Di Sê Kovarên Mîzahî yên Kurdî da Rexneya Civakî
ilyas SUVAĞCİ
International Journal of Kurdish Studies, 2020, 6 (2), pp. 133 – 150
Di civaka Kurd da rexne xwedî roleka sereke bûye. Yek ji rêyên girîng yên rexneya civakî kovarên mîzahî ne. Me jî di vê xebata xwe da li ser sê kovarên mîzahî yên Kurdî (Îsot, Zengil û Mîrkut) rola mîzahê ya di rexneya civakî da vekola. Ev kovarên navborî di kovargerîya Kurdî da nimûneyên ewil yên mîzaha Kurdî ne û heta niha li ser wan tu xebat nehatine kirin. Ji ber vê yekê ev xebata me girîng e. Bi vê lêkolînê armanca me dîyarkirina rola van kovaran ya rexneya li ser civaka Kurd e. Me dît ku ji ber ku ew nimûneyên ewil bûne van kovaran ji vegotina berfireh ya mîzahê baş îstîfade nekirîye lê dîsa jî giştî bi rêya karîkaturan rexne li ser parçebûna Kurdan, encamên koçberîya wan ya li Ewrûpayê, rola nivîskar û humermendên Kurd ya di civakê da û têkilîyên civakî hatine kirin. Peyvên Sereke: Rexneya Civakî, Mîzaha Kurdî, Kovargerîya Kurdî, Îsot, Zengil, Mîrkut.. [1]
=KTML_Link_External_Begin=https://www.kurdipedia.org/docviewer.aspx?id=439927&document=0001.PDF=KTML_Link_External_Between= Ji bo xwendina gotarê bikirtînin: Di Sê Kovarên Mîzahî yên Kurdî da Rexneya Civakî=KTML_Link_External_End=
کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی
بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 1,761 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!