Navê pirtûkê: Mirovên hejar
Navê nivîskar: Victor Hugo
Navê wergêr: Yakup Karademir
Wergera ji ziman: Fransî
Cihê çapkirina pirtûkê: İstanbul
Navê çapxaneyê: Avesta
Sala çapê: 2001
Edîtorê Mîlanoyî yê ku wergera îtalyanî ya Mirovên Hejar çapkiriye dîbêje ku ev berhem ji bo hemî gelan hatiye nivîsîn, rast e, xebera wî ye. Ez nizanim ku wê pirtûk ji alî herkesî ve bê xwendin an na, lê mîn ew ji bo herkesî nivîsandiye. Mirovên Hejar, çendî ji bo Îspanya, Fransa, Îrlanda hatibe nivîsîn ewende jî ji bo Brîtanya, îtalya, Almanya û hwd; çawa ji bo împeretoriyên ku li ser milên hejaran hatine avakirin hatiye nivîsîn wiha jî ji bo komarên koledar hatiye nivîsîn. Pirsên civakî sînoran nas nakin. Birînên mirovayetiyê, ew birînên bêsînor ku hemî rûdinyê digrin, li xetên sor an hêşîn ên nexşeyan ho venadin, ranawestin qet. Li her ciyekî ku nîjada mirov nezan û bêhêvî ye, jin ji bo nan xwe difiroşe, zarok ji ber peydenekirina pirtûkeke perwerdekirinê û agirekî germ êşê dikşîne, Mirovên Hejar li derî dixe û wiha dibêje: Ez ji bo we têm, derî vekin li min.
Di vê saeta ewende tarî ya şaristaniyetê ku em tê de dijîn, navê hejar, mirov e; ev mirov li hemî îqliman di ber ruh de ye û bi hemî zimanan dinale.[1]