ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 519,075
画像 106,677
書籍 19,298
関連ファイル 97,292
Video 1,392
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Sûzan Dûman - Berçem Ûmût
グループ: 殉教者 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Berçem Ûmût - Sûzan Dûman

Berçem Ûmût - Sûzan Dûman
Nav û Paşnav: Sûzan Dûman
Nasnav: Berçem Ûmût
Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg
Navê Dayik – Bav: Perîşan – Mehmet Tahir
Cih û dîroka şehadetê: 18-12-2023’yan / Metîna

Hevrêya me Berçem li bajarê Colemêrg ê qasî çiyayên Kurdistanê serhildêr û berxwedêr di nava malbateke ji eşîra Marînos a welatparêz de ji dayik bû. Hevrêya me Berçem bi çanda qedîm a Kurdîtiyê ya ku malbata wê ji hezaran salan gihand roja me ya îro, mezin bû. Kesayeteke li gorî cewherê xwe bi dest xist. Piştî ku xwe nas kir û vir ve xwedî li nirxên bingehîn ên ku wê diafirînin, derket. Hevrêya me mîna her jineke ciwan a li Kurdistanê bi xwe bû şahidê rastiya dewleta Tirk. Li dijî êrîşên dewleta Tirk a qirker hîn bêhtir xwedî li ziman, çand û nasnameya xwe derket. Hevrêya me Berçem li bajarekî ku rastiya gelê berxwedêr û têkoşîna azadiyê lê serwer e, jiyan kir. Ev yek bû sedem ku tevgera me nas bike û weke jineke Kurd a berxwedêr kesayet qezenc bike. Hevrêya me Berçem ti carî qalibên paşverû û kevneşopiyê yên ku civakê daye jinê, qebûl nekir û timî di lêgerîna azadiyê de bû. Li hemberî komkujiyên ku bi destê dewletê li dijî jinê tên kirin, her tim xwedî hêrseke mezin bû. Hevrêya me Berçem piştî ku rastiya jinê ya ku li ser bingehê hêmanên azadiyê yên Rêber Apo xwe rêxistin dike nas kir û piştî ku dît jin li dijî desthilatdariya mêr rabûne, bawer kir ku hêvî li çiyayên Kurdistanê şîn bûye. Ji malbata wê û xizmên wê yên nêz tevlîbûna nava refên gerîla û şehadet çêbûne. Ev yek bû sedem ku hevrêya me Berçem bandor bibe û tevlî têkoşînê bibe. Hevrêya me Berçem li ser vî bingehî ji bo ku hem bibe layiqê şehîdên me yên afirênerên hemû nirxan û hem jî weke jinekê jiyaneke azad hembêz bike, sala 2014’an berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêya me Berçem perwerdeya xwe ya destpêkê li Xakurkê dît û weke jineke çiyayî di demeke kurt de fêrî jiyana çiyê bû ku ne biyaniyê jiyana çiya bû. Hevrêya me ji têkîliyên hevrêtiyê yên gerîla pir bandor bû, bi taybetî ji vê yekê bandor bû ku hemû hevrêyên wê hevdû hîs dikin, fêm dikin û ji her tiştî zêdetir nirx didin hevdû. Ji bo ku ew bi xwe jî bibe hevrêyek bi vî rengî, ket nava hewldanekî mezin. Hevrêya me fêm dikir ku ji bo vê yekê divê kesayeteke Apoyî qezenc bike û hîn bêhtir giranî da ser perwerdeyên îdeolojîk. Her çendî ku berê jî di ferqa rastiya Rêber Apo de bû, dema di perwerdeyan de cara destpêkê dengê Rêbertiya me bihîst pir kêfxweş bû û ev kêfxweşî bi salan ji bîr nekir, timî weke kêliya herî binirx a jiyana xwe bibîr xist. Hevrêya me bi taybetî bi nirxandinên Rêbertî yên têkildarî azadiya jinê, zanista xwe ya zayendî hîn bêhtir pêş xist û bi hêza ku ji van perwerdeyan girtî dest bi pratîkê kir. Hevrêya me Berçem demek dirêj li qadên Xakurkê, Qendîl û Metînayê xebat meşand û piştre ji bo ku di nava pêngavên şoreşgerî yên ku ji bo gelê me yê Êzidî ji zilma DAÎŞ’ê bê rizgarkirin, hatine pêşxistin de cih bigire derbasî qada Şengalê bû. Hevrêya me li vir bi rengekî çalak beşdarî şerê li dijî çeteyan bû û di rizgarkirina gelê me yê Êzidî de ked da. Hevrêya me Berçem di pêvajoya ku li qada Şengalê de di warê leşkerî de bû xwedî tecrubeyeke girîng û dema ku êrîşên dewleta Tirk a mêtinger li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê zêde bûn, bi israr xwest biçe Herêmên Parastinê yên Medyayê. Piştî ku pêşniyara wê hat qebûlkirin, hevrêya me Berçem bi bi kelecaneke mezin car din berê