پەرتووکخانە پەرتووکخانە
گەڕان

کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!


بژاردەی گەڕان





گەڕانی ورد      کیبۆرد


گەڕان
گەڕانی ورد
پەرتووکخانە
ناونامە بۆ منداڵانی کورد
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
سەرچاوەکان
شوێنپێیەکان
دڵخوازەکان
چالاکییەکان
چۆن بگەڕێم؟
بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
درەختی پۆلەکان
بابەت بەهەڵکەوت
تۆمارکردنی بابەت
تۆماركردنی بابەتی نوێ
ناردنی وێنە
ڕاپرسی
بیروڕاکانتان
پەیوەندی
کوردیپێدیا چ زانیارییەکی پێویستە!
ستانداردەکان
ڕێساکانی بەکارهێنان
کوالیتیی بابەت
ئامرازەکان
دەربارە
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
چیمان دەربارە وتراوە!
ناوکێشکردن لە ماڵپەڕەکانتاندا
تۆمارکردن / کوژاندنەوەی ئیمێڵ
ئاماری میوانەکان
ئاماری بابەت
وەرگێڕی فۆنتەکان
گۆڕینی ڕێکەوتەکان
پشکنینی ڕێنووس
زمان و شێوەزمانی ڕووپەلەکان
کیبۆرد
لینکە پێویستەکان
ئێکستێنشنی کوردیپێدیا بۆ گووگڵ کڕۆم
کوکیز
زمانەکان
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
هەژماری من
چوونەژوورەوە
دەبمە هاوکارتان!
وشەی نهێنیت لەبیرکردووە!
گەڕان تۆمارکردنی بابەت ئامرازەکان زمانەکان هەژماری من
گەڕانی ورد
پەرتووکخانە
ناونامە بۆ منداڵانی کورد
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
سەرچاوەکان
شوێنپێیەکان
دڵخوازەکان
چالاکییەکان
چۆن بگەڕێم؟
بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
درەختی پۆلەکان
بابەت بەهەڵکەوت
تۆماركردنی بابەتی نوێ
ناردنی وێنە
ڕاپرسی
بیروڕاکانتان
پەیوەندی
کوردیپێدیا چ زانیارییەکی پێویستە!
ستانداردەکان
ڕێساکانی بەکارهێنان
کوالیتیی بابەت
دەربارە
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
چیمان دەربارە وتراوە!
ناوکێشکردن لە ماڵپەڕەکانتاندا
تۆمارکردن / کوژاندنەوەی ئیمێڵ
ئاماری میوانەکان
ئاماری بابەت
وەرگێڕی فۆنتەکان
گۆڕینی ڕێکەوتەکان
پشکنینی ڕێنووس
زمان و شێوەزمانی ڕووپەلەکان
کیبۆرد
لینکە پێویستەکان
ئێکستێنشنی کوردیپێدیا بۆ گووگڵ کڕۆم
کوکیز
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
چوونەژوورەوە
دەبمە هاوکارتان!
وشەی نهێنیت لەبیرکردووە!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 دەربارە
 بابەت بەهەڵکەوت
 چالاکییەکانی ڕۆژی
 ڕێساکانی بەکارهێنان
 ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
 بیروڕاکانتان
 دڵخوازەکان
 کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
 چالاکییەکان - کوردیپێدیا
 یارمەتی
بابەتی نوێ
ڤیدیۆ
دیمەنێکی شاری هەولێر بە زیرەکی دەستکرد درووستکراوە نزیکەی 100 ساڵ پێش ئێستا 2024
06-07-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
پەرتووکخانە
ئازاد بوون لە دەریا؛ نوقومبوون لەزیندان
06-07-2024
کشمیر کەریم
پەرتووکخانە
ڕۆژە سەختەکان؛ بیرەوەریەکانی شیوعیەک لە عێراق
06-07-2024
کشمیر کەریم
پەرتووکخانە
پارتیزانەکانی دوای ئەنفال؛ بەرگی دووەم
06-07-2024
کشمیر کەریم
پەرتووکخانە
پارتیزانەکانی دوای ئەنفال؛ بەرگی یەکەم
06-07-2024
کشمیر کەریم
پەرتووکخانە
لە هەگبەی خارە خولەوە
06-07-2024
کشمیر کەریم
ڤیدیۆ
دیمەنێکی شاری سلێمانی بە زیرەکی دەستکرد درووستکراوە نزیکەی 100 ساڵ پێش ئێستا 2024
06-07-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
پەرتووکخانە
یاداشتنامەی پزیشکێک لە کوردستان و ئەڵمانیا
06-07-2024
کشمیر کەریم
پەرتووکخانە
سێ شەو لە زیندانی بەعسیە فاشیستەکاندا لە عێراق
06-07-2024
کشمیر کەریم
پەرتووکخانە
دەنگی خاک؛ بەرگی دووەم
06-07-2024
کشمیر کەریم
ئامار
بابەت 521,270
وێنە 105,373
پەرتووک PDF 19,614
فایلی پەیوەندیدار 98,350
ڤیدیۆ 1,418
ژیاننامە
مەحوی
ژیاننامە
وەفایی
ژیاننامە
مەلای جزیری
ژیاننامە
ماهشەرەفخانم - مەستوورە ئەر...
ژیاننامە
ئەحمەدی خانی
Rewşen Bedirxan
بەهۆی کوردیپێدیاوە دەزانیت هەر ڕۆژێکی ڕۆژژمێرەکەمان چیی تیادا ڕوویداوە!
پۆل: ژیاننامە | زمانی بابەت: Kurmancî - Kurdîy Serû
بەشکردن
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
نرخاندنی بابەت
نایاب
زۆر باشە
باش
خراپ نییە
خراپ
بۆ ناو لیستی دڵخوازەکان
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە
Metadata
RSS
گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Rewşen Bedirxan

