Partiya Demokratîk a Gelan (#HDP#) piştî Amedê li Stenbolê jî mitîngeke cemawerî lidarxist. Mitînga ku di ber siya tedbîrên emnî yên qerase de birêve çû bi beşdariyeke gelekî kêm ji mitîngên salên çuyî encam da. Hevseroka HDPê Pervîn Bûldan di gotara xwe de da anî ziman ku gelê Kurd ne ew gel e da tenê di demên hilbijartinan de bê bîra partiyên desthilat û opozisyonê û got ku ew dê bi tifaqeke berfireh û xurt bibin alternatif bo hemû gel û pêkhateyan.
Li Tirkiye partî û bereyên heyî, bêyî ku nav lê bikin prose û planên xwe yên hilbijartinan xistine meriyetê. HDPê jî piştî mitînga xwe ya Amedê li Stenbolê jî mitîngek saz kir û hewl dide kertika di destê xwe de ku encama hilbijartinan diyar dike xurt û kêrhatîtir bike. Pervîn Bûldan a hevserok him bo desthilatê û him jî bo opozisyonê peyamên zelal anîn ziman û xetên partiya xwe yên sor jî eşkere kirin.
Hevseroka HDPê Pervîn Bûldan got “Divê ewên ku tenê dema hilbijartin nêzik dibin Kurd têne bîra wan piçekî ji xwe fedî bikin. Kurd ne ew gel e da tenê di dema hilbijartinan de bê bîra meriv. Em dixwazin ji bo wanên ku di demên hilbijartinan de di bin navê helalkirinê de têne ba Kurdan vê yekê bêjin. Kurd, heta ku aştiyeke bi rûmet pêk neyê, heta ku rastî dernekevin holê û rûbirûbûneke bi rûmet pêk neyê heqê xwe ji tu kesî helal nakin, helal nakin û helal nakin.”
Mitînga HDP li Meydana Kartalê bi erkdarbûna nêzikî 5 hezar polîsan birê ve çû ku hejmara polîsan û ya beşdarên mitîngê bi qasî hev bû. Cîgirê serokatiya koma HDPê Sarûhan Olûç bi Rûdawê radigihîne ku ewê di îlonê de bere û tifaqa xwe ya di gel derdoreke gelekî berfireh eşkere bikin û bibin alternatîfa sêyem digel digel desthilat û opozisyonê.
Cîgirê serokatiya koma HDPê Sarûhan Olûç dibêje “Di dema çûyî de jî bi tifaqa me ya Kurdistanî hebû û niha em wê nûjen dikin. Xebatên me berdewam dikin û bo ku tifaqa Kurdistanî dîsa pêk were, çi ji destê me tê em dikin. Em tenê bi wê yekê namînin, li rojava jî hewla me heye ji bo tifaqeke gelekî cidî. Bo vê bi taybetî em bi derdorên sosyalîs, çep re di haziriya tifaqekê de ne û xebat hatine asta dawî û ew mijar wê di meha îlonê de bê eşkerekirin.
Tevî ku gelek rê hatibûn girtin û rêgireyeke eşkere jî hebû kesên ku xwe gihandibûn qadê ji govend û coşa xwe ya berê tiştek kêm nehiştin. Hest û hêvî jî cûdatir nebûn ji yên 50 salên dawîn. 'Aşitî, wekhevî û biratî'.
Welatî Abdûrrahman Kalkan anî ziman “Armancek me heye di hatina vê derê de. Armanca me biratî ye, yekîtî ye, aşitî ye.”
Welatî M. Salîh Akyol diyar kir “Em barişê dixwazin, em demokrasiyê dixwazin, em dixwazin yên zindanan derkevin.”
Welatî Bulent Kartal destnişan kir “Em azadiyê dixwazin, aşitiyê dixwazin û em dixwazin wekhevî hebe.”
Welatî Nesîfe Salman got “Em aşitiyê dixwazin, em wekheviyê dixwazin. Em naxwazin ne em bimirin û ne polîs bimirin.”
Ew demeke dirêj e desthilat HDP weke hevalbendê 'rêxistina terorî' bi nav dike. Opozisyon jî ji ber vê tawanê herdû çavên xwe li HDPê digire lê destê xwe vekirî dihêle da HDP di hilbijartinên bê de piştevaniya wan bike lê ne li ser navê xwe. Ji ber ku herdû alî jî neçarî dengê Kurdan in, HDP nîşaneyek wisa dide da vê carê wê kertikê bi erzanî radestî aliyekî neke. Di van mitîngan de jî li pişt peyamên ku têne dayîn, bêhtir jî ji bo opozisyonê hêza wê kertikê tê nîşandan. Ger di bernameya ku wê di îlonê de bê eşkererin de jî ew zelalî bidome, encama hilbijartinan jî ji bo herdû layenan dikeve çaleke bê binî û ne zelal.[1]