ASLİKA QADİR
Aslîka Qadir hunermernda kurd e.
Aslîka Qadir sala 1945an li gundê navça Axbaranê yê Elegezê (piştra ev gund ket nava sînorên navçên Elegezê, Aragasê û Aragasotinê) ji dayka xwe bûye. Piştî temamkirina dibistana gundê xwe ew salên 1963-1968an di fakûlteta Rojhilatzaniyê da ya Zanîngeha Yêrêvanê da perwerdebûna xwe bi cî tîne û gava perwerde, xwendina bilind distîne dibistaneke Yêrêvanê da dibe mamosta ziman û edebiyeta Ermenî û li vir digihîje posteke bilind û bi rûmet ya serwera beşa perwerdê. Piştî çend salan Aslîka qadir Wezareta Ermenistanê ya Ronkayê (perwerdê) da dibe mêdodîst (pispora karê mamostatiyê).
Çawa piştî hilweşana Yekîtiya Sovyêtiyê li Ermenistanê nijadperestan serî hildan û xwestin bi şikênandina ronakbîrên Kurd, ku yekîtiya miletê Kurd diparastin, dutîretiyê bixin nava olka Kurdên Ermenistanê ser bingeha cihêtiya olê Aslîka Qadir wek mêrekî çarquçikî piştgiriya hogirên xwe-ronakbîran kir û rê neda, ku kitêbên fêran wek yê bi navê “Zimanê êzdîkî” bên weşandinê. Aslîka Qadir mecbûr ma dawiya salên 90î ji Ermenistanê derkeve û li welatekî Ewropayê bi cî bibe.[1]
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی
بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 318 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!