Rewşen Bedirxan
Rewşen Bedirxan (z. 11 tîrmeh 1909, Qeyserî, Tirkiye – m. 1 hezîran 1992, Şam, Sûrî), mamosta û nivîskareke kurd bû. Keça biraziyê Mîr Bedirxanê Azîzî bû.
Rewşen Bedirxan di 11ê tîrmeha 1909an de li Qeyseriyê ji dayik bûye û malbata wê di sala 1913an de ji ber xebatên ramyarî nefî bûnê Rojhilata Navîn bûn. Bavê wê Salih Bedirxan e. Rewşen Bedirxan, hîndekariya xwe li Şam û Ûrdûnû berdewam kir û li Ûrdûnê bû yek ji mamosteyên jin ên dest pê dike. Rewşen, di sala 1935an de bi Celadet Bedirxan re dizewice.
Rewşen Bedirxan, dibe nivîskareke kovara Hawarê. Di sala 1957an de li Yewnanistanê kongreya dijberî mêtingeriyê tê lidarxistin û di nava şeş delegeyên kurd ku pêwistê beşdarî kongreyê bibin. Tenê Rewşen Bedirxan beşdar dibe. Di 1971ê de li ser daxwaza Mistafa Berzanî, diçe Başûrê Kurdistanê û li bajarê Hecî Ûmranê Yekîtiya Jinên Kurd saz dike. Nivîskara Rewşen Bedirxan, bi çalaktiya xwe ya di warên civakî, ramyarî û hîndekariyê de tê naskirin. Di nava berhemên Rewşen Bedirxan de gelek pirtûk û werger hene.
Di 1ê hezîranê 1992an de Rewşen Bedirxan jiyana xwe ji dest da.[1]

