ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 519,473
画像 106,576
書籍 19,270
関連ファイル 97,131
Video 1,391
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Murad Ciwan: Tirkiyeyê pusula xwe winda kiriye
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Mûrad Ciwan

Mûrad Ciwan
Murad Ciwan: Tirkiyeyê pusula xwe winda kiriye
#Mûrad Ciwan#
Hevpeyivîn: Sevda Kaplan

BasNews – Nivîskar Murad Ciwan di derbarê êrişa Tirkiyeyê ya li ser Efrînê, rewşa Kurdan û geşedanên li Rojhilata Navîn de bersiva pirsên BasNewsê da. Ciwan dibêje amanca Tirkiyeyê jinavbirina deskeftên Kurdan e û herwiha radigihîne ku Tirkiyeyê pusula xwe winda kiriye.
Tu rûdanên li ser xaka Kurdistanê çawa dinirxînî, Kurdistan ber bi ku ve diçe?
Berî pênc mehan rewşa Kurdistanê gelek hêvîbexş xwiya dikir. Tevî ku hê riyeka dûrûdirêj li ber kurdan bû, ji ber destkeftiyên Kurdistana Başûr û yên Kurdistana Rojava, berê kurdan li asoyekî ronahîder bû. Li deverê û li qada navneteweyî roleka giring a kurdan li hemberî terora navneteweyî ya DAIŞê hebû. Hem li Başûr, hem li Rojava; ew erdên Kurdistanê yên ku bi salan e em bi hesreta wan dikeliyan, hemî hatibûn rizgarkirin û di bin desthilatên kurdan de bûn.
Warên çavkaniyên enerjiya petrol û gazê, ya avê, hem li Başûr hem li Rojava ketibûn destên xwediyên xwe; kurdan. Nema dijmin û xêrnexawazan dikarî ew li hemberî kurdan bikarbînin. Berovajî wê, kurdan êdî ê ev hêz ji bo azadiya xwe û avakirina welatekî bextewer bikar bianiya. Kurd li gel hêzên navneteweyî di hevkariyên xurt de bûn, hem jê fêde digirtin, hem jî qezencên mezin digihandin wan.
Me ev didîtin pênc meh berê.
Her çendîn hin endîşe û guman di dilê meriv de hebûn. Kurd ne yek bûn. Ne li Rojava û Başûr yek bi yek, ne jî her du parçe li gel hev… Li Kurdistana Başur piştî 20-25 salan jî hê dezgehên neteweyî yên dewletbûnê yên parastinê, dîplomasiyê, siyasî, aborî û civakî nehatibûn avakirin. Serdestiya partiyan û parvekirina dezgehên neteweyî di nav wan de meriv dixist nav gumanên mezin.
Mekanîzmayên ku rewşa Kurdistanê, potansiyela kurdan ya rastîn, dost û dijminên rastîn ên li derve û hindir nas bike, di wextê de bibîne û tedbîran bigire nehatibûn avakirin. Dînamîzma dezgeyên Kurdistanê li gor guherîna rewşê û siyaseta dost û dijminan tunebû.
Û darbeya 16ê Oktobera 2017an hat. Grûbeka xayin dewleteka ew qas salan û dezgehên wê yên eskerî, îstîxbaratî û dîplomasî dûpişkpêvedayî kirin, tevizandin. Xayinan serkêşiya komploya navneteweyî kir û di şevekê de nîvê axa welat a herî giring wek Kekûk jî di nav de, da destên dijmin. Di şevekê de nîvê Başur hat dagirkirin, nîvê mayî jî ket bin îpotekan, wek parsekan lê hat, muhtacî bêwijdaniya ereban bû. Rewş hê jî ber bi xerabûnê ve diçe mixabin.
Li Rojava jî, Efrîn di bin êrîşeka dijwar de ye, tevî ku di van çend salan de îspat kiriye ku ne tehdîd e ji bo kesî. Warekî aram bû, penaberên warên êrîşlêkirî li wir dihêwirîn. Lê niha êrîşeke dijwar tê serê, însan tên kuştin, birîndarkirin û ji malên xwe, warên xwe direvin. Tu sedemekî cidî ya Tirkiyeyê tuneye ji bilî dijminatiya req a li hemberî gelê kurd. Erdoğan dev ji siyaseta AKPê ya destpêkê berdaye û niha siyaseta hêzên nasyonalîst, nîjadperest-kemalîst dimeşîne.
Dinya ne li Başûr, ne li Rojava piştgiriyê nade gelê kurd da ku bikare xwe li hemberî êrîş û komployan biparêze. Li başûr digotin we ’referanduma serxwebûnê’ kiriye, weka ku gunehkariyeka mezin be, lê li Efrînê referandum jî nebû, kurd doza cudabûnê jî nakin, cardin êrîş, cardin komployên hêzên mezin, cardin bêdengiya dinyayê.
