Şeva bihorî di encama êrişên DAIŞê yên li ser bajarên cuda yên Iraqê de 7 kes hatine kuştin û 23 kes jî birîndar bûne. Herwiha 3 çekdarên DAIŞê jî hatine kuştin.
Çekdarên rêxistina DAIŞê şeva bihorî li sînorên parêzgehên Diyala, Selahedîn û Kerkûkê êrîş pêk anîne.
Berdevkê Polîsê Diyalayê Nîhad Ehmed ji Rûdawê re ragihand, şeva bihorî çekdarên DAIŞê li 3 cihên cuda yên wê parêzgehê êriş pêk anîne.
Ehmed diyar kir ku “di êrîşa çekdarên DAIŞê de li ser gundê Selam Enbige de kesek hat kuştin û 11 kes jî birîndar bûn, ku 6 ji wan ji malbatekê ne.”
Nîhad Ehmed herwiha got, “DAIŞê li qexayên Xalis û Selam ên Diyalayê du êrîşên din jî pêk anîne û di encama wan êrîşan de 3 kesên din jiyana xwe ji dest dane.”
Polîsê Selahedînê jî ragihand, çekdarên DAIŞê li Samera û Çiyayê Mekhul êrîş pêk anîne, lê êrîşên wan hatine têkbirin.
Berpirsê Polîsê Selahedînê, Ebdulmuhsin Cibûrî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, “şeva bihorî hejmarek çekdarên DAIŞê li navçeya Samerayê êrîşî hêzên Seraya Selam kirin û di encama êrişê de 2 çekdarên Selam Seraya hatine kuştin û 3 kesên din jî birîndar bûn.”
Bi gotina Polîsê Selahedînê, 2 çekdarên DAIŞê jî di pevçûnan de hatine kuştin.
Berpirsê Polîsê Selahedînê herwiha destnîşan kir, “hêzên Lîwaya 51 a Heşda Şeibî jî li Çiyayê Mekhul êrîşeke DAIŞê têk birine û çekdarekî DAIŞê kuştine.”
Herwiha DAIŞê li sînorê Daqûq û Reşadê jî êrîşî Polîsên Federal ên Iraqê kirine û di êrîşê de polîsek hat kuştin û du kesên din jî birîndar bûn.[1]