Jiyana wê
Piştî têkçûna Siltan Ebdulhemîd û di sala 1908an de hatina Siltan Reşîd, hîn bêhtir rewşa azadiyê pêş ve çû û efû ji girtiyan rê derket. Di wê demê de Mihemed Salih Bedirxan deh salên xwe di girtîgehê de buhurandi bû. Bi wê efûyê re ew ji zindan û girtina timî xelas bû û ew şandin bajarê Qeyseriyê.
Di roja 11ê meha tîrmeha sala 1909an de Siltan Reşad hat li ser hikûm. Di wê rojê de xwedê keçek da Salih Bedirxan. Ew keç bi xwe Rewşen Bedirxan bû. Piştî ku du salên Rewşenê li Qeyseriyê qediyan, malbata wan çûn Stembolê; li wir gelek ji malbata Bedirxaniyan hebûn. Salih Bedirxan ji Stembolê jî berê xwe da riya Şamê. Bavê Rewşenê bazirgan ne disekinî û bi hêz û bi hunera xwe ji bo netewê kurd dixebitî, li xwêşî û kêfa jiyanê ne dipirsî. Ew li mal û li nav û deng jî ne digeriya.

Salih Bedirxan gelek nivîs di kovar û rojnameyan de çapdikir. Daxwaza wî ya yekem ew bû di jiyanê de hişya kirin û bi pêşxistina neteweyê xwe. Ew bê westan, şev û roj li kar bû.[çavkanî hewce ye]
Salih Bedirxan piştî hatina xwe ya Şamê çendekî bê kar ma. Di vê navê de Şerê Cîhanî yê Yekem çêbû; mercên jiyanê pir dijwar bûn. Ji bêçarî berê xwe da kar û li zindana Keleha Şamê kar kir. Lê mixabin bi êşa tîfoyê ket û pir dirêj najot, di 30yê adara 1915an de mir. Di wê demê de temenê Rewşenê negihiştibû şeş salan.
Piştî mirina Salih Bedirxan diya wî Rewşenê ew şand dibistanê. Rewşenê piştî ko dibistana seretayî xelas kir çû dibistana mamostetiyê (Dar el-Muelîmat) û ew jî xelas kir. Rewşen bû mamoste û ji nifşên sêyem ên ko li Sûriyê dibistana mamostetî qedandî bû tê hejmartin.
Rewşen Bedirxan di sala 1925an de diçe bajarê Kerehê (li Urdun) û li wir dibe berpirsiyara dibistanê. Di sala 1928an de vedigere Şamê, dibe mamoste û berpirsiyariya (kargîra) gelek dibistanan dike. Di sala 1934an de dibe endama komela Yekîtiya Jinan li Sûriyê. Di roja 22ê sibata 1935an de bi Mîr Celadet Bedirxan rê dizewice. Bi navên Sînem û Cemşîd keç û lawek ji wan rê çêdibin.
Di sala 1944an de li ser navê jinên Sûriyê, li Misrê beşdarî Kongreya Jinên Cîhanê bû. Jiyana Rewşen Xanimê ya niştimanî pir berfireh û kûr e; ew bi hemû hêz û ramana xwe li dijî kolonyalîzma Fransayê sekinî û piştgiriya doza erebî kir. Bi taybetî jî wê doza gelê Filistînê parast û wê di dibistanên ereban de mamostetî kir û gelek nivîs û gotar di kovarên erebî de weşand. Rewşen Xanim bi qasî ko li dibistanê mamoste bû, ewqas jî di xwedîkirina zarokan de mamoste bû.
Jiyana wê ya niştimanî gelek giranbuha ye; cihê serbilindî û mezinahiyê ye. Di gel ko Rewşen Xanim mamoste bû, xebata wê di behsa zindanan de, ji bo rast kirina tendûristiya keç, jin û pîrekên bê sinçî yê di girtîgehan de jî he bû. Bi aramî û bîhnfirehiya xwe dest dawête hemû aloziyên jiyanê. Lewra quretî û serşorî di ferhenga jiyana wê de ne bû. Jîna Rewşen Bedirxan neynika jîn û danûstandina Mîr Celadet Bedirxan û malbata Bedirxaniyan bû. Ew xeleka gihandina dîroka netewê xwe ya kevn û nû ye. Ew dîroka lehengiyê ya dûr û dirêj a ko bav û bapîrên wê bi sedan salan ji bo Kurdistanê kirî ne. Jiyana wê ne kêmî jiyana bav û kalên wê bû. Nimêje di warê dijwarî û zehmetiyan de piştî mirina mêrê wê Celadet Bedirxan.

