DOXTOR FÛAD BEG
Dr. Fuad Beg di sala 1887-an de li herêma Amed (Diyarbekir) ji dayik bûye û ji malbata Haj Qadir kurê Ibrahim Effendi ye. Wî li Amedê dest bi xwendinê dibistanê kir û xwendina xwe di zanistgehê de li Stenbolbi dawî kir, û piştre li Parîsê ji zanîngeha wê belegenama bijîkiya mirovan wergirt.
Piştî ku ji Fransayê belegename wergirit, ew vegeriya bajarê xwe yê zikmakî Amed û dest bi karê bijîjkiyê kir, ew karê di wê demê de pir kêm bû, nav û dengê wî belav bû li seranserî deverê, bû cihê rêzdariyê ji belî her kesî ve, hezker û rêzdarî ji xelkê re dikir, dihate naskirin, bê pere belengaz û hejaran derman dikir, hem dermanê wan ji bêrîka xwe dikirî.
Dilê Dr. Fuad Beg ji zor û pirsgirêkên gelê xwe re ne aram bû, û ew her dem di xwena wan ji destê dijminatî, zordestî û stembariyê rizgar bike, û wî her gav hewl dida ku wan ji xwea wan hişyar bike.
Dr. Fuad tu rêxistinek an saziyek serkêşiya civatê bike ber bi azadiye ne didît, ji ber vê yekê wî di 1919an de, bi çend hevalên xwe re Partiya Bilindbûn (Tealî) a Kurdistanê damezrand, bi lez raman û armancên partiyê li deverên cûda belav bûn û gelek kes tevlî nav rêzên wê bûn, tenê li Amedê bi hezaran kes ketin nav partiya nû, lê piştî nakokiyên di navbera endamên partiyê de, Dr. Fuad jê kişya.
Piştî serhildana Koçgîrê, wî di gel hevalên xwe di komîta serkirdayetiya serhildanê de, ya bi navê (Komîteya Serxwebûna Kurdistanê), hewl dan ku rêzikên kurdî yek bikin û nakokiyên kevin di navbera êlan de çareser bikin, da ku wan di pergalek yekbûyî de bi navê (Azadî) yek bikin, Dr. Fuad serokê komîteya (Komîteya Serxwebûna Kurdistanê) bû, wî gelek xebat kir da ku raman û armancên şoreşê belav bike û bi mirovan xweşbîn bike ku tevlî wê bibin, di wê navberê de, wî pêvendî bi çend kurdên li bajarê Silêmaniyê, Mûsilê û çend deverên Rojavayê Kurdistanê re çêkir, xwest ku serhildanê li seranserê Kurdistanê belav bibe.
Piştî têkçûna serhildana Koçgîrê, Dr. Fuad Beg hate girtin, û ji aliye dadgeha Îstiqlqlê ve hate dadgeh kirin, Ji ber nebûna delîlên li dijî wî, wî cezayê mirinê lê nehatiye dayîn, lê demek girtî ma û pişt re jî hate berdan. Yek ji dozên li dijî wî, ew bi cil û bergên kurdî xwe payedar dikir di nava bazara Amad de.
Piştî destpêka şoreşa Şêx Seîd Efendi, Dr. Fuad beşdarî wê bû û yek ji serek û siyasetmedarên navdar ên wê bû, wî peyamên pir şand ji kurdan re li deverên cûda yên mîna Mûsil, Silêmanî, Bexda û Helebê da ku bilez daxwazî wan kir, beşdarî şoreşê bibin û alîkariyan jê re peyda bikin, di nameyekê de, ji Ferid Paşa re şandibû, wiha nivîsandiye: Komîteya Helebê hemû kar û barên xwe xistiye xizmeta hemî armancên serhildana Kurd.
Ew dîsa hate girtin piştî têkçûna şoreşa Şêx Seîd Efendi û hat darizandin di dadgeha Îstiqlalê, û darvekirin lê hate brîn.
Xebatker û welat parêz Hesen Hişyar (Mele Hesenê Kurd), di bîranînên xwe de, di derbarîê 24 demjimêrên dawî yên jiyana Dr. Fuad de nivîsandiye:
Dr. Fuad bi ji jina xwe ya ku hatibû serdana wî xatir xwesit, û paş re ji rêveberê girtîgehê xwest ku ser û laşê xwe bişo di serşoka girtîgehê de, rêveberê girtîgehê ji daxwaza wî şaş ma, ji ber ewê a dinî ruyê bidarvebe, li serê xwe xist û got: Xwedayê min, ma hene merivên wêrek û bi vî rengî bi hêz, bîhnfirehiyê û natirsin ji mirinê, û wisa bi hêsanî têne, piştî ku rêveberê zindanê daxwaziya Dr. Fuad pejirand, Dr. Fouad ji xebatker Hassan Hişyar xwest ku pişta xwe bi fûre û sabûnê bişo, xebatker Hessan Hişyar jê re got:
Bijîjkê rêzdar tenê (24) demjimêr ji jiyana te ma ye .. ji bo çi ez pişta te bi fûre û sabûnê fûre dikim? bi şermezariyê li min nêrî û got:
Min tu didît peyakî wêrekî, mixabin nêrîna min li te şaş derker, ma ji bo çi peyan ji mirinê bi tirisin, an nirxekê didin mirinê, çi cûdayî heye di navbera 24 demjimêran û 24 salên tên, li hebmber dem û felsefa jiyanê,her tişt bi destpêk û dawiye, temenê mirov naye pîvan bi rojên hindik an pir, ev laşê mawey pêncî sal bûye ji min re, ma ne hêja ye ez bi pakbûniyê jê cûda bim.
Di şevek tarî de, roja Înê, 17ê Avrêl 1925, Dr. Fuad Bey û Şêx Eyub derketin ser Sêdarê, ew ên pêşîn bûn ji xebatkerên şoreşa Şêx Seîd hatine bi darvekirin.
Zivirî û cara paşîn li bajarê xwe, Amedê (Diyarbekir) û keleha wê nihirî, dûv re serê xwe bera asîmanê kir ve û ev helbest got:
Şevek tarî ya hebû ya tune bû nîv
Deşt di xew da çiya digrî, ne hilate hîv
Pişt re wî li darvekarên xwe nerî û got:
Kuştina bi wêrekî ji bo welatê min xewna min bû, ez guman nakim ku ala serxwebûnê wê li ba bibe li ser vê axa ku , em niha têne bi darvekirin .[1]