Xana Omerxalî Usoyan (bi tîpguhêziya inglîzî Khanna Omarkhali , z. 1981 Rewan, Ermenistan) nivîskareke kurda êzdî ye ku di sala 1981ê li paytexta Ermenistanê, bajarê Rewanê ji dayik bûye.
Nivîskar kurda êzdî ye, ji mala Pîrên Omerxalî tê. Sala 2002ê Zanîngeha Sankt-Pêtêrsbûrg ya Dewletî Zanîngeha Rojhilatnasiyê beşa zimanzaniyê ya îrannasî û kurdnasiyê temam kir (BA)[Çi ye?] û di sala 2004ê de destûrname magîster (MA) stand. Piştî MAyê hate pejirandin ji bo Fakûlteya Rojhilatnasiya wê Zanîngehê ku nivîsandina doktora xwe li ser dînê êzdiyan (Ph.D.), di sala 2006ê de li Fakûlteya Felsefe û Siyasî li beşa Dînzaniyê de qedandiye. Semîner li ser dînê êzdîyên çêkirine û beşdarî gelek konferansên zanistî bûye. Xanna Omerxalî di salên 2005-2007an de li zankoya Georg August ya Göttingenê (Georg-August Universität Göttingen) li ser zimanê kurdî û her wisa jî li ser Zimanê Qewlên Êzdiyan ders dide. Nêzîkî 20 gotarên zanistî derheqê bîr û baweriya dînê êzdiyatiyê de bi zimanê rûsî, inglîzî û kurdî nivîsîne. Pirtûka wê bi navê Êzdiyatî, ji kûrahiya hezarsalan” (Sankt-Petersbûrg, 2005) bi rûsî çap bûye[çavkanî hewce ye].
Berhemên wê:
1.Zerdüşt Avesta
2.Analîza Qewlên Êzdîyên
3.Êzdiyatî, civak, sembol, rîtûel, 2007, Avesta, Stembol. Wergera ji îngilîzî ji layê Ergîn Opengîn ve ye.
[1]
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی
بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 1,593 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!