ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 519,471
画像 106,576
書籍 19,270
関連ファイル 97,131
Video 1,391
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
NIMÊJA VÊ DESTMÊJÊ BIVÊNEVÊ YE
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Mûrad Ciwan

Mûrad Ciwan
NIMÊJA VÊ DESTMÊJÊ BIVÊNEVÊ YE
#Mûrad Ciwan#

Biryara serlêdana rapirsiya cudabûna Başûrê Kurdistanê hat dayin. Di 25ê îlonê de yên deverên li serê nelihevkirî (maddeya 140) jî tê de hemû welatiyên pêkhateyên etnîkî, dînî û mezhebî ên Başûr ê tevî rapirsiyê bibin. Zelal nebûbe jî çawa, yên li derveyê welêt jî ê deng bidin.
Gelo xelkên deverên di bin destê PKKê û yên li bajarên erebnişîn ê karibin îradeya xwe diyar bikin, yan ê bên veguhastin ser sindoqên nav Herêmê?
Rapirsî lihevhatî ye li gel destûra Iraqê. Lê hin dibêjin ku li deverên nelihevkirî ên mixatabên rapirsiya maddeya 140ê (gelo tevî Herêma Kurdistanê bibin yan na), diviya berê ew rapirsî, piştre ya li ser cudabûnê bihata kirin.
Rexneyeka wiha, ji gelek aliyan ve ne di cih de ye. Yên ku maddeya 140ê cîbicî nekir ne kurd, desthilatdarên Bexdayê bûn. Wan maf tune îro xwe bispêrin wê.
Ji xwe di vê navberê de êrîşa dirindane ya DAÎŞê hat ser deverên îdîakirî. Eskerên Iraqê ew dever berdan û reviyan, hin jê (Kerkûk û başûrê Germiyan) pêşmergeyan xwe gihand wan, DAÎŞ jê dûr xistin, hin jê jî pêşmerge bi şer ji deste DAÎŞê rizgar kirin. Loma li van deveran hikumeta Bexdayê mafê serweriya xwe wenda kiriye, bêyî îradeya van deveran, şer’iyeta tu gava wê nîne.
Rapirsî ê ji xelkê bipirse, aya ew ji Iraqê cuda bibin yan na. Li deverên li serê nelihevkirî, nirxa rapirsîyê bi du rapirsiyan e. Gava dengên cudabûna ji Iraqê pirranî bin, ew otomatîkî bersiva maddeya 140ê ye jî, tê maneya ku ew dixwazin biçin ser bi Kurdistanê ve.
Rapirsî ê ne biryarder, rawêjî (şêwirdarî) be. Ji ber vê taybetmendiyê, li derûdorên siyasî yên Bexdayê û Hewlêrê ew tê şibandin destmêjekê. Hewlêr dibêje ‘ew destmêjek e, piştî destmêjê mecbûriyeta nimêjkirinê tune. Nimêj dikare neyê kirin (serxwebûn neyê îlankirin).’ Bexda jî bi gumaneka endîşedar dipirse, ‘baş e ku nimej ê neyê kirin, destmêj çima tê girtin?!’
Ev anekdotek e, mîzaheka siyasî-dîplomasî tê de heye. Lê di rastiyê de yek ji wan nimandinên teswîrî yên herî xurt e ji bo rapirsiyeka rawêjî a li ser cudabûnê.
Rapirsiya cudabûna gelekî ‘çareserkirina qedera xwe bi destê xwe’ ye ku di tarîxa hiqûq û dîplomasiya navneteweyî de, di prensîb û peymanên navneteweyî de û di qanûn û peyrewên dezgehên navneteweyî yên wek Cemiyeta Eqwama berê û Neteweyên Yekbûyî ya îro de xwe ferz dike, mecbûrî cîbicîkirinê ye.
Gelek girîng e ku ev rapirsî li ser şer’iyeta destûr û yasayên navneteweyî û yên Neteweyên Yekbûyî bimeşe.
