ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 519,095
画像 106,601
書籍 19,279
関連ファイル 97,185
Video 1,392
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Lozan, peymanameyeke ku biryara avakirina dewleta Kurdî hilweşand
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Peymana Lozanê

Peymana Lozanê
=KTML_Bold=Lozan, peymanameyeke ku biryara avakirina dewleta Kurdî hilweşand=KTML_End=
Roj Qadirî

Roja 24-07-1923`an a Zayînî, serkeftiyên şerê cîhanî yê yekem (hevalbendan) û Tirkiyê, li bajarê #Lozan# a welatê Swîsrê, peymanameyek bi navê peymannama “#Lozan# ê” îmza kirin. Îmza kirina peymana Lozanê, hilweşîna peymana “Sevr”ê li dû xwe anî û bi awayekî ev mijara di vê serdemê de, dawî bi xewnên Kurdistaniyan ên ji bo avakirina dewleteke Kurdî anî.
Ji bo behs kirin û hûrbûna li ser peymana Lozanê, di destpêkê de divê, em berê xwe bidin şerê cîhanî yê yekem û herwisa nabe bi bê behskirina li peymana “Sevr”ê em li ser peymana Lozanê hûrbin.
=KTML_Bold=Şerê cîhanî yê yekem=KTML_End=
Şerê cîhanî yê yekem ku mîna şerê mezin jî tê naskirin, şereke cîhanî bû, ku roja 28ê Tîrmeh a sala 1914an destpê kir û heta 11`ê Mijdara sala 1918`an a Zaynî berdewam kir. Kom welatên zêde tevlî wî şerî bûn û bi milyonan mirov bûn qurbanî û zirarên wê heta wî demî di dîrokê de bê mînak bûn.
Şerê cîhanî yê yekem bi berçavgirtina bûyerên dîroka mirovahiyê de bi awayeke rasterast û nerasterast di destnîşankirina dîroka sedsalên 20`an de roleke mezin hebûye, her ew şer bû sebeba dawî anîn bi çend sîstemên paşayetiyê li Ewrupa û bû sebeba jinavçûna çar malbatên hikûmetî yên mîna, “Habsburg, Lauren li Awistirya, Hohenzollern li împratoriya Alman, Dewletî Aliye ya Osmanî li împratoriya Osmanî û Romanov li împratoriya Rûsyayê de.”
Hinek ji sebebên şerê cîhanî yê yekem wiha bûn: Rikberiya Awustirya û Rûsya li Balkan, alozî di navbera Fransa û Almanyayê de li derheq Alzas û Lêrin, rikeberiya aborî û deryayî ya di navbera Almanya û Brîtanyayê de, berfirehbûna nasyonalîzmê li Ewrupa, embar kirina çekên şer di asteke pir berfireh de li welatên Ewrupayê de û … hwd.
Bi giştî şerê cîhanî yê yekem bingeh danîna paqijkirin û qirkirina etnîkî ya Kurd bûye.
=KTML_Bold=Peymana Sevr=KTML_End=
Roja 10ê Tebax a sala 1920an a Zayînî (piştî şerê cîhanî yê yekem) peymannama Sevr ku peymannameyeke aştî di navbera dewletên weke, Fransa, Îtalya, Japonya û hevalbendan de bû û li welatê Fransayê hat îmza kirin. Di dema îmza kirina wê peymannameyê de, şandeke Kurd bi serokatiya “Şerîf Paşa” amade bû û di nav de behsa dayîna mafê otonomiyê ji bo Kurdan kiriye ku ew yek cara yekem bû bi awayeke fermî di asteke wiha de behsa mafê kurdan bê kirin.
Komîsyonek ji nûnerên hêzên mezin xerîteyek ji bo xwe birêveberiya navçeyên Kurdan a wekî mafê xweseriyê, di heyama salekê de pêşkêş kirin. Êdî Kurd çavê kurdan û bendewariyên wan bi serxwebûna temam bû. Navçeyên Kurdî yên hatibûn destnîşankirin li gel rûerdê Kurdistan a mezin yek nedigirt, zêdetir rengê “reşnivîsa Ermenistan a serbixwe” dida.
Peymannameya han 13 beşên wê hebû û îşaret bi 433 mijaran dikir. Nivîsa kurtkirî ya wê pêşnûmeya peymananeya Sevrê ku taybet bû li ser Kurdan bi wî awayî ye:
Mijara 62; Divê komîsyona Stenbolê bi fermî sê nûneran dest nîşan bike û heta 6 mehan piştî morkirina vê peymannameyê, ev komîsyona dive planek bo otonomiya wan navçeyan amade bike ku piraniya rûniştvanên wê Kurd in.
Mijara 63; Hikûmeta Tirkiyê pêbend bi her biryarekê dibe ku komîsyon radigîne û divê di heyama 3ê mehan piştî ragihandina biryarê cîhbicîh bike.
Mijara 64; Heta salek piştî îmza kirina wê peymannameyê, eger Kurdên rûniştvanên rûbara Firat û Başûrê Ermenistanê li Tirkiyê cuda nebin, divê bi Encûmena Koma Neteweyan re îlan bikin û encûmen jî îtîraf bi vê yekê kir ku ev dikarin serbixwe bijîn û divê hikûmeta Tirkiye jî qebûl bike û dev ji wan navçan berde. Kurdên wilayetên Mûsilê jî eger daxwaziya cuda bûnê bikin, herwiha hevalbend ti rêgiriyekê lê nekin.
