ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 519,509
画像 106,555
書籍 19,263
関連ファイル 97,082
Video 1,385
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Bedran Gokdemîr - Şahîn Nûda
グループ: 殉教者 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Şahîn Nûda - Bedran Gokdemîr

Şahîn Nûda - Bedran Gokdemîr
Nav û Paşnav: Bedran Gokdemîr
Nasnav: Şahîn Nûda
Cihê Jidayikbûnê: Mûş
Navê Dayik – Bav: Selîme – Îlhamî
Cih û dîroka şehadetê: 18-12-2023yan / Metîna

Hevrêyê me Şahîn li navçeya Gimgim a Mûşê di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû. Ji ber welatparêziya malbat û hewirdorê, hevrê Şahîn di temenekî biçûk de partiya me PKK nas kir. Hevrêyê me ku bi çîrokên lehengiyê yên gerîla mezin bû, gerîla mîna qehremanê zaroktiya xwe pênase kir û ji bo xwe kir hedef ku xwe bigihîne. Hevrêyê me Şahîn ku girîngiya gerîla ji bo azadiya gelê me ji çîrokên ku guhdarî kiriye fêm kiriye, li ser vê yekê gerîla her tim weke pîroziyek dîtiye. Hevrêyê me Şahîn ê ku piştî mezin bûye rastiya dijmin hê bêhtir naskiriye, bi taybetî li dibistana dewletê ya lê dixwend rastî bi awayekî zelaltir dît. Hevrêyê me yê ku têgihîşt ku yekane mîsyona dibistanên Tirk ên li Kurdistanê asîmîlekirina zarokên Kurd û dûrxistina wan ji cewhera wan e û bi vê yekê re wan ji têkoşîna azadiyê ya gelê me dûrxistine, li ser vê bingehê dev ji dibistanê berda. Hevrêyê me Şahîn ku piraniya dema xwe bi alîkariya malbata xwe ya li gund derbas kir, hemû tecrûbeyên xwe ji jiyanê girt.
Hevrêyê me di ciwantiya xwe de êdî tehemûla êrîşên dijmin ên li ser gelê me nekir û ket nava lêgerînan. Hevrêyê me yê ku weke ciwanekî Kurd ket ferqa pêwîstiya bicihanîna berpirsyariyên xwe yên li pêşberî gelê me, biryar da ku di nava têkoşînê de cih bigire. Ji ber tevlîbûna hevrê û hawirdorê yên nêzî hevrêyê me nava gerîla hebûn, ev yek bandor lê kir û hişt ku biryara xwe bide. Li ser vê esasê di sala 2015'an de dema dijmin li dijî gelê me û Tevgera me Plana Hilweşînê xist dewrê, hevrêyê me Şahîn ku ji bo bersivê bide êrîşên dijmin biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe. Li ser vî esasî hevrêyê me li qada Botanê tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêyê me ku perwerdeya xwe ya yekemîn û tecrûbeyên xwe yên destpêkê ya gerîlatiyê li herêma Botanê bi dest xist, di heman salê de derbasî qada Heftenînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Hevrêyê me yê ku li Heftenînê di warê akademîk de perwerdeya şervanê nû dît, bi perwerdeya ku dîtiye re di partîbûn, jiyana çiyayî û hunera gerîla de tecrûbeyên girîng bi dest xist. Hevrêyê me her çend berê ramanên Rêber Apo naskiribe jî, bi perwerdeya ku li çiyê wergirtî re derfeta xwe di felsefeya Rêbertî de kûrkirin, bi dest xist. Hevrêyê me yê ku bi hêz û morala ku ji pêvajoya perwerdeyê wergirtî tevlî xebatên pratîkî bû, li gelek qadên herêma Heftanînê xebatên xwe meşand. Hevrêyê me Şahîn ku bi destpêkirina êrîşên dijmin re di nava çalakiyan de cih girt, tevlî gelek çalakiyên ku li herêma Heftanînê bi pêş ketin, bû. Hevrêyê me yê ku bi tevlîbûna xwe ya bi cesaret hişt ku derbên giran li dijmin bê xistin, bû milîtanekî ku hemû hevrêyên wî ji ber pratîka wî ya serkeftî mînak bigirin.
