Askerov Şamîl
Kurdolog, dîrokzan, helbestvan, nivîskar, rojnemevan, werger, zanyarê fîlolojiyê, endamê Yêkitiya Nîviskaran Azerbaycanê, Kedkarê Kara Çand û Hunerê emekdar Şamîlê Selîm Askerov di sala 1929’an de li gundê Axçakendê, li bajarê Kalbajarê hatîye dinê. Bi xwe unîvêrsîtêtê Matamatîkê xelas kiriye lê, dîsertasyaya xwe li ser fîlolojîyê xayî kiriye. Bûye zanyarê kurdolojîyê.
40’î zêdetir pirtûkên wî bi zimanê Kurdî, û Azerî hatiye çapkirin. Ji wana çend lib Ferhengin:
«Ferhenga Kurdî-Azerbaycanî», «Ferhenga Azerbaycanî-Kurdî», «Ferhenga qafiyeyên (рифма) Zimanê Kurdî», «Ferhenga qafiyeyên zimanê Azerbaycanî». Şamîl Askerov destana «Mem û Zîn»a Ahmedê Xanî bi helbestî tercume kiriye li ser zimanê Azerbaycanî. Her usa afrandinên bi dehan helbestvanên Kurd wergerandiye li ser azerbaycanî. Afrandinên helbestvanên Azerî jî wergerandiye li ser Kurdî û çap kiriye.
Pirtûkxaneya wî ya şexsî di qada hemû Sovêta Berê de pirtûkxaneya herî mezin bûye. Tê da nêzî 100 hezar pirtûk, rojname û kovar çîh girtiye.
Mûzeya ku, li Kalbajarê ava kiriye di hemû Azerbaycanê de yekemîn û herî dewlemend hatiye hêsabê.
Şamîl Askerov çalakvanê civakî, xebatkarê dewletê bûye. Wezifeyên girîng de kar kiriye.
Li bajarê Kalbajarê bûye serokê rêxistina ciwanan “Komsomolê”, dîrektorê dibistanê, walîyê bajêrê (испольком), mudirê perwerdeya rayonê (РОНО), serokê mûzeya dîrokê, rêdaktorê sereke ya rojname ‘Dengê Kurd’ û yêd mayîn.
Şamîl Askerov her tim pêşengê Kurdên Azerbaycanê bûye û di salên 70’î de bi saya wî da 12 hezar Kurd pasporta xwe guherandiye û devsa ‘azerbaycanî’, ‘Kurd’ nivîsandiye.
Di sala 1978a da bi sedemê ku «nasîonalîstiya Kurdan» dike hatiye girtin û 4 çal di zindanê da maye.
Di sala 1993’yan de Kalbajar ji aliyê artêşa Ermenîstanê hatiye îşgalkirin û Şamîl Askerov wek hemû Kurdên herêmê penaber bûye û jiyana xwe li bajarê Bakûyê domandîye.
Pênc zarên Mamosta Şamîl hene û her pênc jî wezîfeyên girîng da kar kirine. Bûne dîrektor û serokên dibistanê, têxnîkûmê, înstîtutê û îdareyên cure cure.
Mamoste Şamîl li kêlekê xebatên civakî bi xebatên xwe yên edebî û zanistî hatîye nasîn û vê yekê hiştîye ku, li Yekîtîya Sovyetê û li derveyê welêt weke şexsîyetekî navdar deng vede.
Mamoste Şamîl wek şexsîyetekî serbilind û tekoşer hatiye nasîn. Jê re him Azerbaycanê, him jî derwa “Ansîklopedîya Zindî” digotin. Heta dijminên wî jî, ji ber aqil-kemalê wî jê re hurmetdar nêzîk bûne û mezintiya wî îtîraf û qebûl kirine.
[1]