Burhan Karadeniz (* 1973 li #Amed# - 2003 li Bochum, Almanya) rojnamevanê kurd bû.
Xortekî ji qirna 90'î bû. Xorteke çalak, zana û serwext bû. Dema rojnamevaniya xwe de li Amedê bi dest çekdarên dewletê yên veşartî ve hate biridarkirin û ji ber vê êrişê heta dawiya emrê xwe jiyana xwe li ser kursiyê gerê derbas kir.
Burhan piştî birindariya xwe derket derveyê welêt û li nexweşxaneyên Alman li çareseriya felca xwe geriya. Mixabin hate zanîn ku Burhan dê êdi nikaribe piyên xwe bikar bine.
Burhan bi jiyana xwe ya li ser kursiya gerê dest ji bawerî û xebata xwe berneda û xebata xwe berdewam kir. Destpêkê de li rojnama Kurdan ya li Almanya çap dibû xebat kir. Piştre bi destpêkirina weşana Tv'ya kurdan MED TV, li wir karê rojnamegeriya xwe domand.
Televîzyonen kurdan hatin girtin û vekirin, nav guhartin lê Burhan her dem xebata xwe berdewam kir.
Burhan li nav hemî tebeqeyen kurd de dihate naskirin û hezkirin. Ji karkeran, ji xwendevanan, ji şoreşgeran û ji rewşenbîran hevalên wî hebûn.
Mixabin wî li mala xwe tenê bi serê xwe mirin pêşwazîkir. Cenazê wî li Bochum bajarê Almanyayê piştî merasîmekê hate şandin bo Kurdistanê.
Bedena wî li Amedê hate binaxkirin.
Lê Burhan gihîşte konaxek dê her dem di wî emrê xwe de bimîne.[1]