Ti yek ji wan mijarên peymannameya Sevrê nehatin cîhbicîh kirin (sebebên vê mijarên jî pir in ku di wê mijarê de derfeta behs kirina me tine) û gelek pê neçû ku peymana “Lozan”ê hat îmza kirin.
=KTML_Bold=Peymana Lozanê=KTML_End=
Roja 24ê Tîrmeh a sala 1923an a Zayînî, serkeftiyên şerê cîhanî yê yekem (Hevalbendan) û Tirkiyê, li bajarê Lozan a welatê Swîsrê, peymanek bi navê peymana Lozanê îmza kirin. Îmza kirina peymana Lozanê, hilweşîna peymana “Sevr”ê li dû xwe anî û bi awayekî ev mijara di wî serdemî de dawî bi xewna Kurdistaniyan a avakirina dewleteke Kurdî anî.
Li gorî agirbesta “Mudanya” ya di navbera Brîtaniya û Nasyonalîstên Tirk de di sala 1922`an de, şert û mercên peymannama Sevrê hewcehî bi danûstandinên nû bû. Hevalbendan û Kemalîstan (Mîna nûnerên bê rikber ên Tirkiyê), bo vê mebestê roja 20ê Mijadarê li Lozanê ji bo konferanseke aştiyê civiyan.
Piştî vê yekê Mistefa Kemal peymannameya Sevrê hilweşand û tev mercên peymannamê red kir. Kemalîstan Komareke nû di bin îdolojiya Nasyonalîsma Tirk û Kemalîstan de ragihandin.
Roja 24ê Tîrmeha sala 1923an, peymannameya Lozanê an bi gotinek din, peymannameya aştî li gel Tirkiyê, di navbera Tirkiyê û dewletên împratoriya Brîtanya, Fransa û Îtalya de bi rizamendiya dewletên mîna Japonya, Yûnanîstan, Romanya, dewletên Sirbiya, Kirwatya, Slovenya û Çêkoslovakya îmza kirin.
Bi giştî ev peymanameya bi fermî ev rikeberiya ku di destpêka şerê cîhanî yê yekem a di navbera “Împratoriya Osmanî” û “Fransa, “Îtalya, Brîtaniya û Yûnan”ê de hebû, yek alî kir û bi tevahî bi zirara Kurdan bi dawî bû.
Peymannameya Lozanê li 5 beş û 143 xalan pêkhat û Tirkiye mîna dewleteke serbixwe îtîraf pê kir. Herwisa xalên 37 û 45 di lihevkirina Lozanê xalên herî giring bûn, ji ber ku wan behsa mafê neteweyên kêmîne dikirin; Bo mînak li gorî mijara 38, “hikûmeta Tirkiye soz dide ku berevaniyê li maf û milk û azadiya welatiyên Tirkiyê bike, bê li berçavgirtina ziman, zayend û ol.” Lê, di vê peymannamê de behsa Kurd û Kurdistanê nekiriye, lê naveroka peymana Sevrê hilweşandiye. Di peymannameya Lozanê de Kurd mîna netewe an heta mîna neteweyên kêm a piçûk jî di Tirkiyê de îtîraf pê nehatiye kirin.
Herwisa tevî hewlên Brîtaniyayê yên ji bo adaptation (hemahengkirin)a xwe birêveberiya Kurd di mijarekê de, lê ti îşareyek bi peyva “Kurdistan”, “Kurd” an parêzgarîkirin ji mafên wan nekiriye.
Piştî peymana Lozanê, di yasaya bingehîn a sala 1924an de, Tirkbûn bû bi binyata welatîbûn û bi wî awayî di yasaya bingehîn a Tirkiyê de, haşa li her netewe û etnîkeke xeynî Tirk tê kirin.
=KTML_Bold=Dawî=KTML_End=
Herçend îmza kirina peymannama Lozanê di wî serdemî de dawiya xewna Kurdistaniyan bo avakirina dewleta Kurd anî, lê di heyama sedsala derbasbûyî de û piştî herdu peymannameyên Sevr û Lozanê, Kurdan ti carî li xebat û têkoşîna geheştina mafên xwe dest jê bernedan. Ji xebata Şêx Seîdê Pîran bigire heta îro, xebata Kurd di her çar parçên Kurdistanê de ji bo xwe gehandina mafên destpêkî û neteweya wan berdewam e û heta bigehe encamê jî dê berdewam dibe.
[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは516表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurdshop.net/- 20-12-2023
リンクされたアイテム: 24
グループ: 記事
Publication date: 26-05-2023 (1 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: 履歴
プロヴァンス: Kurdistan
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئاراس حسۆ 17-12-2023上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( زریان سەرچناری ) på 20-12-2023
最近の( ئاراس حسۆ )によって更新この商品: 20-12-2023
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは516表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 519,095
画像 106,601
書籍 19,279
関連ファイル 97,185
Video 1,392
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.891 秒(秒) !