IDRÎS BARZANÎ
34 sal bi ser koça dawî ya serkirdeyê navdarê kurd Idrîs Barzanî re derbas dibe.
Îro 31 Çile ye û 34 sal berê di roja 31 Çileya sala 1987, serkirdeyê kurd Idrîs Barzanî ji nav kurdan bar kir.
Idrîs Barzanî di meha Adara 1944an de li navçeya Barzan û di himêza malbatekê de hatiye dinê, ku ew malbat çavkaniya dîroka Kurdistanê ye. “Her ji destpêka sedeya 20mîn de bibû mala mezin a kurdayetiyê û sembola neteweyî û qubleya têkoşerên Kurd.”
Idrîs Barzanî dibe 2 salî, wê demê bavê wî nemir Mela Mistefa Barzanî berê xwe dide Rojhilatê Kurdistanê bi mebesta piştevaniya tevgera Kurdî û Komara Kurdistan li Mihabad, li wir dest bi xebatê kir.
Piştî ku Komara Kurdistan ket, Mela Mistefa Barzanî û bi dehan Pêşmerge berê xwe dan Yekîtiya Sofyeta berê. Wê demê Idrîs Barzanî ku temenê wî 3 sal bû ligel dayka xwe û malbatên Kurd, ji aliyê rêjîma wê demê ya Iraqê ve bo navçeyên başûrê Iraqê hatin sirgûnkirin.
Idrîs Barzanê di temenê 6 saliyê de li bajarê Kerbela çû dibistanê. Heta nemana şahîtiyê û hatina komariyê di sala 1958an de ew ji dîtina bavê xwe mehrûm bû. Lê wê sale Mela Mistefa Barzanî ligel hevalê xwe ji Yekîtiya Sofyetê vegeriya Iraqê û piştî demeke dirêj bi dîtina malbata xwe şad bû.
Li gorî dîroka PDKê, piştî vegera Mela Mistefa Barzanî û serhildana şoreşa Îlonê di sala 1961ê de, Idrîs Barzanî tevlî şoreşê bû û çeka têkoşînê avêt milê xwe.
Piştî 9 salan ji pêşmergayetiyê û tevlîbûna di şoreşa Îlonê de, di meha Hezîrana 1970ê de û di kongreya 8 ya PDKê de, bo cara yekem Idrîs Barzanî bû endamê Komîteya Navendî ya PDKê.
Ligel destpêkirina projeya aştî û danûstandinan di navbera şoreşê û deselatên Iraqê de, Idrîs Barzanî ligel birayê xwe Mesûd Barzanî di desteya danûstandinan a şoreşê de bûn. Ew li Bexdayê ketin şerê siyasî û dîplomatîk ji bo bidestveanîna mafên gelê Kurdistanê. Di dawiyê de bi serperiştiya Mela Mistefa Barzanî mafê otonomî bo Kurdistana Iraqê bidestve hat û di encamê de 4 salên xweşî û pêşketinê ji bo Iraqê hatin, lê piştre deselata Iraqê ya Beisî dîsa dest bi dijayetiya Kurdan û serkirdatiya Kurdistanê kirin û wê demê rêkeftina Cezayir çêbû û şoreşa Kurdan hat şikestin. Wê demê Idrîs Barzanî ligel malbata xwe û beşek ji Pêşmerge ve, koçberî Îranê bûn.
Herwiha piştî şikestina şoreşê, Idrîs Barzanî ligel birayê xwe Mesûd Barzanî her zû hewlên xwe didin ji bo avakirina bingeh û rêxistina PDK û Hêzên Pêşmerge, û dest bi çalakiyan dikin.
Sala 1979 guhertin li ser nexşe û hevsengiya navçeyê çêbû û li Îranê Komara Îslamî ya Îranê hat damezrandin û deselata şah hat rûxandin. Li Iraqê jî rêjîma Beis destê xwe li deselat zêdetir şidand. Şerê Iraq û Îranê destpê kir. Hêzên Kurdistanî jî dabeş bûn. Hikûmeta Iraqê xwest ku nakokiyan bixe navbera hêzên Kurdistanî de. Idrîs Barzanî wê demê kar û xebat kir ji bo lihevkirin û yekîtiya nav mala Kurdî.
Li ser bingeha wê xebata Idrîs Barzanî, di sala 1986an de bingeha bereya Kurdistanî hat avakirin û di meha Hezîrana 1988ê de wek hêzeke nû li ser meydana siyasî ya Kurdistanê Berya Kurdistanî hat ragihandin.
Idrîs Barzanî di dîroka tevgera rizgarîxwaz a neteweya Kurdî de, wek endazyarê lihevkirina niştimanî tê binavkirin. Di asta dîplomatîk de jî Idrîs Barzanî wek xwedî ezmûneke mezin bû, nexasim di warê derketina gutareke hevbeş de.
Di 31.1.1987an de, Idrîs Barzanî ji ber nexweşiyeke giran koça dawî kir. Bi jidestdana Idrîs Barzanî tevgera siyasî ş xebata rizgarîxwaz a Kurdistanê kesekî bi bandor û serkirdeyekî mezin û xwedî ezmûn jidest da û li gundê Helecî yê ser bi Ormiyê hat veşartin.
Piştî raperîna Adara 1991ê û rizgarkirina beşekî mezin ji axa Kurdistanê di 6.11.1993ê de termên Nemir Mistefa Barzanî û Idrîs Barzanî bo Başûrê Kurdistanê hatin veguhestin û li devera Barzan hatin veşartin. [1]