پەرتووکخانە پەرتووکخانە
گەڕان

کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!


بژاردەی گەڕان





گەڕانی ورد      کیبۆرد


گەڕان
گەڕانی ورد
پەرتووکخانە
ناونامە بۆ منداڵانی کورد
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
سەرچاوەکان
شوێنپێیەکان
دڵخوازەکان
چالاکییەکان
چۆن بگەڕێم؟
بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
درەختی پۆلەکان
بابەت بەهەڵکەوت
تۆمارکردنی بابەت
تۆماركردنی بابەتی نوێ
ناردنی وێنە
ڕاپرسی
بیروڕاکانتان
پەیوەندی
کوردیپێدیا چ زانیارییەکی پێویستە!
ستانداردەکان
ڕێساکانی بەکارهێنان
کوالیتیی بابەت
ئامرازەکان
دەربارە
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
چیمان دەربارە وتراوە!
ناوکێشکردن لە ماڵپەڕەکانتاندا
تۆمارکردن / کوژاندنەوەی ئیمێڵ
ئاماری میوانەکان
ئاماری بابەت
وەرگێڕی فۆنتەکان
گۆڕینی ڕێکەوتەکان
پشکنینی ڕێنووس
زمان و شێوەزمانی ڕووپەلەکان
کیبۆرد
لینکە پێویستەکان
ئێکستێنشنی کوردیپێدیا بۆ گووگڵ کڕۆم
کوکیز
زمانەکان
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
هەژماری من
چوونەژوورەوە
دەبمە هاوکارتان!
وشەی نهێنیت لەبیرکردووە!
گەڕان تۆمارکردنی بابەت ئامرازەکان زمانەکان هەژماری من
گەڕانی ورد
پەرتووکخانە
ناونامە بۆ منداڵانی کورد
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
سەرچاوەکان
شوێنپێیەکان
دڵخوازەکان
چالاکییەکان
چۆن بگەڕێم؟
بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
درەختی پۆلەکان
بابەت بەهەڵکەوت
تۆماركردنی بابەتی نوێ
ناردنی وێنە
ڕاپرسی
بیروڕاکانتان
پەیوەندی
کوردیپێدیا چ زانیارییەکی پێویستە!
ستانداردەکان
ڕێساکانی بەکارهێنان
کوالیتیی بابەت
دەربارە
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
چیمان دەربارە وتراوە!
ناوکێشکردن لە ماڵپەڕەکانتاندا
تۆمارکردن / کوژاندنەوەی ئیمێڵ
ئاماری میوانەکان
ئاماری بابەت
وەرگێڕی فۆنتەکان
گۆڕینی ڕێکەوتەکان
پشکنینی ڕێنووس
زمان و شێوەزمانی ڕووپەلەکان
کیبۆرد
لینکە پێویستەکان
ئێکستێنشنی کوردیپێدیا بۆ گووگڵ کڕۆم
کوکیز
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
چوونەژوورەوە
دەبمە هاوکارتان!
وشەی نهێنیت لەبیرکردووە!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 دەربارە
 بابەت بەهەڵکەوت
 چالاکییەکانی ڕۆژی
 ڕێساکانی بەکارهێنان
 ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
 بیروڕاکانتان
 دڵخوازەکان
 کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
 چالاکییەکان - کوردیپێدیا
 یارمەتی
بابەتی نوێ
شوێنەکان
باشوورەی سەروو
26-05-2024
کشمیر کەریم
پەرتووکخانە
بەهاری عەرەبی و نەورۆزی سەربەخۆیی
26-05-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
ڤیدیۆ
یەکەم ساتی دەرهێنانی نەوت لە کەرکووک لە ساڵی 1929
25-05-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
پەرتووکخانە
چەمکی شۆڕش و کۆمەڵگای کوردەواری
25-05-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
شوێنەکان
ئیرۆن
25-05-2024
کشمیر کەریم
پەرتووکخانە
پوختەی کاروباری کاتی جەنگی جیهانی لە کوردستانی جنووبی
24-05-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
پەرتووکخانە
ئەنیمێشن سینەمای جیهان داگیر دەکات
22-05-2024
زریان عەلی
وێنە و پێناس
هەولێر ساڵی 1974
22-05-2024
زریان عەلی
شوێنەکان
قولیجانی سەرحەد
22-05-2024
سەریاس ئەحمەد
ژیاننامە
خانە دارا نەباتی
22-05-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ئامار
بابەت 519,110
وێنە 106,525
پەرتووک PDF 19,312
فایلی پەیوەندیدار 97,280
ڤیدیۆ 1,394
ژیاننامە
ئەحمەد کایا
ژیاننامە
خەڵەف زێباری
ژیاننامە
فازیل قەفتان
ژیاننامە
سەبری کایا
شەهیدان
ژینا ئەمینی
Nifşa Ciwan Ya Xweavakirî: Nifşa Rewşenê
زانیارییەکان لە هەردوو باری بابەتی و زمانەوانیدا پوخت و پۆلێن دەکەین و بەشێوازێکی سەردەمییانە دەیانخەینە بەردەست!
پۆل: کورتەباس | زمانی بابەت: Kurmancî - Kurdîy Serû
بەشکردن
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
نرخاندنی بابەت
نایاب
زۆر باشە
باش
خراپ نییە
خراپ
بۆ ناو لیستی دڵخوازەکان
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە
Metadata
RSS
گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Nifşa Ciwan Ya Xweavakirî: Nifşa Rewşenê

