Navê pirtûkê: Binêr... ez mezin dibim
Navê nivîskar: Christiane Cloet-Mullie
Navê wergêr: Derwêş M. Ferho
Wergera ji ziman: Fransî
Cihê çapkirina pirtûkê: Bruksel
Navê çapxaneyê: Enstîtuya kurdî ya Brukselê
Sala çapê: 1984
Di mezinbûn û perwerdekirina zarokan de roleke mezin li ser milê dê û bavan heye. Ji vê sedemê, divê meriv ne bes li saxlemiya laşê zarokê binêrê lê herweha li rewşa zarokê ya rûhîgelekî agahdar be.
Tê gotin ku xwendegeha dê û bav nîne. Di nava civakê de rastiyeke vê gotinê heye. Dayikek û bavekî baş pirseke şexsiyetê ye. Encex, xurtbûna tebîî bi alîkariya perwerdekirinê hê zêdetir meywe dide. Awayên cihê, rêyên mezinkirin û perwerdekirina zarokêyên zanyarî (ilmî) rastiyeke jiyanê ne.
Ev pirtûk bi armanca ku dê û bav, zarokên xwe ji roja bûnê ta sê saliya wan bikaribin baştir nas bikin hatiye amade kirin. Dayik û bavên ku dixwazin zarokên xwe bi awayekî baş perwerde bikin û mezinbûna wan bibînin pêwîst e vê pirtûkê bixwînin. [1]