ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 519,178
画像 106,551
書籍 19,260
関連ファイル 97,033
Video 1,384
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Newroza kurdewarî û proseyek ji bo netewesaziyê - Beşa 3yem
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Newroza kurdewarî û proseyek ji bo netewesaziyê

Newroza kurdewarî û proseyek ji bo netewesaziyê
=KTML_Bold=Newroza kurdewarî û proseyek ji bo netewesaziyê - Beşa 3yem=KTML_End=
Keyhan Mihemedînijad

Min di gotara dinê de behsa serhildan û dîroka #Newroza# kurdewarî, Newroz û ola Mîtra û biserhatiya Zuhak û Kaweyê Hesinkut kir û hevpeyvîna lêkoleran li ser çîroka bê bingeh a Zuhak û Kaweyê Hesinkut û şahnameya ferdosî û çewtkirina dîrokê ji aliyê dagîrkeran ve kir; di berdewamiya vê gotarê de, em ê behsa girîngiya Newrozê di nav folklora Kurdî de û bandora Newrozê li ser piroseya netewesazî bikin.
Girîngiya Newrozê di nav folklora Kurdî de:
Tevî vê ku Kurdistan ji aliyê welatên koloniyalîstî ve hatiye dagîrkirin û tevahiya hewla wan welatên dagîrker asmîle û helandina gelê Kurd di hemû waran de ye, lê bi kêfxweşî ve wêjeya devkî ya gelê Kurd nehatiye helandin û her wêjeya devkî ya gelê Kurd e ku gelek girîngî bi hemû hilkeftên girîng ên wê netewê daye û di nav wêjeya devkî ya Kurdan de gelek behsa Newrozê hatiye kirin û gelek helbestvanan ev hilkefte anîne ser ziman; Heta di nav wêjeya nivîskî ya kevnar de jî hatiye û mînaka vê yekê jî çîroka Mem û Zîn a Ehmedê Xanî ye.
Beşek ji helbesta Ehmedê Xanî derbarê Newrozê de:
“Roja ku dibûye îdê Newroz
Teizîmi ji bo dema dilefrûz
Bilcumle diçûne der ji malan
Heta digihîşte pîr û kalan
Mebnî li wî adetê mubarek
Şehrî û sipahiyan bi carek
Bajêr û kelat û xanî berdan
Teşbîhê bi nejdiyan û cerdan
Yanî ku dihate burcê sersal
Qet kes nedima di mesken û mal”
Îro rojê em dibînin ku di gelek helbestên Kurdî de behsa Newrozê hatiye kirin, û piranî pêwendîdar in bi Newroz û eşqê, bo mînak evîndar ji keça ku jê hez dike û gazî dike û jê re dibêje: “Îro cejn û sersala Newrozê ye, were em kêf bikin wiha û Newroza te pîroz e”.
Herwisa Baba Tahîr Ûriyan jî di helbestên xwe de behsa Newrozê kiriye û wî di helbestek xwe de gotiye:
“rojî geyştinî min be yar, wek şevî newroz xoş û pîroz e”.
Bandora Newrozê li ser piroseya netewesazî
Newroz nasnameya gelê Kurd e. Newroz yek ji hilkeftên bingehîn ên xebat û şoreş û nasnameya gelê Kurd e. Di nav birêveçûna cejna Newrozê de gelek nîşaneyên netewa Kurd têne parastin û gelê Kurd bi awayek folklorî vê hilkeftê lidar dixe. Her lewma yek ji hilkeftên kevnar ku wek şaristaniyetekê hate nav gelan de Newroz e û eva jî pênaseya gelê Kurd û yekemîn neteweya xwedan şaristaniyet dide nîşan.
Lêkoler Prof. Mewlûd Îbrahîm Hesen di vê derbarê de dibêje: “Newroz bi dîrokê re hatiye selmandin ku Newroz kevn e û ya Kurdewarî ye û di Kurdistanê de serî hilda ye; Ev cihê ku Demozî xwedayê Sumeriyan 6 mehan diçe bin erdê û paşê tê de zîndî dibe, ev bajarê kevnar ê Derînkuyê yê Bakurê Kurdistanê ye ku bajarek bin erdî ye ku 8 qat di bin erdê de ye ku eva rêk digel çîroka çûna bin erdê ya Demoz û Eştar digunce; ku wisa ye mirov dikare ev cihê kevnar ku bi tevahî digel çîroka Demoz tê guncandin, bike bi cihek girîng a Newrozî û ji Şaredêr ve dest pê bike heta ku digihîje bajarê Hewlêrê û ji vir jî heta Bêstansorê. Çimkî ev cihwarane bi tevahî rehendeke dîrokî hene û em dikarin bikin bi xalek girînk a cihwarî û cihê birêveçûna Newrozê ku xelk ber bi wan deran ve bên û eva hem di warê netewî û hem jî aboriya Kurdistanê bi bandor e”.
Di rastî de nasnameya Kurdî bo vê ku bixwaze bi başî xwe şirove bike û xwe li astê dagîrkerên ku Kurdistan dagîr kirine wek hebûna rastiya Kurdbûnê îsbat bike, tev ev pîroziyên ku şiroveya vê nasnamê dikin, divê hemû bi şêwazek gelek ciwan û bibandor û berfireh bêne şirovekirin û di dema xwe de bêne pîrozragirtin, û Newroz jî yek ji wan nasnameyan e.
Ev gotarê dom heye…
[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは345表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurdshop.net/- 27-01-2024
リンクされたアイテム: 37
日程&イベント
記事
18. Newroz
グループ: 記事
Publication date: 07-11-2023 (1 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: 文化
プロヴァンス: Kurdistan
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئاراس حسۆ 27-01-2024上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 27-01-2024
最近の( سارا ک )によって更新この商品: 27-01-2024
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは345表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 519,178
画像 106,551
書籍 19,260
関連ファイル 97,033
Video 1,384
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.344 秒(秒) !