ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 519,471
画像 106,574
書籍 19,269
関連ファイル 97,131
Video 1,391
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
KURDISTAN: CEHENNEMA JINAN
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Mûrad Ciwan

Mûrad Ciwan
KURDISTAN: CEHENNEMA JINAN
#Mûrad Ciwan#

Kurdistan… Kurdistana federe… Em bi israr dixwazin gotina ”Kurdistana azad” bi kar bînin. Lê bi xemgînî û endîşeyeka mezin em dibînin ku gotina ”azadî” ne ji bo temamiya weltiyên Kurdistanê ye. Kurdistan ji bo nîvê nifûsê, nîvê welatiyan; ji bo keç û jinan berdewam e hîn cehenemek e.
Di nûçeyeka îro ya Netkurdê de diyar dibe ku di vê meha agustosê de, bes li hin deverên Kurdistanê, di hundurê hefteyekê de şeş jin şewitîne. Îstatîstîk û rapor qeyd dikin ku şewitîne. Pirraniya wan bi agirê benzînê… Lê yên rastiya jiyana rojane ya civaka kurd dinasin pê agahdar in ku pirraniya van keç û jinên xama tên şewitandin, bi agir tên kuştin. Hem jî ji bal malbatên wan, bav, bira, mêr, mam û pismamên wan bi xwe…
Ev ne cara pêşî ye ku em nûçeyeka wiha dibihîzin. Serê salê nûçeya raporekê di Netkurdê de hatîbû belavkirin. Rapora Nexweşxaneya Acîl a Silêmaniyê. Tê de dihat ragihandin ku di 18 mehan de 831 jin şewitîne, an hatine şewitandin.
Jinên me di welatê xwe de ne azad û serbilind in. Di ser de jî civaka me li hemberî wan bêbext û durû ye. Em him wan bi agir dişewitînin, hem jî dibêjin wan xwe şewitandiye, yan bi qeza şewitîne.
Ev jî xwedêgiravî ji bo di nav civatê de neyê gotin ku ’filan keçê an jinê namûsa malbata xwe qirêj kiribû, loma hat kuştin.’ Heta gelek caran di karekî xwedêgiravî namûspîskirinê de kur an peya nayê kuştin da kes kuştina jinê bi ”pîskirina namûsa malbatê” ve girê nede.
Trajediya şewitandinê ne take tehdîda li ser keç û jinên Kurdistanê ye. Çend diyardeyên din jî hene meriv mat dimîne, ku civakek çawa dikare ewqas bêrehm be li hember welatiyên xwe, malbat çawa dikarin ew qas bêînsaf bin li hember zarokên mala xwe.
Yek ji wan alavên ragihandinê yên ku herî berbelav e li Kurdistanê telefona mobîl e. Lê ji bo pirraniya keç û jinên Kurdistanê mobîl, hema hema wek peydakirina ”yarekî (dostikekî)” tê qebûl kirin. Kurên malan her yekê xwedanê yek, du û zêdetir mobîl in, lê ji bo gelek keç û jinan ciyê şermezarîyeka mezin e ku daxwaza telefoneka mobîl bikin. Gelek ji wan ji bo ku dizanin bav û birayên wan ê rê nedin, xwe mecbûr dibînin bi dizî mobîlan peyda bikin. Gava mobîl li ser wan tên eşkere kirin jî weka ku sûcekî mezin kiribin, ew ji bal mêrên malê tên cezakirin. Xeberên Netkurdê derketin li ser keçên xwendevan ên ku dê û bavên wan telefona mobîl li gel wan girt û ew ji xwendegehan derxistin, li malê bi mehan hefs kirin, li wan dan, îşkence bi wan kirin.
Telefonên mobîl ji aliyekî din jî bûne alaveka tahlkirina jiyana keç û jinan, ya piçûkxistina wan. Demeka berê hat ragihandin ku xort telefonên keç û jinan peyda dikin û bi deng û SMSan berdewam wan aciz dikin, xebera(dijûn) ji wan re didin, wan piçûk dixînin. Ev diyarde berbelav bûye.
Dijminayetiyeka, feqikeka mezin a din li hember keç û jinan a bi mobîlan jî ew e ku van demên dawiyê hatiye tesbîtkirin ku şebekeyên xortan peyda bûne bi maskeya hezkirinê xwe nêzî keçan dikin, dibin xwedêgiravî evîndarên wan, bi wan re dikevin nav peywendiyên hezkirinê, an cinsî û van peywendiyan bi kamerayên telefonan dikêşin, pişt re wek fîlmên seksê di riya telfonan yan jî CD-yan re belav dikin, difroşin. Ji ber tesbît bûna karên wiha qirêj heta niha çend keçên xapiyayî ku fïlmê wan belav bû û pişt re hat ket nav lepê bav û birayên wan, ew derhal hatin kuştin.
Li gelek deveran hata li bajaran bi xwe jî, jin hema hema nikarin bi serê xwe derkevin bazarê. Bi çavekî xerab li wan keç û jinan tê nihêrtin yên ku bi serê xwe derdikevin bazarê û gotinên nexweş ji wan re tên gotin, xort bela xwe di wan didin û gelek aciziyên din tên kirin. Pirê caran bi çevekî nebaş tê nihêrtin eger jinek bi mêrê xwe re jî êvaran derkeve der li restoranekê an kafeteryayekê li gel peyayên din rûnê.
Hê gelek buyerên din hene, diyardeya wê yekê ne ku Kurdistan ji bo keç û jinên me cehenem e. Û divê em diyar bikin ev rewş ne tenê taybetî ye bi Kurdistana federe ve. Li perçeyên din, li derveyî welêt, li Ewropayê jî civaka kurd civaka neheqiyeka mezin a li jinan e.
A balkêş, rêxistinên me; bi yên siyasî û ne siyasî ve li hember van dirindanetiyan xemsar in, car bi car beyanine resmî derxin û hin civîn û semineran bikin jî, pirranî çavên xwe li buyeran digirin, sedem û bahaneyan ji van neheqî û bêînsafiyan re peyda dikin.
Hela hela gava meriv bêdengiya jinan, a komeleyên jinan; çi li dervayî welat, çi jî li hundurê welat dibîne, meriv nikare wê xemsarî û bêdengiya wan fahm bike. Komeleyên ji nan li derveyî welêt, herro di bin çengên wan de proje di navbera Kurdistanê û derva de diçin tên, lê min bi xwe tevgereka wan a li hember şewitandina keç û jinan nedîtiye, nebihîstiye. Min daxwiyaniyeka protestoyê ya komeleyên jinan a li hemberî van şewitandinan jî nedîtiye.
[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは50表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://muradciwan.com/- 03-04-2024
リンクされたアイテム: 2
伝記
日程&イベント
グループ: 記事
Publication date: 23-08-2008 (16 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: 社会
ブック: 女性
プロヴァンス: Kurdistan
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئاراس حسۆ 03-04-2024上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 27-04-2024
最近の( سارا ک )によって更新この商品: 27-04-2024
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは50表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 519,471
画像 106,574
書籍 19,269
関連ファイル 97,131
Video 1,391
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.281 秒(秒) !