LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK
Sernivîser: Ednan Mistefa
Edîtorê nivîserê: Taha Xelîl
Desteya nivîser: Muhammed Kemal - Hejar Şakir - Rakan Şêxî
Hejmar 0 Payîz - 2020
Em weke Navenda Rojava Ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS), gaveke nû û watedar diavêjin. Ew jî kovara bi navê (Lêkokînên stratejîk). Jixwe weke tê zanîn ku navenda me kovareke bi vî navî lê bi navekî giştî dê guncawtir e. Bi vê kovara me ya bi Kurdî êdî ew nav careke din were vejandin. Jixwe ev jimara yekem a kovarê ye ku ezmûneke nû ye û dê astengî û gêmasî derkevin pêşberî mirov. Lê hêviya me ew e ku em dikaribin bi nivîsarên kovarê rastiyê diyar bikin bêyî alîgirî û sûdeke bigihînin kesê ku vê kovarê bişopîne. Ji hêleke din ve jî em jî sûdê ji xwendevanên kovarê bigirin ku nerînên xwe li ser kovarê û hem jî li ser mijar û lêkolînên ku tê de tên weşandin ji me re raber bikin. Jixwe ev jî karîgera sereke ya pêşketina kovarê ye ku bi nerîn û nirxandinên we em dewlemendtir dibin.
Welatê me di rewşeke gelekî nazîk re derbas dibe; ji hêlekê ve êrîşên hovane li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûrî, ji hêla din ve kar û xebatên yekkirina helwesta kurdî têne meşandin. Disa hûnandina lîstokan li rojhilatê firatê bi navê êlan li wan hereman. Ji ber wê jî di vê jimara kovara xwe de me cîh da mijarên girîng li gorî demê.[1]
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی
بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 1,486 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!