Helbestvana Kurd Sîmav Efrîn ,di 25.09. 1984an de li bajarê Efrînê li Rojavayê
Kurdistanê ji dayîk bûye,
Xwendina xwe ya sertayî,navîn û
amedehî li bajarê Efrînê bi dawî dike,
Ji piçûkaniya xwe de helbestan dinivîse , lê her tim bi zimanê erebî dinivîsand, ji ber ku fêrbûn û fêrkirina Zimanê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê qedexe bû ji aliyê rêjîma Baes ve. Bi destpêkirina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê li bajarê Efrînê derbasî Saziya Zimanê Kurdî SZK bû, sê astên ziman digire. Nêzî sê salan karê mamostetiyê li dibistanên Efrînê dike.
Di wê demê de dest bi nivîsandina helbesta bi zimanê Kurdî dike. Ta roja îro bi herdu zimanan helbestên xwe dinivîse. Piştî dagîrkirina herêma Efrînê bi malbta xwe re koçber dibe, lê dev ji nivîsandina helbestan ber nade. Gelek helbestên Sîmav di malper û rojname û kovarên kurdî û erebî de hatine belav kirin weke : Cominstakurd, vedenga kurdî, Encûmen,
Rojnama Ceger Xwîn, kovara lûln,Kovara Avşîn, Kovara Hêma ya çandî Navenda Berzanî, Konê Rewşenbîrên Kurd
Kovara Şermola
Hin pirtûkên entolojiya Kurdî
Du pirtûkekên elektronî di malpera Comenistakurd de bi navê
1- Hêviyên min
2- Bi zimanê erebî
قبلة بفم الزيتون
hatiye wergerandina Ingilîzî
3- Ji aliyê malpera Yaneya Hayku Ya Kurdî bi navê( Êşa wetatê min ) hatine amadekirin
Ji bilî nivisînê Sîmaf helbestên xwe bi dengê xwe zîz û zelal dixwîne, malpereke wê li You Tube heye her demekê bi dengê xwe helbestan diyarî me dike.
Hin hunermendên kurd helbestên wê kirine û dikin stiran
Ji bilî zimanê kurdî û erebî, pir helbestên wê hatine wergerandin zimanê inglîzî, firansî, romanî û zaravê Soranî
Yek berhem komehelbestan hatiye çapkirin binavê (Pişka bin giyan ) û berhema duyemîn tê çapkirin bi navê ( Reşzeytûn )
Bi dîmenên helbestên we re tu diçî nav êşa Kurdistanê û germahiya yekîtiyê
Piştî dagîrkirina Efrînê Sîmaf tev malbeta xwe koçber bû û niha li Almaniya bi cih dibe
Hêviyên Sîmavê herikîna pênûsa wê bibe sembola azadiya jinên kurd
Yek ji gotinên Sîmafê ( Ez dinivîsînim da ku jineke candar bimînim )[1]