Rewşen piştevana mezinahiya mîrê ronakbîran Celadet Bedirxan bû. Piştevana amadekirina kovar, pirtûk û hemû afirandinên mîr bû. Digel xebatên hêja ewê bi xwe jî di kovara Hawarê de dinivîsand. Rewşen Xanim di kovara Hawarê hejmar 27an de, di nivîsek xwe ya bi navê Kebanî û Mamoste de ewha dinivîse: Mêrên ko bexta neteweyan di destên xwe de dibin, li ber destên jinan xwedî dibin. Hêvojtin xwe dielimin, heta axa gorinan ji bîr ne kin û ew tim û tim li wan hikûm dikin. Ji lewre methelokê gotiye : Kurmê şîrî heta pîrî.

Rewşen Bedirxan karê jina kurd ne tenê kebanî û xwedîkirina zarokan dibîne, li ba wê karê jinan ê girîng li dijî ne zaniyê şer kirin û perwerde kirina zarokan e.

Bêguman di vê xebata perwerdehiye de rolê welatperweriyê jî ji bîr ne ke. Rewşen Bedirxan bi dengekî bilind û zelâl ewha bang dike (Xwehên min ên delâl, her wekî hûn jî dizanin derdê netewê me yê mezin û xedar ne zanî ye. Ne zanî nexwêşiyek e, û dermanê wê zanîn e. Nik netewên xwedan hikûmet û dezgeh vê nexweşiyê di nexwêşxaneyên taybetî de derman dikin û ji wan nexwêşxanan rê dibêjin dibistan. Mamoste bijîşkên wan nexwêşxanan e).
Em dikarin bibêjin ko Rewşen Bedirxan, bi xebat û nivîsên xwe di pirsa jinan de çalakiyên hêja daye. Rewşen Bedirxan di gotarek xwe ya di hejmara 28'an a Kovara Hawarê ya bi ne bê (Jin û bextiyariya malê) de ewha dinivîse; (Gelek jin hene bawer dikin ko rihetî û xwêşiya malê bi pere û dewlemendiyê ye. Lê ne wa ye. Sea'det û bextiyarî ne ji dewlemandan bi tenê rê ye. Xincîkên belengazan hene ku sea'det û bextiyarî, ji qesra dewlemendan bêhtir û çêtir tê de qerar digirin û bi rihetî cîh dibînin). Rewşen Bedirxan dixwaze vê yekê bi jina Kurd bide fêhmkirin : xwêşî û bextiyarî ne pere û qesr û kaşxane in; belê xwêşî ew e gotina xwêş, danûstandin, kar û xebata ku mirov ji netew û welatê xwe rê bike. Xwêşiya jiyanê ya bi peran diqede lê xweşiya jiyanê a welatperwerî û zanînê naqede.

