Çareserkirina Pirsgirêka Alfabeya Latînî ji bo Kurdî.
Avdo Karatas.
Alfabe û zimanê kurdî mijarekê gelek girîng û ew kasî jî gîrîft e. Ango zimanê kurdî bixwe, ji bo sedemên aşîkar, nê zimanêkî standard e (Strohmeier; Yalcin Heckmann, 2003: 31). Sînorê di nava zimanê kurdî de hem horîzontal hem jî dîyagonal kûr û berfireh in. Lê belê ev naye we wate ku zimanê kurdî ji zimanê dî ye cîhanê kemtir an jî bêqîmettîr e. Wekî em kurdî bidin ber zimanê dewletê neteweyên (Nationalstaat) yekemînê cîhane wek fransî û îtalî û almanî, li dema ku ev dewlet hatine sazkirin, em ê bibînin ku kurdî di rewşeke baş de ye. Hinga di sala 1789’an de Fransa hatî sazkirin, ene nîve fransîya dikaribû fransî b´axivin3 û ji va kesan jî têne ji % 12-13’a dikaribûn bi rastî bipeyvin. Mirovê din bi devokên (patois) cur bi cur d´axivîn. Hinga Îtaliya yekîtiya xwe di sala 1860’an de sazkirî, tene ji % 2,5 di nava gêle îtaliyan da îtaliyanî bi kar tanîn.4Di nav mijara netew-bûnde mînakên wisa pir in. Lê îro ji % 60’i behtir kurd bi zaravakê d´axivin. Hêjayî gotinê ye ku: zimanê standard nîne, ziman tê standardkirin. Ji bo vê standardkirinê jî pedivî bi sazîyên mazin wek “Sazîyên Dewletê“ heye. Krîzen îro, yên zimanê kurdî, ne pirsgirêkên pir-zaravî an jî pir-devokî ne, krîza zimanê kurdî, krîza nebûna dewleta kurd a bi serxwe ye. [1]
=KTML_Link_External_Begin=https://www.kurdipedia.org/docviewer.aspx?id=440935&document=0001.PDF=KTML_Link_External_Between= Ji bo xwendina gotarê bikirtînin: Çareserkirina Pirsgirêka Alfabeya Latînî ji bo Kurdî=KTML_Link_External_End=
کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی
بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 1,154 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!