Sewta dengbêjiyê li qirika her kesî nayê, ji ber vê yekê jî dengbêjî huner û hostetiyeke bi taybet dixwaze. Lewma dengbêjên Kurd di nava civatê xwedî cihekî taybet in. dengbêj Husênê Mûşê jî yek ji wan dengbêjan e ku bi qirik û dengê xwe bûbû şagirtê dibistana Evdalê Zeynikê.
Dengbêj Huseynê Mûşê ku zêdetir bi nave Huseyno tê naskirin di sala 1936’an de li gundê orgînosa ku dikeve başûrê rojhilatê Mûşê ji dayîk bûye. Ji ber vê yekê carinan wekî Husênê Orgînos jî tê naskirin.
Ji ber ku bavê wî Şakir dengbêj bû û ew jî xwedî dengekî xweş û zelal bû, Huseyno hîn di zaroketiya xwe de xwe di nav civata dengbêjan de dibîne û wekî zarokekî dengbêj ber bi jiyana dengbêjiyê ve gava davêje.
Piştî di temenê zaroketiya xwe de dest bi dengbêjiyê dike, ji bo Huseyno jiyaneke nû dest pê dike, ew jî wekî bavê xwe gund bi gund digere, bi dengê xwe yî xweş di şîn û şahiyan de dibe zimanê hasten gel.
Dengbêj Huseyno bi salan bi vî rengî hunera xwe didomîne. Di vê pêvajoyê de bi stranên ku tîne ziman di kevneşopiya dengbêjiyê de dibe yek ji kesayetên navdar. Ji ber baş dizaibû karê ku dike tê çi wateyê û ji bo çanda kurdî çiqas girîng e. bi fikreke zanistî û kevneşopî nêzî hasten gel dibe. Her wiha ruhê netewî di stranên wî de deng didan.
Di sala 1956’an de daxwazek ji aliyê dewleta Turk ve ji dengbêj Huseyno tê kirin ew di radyoya Erezromê de stranên xwe bi tirkî bîne ziman. Lê belê dengbêj Huseyno vê yekê wek heqaretekê li dijî zimanê kurdî û kenveşopiya dengbêjiyê dibîne. Tevî zext û zordariyan stranên xwe bi tirkî nabêje û îxanetê li çanda xwe nake. Ji ber vê Huseyno bi nasnameya xwe ya hunerî bûbû parastvanê çand û dengbêjiya kurdî.
Lê vê redkirina Huseyno ya daxwaza radyoya Erzromê bixwer re gelek astengiyên şidetê li dijî wî tîne. Lê tevî astengiya Huseyno ew mesa xwe ya hunera dengbêjiyê berdewam kir.
Di sala 1973’an de dengbêjê me berî xwe dide Ewropayê, sedema vê jî pirsgirêkên aborî û zehmetiyên debara jiyanê bû. Ew li Almanyayê bi cih dibe. Lê belê hesreta welat di dilê wî de dimîne. Ew li hemberê vê hesreta mezin nikare berxwe bide dîsa vedigere Kurdistanê.
Di stranên Huseyno de evîn, lehengî, şer û pirsgirêkên civakî yek bi hûnadineke xweşik ji qirika wî derdiketin û hasten mirovan li ber wî dibûn çem û diherikîn. Ji ber vê yekê dema ku strana wî ya bi navê ’’Mîrê Min’’ ya ku ji bo Şêx Seîd aniye ziman tê guhdarîkirin, mirov xwe li wan çiyayên asê dibîne û hesteke coş diherike nav dilê mirovan. [1]
Dilê wî ji bo her çar parçeyên Kurdistanê lê dida û di hunera xwe de jî rastiya tevahiya Kurdistanê radixist ber çavan, çawa ku li bakur Şêx bi bîrdianî, li başûr û rojava berxwedana li dijî Baasê û li rojhilat serhildana li dijî hukmeta îranê dikir mijara hunera xwe.
Strana wî ya navdar a bi navê’’Seydo’’ jî yek ji wan mînakan e. Dengbêj Huseyno di vê strana xwe de bal dikşîne li lehengiya Simkoyê Şikakî.
Huseyno di vê rêwîtiya xwe ya bi dengbêjiyê re, êdî dibe yek ji pêşengên dibistana dengbêjiyê. Gelek dengbêj û hunermend ji şêwaz û hunera wî sûd digrin û berhemên wî wek çavkanî bikardianîn. Di vê rîwtiyê de rojên bi kelem jî derdikevin pêşiya wî. Di sala 1998’an de hevjîna wî di wî sale jiyana xwe ji dest dide, ev yek xemgîniyeke mezin li jiyana wş bar dike. Ew di heman salê de nexweş dikeve û felc dibe û du sala di nav ciyan de dimîne.
Piştî jiyana dû dirêj û bi du salên dilsoj dengbêj Huseynê Mûşê di 8’ê avrêla 2001’ê de li mala xwe dice ser dilovaniya xwe.
Berhemên wî îro jî di hunera û mûzîka kurdî dewlemendiyeke pir xweşik daye dîroka hunera kurdî.