Çima?
- Her meyweyek tam û çêjekê dide. Her dubeyteke Baba jî wisan e. Her yek xudanê wate û peyamekê ye. Pir dijwar e ku ji nav dubeytiyan da ya herî xweş û şîrîn bibijêrim.
Û pirsa min a dawî bila ev be: Min bihîst tu li ser hin berhemên din jî dixebitî ji bo kurmancîkirina wan. Kîjan in ev?
- Min “Xosrew û Şîrîn” û “Leyl û Mecnûn” a Nizamî bi kurmanciyeke zengîn amade kiriye. Niha li ber destê edîtoran e û ji bo çapê amade dibin. Niha jî ez li ser Şahnameya Fîrdewsî dixebitim.
$DIBE KU EV NÛÇE JÎ BALA TE BIKIŞÎNIN (Sernavê bitikîne):$
- Firat Aydinkaya: Bi ya min pirs ev e, ev hîmê Celadet sed sal berê daniye aniha têra me dike an na?
- Cîhan Roj: Hûn ê daneheviya sed salî a nivîskî çi bikin?!
- Seydo Aydogan dijî pirtûka 'Rêzimana Kurmancî' derket: Dest ji vê şaşiyê berdin
- 'Şerha Bermahiya Dîwana Eliyê Herîrî' li benda we ye
- Îbrahîm Şahîn: Me 50 hezar klam dane hev
- Pirtûka Marquez piştî 10 salên mirina wî çap dibe
- “Ev karê ku LEW dike dê ji bîra kurdî, ji zemên re bimîne”
- Îdîaya Mem Med: Çîroka kurmancî li gorî cureyên edebî yên din herî pêş e
- Samî Hêzil: Divê em cihê wergerê di çand û zimanê xwe de diyar bikin: serê jorê an ber dêrî?
- Îdîayeke balkêş: Ev welat dixwaze navê xwe biguherîne
- Receb Dildar: Berteka ji bo xweparastinê tevgere xwezayî ye
- Di 30 salên dawî de çend pirtûkên kurdî çap bûne?
- 2022: Hemû pirtûkên bi kurdî yên salê
[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは244表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://diyarname.com/ 01-12-2023
関連ファイル: 1
リンクされたアイテム: 4
グループ: 記事
Publication date: 27-11-2023 (1 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
プロヴァンス: Kurdistan
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ڕاپەر عوسمان عوزێری 01-12-2023上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 02-12-2023
最近の( سارا ک )によって更新この商品: 01-12-2023
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは244表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 518,861
画像 106,229
書籍 19,339
関連ファイル 97,344
Video 1,397
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.265 秒(秒) !