Heya nuha terefan zelal nekiribe jî, di siruşta rapirsiya rawêjî de ye ku çareserkirina pirsê li ser esasê diyalog û gotûbêjên aliyên pêwendîdar bin. Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî piştî hevdîtinekê li gel Bexdayê gotibû ‘me ji Bexdayê re gotiye, roja em biryara cudabûnê bidin berî her kesî ê haya Bexdayê jê hebe.’
Ji hevdîtinên berpirsên Kurdistanê fêhm dibe ku Amerîka, Rûsya û welatên Rojava şertên piştgirîkirina cudabûnê ya dane ber kurdan, ew e ku bê şer, bi awayekî aştiyane, bi riya diyalog û lihevkirinê bibe. Eger serxwebûn, aştiyane biserkeve ê dinya piştgiriyê bidê, lê ku şer derkeve ji nuha ve tu soz tunene. Nexwe prosesa serxwebûnê kare dirêj bikêşe, ku xeteran li gel xwe tîne.
Kurdistan muhtaca riyeka wiha ye ku Bexda nikaribe şerekî ciddî derxe, yan li herêmê bê derxistin. Siyaseta gav bi gav xurtkirina statuya de facto ya serbixweyiyê, ji alî din ve jî rêxweşkirina ku di mesela yekpareyiya Iraqê de erebên sune û şîe jî bibin mixatabên hev li pêş kurdan e. Yekîtiya Iraqê pêkhatiya ji sê aliyan e. Ew yekîtî ne bes bi cudabûna kurdan, bi çûna yek ji terefên ereb jî ê ji navê rabe. Ger erebên sune û şîe li hev nekin û herkes bi riya xwe ve biçe ji xwe Kurdistan ê li ciyê xwe serbixwe bimîne û kes nikare bêje tu çima tenê mayî. Ji bo rêxweşkirina ber bi vir ve, siyaseta Kurdistanê lazim e piralîtir be.
Xetereka mezin ji bo serokên kurdan heye. Ger piştî rapirsiyê lihevhatin cudabûnê nede, yan bêçareserî dirêj bikêşe, rapirsî dikare bibe narincokeka demjimêrî û di destê wan de biteqe. Eger çareserî tunebe, divê sebixweyiya de facto her ber bi têraxwekirinê ve biçe. Ger lihevhatineka mayina bi Iraqê re rû bide, ji xwe berpirs mecbûr in wê bi rapirsîyeke nuh pêşkêşî îradeya gelên Kurdistanê bikin, vîna gelan careka din daxin meydanê û şer’iyetê werbigirin.
Naskirina ‘mafê tayinkirina qedera xwe bi destê xwe’ di program û armancên hemî rêxistinên sosyalîst, sosyal demokrat, lîberal, demokratên çi xiristiyan û çi îslamî de heye. Encama rapirsiyê li gor qanûn û rênimayên wan divê ji bal wan ve bê naskirin û cîbicîkirin. Hemû dewletên ku ev prensîb di destûrên wan de hene, yan endamên Neteweyên Yekbûyî ne mecbûr in vê îradeyê nas bikin.
Ji alî kurdan ve, PKK/KCK û Gorran tê de, hemû partî û rêxistinên Kurdistanî, rapirsiyê boykot bikin yan nekin, beşdar bibin bêjin ‘erê’ yan ‘na’ ew mecbûr in encamê nas û cîbicî bikin. Mafê wan heye ew boykot bikin, an deng bidin bêjin ‘na’, lê mafê wan tuneye ku encama wê; îradeya derçûyî ya ‘teyinkirina qedera xwe bi destê xwe’ nas û cîbicî nekin.
Ev rapirsî ne destmêjeka ji rêzê ye. Nimêja vê destmêjê ji bo hemuyan; çi neteweyî, çi jî navneteweyî bivênevê ye.
[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは38表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://muradciwan.com/ - 26-03-2024
リンクされたアイテム: 2
伝記
日程&イベント
グループ: 記事
Publication date: 19-06-2017 (7 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: 政策的
ブック: 履歴
プロヴァンス: Kurdistan
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئاراس حسۆ 26-03-2024上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 26-03-2024
最近の( سارا ک )によって更新この商品: 26-03-2024
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは38表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 519,471
画像 106,576
書籍 19,270
関連ファイル 97,131
Video 1,391
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.813 秒(秒) !