ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 519,453
画像 106,566
書籍 19,265
関連ファイル 97,099
Video 1,386
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Simkoyê Şikak; Şoreşgerekî di rêya serxwebûna Kurd de - Beşa 2
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Simkoyê Şikak

Simkoyê Şikak
=KTML_Bold=#Simkoyê Şikak# ; Şoreşgerekî di rêya serxwebûna Kurd de - Beşa 2=KTML_End=

Piştî şerê cîhanî yê yekem, #Osmanî# Azerbaycanê bi cih dihêlin û hikûmeteke bihêz li Azerbaycanê ava dikin û tenê desthilata bi bandor û xwediyê cih û pêgeha Simaîl Axayê Şikak bû. Ev cuda li hêzên xwe çend sed kes ji serbazên Osmanî jî di gel wî de bûn û piştevanî lê dikirin.
Ji bo xwendina beşa Yekem
Piştî şerê cîhanî yê yekem, Osmanî Azerbaycanê bi cih dihêlin û hikûmeteke bihêz li Azerbaycanê ava dikin û tenê desthilata bi bandor û xwediyê cih û pêgeha Simaîl Axayê Şikak bû. Ev cuda li hêzên xwe çend sed kes ji serbazên Osmanî jî di gel wî de bûn û piştevanî lê dikirin.
Hakimê Umriyê “Serdar Fatih” di wê serdemê de dixwaze bi gotûbêjan wî bixapîne, lê ev hewla wan ti encamek nabe û hakimê Tewrêzê “Mukeremulik” jî bombekê weke xelat bo wî cihî dişîne ku Simko wirda derbas dibe.
Meha Adara sala 1919`an, civînek di navbera mezinên şaneyên Kurdistana Rojhilat de birêve diçe. Di vê civînê de, behsa serhildana giştî li dijî dewleta Îranê hatibû kirin. Lê, li ser vê yekê lihevkirin ku heta dewletên mezin nerîna wan neyê wergirtin û rizamendî bo piştevanî û guhertinan nîşan nedin, ti karekî encam nadin.
Piştî wê ku du kes û bi aliyên cuda bi mebesta heyecana behsa serxwebûna Kurdistanê hewl didin li nûnerên dewletên biyanî û bi taybet Brîtanya re nêzîk bibin û wê daxwazkariya xwe û xelkê Kurd ji wan re îlan bikin. Piştî daxwazkariya serxwebûna Kurdistanê ku ji wan re bibû bikêrhatiya wan ya nû û her yekî li rêyekê têkoşîn dikirin.
Seyîd Taha Şemzînan li sala 1912an bo rakêşana alîkariya Brîtaniyan diçe Bexdayê û Simko jî nameyekê bo “Arnold Talbot Wilson” nûnerê dewleta Brîtanya li Bexdayê dinivîse. Lê, ti yek ji wan sozeke diyarîkirî wernagirin.
Piştî vê ku Simko çavnihêrî serhildana şaneyên din yên Kurdistanê namîne û bajarên “Dîleman” û “Xoyê” girt û piştre bajarê mezin yê Urmiyê dorpêç dike, beşek ji xelkê Azerî “Lekistan” wate parça bakûrê rojavayê Dîlemanê îtiraf bi desthilatdariya wî kirin û wî jî bi êrîşkirin û jinavbirinê heta berava Şerefxanê ew paşte birin. Navçên bakûrê gola Urmiyê jî kevte bin destê hêzên Simko de.
Her di vê demê de, hakimê nû yê Tewrêzê “Serdar Întsar” bi hêzeke zêde êrîşî ser hêza Simko dike û wan paşve dibe û di encamê de Simko di gel fermanderê Hêza Qezaq “Philippoff” ku bi nûneratiya Tewrêzê êrîş kiribû, gotûbêj dike û lihev dikin.
Ew lihevkirina jî bi qasek din pêgeha Simko bilind dike. Di sala 1920an de dubare panahiyên Urmiye, Selmas û Xoyê digire û bixwe bo bajarê Urmiyê hakim dest nîşan dike. Bi vî awayî roj li dû rojê, hêzên Simko berfireh dibin û di dawîn êrîşa bo ser Spaha Îranê de hejmara çekdarên wî gihîşt bi 10 Hezar kesî.
Simko sala 1920an çendîn civînan li hundirî hemû serok eşîrên Kurdên li Azerbaycanê lidar dixe. Demsala Havîna 1921an (1300an a Rojî) Herêma desthilata Simko wiha pêk hatibû, li seranserê rojavayê Gola Urmiyê heta bajarê Bane, Serdeşt û Sûçiya bakûrê rojavayê welatê Iraqê. Ji eşîran jî xeynî eşîra Şikakan û tayfên Herkî, Mamedî, Mengur, Dêbukirî, Pîran, Zerza, Gewrik, Feyzola Beg, Pişderî û tayfên biçûk yên Bane jî di gel Simko kevtibûn.
Hêjayê behskirinê ye ku, Simko bajarê “Sabilax”ê jî di bin destê hêzên dewletê de derxist û di wî şerî de jî beşek li bajarê Sabilaxê talankir û ev yeka jî bo sebeba wê yekê ku piştre Simaîl Axa ji aliyê netewexwazên Kurd ve dijberî hat kirin. Simko di hinceta wan bûyeran de gotiye: Hêzên Jandarmayî yên rejîmê şer ber bi hundirî şeqam û kolanên bajêr birine û min jî nekariye pêşî li dij kiryara hêzên xwe bigirim.
