Sînema, ango hunera heftemîn, hunera heftemîn, hunera herî biçûk e di malbata xwe de, lê her şeş hunerên berî xwe jî di hundir xwe de dihewîne. Her çiqasî ku zêdeyî sed salî ser çêkirina filiman re derbas bûye jî, lê dîsa kevin nebûye û di hemû civakan de jî bi germahiyeke mezin tê xwestin û hezkirin. Bi salane bi hezarên filman tên çêkirin û li seranserî dunyayê jî bi hezaran salonên sînameyê hene, li her welatekî jî mehrecanên sînameyên wekî hunerên din hene.
Bêguman dema ku sînema tê gotin bi wateya film tê gotin. An ku dema mirov dibêje sînema di hişê mirovan de film bi beden dibe. Naxwe film di heman demê de bi wateya sînemaye jî tê bikaranîn.
BANOS FILM bi alîkariya şaredariya Bolzano ya bakurê Îtaliyayê û bi beşdariya Kongra Star ya Kobanê, li pirtûkxaneya Rodî û Perwînê bi kêfxweşî û bextewerî dest bi kargeha sînamayê kir. Rêveberiya Banos Film Azadê Evdikê da zanîn ku dê ev kargeh maweya 15 rojan dirêj bike û dê gelek dersên cihêreng tê werin danîn. Ji wan dersa jî ev in; Bingehên lêkirina çîrokê, Bingehên sazkirina wêneyê, Kamîra, Muntac, Make up, Ronahî, Reng, Deng û dîroka sînamayê.
Her wiha Azadê Evdikê gava ku dersa dîroka sînamaya da zanîn ku armanca wan ew e ku nifşên nû teşwîqî çêkirina filmên sînamayê bikin. Îro li Rojavayê Kurdistanê di hemû waran de şoreşek li dar e, lê di warê hunera sînamayê de jî divê ku nifşên nûhatî, sînamayê bo awayekî xweşik fehm bikin û hewl bidin nîşandana filman mîna çandekê di hudirê civakî de bidin rûnişkandin. Lewma mirov dikare bêje ku îro sînamaya Kurdî nû li ser lingan dimeşe, pêwîstiya wê bi bilindkirin, geşkirin, xweşikirin û pêşketinê heye.
Her wiha li ser navê Banos Film gelek mamosteyên ku di branşa xwe de pispor beşdarî dersdayîna wan xwenddvanan bûn. Divê bê zanîn jî ku Banos Film saziyeke serbixwe ye û di hundirê Rojavayê Kurdistanê de li ser çêkirina filmên sînamayê û perwerdekirina xwendevanên ku hunera sînamayê hez dikin, dixebitin.
[1][2]