Ji bilî nivîsîna bi zimanê Kurdî, Rewşen Xanimê bi zimanê Erebî jî gelek nivîsar li ser Kurdan belav kiriye. Rewşen Bedirxan di sala 1971'an de beşdarî Kongra Sêyemîn ya Yekîtiya Jinên Kurdistanê (li başûrê Kurdistanê) bû û bi piştgiriya xwe serketina wan parast. Di eynî salê de rûmeta endamtiya Korî Zanyarî Kurd girt û di wê demê de li ser daxwaza Korî Zanyarî Kurd çû Stenbolê. Ev çûna wê ji bo kom kirin û civandina destnivîs û pirtûkên ko di arşîv û pirtûkxaneyên Tirkan de, yên ko li ser Kurdan e bêne civandin û ji Korî Zanyarî Kurd rê bêne rê kirin bû. Bi rastî jî ev şirjawî pesindanê ye ko ew di vî karê xwe de bi zane bûn û bi bêdengî bi li ser ket.
Rewşen Xanimê di sala 1956'an de, digel Dr. Nurî Dêrsimî, Hesen Hîşyar, Heyder Heyder û Osman Efendî li bajarê Helebê Komela Zanistî û Alîkariya Kurd damezrandin. Rewşen Xanim bi bîhinfirehî û aramiya xwe li dijî hemû alozî û dijwariyên jiyanê bi li ser diket.
Jiyana mirovan bi salan nayê jimartin; ne jî bi mal û milkên ko mirov li dû xwe dihêle. Jiyan bîranîna şopeke kamûranî, ciwanî, comerdî û mirovatiyê ye. Nimêje ji bo mirovên xwedî berhem, şop, têkoşîn, xebat û kar e.
Ji ber vê yekê ez dikarim bibêjim ko Rewşen Xanim ne miriye; ew ji me Heyder e û em jî pê Heyder in. Herçiqas wê di roja 01.06.1992'an de ji nav me koçberî kir ew di dilê me de dijî. Heta roja mirînê jî ew ji bo gel û welatê xwe xebitî.
Rewşen Xanim di doşeka mirinê de ew tişt ji min rê digot : (Kurê min dema em hebûn, hûn negiha bûn ; îroj hûn giha ne ; lê mixabin em nema ne. Kurê min, ji hev hez bikin û piştgiriya hev bikin. Yek bin kurê min, bela wela ne bin).
Piştî ko ez hinekî li ser rewşa Kurdistana Başûr û li ser hilbijartinan sekinîm, Rewşen Xanimê gotina min birî û ewha got : ( Kurê min, yekîtiya Kurdan bide min, ezê Kurdistanek azad bidim te ).
Ev e rewşen Bedirxan, ya herdem wekî bav û kalên xwe êşa netewê xwe dikişand û qet ji bîr ne dikir. Wê mezinahiya xwe ji stûnên Birca Belek girtî bû. Rewşenbîriya xwe ji dibistana Sor, ji kaniya Cizîrî û Xanî wergirtî bû.

Piştî ko Rewşen Xanimê canê xwe spart Xwedê, -Li ser daxwaza wê û li gor sozê ko min pêre da bû - min kar û barê veşartina wê kir, û min cendekê wê ji bajarê Banyasê anî bajarê Şamê li tenişta mêrê wê Celadet û bapîrê wê Bedirxan Beg li goristana Şêx Xalidê Neqşibendî veşart. Piştî ko li mizgefta Hemo Leyla li Taxa Kurdan li ser cendekê wê limêj kirin, mderindêzên veşartinê bi beşdariya gelek ji heval û nasên malbata Bedirxaniyan û nivîskar û rewşenbîran dest pê kir. Ji ber rewşa Kurdan ya dijwar û awarte û li ser daxwaza keça wê Sînem Xanimê kesekî tu gotin û tu helbest li ser gora wê ne xwendin.