Helbet desthilatên welatên dinyayê dûr nêzîk, ji alî exlaqî, wijdanî û nirxên însanî ve gunehkarên mezin in. Lê divê em qebûl bikin, berpirsên siyasî yên van tiştên ku di van pênc mehên dawiyê de hatin serê me, berî herkesî em bi xwe ne, ji alî siyasî ve divê kurd hesaban ji xwe bipirsin, berî ku ji dinyayê bipirsin. Me bi yekrêziya hundurê perçeyan û bi tifaqên tekûz yên navbera perçeyan potansiyela li Kurdistanê a ku dijmin çavtirsandî bike ji bo êrîşekê, êrîşên dijmin û xêrnexwazan rawestîne, wan poşman bike pêk neanî. Başur di 20-25 salan de wan dezgeyên neteweyî yên ku karibin xayin û komplogêran rawestînin, êrîşên dijminan pûç bikin ava nekir. Hîn jî meriv nabîne ku ji vê karesata mezin bi xwe jî ders hatibe girtin û gav hatibin avêtin.
Desthilatdarên Rojava xwe nêzî tifaqên li gel kurdên perçeyê xwe û hevkariya li gel Başur nakin. Lê derket ku wendakirina Başur rasterast bû wendakirina Rojava jî. Eger herdu beş di nav xwe de yekrêz û herdu parçe bi hev re ji alî eskerî, dîplomasî, siyasî û aborî hevkarbûna, ev êrîş nediwêrîn bên ser wan.
Loma mixabin ez ji bo pêşeroja Kurdistanê ya dema nêzîk û navîn gelek reşbîn im. Helbet li Rojhilata navîn rewş zû diguhere, îro tiştek e , hema dibînî sibê bû sed û heştê derece eksê wê. Lê ez çiqas pêşveçûnan û perspektîvên rojên pêş, guhertinên ku karin bibin, didim ber hev, ez nabînim ku rewş ji bo Kurdistanê bê asta destkeftiyên pênc meh berê. Divê kurd li xwe varqilin, zû tevbigerin û pir û pir bi baldarî kar bikin.
Êrîşên Tirkiye li ser bajarê Efrînê çawa dinirxinî?
Tu sedemekî Tirkiyeyê yê maqûl ku êrîşan bibe ser Efrînê tuneye. Tenê ji bo ku Erdoğan desthilata xwe sipartiye wan hêzên devleta tirk ên nasyonalîst û nîjadpereset, tenê ji bo dijminayetiya dewletê a li hember kurdan çavê wan kor kiriye, tevî ku zirarê dide berjewendiyên Tirkiyeyê jî ew vê êrîşê dibin. Tirkiye xencerê tenê li Efrînê naxe, li hundurê xwe bi xwe dixe. Ev siyaset ê civakên li Tirkiyeyê bike dijminên hev ên bêxedar ên çavnedîtî û çavsor.
Tirk dibêjin ev êrîşkarî tê kirin da Tirkiye perçe nebe. Tu tehdîdeka perçebûna Tirkiyeyê ne dûr, ne nêzîk tuneye. Lê bi vê siyasetê, birînên ew qas kûr û xedar û piralî li Tirkiyeyê vedibin, enerjiya wê ya ku ne li avakirin û mezinbûnê, lê li şerê pûçel diçe, riziyana ku ketiye nav dewletê û civakê, êş û derdên peydabûyî ji cudabûn û perçebûna Tirkiyeyê bêtir wê diêşînin û zerarê didinê. Rewş wisa lê hatiye ku meriv bêje xwezî bi perçebûnê.
Êrîşên Tirkiyeyê tu fêdeyeka rasyonel nagihîne Tirkiyeyê ji bilî zerara me gotî. Ji vê êrîşê rejima Beşar Esed, Rusya, Amerîka û Îran îstîfade dikin, Tirkiye winda dike.
Amerîka û Rusyayê li ser Suriyeyê li hev kirine, rojhilatê Feratê ji Amerîkayê re û rojavayê wê ji Rusan re. Siyaseta Tirkiyeyê, ew çawa difikire bila bifikire, di encamê de xizmeta vê parvekirinê dike.
Erîşên li ser Efrinê ê çi bandorê li politikaya Kurdên Bakur bike? Armanca Tirkiyeyê Sûriyeyê çiye?
Dijminatiya wan a li hemberî dewleta Tirk, li hemberî tirkan bi rast û çep, dîndar û bê dîn, desthilat û mixalefeta xwe xurttir dike. Derket ku hemî bi hev re nefretê ji kurdan dikin. Medya, dewlet, îdeolojiya resmî wan wisa doktrîne dike….