xwe da çiyayên Kurdistanê û ji bo muhasebeya pratîka şerê zehmet bike û di taktîk û tarzê gerîla ya dema nû de bibe pispor di Akademiya Şehîd Îbrahîm de tevlî perwerdeyên îdeolojîk û leşkerî bû. Hevrêya me bi lêhêrbûnên xwe yên di dema perwerdeyê de di taktîkên gerîla yên dema nû de hîn kûrtir bû û bawer kir ku gerîla wê bi vê şêwazên taktîka nû bi ser bikeve. Hevrêya me ya ku dixwest vê baweriya xwe bi xebatên pratîkî tacîdar bike û bibe mîlîtana serketinê, xwest ku bibe xwedî rol û mîsyon da ku azadiya gelê me pêk bîne û dawî li esareta Rêbertî bîne. Hevrêya me di heman demê de esas girt ku li ser xeta azadiya jinê hîn kûrtir bibe û xwest ku bibe xwedî tevlîbûneke li gorî mîsyona pêşengiyê ya gerîlayên YJA Starê. Hevrêya me Berçem lêhêrbûnên xwe yên di vî warî de derbasî pratîkê kir û bi sekna xwe ya di jiyanê de, hevrêtiya xwe ya xurt û kesayeta xwe ya samîmî bû gerîlayeke YJA Starê ku hemû hevrêyên wê dixwestin pê re bixebitin. Xwişka wê ya mezin hevrêya me Xwînda Marînos (Aysel Dûman) 20’ê Adara 2018’an li Gabarê şehîd bû, ev şehadet bû sedem ku hêrsa hevrêya me Berçem li hemberî dijmin hîn zêdetir bibe.
Hevrêya me Berçem ku perwerdeya xwe bi serketî qedand, piştî perwerdeyê destpêkê di nava tîmên gerîla yên bi tevger de ku yek ji lingên bingehîn ê taktîka gerîla ya demê nû ye, wezîfe girt. Hevrêya me Berçem bi tîma ku di nav de cih girtî re li gelek qadên ku êrîşên dagirkeriyê lê zêde tevlî pratîkê bû. Tevlî gelek çalakiyên li dijî dijmin hatin kirin bû û hewl da ku wezîfe û berpirsyariyên xwe bi layiqî bi cih bîne. Hevrêya me bi cesareta xwe ya di çalakiyan de ji hevrêyên xwe re jî bû çavkaniya hêzê.
Di heman demê de hêrsa xwe ya li hemberî dijmin bi rengekî herî serketî di çalakiyan de nîşan da. Piştî pratîka xwe ya serketî ya di nava tîmên gerîla yên bi tevger de derbasî herêma Metînayê bû. Hevrêya me li vir di tunelên berxwedanê yên li qada Girê Ortê de cih girt. Hevrêya me Berçem mîrateya berxwedanê ya tunelên şer ên ku ji aliyê gelek hevrêyên me yên fedayî ve bi ked û berdêlan hate afirandin, dewr girt. Hem weke pêdiviya dilsoziya bi bîranîna hevrêyên me hem jî bi baweriya xwe ya ‘tunelên şer kilîda serketinê ne’, di berxwedana dîrokî de cih girt. Hevrêya me Berçem bi hevrêyên xwe re bersiva her cure êrîşên dijmin ên li ser qada Girê Ortê da û bû xwedî berxwedaneke ku wê derbasî dîroka me ya tunelên şer bibe. Dewleta Tirk a qirker a ku li hemberî berxwedana hevrêyên me yên li Girê Ortê bê çare maye û her roja derbas dibe hîn bêhtir nêzî têkçûnê dibe, rastiya xwe ya hov car din derxist holê û bi çekên kîmyewî û bombeyên taktîk nukleer êrîşî tunelên şer ên hevrêyên me kir. Hevrêya me Berçem di van êrîşên nemerdane de heta nefesa xwe ya dawî girêdayî mîrateya berxwedanê ma, şehîd bû û têkoşîna xwe di lûtkeyê de qedand.[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは25表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://anfkurdi.com/ - 30-03-2024
リンクされたアイテム: 2
日程&イベント
殉教者
グループ: 殉教者
Cause of death: No specified T4 626
Military rank: No specified T4 708
No specified T3 81: 南クルディスタン
No specified T3 82: Cullemêrg
No specified T3 85: 北クルディスタン
ネイション: クルド
パーティー: No specified T4 1515
人タイ: ミリタリー
性別: 女性
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئەڤین تەیفوور 30-03-2024上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( زریان سەرچناری ) på 31-03-2024
最近の( ئەڤین تەیفوور )によって更新この商品: 30-03-2024
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは25表示された回数
Attached files - Version
タイプ Version エディタ名
写真ファイル 1.0.17 KB 30-03-2024 ئەڤین تەیفوورئـ.ت.
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 519,075
画像 106,677
書籍 19,298
関連ファイル 97,292
Video 1,392
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.5 秒(秒) !