Berhem
Berhemên wê yên çapkirî
Bîranînên Jinekê, werger, ji zimanê Tirkî bo Erebû, 1951.
Xeramî We Alamî, werger,(çîrok)ji Tirkî bo Erebî 1953.
Bîranînên Mamosteyekî (sê pirtûk), werger, ji Tirkî bo Erebî 1954.
Rûpelên ji Toreya Kurdî 1954.
Nama Gelê Kurd (helbest-Goran) ji Kurdî bo Erebî 1954- ji ber rewşa siyasî navê xwe li ser vê pertûkê ne nivîsî ye.
Name ji Mustefa Kemal Paşa re, werger ji Tirkî bo Erebî (Ev pirtûk bi alîkariya min hat nivîsîn, çapkirin û belavkirin).
Bîranênên Min-Salih Bedirxan-,werger ji Turkî bo Erebî. (Ev pirtûk jî bi alîkariya min hat nivîsîn, çapkirin û belavkirin).
El-red ‘ele El-kosmopolîtiye, Mehmûd Şîniwî, werger, (ji ber hin sedemên siyasî navê xwe li ser vê pertûkê ne nivîsî).
Pirtûkên wê yên ne çapkirî (wendabûyî)
Bîranînên jinekê (perçê duwemîn). Ev pirtûk hate çapkirin.
Bavê min Abdulhemîd - nivîsa Ayşe keça Sultan Ebdulhemîd e.
Bîranînên min. Destnivîs e.[1]
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî - Kurdîy Serû) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 1,415 جار بینراوە
هاشتاگ
سەرچاوەکان
[1] ماڵپەڕ | کوردیی ناوەڕاست | Wikipedia
بابەتە پەیوەستکراوەکان: 4
پەرتووکخانە
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا)
کورتەباس
زمانی بابەت: Kurmancî - Kurdîy Serû
ڕۆژی لەدایکبوون: 11-07-1909
ڕۆژی کۆچی دوایی: 01-06-1992 (83 ساڵ)
جۆری کەس: چالاکی سیاسی
زمان - شێوەزار: فەڕەنسی
زمان - شێوەزار: تورکی
زمان - شێوەزار: ئینگلیزی
زمان - شێوەزار: عەرەبی
زمان - شێوەزار: کرمانجیی سەروو
شوێنی نیشتەنی: هەندەران
لەژیاندا ماوە؟: نەخێر
نەتەوە: کورد
وڵات - هەرێم (کۆچی دوایی): سووریا
ڕەگەزی کەس: مێ
تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
کوالیتیی بابەت: 99%
99%
ئەم بابەتە لەلایەن: ( سارا ک )ەوە لە: 14-02-2022 تۆمارکراوە
ئەم بابەتە لەلایەن: ( هاوڕێ باخەوان )ەوە لە: 14-02-2022 پێداچوونەوەی بۆکراوە و ئازادکراوە
ئەم بابەتە بۆ دواجار لەلایەن: ( هاوڕێ باخەوان )ەوە لە: 14-02-2022 باشترکراوە
ناونیشانی بابەت
ئەم بابەتە بەپێی ستانداردەکانی کوردیپێدیا هێشتا ناتەواوە و پێویستیی بە داڕشتنەوەی بابەتی و زمانەوانیی زۆرتر هەیە!
ئەم بابەتە 1,415 جار بینراوە
فایلی پەیوەستکراو - ڤێرشن
جۆر ڤێرشن ناوی تۆمارکار
فایلی وێنە 1.0.124 KB 14-02-2022 سارا کس.ک.
کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!
ژیاننامە
سروە ساڵەیی
شوێنەوار و کۆنینە
سیاهگل.. پەرستگەی سەردەمی ساسانییەکان
ژیاننامە
حەکیم ئەبوبەکر
کورتەباس
مەسعود بارزانی لە بەغدا پێشوازی لە باڵیۆزی ڕووسیا لە ئێراق کرد
کورتەباس
قوباد تاڵەبانی: یەکێتی بۆ ئەنجامدانی چاکسازی پێویستی بە پشتیووانی خەڵکی کوردستانە
پەرتووکخانە
پارتیزانەکانی دوای ئەنفال؛ بەرگی دووەم
پەرتووکخانە
لە هەگبەی خارە خولەوە
پەرتووکخانە
کۆڵبەرنامە - وەشانی 1
ژیاننامە
ئێدوارد باودن
کورتەباس
شاڵاو کۆسرەت ڕەسوڵ: بەهیچ بیانوویەک هەڵبژاردن دوانەخرێت
شوێنەوار و کۆنینە
ئەشکەوتی کاڵدار
ژیاننامە
کامەران عەبدولکەریم
پەرتووکخانە
سایکس-پیکۆنامە - وەشانی 1
وێنە و پێناس
چەند کەسایەتیەکی بنەماڵەی ساحێبقڕان
ژیاننامە
خەدیجە ئەسکەندەر حەیدەر
ژیاننامە
عەبدولڕەحمان فەرەج
ژیاننامە
خەلیل جەنگی
پەرتووکخانە
پارتیزانەکانی دوای ئەنفال؛ بەرگی یەکەم
کورتەباس
مەسعود بارزانی لە بەغدا پێشوازی لە باڵیۆزی چین لە ئێراق دەکات
شوێنەوار و کۆنینە
کاروانسەرای قەسری شیرین
ژیاننامە
هولیا ئەڤشار
پەرتووکخانە
ڕۆژە سەختەکان؛ بیرەوەریەکانی شیوعیەک لە عێراق
پەرتووکخانە
لۆزاننامە - وەشانی 2
ژیاننامە
سابات محەمەد ساڵح
وێنە و پێناس
دارە سووتاوەکە پێش سووتاندنی ساڵی 1977
پەرتووکخانە
ئازاد بوون لە دەریا؛ نوقومبوون لەزیندان
شوێنەوار و کۆنینە
قەڵای نارین
کورتەباس
مەسعود بارزانی لە بەغدا پێشوازی لە باڵیۆزی ئەمەریکا لە ئێراق کرد
وێنە و پێناس
خانمێکی کوردی نەناسراوە
وێنە و پێناس
دەستەیەک له کاربەدەستان و مامۆستایان و قوتابییانی شاری مەهاباد ساڵی 1949
ژیاننامە
نیشتمان عەبدولقادر ئەحمەد
پەرتووکخانە
سیاسەت و پلانی زمان بۆ هەرێمی کوردستان
وێنە و پێناس
تاهیر ساڵح بەڕێوبەری پۆلیسی سلێمانی ساڵی 1965
شوێنەوار و کۆنینە
قشڵەی قوشتەپە
پەرتووکخانە
ژینانامە - وەشانی 1

