Girê Muhemed Diyab di nava sêgoşeya herêma Xabûr de ye. Li rexê çepê ji newala Jerah re. Gir dûrî bajarê Tirbesipiyê dora 12 km ji aliyê başûr ve û dûrî bajarê Qamişlo 34km bi aliyê başûrê rojhilat ve. Ev gir ji cihên girîng e li bakurê mezopotamyayê bi taybet di herdu qonaxên Bronz ên keven û navîn de û ev girîngiya han ji cihê wî yê stratijik ku li ser riya bazirganî ya kevin a ku Asûr û Kaniş (Keyseri li Tirkî) digihîne hev; tê. Rúbera gir a navendi dighêje 12 hiktaran û bi girên derdora xwe rûberek dihêje 59 hiktaran; saz dike. Bilindbûna gir ji deşta derdorê 21 m. Qonaxên yekemîn ên niştecihbûnê li vi cihi vedigerin destpêka hezarsala 3an b.z (Neynewa5 û destpêka bereyên zûtirin)
Di destpêka hezarsala dudiyan de b.z bajar fereh, geş û xweş bû. Guhertinên nû li nexşê bajêr çêbûn ku perestgeh avabûn, taxa nişîngeriyê ya kevin berfereh bû, taxeke nû li cihekî din avabû, goris tanek hat diyarkirin û sera berfereh bû, di riya avakirina odeyên nû re.
Du têblêtên mîxî, muhreke stonî û gelek xilik û qehfîq ên şêwazê Xabûr û Nozî yên ku vedigerin qonaxa Hûrî- Mitan; hatin dîtin. Bajar xweş û geş ma ta nîvê duyem ji hezarsala dudiyan b.z, piştre ev bajar hat valakirin û sedema valakirina wê ta anha nediyare.[1]
Navenda Parastina Şanwaran-Ristem Ebdo