Ew kasayetekî bi navê Emerê Leheb ku bi nasnavê Behlûlê Mahî, Behlûlê Dana, Behlûlê Dîwane, yan jî tenê bi navê Behlûlê dîn tê naskirin, her wekî di çîrokên gelêrî de derbas dibe, tê nasîn. Lê teqez nîn e ku hema Behlûlê aqilmend, bêtirs û zimantûj e ku di çîrokan de derbas dibe. Tê texmînkirin ku di sedsala 9'an de jiyaye û hemçaxê Xelîfe Harûnê Reşîd e. Feqî Huseyn Sagniç radighîne ku li gorî rîwayetekê ew Xelîfe Harûn Reşîdî rexne dike, Xelîfe jî dibihîse û fermana kuştina wî dide. Ew jî bi pêşniyara mamosteyê xwe, Caferê Sadiq xwe li dînîtiyê datîne û bi vî awayî xwe ji kuştinê rizgar dike. Piştî vê bûyerê têkiliyeke baş di navbera wan de çêdibe û Behlûl dibe kesayetekî nav ê dîwane Xelîf e.
Hîna zanîn û perwerdehiya medreseya Mahilkûfeyê neqedandiye di temenî biçûk de ''Rêbaza Yarî'' ya yekem li Hewremanê dadimezrîne; sedema vê xebata hêja wekî damerînerê ola Yarsaniyê tê naskirin.
Di zargotina kurdî de gelek çîrokên ku Behlûl û Xelîfe tê de ne û li dîwana Xelîfe derbas dibin hene. Di wan çîrokan de Behlûl wekî şêwirmend û zanayekî bi merîfet û bi agahiyên xwe yên jîran e her tim hazir û guhdar diecibîne.
Yarsan Behlûl û çend pîrên li gel wî pêşengên baweriya xwe dihesibînin. Di pirtûka ''Dewrey Behlûl'' de dinivîse ku Behlûl cimaeta yarsaniyê li gel çennd hevriyên xwe li Hewramanê saz kiriye. (Babe Loreyê Loristanî, Babe Nicûmê Loristanî, Babe hatim û Babe Recebê Loristanî) hevriyên Behlûl ên navborî ne. Gotin û helbestên Behlûl û hevriyên wî di pirtûka ''Dewrey Behlûl'' de hatine tomarkirin. Behlûlê Mahî bi zimanê erebî jî helbest nivîsî ne. Her wiha ew bi pend û şîretên xwe yên pêkenokî li ser asta kurdistanê di nav çand û kelepora kurdan de gelek navdare e. Ew gotinên wî bi mebesta ku xelkî şiyar bike û zanebûnê di nava wan de belav bike.
Derwêş Newrozê Soranî ku di sala 19'an de jiyaye li ser bi helbesteke xwe li Behlûlê Mahî wiha dibêje:
Behlûl zatê wen zat yekdan e
Amiyan maçan Behlûl Dêwan e
Kî dî dêwane weytewr dane bo
Merkewene meydan gerdûn rana bo
Wate: Behlûl tîrêja xwedê ye, her çend ku hin kesên bê agah û nexwende wî wek dîn dizanin, kê û kê dîtiye ku dînek ew qas hêja, zana, jîr bûye û hespê xwe yê zanistê, di qada hevçerxa gerdûnê de, bibezîne?
Feqî Huseyn Sagniç ji pirtûka Yarsanan a bi navê ''Serencam'' radighîne ku Behlûl di sala 837'an de li çiyayê Tengegulê yê li bajarê Îslamyayê koça dawî dike.[1]