ڕۆژەڤ
ژیاننامە
مەحوی
11-11-2008
هاوڕێ باخەوان
مەحوی
ژیاننامە
وەفایی
18-11-2008
هاوڕێ باخەوان
وەفایی
ژیاننامە
مەلای جزیری
19-11-2008
هاوڕێ باخەوان
مەلای جزیری
ژیاننامە
ماهشەرەفخانم - مەستوورە ئەردەڵانی
01-01-2009
هاوڕێ باخەوان
ماهشەرەفخانم - مەستوورە ئەردەڵانی
ژیاننامە
ئەحمەدی خانی
14-05-2009
هاوڕێ باخەوان
ئەحمەدی خانی
 چالاکییەکانی ڕۆژی
بابەتی نوێ
ڤیدیۆ
دیمەنێکی شاری هەولێر بە زیرەکی دەستکرد درووستکراوە نزیکەی 100 ساڵ پێش ئێستا 2024
06-07-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
پەرتووکخانە
ئازاد بوون لە دەریا؛ نوقومبوون لەزیندان
06-07-2024
کشمیر کەریم
پەرتووکخانە
ڕۆژە سەختەکان؛ بیرەوەریەکانی شیوعیەک لە عێراق
06-07-2024
کشمیر کەریم
پەرتووکخانە
پارتیزانەکانی دوای ئەنفال؛ بەرگی دووەم
06-07-2024
کشمیر کەریم
پەرتووکخانە
پارتیزانەکانی دوای ئەنفال؛ بەرگی یەکەم
06-07-2024
کشمیر کەریم
پەرتووکخانە
لە هەگبەی خارە خولەوە
06-07-2024
کشمیر کەریم
ڤیدیۆ
دیمەنێکی شاری سلێمانی بە زیرەکی دەستکرد درووستکراوە نزیکەی 100 ساڵ پێش ئێستا 2024
06-07-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
پەرتووکخانە
یاداشتنامەی پزیشکێک لە کوردستان و ئەڵمانیا
06-07-2024
کشمیر کەریم
پەرتووکخانە
سێ شەو لە زیندانی بەعسیە فاشیستەکاندا لە عێراق
06-07-2024
کشمیر کەریم
پەرتووکخانە
دەنگی خاک؛ بەرگی دووەم
06-07-2024
کشمیر کەریم
ئامار
بابەت 521,270
وێنە 105,373
پەرتووک PDF 19,614
فایلی پەیوەندیدار 98,350
ڤیدیۆ 1,418
کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!
ژیاننامە
سروە ساڵەیی
شوێنەوار و کۆنینە
سیاهگل.. پەرستگەی سەردەمی ساسانییەکان
ژیاننامە
حەکیم ئەبوبەکر
کورتەباس
مەسعود بارزانی لە بەغدا پێشوازی لە باڵیۆزی ڕووسیا لە ئێراق کرد
کورتەباس
قوباد تاڵەبانی: یەکێتی بۆ ئەنجامدانی چاکسازی پێویستی بە پشتیووانی خەڵکی کوردستانە
پەرتووکخانە
پارتیزانەکانی دوای ئەنفال؛ بەرگی دووەم
پەرتووکخانە
لە هەگبەی خارە خولەوە
پەرتووکخانە
کۆڵبەرنامە - وەشانی 1
ژیاننامە
ئێدوارد باودن
کورتەباس
شاڵاو کۆسرەت ڕەسوڵ: بەهیچ بیانوویەک هەڵبژاردن دوانەخرێت
