Romannûs, helbestkar û wergêr.
Di sala 1964’an de (bi fermî 1962’yan) li gundekî Amedê ji dayîk bûye, dibistana amadeyî û zanko li heman bajarî kuta kirîye. Demekê mamostetîya bîyolojîyê kirîye, ji ber pirtûk û nivîsên xwe gelek caran hatîye darizandin û di zindanan de maye. Ji sala 1999’an heta niha di Şarevanîya Parêzgeha Amedê de wekî bîyolog û zimanzan dixebite. Di sala 2004’an de li gel komek hevalên xwe Komeleya Nivîskarên Kurd damezirandîye û demekê serokatîya wê kirîye. Di Reşemîya sala 2015’an de li Zankoya Artukluyê Beşa Ziman û Çanda Kurdî master kuta kirîye û teza xwe li ser Di Çend Pexşanên Kurdî de Evînên Efsanewî amade kirîye. Bavê du zarokan e, wekî bîyologekî karmend jîyana xwe li Amedê didomîne.[1]
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی
بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 484 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!