Lê, her piştî vê Sabilax weke navenda desthilatdariyê dest nîşan dike û bixwe wir bicih dihêle û “Hemzaxa” peywirdar dike. Piştî wê êrîşê û serkeftina wî, yek li dû yekê Simaîl Axa û hêza 10 Hezar kesî ya wî, li xelkê xeyrî Kurd jî îtîraf bi desthilata wî kirin, bo mînak, xelk û desthilatdarên bajarên “Miyandav”, “Meraxe” û “Binab” jî teslîmnameyên xwe bo Sabilaxê şandin.
Serkeftinên yek li dû yekê yên Simko, kesayetiyekî bilind jê çê kiribû. Di Tîrmeha sala 1922an de herêma wî bi yekcarî mezin bibû. Li rojhilat û başûr tevlî bibûn “Sayn Qela” û “Seqiz” li bakûr heta “Kotol” û bi taybet navçên “Merîwan” û “Hewraman” jî bandora wî hebû û heta hinek tayfên başûr jî li “Loristan”ê amadeyî serhildanê bo alîgirîkirin li Simaîl Axa bûn.
Wê demê Îran ji her alî ve tevlîhev bibû. Li bakurê Îranê hêzên “Mîrza Kûçek Xanê Cengelî” dest bi serhildanê kiribû. Ji aliyek din ve kesek bi navê “Xalo Qurban” ê Hersînî li “Poştkoh”ê bi komkirina hêzên eşîrî li dijî hikûmeta navendî radibe. Riza Xan ku berê serokê balyozxaneya Holandayê bû û naha bi kodetayê bibû şahê Îranê, bi her awayî hewl da ku şoreşan bifetisîne. Di nav van hêzan de, hêzên Simkoyê Şikak jî bi hêz û bikêrhatî bûnê û di çend pevçûnên mezin de hêzên dewletê şikandibûn. Riza Xan hewl da ku hêzên din ên dijber bikişîne bo aliyê xwe da ku bi tevahî şerê hêzên Simaîl Axa bike. Mîrza Kûçak Xan ku bi Simaîl Axayê Simko re peywendiyeke veşartî hebû û dijberekî tund ê hikûmeta navendî bû, têkoşîna xwe domand, lê Xalo Qurbanê Hersînî tevlî hêzên Riza Xan bû. Ji aliyek din ve jî bi Mîrza Kûçak Xan re di têkiliyê de ma û di dawiyê de wî dikuje û serê wî yê jêkirî dibe cem Riza Xan.
Piştî vê bûyerê Riza Xan ferman da ku Xalo Qurban bi hêzên zirxî êrîşî hêzên Simko bike, di salên 1921-1922an de Xalo Qurban artêşek ji eşîran ava dike û êrîşî hêzên Simaîl Axa dike. Simaîl Axa piştî bihîstina vê xeberê hêzên xwe amade dike û di şerekî mezin de hêzên Xalo Qurban têk dibe û van neçar bi paşde vekêşînê dike.
Riza Xan, ku di şer de li hemberî Simko û hêzên Kurdî nebibû, ji aliyê siyasî ve di bin givaşên neteweperestên Îranê de bû, lewma hewl da ku bi awayekî din, derbê li Simaîl Axa bixe û her bi vê sebebê jî wisa dike ku di gel Simaîl Axa hevdîtin pêk bîne û bi gotûbêjan van aloziyan çareser bike.
Lewma, jî di sala 1929an de Riza Xan, Simaîl Axayê Simko ji bo muzakere û lihevkirinê vedixwîne Şnoyê. Simko wek dîplomat diçe Şinoyê ku bi xwe Riza Xan bibîne, lê piştî du rojan ku wir mêhvanê hêzên dewletê dibe û çavnihêrî dike, di roja sêyem de, “Serheng Sadiq Xan”, nûnerê Riza Xan, ew dest di nav destê Smaîl Axa de şand û her di vê demê de ku xatir jê dixwaze, ferman dike ku wî bidin ber guleyan û bi wî awayî êrîşî ser wî û şanda bi wî re dikin û tev ji wan bilî du kesan dikujin.
Terorkirina Smaîl Axa xaleke reş e li ser hikûmeta navendî ya Îranê ku mêvanekî siyasî ji bo gotûbêjê vexwendibû û bi awayekî dûr ji exlaqê mirovî û dîplomatîk ew teror kirin û bi vî awayî dawî bi şoreş û desthilatdariya Simkoyê Şikak tê.
[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは331表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurdshop.net/ - 18-12-2023
リンクされたアイテム: 15
グループ: 記事
Publication date: 01-06-2023 (1 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: 履歴
プロヴァンス: Kurdistan
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئاراس حسۆ 18-12-2023上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 21-12-2023
最近の( سارا ک )によって更新この商品: 21-12-2023
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは331表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 519,453
画像 106,566
書籍 19,265
関連ファイル 97,099
Video 1,386
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.328 秒(秒) !