شوێنەوار و کۆنینە
ئەشکەوتی کاڵدار
ژیاننامە
کامەران عەبدولکەریم
پەرتووکخانە
سایکس-پیکۆنامە - وەشانی 1
وێنە و پێناس
چەند کەسایەتیەکی بنەماڵەی ساحێبقڕان
ژیاننامە
خەدیجە ئەسکەندەر حەیدەر
ژیاننامە
عەبدولڕەحمان فەرەج
ژیاننامە
خەلیل جەنگی
پەرتووکخانە
پارتیزانەکانی دوای ئەنفال؛ بەرگی یەکەم
کورتەباس
مەسعود بارزانی لە بەغدا پێشوازی لە باڵیۆزی چین لە ئێراق دەکات
شوێنەوار و کۆنینە
کاروانسەرای قەسری شیرین
ژیاننامە
هولیا ئەڤشار
پەرتووکخانە
ڕۆژە سەختەکان؛ بیرەوەریەکانی شیوعیەک لە عێراق
پەرتووکخانە
لۆزاننامە - وەشانی 2
ژیاننامە
سابات محەمەد ساڵح
وێنە و پێناس
دارە سووتاوەکە پێش سووتاندنی ساڵی 1977
پەرتووکخانە
ئازاد بوون لە دەریا؛ نوقومبوون لەزیندان
شوێنەوار و کۆنینە
قەڵای نارین
کورتەباس
مەسعود بارزانی لە بەغدا پێشوازی لە باڵیۆزی ئەمەریکا لە ئێراق کرد
وێنە و پێناس
خانمێکی کوردی نەناسراوە
وێنە و پێناس
دەستەیەک له کاربەدەستان و مامۆستایان و قوتابییانی شاری مەهاباد ساڵی 1949
ژیاننامە
نیشتمان عەبدولقادر ئەحمەد
پەرتووکخانە
سیاسەت و پلانی زمان بۆ هەرێمی کوردستان
وێنە و پێناس
تاهیر ساڵح بەڕێوبەری پۆلیسی سلێمانی ساڵی 1965
شوێنەوار و کۆنینە
قشڵەی قوشتەپە
پەرتووکخانە
ژینانامە - وەشانی 1
فۆڵدەرەکان
وشە و دەستەواژە - وشە - ناو - سادە، داڕێژراو و لێکدراو وشە و دەستەواژە - وڵات - هەرێم - ڕۆژهەڵاتی کوردستان پەند و ئیدیۆم - وڵات - هەرێم - باشووری کوردستان پەند و ئیدیۆم - وڵات - هەرێم - ڕۆژهەڵاتی کوردستان پەند و ئیدیۆم - بەشە شێوەزارەکانی کوردیی ناوەند - بەشە شێوەزاری سلێمانی پەند و ئیدیۆم - شار و شارۆچکەکان - سلێمانی پەند و ئیدیۆم - شار و شارۆچکەکان - سەیدسادق (شارەزوور) پەند و ئیدیۆم - شار و شارۆچکەکان - شارباژێڕ (چوارتا و ماوەت) ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا) - وڵات - هەرێم - ئێڕاق پەرتووکخانە - پۆلێنی ناوەڕۆک - یاسایی

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.67
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| کاتی ئافراندنی لاپەڕە: 1.297 چرکە!