Şemzînan
Şemzînan (bi tirkî, Şemdinli) yek ji navçeyên Colemêrgê ye. Navê navenda bajêr Nawşar e.
Navê herêmê
Ew herême bi navêt Şemzîna û Şemdîna jî yê hatiye gotin û baskirin lê belê navê wêderê li eslê da Şemsdîna ye[çavkanî hewce ye]. Kurd herweto carcar dibêjne wê navçê Navçiya û dibêjine bajêrê wê Navşar.
Tewawî kitêbêt berê Şemzînan bi navê Şemsdîna, yêt naskirine, bo nimune li pirtûka Mîr Şerefxanê Bitlîsî, Şerefname, yan li pirtûka W. A. Wigram The cradle of mankind, life in eastern Kurdistan. Nimûneyek dî, xirîteya Şemsdîna ye, ku ingilîsiya li duwahiya sedsalêt 19ê zayînî yê çêkiri û navê Şemsdîna yê bikar înaye.
Şêx Ubeydulayê Nehrî, yê navdar, li dîwana helbestêt xwe da bi farsî yê nîvîsî.
(Ism ”Şemsedîn” der esl nehad / Şod bi “Şemzîn“ mosteşar bêyinûl’ebad
Hest “Şemsedîn“ nami naḧiyeh / Ḧeq bidared ez mezalim naḧiyeh).
Yanî navê wê navçê li eslê xwe da Şemsedîn danabûn lê belê nav xelkê bi Şemzîna dihête gotin û bi wi navî navûdeng yê bûye.
Hem Nikitin û hem jî Minorsky navê Şemdînan yê bikar anîne.
Vasîlî Nîkîtîn (Basile Petrovich Nikitine) li pirtûka xweda, bi navê Kurd û Kurdistan, (wergêrê farsî, Mihemed Qazî) yê nivîsî, ku damezrênerê binemala Begzada (Beyzadêt Hekarî, Amêdiyê, Kilîsê, Şemzîna û Tergewerê) mêrek bûye bi navê Mîr Şemsedîn, ku Şemsdîna bi navê wi Mîr Şemsedîni yê hatiye navkirin.
Ewê binemalê, yanî Beyzada, heta dewrê Şêx Ubeydela li Şemsdîna hukum dikirin. Dewrê Şêx Ubeydela li sala 1870ê zayînî qawet kete destê Seyîdêt Nehriyê.
Nehrî heta sala 1930ê zayînî navenda Şemsdîna bûye, ku paşi hingî Navşar binavê Şemzîna (Şemdînlî) yê bûye navenda Şemsdîna.
Eşîrên herêmê
Li Şemsdîna çar eşîr dijîn: Begzade (li gel Bayî û Mela Bemboyî), Herkî, Gerdî û Zerza. Dewrê mîretiyê sê binamalêt Begzade (Musabegî, Bênturî û Şêxanî) her salê yêk dibû mîr. Mîri desteyek çekdarêt taybetî hebûye, ku digotinê Xunxor.
Dîrok:
.Sala 1880ê- Serhildana Şêx Ubeydullah Nehrî
.1925- Şêx Evdilqadirê kurê Şêx Ubeydullah hate bidarvekirin.
.15ê Tebaxa 1984ê şerê PKKê digel Dihêya Sêrtê li Şemzînan dest pê kir.
.Di mijdara 2005'an gele Şemzînan serhildanek pêk anî, Bûyera Şemzinan.
Çavkanî:
1.Harita Umum Müdürlügü 1:800,000 (1934).
2.Köylerimizin adlari (1928).
3.Ergin Öpengin (Şemsdîna), 2009.
4.Vital Cuinet (1891/2001). La Turquie d'Asie.
5.Xefur, Ebdulla (Abdulla Ghafor) (2000/2001). Kurdistan - Dabeşî Kargêrî Terrîtorî 1927-1997.
6.Xefur, Ebdulla (Abdulla Ghafor) (2001). Kurdistan - Rûpêw û jimarey danîştuwan.
[1]