Dilşad Seîd
Dilşad Seîd hunermendekî kurd e.
Dilşad Seîd di sala 1958an li Duhokê ji dayîk bû. Piştî ku wî xwendina xwe ya bilind di enstîtuta mûzîk li Bexda tika kir, wî wek asîstentê dîrîgend di orkestra têlêvîzyon û radyo ya Bexda de kar kirîye û ji sala 1984an heta 1988 di zanîngeha Wales xwendina xwe ya bilind berdewam kir. Wî xwendina xwe bilind ya bi dîploma mamostê hunerê tika kirîye. Piştre ew bûye xwediyê diploma Solo-Geiger ya akademiya keyaniyê (Royal academy of music) li Londonê. Ji nava sê musabeqa muzîk di navbêran zanîngehan da li Brîtanya ew bûye yê yekem. Ta neha ew bi gelek mûzîkvanên kurd ên navdar re kar kiriye. Wi li bajarê Duhokê Konserwatuarek muzîkê vekiriye û xebata xwe dimeşîne. Albûmê yekê bi navê Variations on Kurdish Melodies for Violin derxistiye.[1]
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی
بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 188 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!