Şaredariya Gel a #Minbic#ê li gorî derfetên xwe projeyên demsala havînê ya îsal pêk tîne. Şaredariya #Dêrik#ê jî li bajar û gundewarê wê zêdetirî 12 projeyan pêk anîn. Hin proje bi hevkariya gel pêk hatin.
Rumî ambargo û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şaredariyên gel projeyên xwe yên demsala vê havînê pêk tînin û hewl didin beriya zivistanî bi dawî bikin.
Li navçeya Dêrikê ya kantona Qamişlo 12 projeyên têkildarî navenda navçeyê û gundên wê di plansaziya şaredariyê de hebûn. Li ser vê yekê endamên rêveber ên şaredariyê destnîşan kir ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê, hin proje dereng man.
Werşeyên şaredariyan li bajarê Dêrikê rê qîr kirin û kevirên şikandinî reşandin, her wiha baxçe sererast kirin, torên avê berfireh kirin û ji xeta Nexweşxaneya Gel kehrebe da 3 bîran ku 24 saetan avê bide bajêr.
Di heman demê de şaredariyê çemê naverasta navçeyê paqij kir, lempeyên bi eneriya tavê danîn ketin û kolana Kornêş û ronî kirin. Her wiha projeya peyarê û derdora çem bi dirêjbûna 2 kîlometreyan pêk anî.
Şaredariya Gel bi hevkariya Şîrketa Cûdî ya Rêyan û Qîrê re alav pêşkêş kirin ku beriya demsala zivistanê projeyên xwe bi dawî bikin.
Berpirsê Nivîsgeha Teknîkî ya Şaredariya Gel a Dêrikê Îbrahîm Sado diyar kir ku aliyê bakurê taxa Siwer bi dirêjbûna 2 hezar metreyan hate çêkirin û bi derdora 850 metrekab hat qîrkirin. Sado da zanîn ku lêçûna qîrkirina vê rêyê 9 hezar û 650 dolar kir û rêyên din jî bi 28 hezar û 500 dolar e.
Şaredariya Gel li Dêrikê Baxçeyê Dicle ku rûbera wê 3 hektar e paqij kir, dar lê çandin û ronî kir.
GEL Û ŞAREDARÎ BI HEV RE XEBATAN PÊK TÎNIN
Bi hevkariya welatiyan, şaredariya bajarokê Rûbarya projeya rêya Carûdiyê bi dirêjbûna 9 km û bi lêçûna 60 hezar dolar hate qîrkirin.
Şaredariya Eyn Dîwar rêya gundê Kasan bi dirêjhiya 5 km ji Goristana Şehîd Xebat heta gundê Kasan qîr kir. Ev projeya bi hevkariya welatiyan pêk hat, wan 12 hezar dolar dan û şaredariyê jî 18 hezar dolar pêşkêş kir.
Hevserokê Şaredariya Eyn Dîwar û bajarokê Rûbarya Hesen Hemze axivî û got: Kar û xebata qîrkirinê ew ê heta sererastkirina hemû rêyan dewam bike. Ji bo gundên Qesir Dîb û …. ku 19 hezar hatiye veqetandin û gundê Borza lêçûna wê 19 hezar dolar e û gundê Kinkilo 75 hezar dolar e. Her wiha ew ê rêya Rêhanîk û gundê Mezre bi dirêjbûna 2 km û lêçûna 12 hezar dolarî were qîrkirin.
Hesen Hemze anî ziman ku gelek projeyên berfirehkirina torên avê yên li Eyn Dîwar û gundê Rûbarya di plansaziya wan de hene.
Çavdêr û rêveberan da zanîn ku gerek hemû proje beriya demsala zivistanê bi dawî bibin.
MINBIC
Şaredariya Gel a Minbic xebata qîrkirin û sererastkirina kanalîzasyonan dewam dike.
Cîgirê hevserokatiya Şaredariya Gel a Minbic û Gundewarê wê Hisên Hoşan anî ziman ku ji dema bajarê Minbic ji çeteyên DAIŞ`ê hatiye rizgarkirin ve, ji kar û xebatên sereke yên şaredariyê qîrkirina hemû rêyan, sererastkirina kanalîzasyonan û vekirina rêyên nû ye.
Hoşan der barê projeyên şaredariyê yên îsal de wiha axivî: Me xetên sereke yên kanalîzasyonê danîn ji ber ku hewcedariya hin deveran pê hebû.
Şaredariya jî xebata qîrkirina rêyan pêk anî, li ser vê yekê 35 hezar metrekab qîr li şaredariya bajêr û gundewarê wê belav kir.
Hoşan diyar kir ku werşeyên Şaredariya Gel bi armanca sererastkirina binesaziya bajêr ku di 2014`an de ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatibû wêrankirin, 24 saetan kar û xebatê dikin.
(eh)
ANHA
[1]