Navê pirtûkê: (YOL)– Riya Welatê Xerîbîyê
Navê nivîskar: Edi Hubschmid
Navê wergêr: Husên Duzen
Wergera ji ziman: Tirkî
Cihê çapkirina pirtûkê: Zürich
Navê çapxaneyê: Umut Editions Gmbh
Sala çapê: 2020
Fîlmçêkerekî navdar, wergervanekî bêhempa û kurdekî binavûdeng
Fîlmçêkerekî navdar Edi Hubschmid, ku bi saya nivîsîna vê pirtûkê herwiha bûye nivîskar jî, navekî din jî li pirtûka xwe kirîye: “Pêrgîbûna min bi Yilmaz Güney re û hilberîna fîlmê YOL (RÊ) 1980-1984”. Nivîskarê kurd Husên Duzen ev berhema delal ji almanî wisa xweş wergerandîye kurdî, meriv dibêje qey ew bi kurdî hatîye nivîsar.
Balkêş e, ku xudanê pirtûkê çend şiroveyên gotina YOL (bi kurdî RÊ) raberî me dike: Rê, Ger, Rêgeh, Çareserî, Neqeb.
Almanîya vê pirtûkê ya bi navê ”Yol – Der Weg ins Exil. Das Bush., 2017an li Zurîhê weşîyaye.“
Pirtûk bi gelek wêneyên ji jîyana serbilindîya gelê me Yilmaz Güney va hatîye xemilandin û di wê da malûmatîyên gelek balkêş hene derheqa welatparêzîya rejîsorê di cihanê da binavûdeng û bêbextî û neyartîya dijminên gelê kurd da.
Husên Duzen ser wergera vê pirtûka delal di pêşgotina xwe da ha dibêje:
-Kêlîya ji min hat pirsîn bê ez dikarim wergera vê pirtûkê bidim ser xwe, ez dudilî bûm. Piştî min şêweyê vegotina bi wêne ya rizgarkirina zilamekî mezin ji destê dîktatoriyeke faşîst dît, ez di cîh da sist bûm. Mêrxasekî swîsrî di wan hoyên dijwar ên cuntaya Kenan Evren de tev li hevalên xwe çûbû bi dizî Yilmaz Güney derxistibû û niha jî bîranînên xwe yî wê demê nivîsandibûn. Dîsa Yilmaz Güney hêz da min û hişt ez wergera ”Riya Welatê Xerîbîyê” bigrim ser xwe.
Edi Hubschmid wek kameravanekî nivîsîye ev WêneGotina serpêhatîya Rêya ji girtîgeha Ispartayê heta bi wergirtina Palmeya Zêrîn a Cannesê. Heta jê hatiye xwestiye vegotinê bi bûyerên ew bûye şahid bi sînor bihêle. Dîsa jî germahiya hevaltiya du zilamên ji du çandên cûda û azmûnên produktorê fîlmê RÊ û gelek fîlmên din jê difûre.
Hîn gelek tişt li ber Yilmaz Güney bûn. 47 salên temenê wî ku beşekî berbiçav girtî û nefîbûyî derbas bûbû, têra hemû projeyên wî nekirin. Wî cîhaneke tije wekhevî, bê zordarî û kedxwarî dixwest. Salên dawî serê xwe zehf bi projeya ”Destana Çêbûna Neteweyekê” ra diêşand. Li gor zaniyariyên serokê Enstîtûya Kurdî ya Parîsê Kendal Nezan, wî dixwest fîlmekî mîna yê derhênerê amerîkî D.W.Griffith, THE BIRTH OF A NATION (ÇÊBÛNA NETEWEYEKÊ) bi şêweyekî destanî li ser dîrok û tevgera kurd bikşîne.
Mixabin, mirina wî yî bêwext ew derfet jî nedayê.[1]
January 02, 2020