Beşdarên çalakiya konvedanê piştgiriya xwe bi hêzên leşkerî re û berdewamkirina têkoşînê li ser şopa şehîdan heta derxistina dagirkeran destnîşan kirin û gotin divê dewletên herêmî helwestekê li hember êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmê nîşan bidin.
Çalakiya konvedanê ya ku Hêzên Parastina Civakî (#HPC#-J) bi koordîneya Kongra Star di 12`ê Tebaxê de li pêşiya navenda Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a NY`yê ya li #Qamişlo# li dar xistiye, di roja 30 de berdewam dike.
Îro endamên HPC`ê yên Kobanê û navçeya Til Birakê tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de endama HPC-Jin Şeyma Ehmed axivî û got: “Em bang li nûnera edalet û mafan; NY`yê dikin ku bi kijan heqî hêzên terorîst me dikujin û hûn jî tu helwestî nîşan nadin.”
Endamê HPC`ê yên Kobanê Xelîl Nasan jî axivî û got: “Em li vir in ji bo dengê xwe bigihînin cîhanê ku em ê li ber xwe bidin. Me li ber xwe daye û heta vê kêliyê bi hezaran şehîd û birîndar dane. Divê dewletên herêmî helwesteke cidî li hember êrişên li ser herêmê nîşan bidin.”
Nasan wiha domand: “Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê şerê DAIŞ`ê kir ku diniya û alem hesab jê re dikin. Gelê me li hember hêza herî terorîst li cîhanê li ber xwe da û hîna li ber xwe dide. Vî gelî gelek fedakarî kir û hîna dike. Lê dîsa jî em dibêjin em aştîxwaz in.”
Xelîla Nasan di dawiyê de got: “Em ê piştgiriya hêzên leşkerî bikin û ta pêkanîna serkeftinê dê têkoşînê û rêya şehîdan berdewam bikin.”
ANHA
[1]
کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی
بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 2,011 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!