Nifşa Ciwan Ya Xweavakirî: Nifşa Rewşenê
Nifşa Ciwan Ya Xweavakirî: Nifşa Rewşenê.
Makale / Dîlawer Zeraq

Ev nivîsar, li ser peydebûna Nifşa Rewşenê 1 disekine û hewlê dide digel kartêkên derveyîn yên peydebûna nifşê, li ser kartêkên hundirîn jî bisekine û bi tevî palder û serçavkên wê ve, helûmercên qonaxa ku nifşa ji ciwanên wê hingê pêkhatî dayne rastê û tê dixebite rengûawayê dijmêtinger yê pratîk û çalakgeriya hatî nîşandan destnîşan bike.
Sibeha dozdeha Îlonê ya sala hezar û nehsed û heştêyî ya qedalêketî, gava zarokên Kurdan çavên xwe li rojê vekirin, leşkerên devşorikî û çavsorikî kuçe û kolanên bajar û bajarokên wan, heta bi çal û newalên gundên wan jî, dagirtibûn. Hin ji wan zarokan biçûktir bûn û hê ne di fama tiştekî de bûn. Hin ji wan hê nû fambarî xwe bûbûn. Biçûktirên wan pênc şeş salî bûn mezintirê wan çardeh pazdeh salî. Deh salên di nava wan de heyî, ne ew ji hev mezintir dikirin ne jî ji hev biçûktir; siberojeke ji tevdehiya hemû zilm û pêkanînên mêtingeriyê pêkhatî li pêşiya wan bû. Vê teqeziyê ew digihandin hev; dikirin yek, dikirin nifşeke hevdiwaroj.
Ev nifşa hevdiwaroj, Nifşa Rewşenê ye ku di navbera sala 1990î û sala 2003yan de wek temen ciwan bûn û endamên nifşê, hem ji alî ezmûneya jiyanî hem jî ji alî zanîn û karîna xwendin û nivîsîna bi zimanê Kurmancî ve, nûhatî bûn.
$Kutedaya ku Kurdî xist kirasekî din$
Qanûn û rêzika mêtingeriya serdest ya ji qonaxeke dîrokê de, li ser “‘Yek Ziman, Yek Dîn, Yek Millet, Yek Dewlet’” (Günel Tekin 2009: 73-104) hatibû danandin û heta wê sibeha sala 1980yî, bi hişkahiyeke guhêrbar hatibû pêkanîn, wê yê ji wê sibehê û şûnde kirasekî dîtir li xwe bikira. Bi wî kirasî jî, wê piştî wê sibehê “ramana zanavê, (ya ku) ji arîşe û qrîza xwemalîbûnê derdikeve” (Bauman 2019: 31) li ser têrîxwenekirina serdestiya mêtinger, arîşeya xwe ya lekînî (çêkirî) û nestewandî, careke din û bi rengekî mêtingertir û bi taybetî li ser hokara (factor) ziman li ser milê nifşa Kurd ya nûhatî bikira û lê bibûya barê ser baran.
Herçî ziman e, di sazkirina zanav û neteweya Tirk de her û her navgîn û amûreke hîmî û sereke ye û bi roleke mezin rabûye û “Li Tirkiyeyê zimanê dayikê (tirkî) wekî zimanê tek û serdest hatiye dîtin. Di çarçoveya avakirina netewe dewletê ya derbasdar ya wê demê de (…) bi zimanê dewletê tirkî wek zimanê tek yê dayikê derdikeve pêş” 2 (Ersanlı, 2010: 107) û digel wê, “Siyaseta asîmîlasyonê jî ji bo gihîştina vê armancê mîna navgînekê girîng hatiye dîtin” (Çağlayan, 2014: 49).