Tirkiye bi xwe jî nizane armanca wê ya ketina nav axa Suriyeyê çiye, ji bilî pûçkirina destkeftiyên kurdan. Tirkiye nema kare siyaseteka dûrûdirêj a darêjtî bimeşîne. Çimkî wê pusulaya xwe winda kiriye, ew li pey buyeran diçe, rojane dijî, buyer û plangêrên buyeran wê dibizivînin ne ku ew midaxeleyên zanistî dike. Bawer dikim Tirkiye ê li Suriyeyê tu tiştî bi dest nexe. Lê ê karibe kurdan gelek biêşîne, çimkî ne xema dinyayê ye.
Divê Tirkiye vegere siyaseteka rasyonel a hakîmane ya dûrbîn û dev ji dijminayetiya kurdan berde. Tu zerara kurdan ji bo Tirkiyeyê tune. Kurd dixwazin li gel Tirkiyeyê dost, hevkar û cîran bijîn.
Gelo dibe ku dewletên cîhanê Tirkiye ber bi şerê Rojhilata Navîn ve bikişînin? Ji bo çi? Rola Tirkiyeyê ê li Rojhilatê çibe?
Diyar e, tu problemeka dewletên cîhanê tuneye ku Tirkiye li Başûr jî, li Rojava jî li Kurdan xe, wan biêşîne. Ew li berjewendiyên xwe dinêrin. Lê, Suriye hatiye parvekirin û plana paşeroja wê hatiye darêjtin. Di vir de ji Tirkiyeyê re tu par tune.
Ya din, bawer nakim ku dewletên cîhanê razî bibin Suriye piştî pûçkirina DAİŞê û mixelefeta wek El Qaîdê û Îxwanan careka din rê ji Tirkiyeyê re vekin da ew axa Suriyeyê tevî hev bike. Pirtir ew çavên xwe ji bo şerekî kontrolkirî digirin, di wê çarçevoyê de vî şerî bi Tirkiyeyê didin meşandin. Mihtemelen kurdên Efrînê qebûl bikira ku hêzên Beşar Esed bên nav wan, dewletan ê rê li ber hatina Tirkiyeyê venekira. Pişt re Rusya bi pariyê Efrînê ê ku avêtiye ber devê Tirkiyeyê Îdlibê ji hevkara xwe; rejima Beşar re qezenc dike. Efrîn jî ku têkeve destên Tirkiyeyê jî ê ji wan bê stendin. Eger Tirkiye têkeve nav şerekî giran divê zanibe ku wê ji ehmeqiya xwe xistiye nav şer û ê zerareka mezin bibîne.
Lê helbet ev hemû şer û pevçûn Tirkiyeyê ji xwe dikutin, diêşînin, birîndar û bêtaqet dikin. Tirkiyeyeka wiha ê hustuyê xwe bêtir li ber dewletên cîhanê xwar bike. Tenê kare zirtan li kurdan bike, ne tu kes an hêzeka din. Nikare zirtan li Esed bi xwe jî bike.
Rojava û Amerîka êdî Erdoğan naxwazin, li hêviyê ne, bi çi awayî biçe ji bo wan xem nake. Rusya jî Erdoğanekî serbest û serbilind naxwaze. Yekî hustuxwar ê li ber destê xwe dixwaze. Nuha rewş wiha ye.
Li gor te planên Tirkiyeyê çi ne?
Erdoğan jî, hêzên nasyonalîst jî dibe ku kurd ji ber çavên xwe dabin alî. Lê pirsa kurd li her çar perçeyan û bi taybetî li Tirkiyeyê ew qas mezin û pir alî buye ku ne mimkin e ji ber çavan biçe. Aha em li halê Tirkiyeyê binerin, li hundur, devera Rojhilata Navîn, li derva ketiye çi halî, çi tengasiyan. Tev ji bo ku naxwaze pirsa kurdî çareser bike.
Çaresernekirina pirsa kurdî, çaresernekirina pirsgirêkên Tirkiyeyê ye. Her desthilata ku pirsa kurdî çareser nake, esas xayintî bi Tirkiyeyê re, bi miletê Tirk re jî dike. Xêrxwazî û dilsoziya ji bo Tirkiyeyê ne bi avêtina sloganên nasyonalîst ên bi hezeyan e, ew e ku ew çiqas Tirkiyeyê ber bi asayî, aramî, azadî, bextewerî, kar û bar ve dibin, li dinyayê Tirkiye çi qas bi berhem û hunerên xwe mezin û serbilind dibe. Gava ev nebe, sed sal biçe jî pişta Tirkiyeyê rast nabe. Ew nahêlin kurd pariyek nan bixwin, hilmeka azadiyê bidin, lê ew jî nema karin pariyek nan bixwin û azad bijîn.
[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは46表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://muradciwan.com/ - 15-03-2024
リンクされたアイテム: 7
グループ: 記事
Publication date: 06-02-2018 (6 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: 履歴
ブック: 文学
プロヴァンス: トルコ
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئاراس حسۆ 15-03-2024上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( زریان سەرچناری ) på 16-03-2024
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは46表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 519,473
画像 106,576
書籍 19,270
関連ファイル 97,131
Video 1,391
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.25 秒(秒) !