Hevrêyê me Şahîn ê ku 3 salan li herêma Heftanînê pratîk meşand, bi tecrûbe û sekna xwe ya zelal a li dijî dijmin bû gerîlayekî jêhatî. Hevrêyê me Şahîn ê ku derfeta naskirina hemû herêma Heftenînê bi dest xist, bi hakîmiyeta xwe ya li ser herêmê re zanebûn û tecrûbeyeke pêwîst ji bo gerîlatiyeke bi bandor ava kir. Piştî sala 2018'an hevrêyê me ku di çarçoveya projeya ji nû ve avakirina gerîla de tevlî pêvajoyên perwerdeyê bû, li akademiyên leşkerî ku 2 salan lê bû, xwe bi temamî ji bo gerîlatiya serdema nû amade kir. Hevrêyê me ku xwe di gelek aliyan de perwerde kir, ji taktîka gerîlatiyê heta qonaxên pratîkirina vê taktîkê û bikaranîna çekê ku di van qonaxan de bê bikaranîn, weke gerîlayekî pispor û profesyonel careke din berê xwe da qada pratîkê. Hevrêyê me Şahîn ê ku bi qasî salekê li Zagrosan gerîlatî kir, bi dijwarbûna êrîşên dijmin ên li ser herêma Heftanînê re, carek din berê xwe da herêma Heftanînê. Hevrêyê me Şahîn bi saya hakîmiyeta xwe ya li herêmê, yekser tevlî çalakiyên bi bandor ên li dijî dijmin bû û pêşengî kir. Hevrêyê me Şahîn bi çalakiyên xwe piştrast kir ku ruhê berxwedanê li herêma Heftanînê ku êrîşên dijmin lê giran bûye zindî maye û girîngiya dîrokî ya Heftanînê ji bo têkoşîna me careke din derxistiye holê.
Hevrêyê me Şahîn ku xwest barê hevrêyên xwe yên li dijî êrîşên berfireh ên dewleta Tirk a qirker li tunelên berxwedanê yên li herêmên Avaşîn Zap û Metînayê sivik bike, bi vê armancê derbasî herêma Metînayê bû. Hevrêyê me Şahîn ê ku mîrateya berxwedanê ya hevrêyên me Rêber, Hêjar, Sema, Nûrî û Rojhat ku bi ked û berdêlên mezin hatine avakirin dewr girt, bi xwedîderketina li bîranîna şehîdan hewl da berxwedanê hê bêhtir mezin bike. Di serî de hevrêyê me ku di nava tîmên gerîla yên bi tevger de cih girt, bi tîmên ku di nav de cih digirt li dijî dijmin çalakiyên bi bandor pêk anîn, barê hevrêyên xwe yên di tunelên şer de sivik kirin. Hevrêyê me Şahîn ê ku di ferqê de bû ku bi her derba li dijmin dixe re serkeftin nêzîktir dibe, timî di nava lêhûrbûn û lêgerînê de bû ku derba dawî li dijmin bixe. Piştre hevrêyê me derbasî tunelên şer ên li Girê Ortê bû û li vir jî heman lêhûrbûn dewam kir. Hevrêyê me ji bo pêşvebirina şerên tunelan li vir ked da û ev ked û berxwedan di geşkirina berxwedanê de diyarker bû. Hevrêyê me Şahîn û hevrêyên wî li dijî hemû çek û taktîkên dijmin li Girê Ortê tunela şer veguherandin kelehên berxwedanê ya îro û di dîroka me ya têkoşînê de çîrokeke nû ya lehengiyê ava kirin.
Li pêşberî berxwedana destanî ya hevrêyên me, artêşa Tirk a dagirker ku bêçare ma, hewl da gelek caran bi çekên kîmyewî û bombeyên taktîkî yên nukleerî encam bigire. Hevrêyê me Şahîn ê di van êrîşan de şehîd bû, heta nefesa xwe ya dawî dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo û partiya me PKK'ê re parast. Hevrêyê me Şahîn ku hem bi dengê xwe yê bedew hem jî bi gerîlatiya xwe ya pispor ji bo hevrêyên xwe çavkaniya hêz û moralê ye, wê di têkoşîna me de her tim bê bîranîn û em soz didin ku em ê têkoşîna wî teqez heta serketinê bimeşînin.[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは25表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://anfkurdi.com/ - 30-03-2024
リンクされたアイテム: 2
日程&イベント
殉教者
グループ: 殉教者
Cause of death: No specified T4 626
Military rank: No specified T4 708
No specified T3 81: 南クルディスタン
No specified T3 82:
No specified T3 85: 北クルディスタン
ネイション: クルド
パーティー: No specified T4 1515
人タイ: ミリタリー
性別: 男性
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئەڤین تەیفوور 30-03-2024上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( زریان سەرچناری ) på 31-03-2024
最近の( ئەڤین تەیفوور )によって更新この商品: 30-03-2024
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは25表示された回数
Attached files - Version
タイプ Version エディタ名
写真ファイル 1.0.18 KB 30-03-2024 ئەڤین تەیفوورئـ.ت.
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 519,509
画像 106,555
書籍 19,263
関連ファイル 97,082
Video 1,385
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.563 秒(秒) !