Digel pêkanînên dîtir yên leşkerî, “…pêkanînên herî tund ji bo qedexekirina zimanên ne tirkî û nexasim jî ji bo qedexekirina kurdî piştî darbeya eskerî ya 12’ê Îlonê derdikevin holê” (Çağlayan, 2014: 52). Ev qedexekirin, digel ku li ser qanûnan in û di saziyên dewletê de tên pêkanîn jî, ji bilî wê, bi awayekî pratîk û jiyanî jî zaltî li ser kurdan tên kirin û ji ber ku navê zimanan ya di qanûna qedexekirinê de nehatiye gotin, “Aşkere ye ku qanûna bi hejmara 2932yan ku di sala 1983yan de ket(iye) meriyetê, ji bo qedexekirina zimanê Kurdî (bû)ye” (Kubilay, 2004: 72-73) loma jî ew zaltî ji pêkanînên mêtingeriyê yên heta wê gavê hişktir û reqtir in û serdestiya mêtinger, piştî salên 1980yî, di warê asîmîlekirina Kurdan de, encamwergirtina dawî û jênager li xwe kiriye armanca sereke.
Li ser vê armancê, çendî ku pêkanînên mêtingeriyê bi hemû lezî û reqiya xwe ve li ser Kurdan hatiye bicîanîn jî, ji ber ku “Kurd li karaktera asîmîlasyonîst ya bo zanava neteweyî ya ku wekî Tirk tê nîşankirin, razî nebûne” (Yeğen, 2009: 12), pîlan û armancên di vî warî de hatine danandin, li ser pîlankirin û armanca mêtingeriyê bi cî nehatiye û piştî rabûneke çekdarî ya Kurdan jî, derbeke dijmêtinger li mêtingeriyê ketiye û pêkanînên wê jî, roj pê de, hindik be jî, carinan sisttir bûye.
Piştî 1980yî, di warê polîtîkayên asîmîlasyonê de, nîşan bi qonaxeke gelek girîng dike. Di vê qonaxê de, têkiliya nifşa duyem ya Kurdan ku li bajaran jî bi Kurdî diaxivin ya bi nifşa sêyem re qelstir bûye. 3 Ev qelsî bûye sedem ku di warê çalakkirina Kurdî ya ji derveyî malê jî were asta tunebûnê. Hem polîtîkaya berbelavkirina saziyên perwerdehiyê ya serdestiya mêtinger û hem jî reqtirkirina bicîanînên qedexekirina Kurdî, kiriye ku zimanê Kurdî, ji çalakbûna xwe ya jiyana rojane û ‘qada giştî’ bêpar bimîne; û êdî bi temamî bibe zimanê ku tenê li malê pê tê axaftin. Vê yekê jî, wekî encam, ji alî zanîna zimanî ve, kiriye ku meleziyeke guhêrbar li endamên nifşa nûhatî, ya ku dabaşa nivîsara me li ser wê ye, biqewime û digel wê jî, ji ber xuyayîbûn û hestpêkirina zêde ya kartêka zimanê Tirkî, zimanê Kurdî li pêşberî zimanê Tirkî bûye bin-ziman (sub-language), an jî bûye ‘zimanê cewêlekkirî.’
$Kovara Rewşenê û danîna hîma nifşekê$
Piştî ku di sala 1991ê de, Komara Tirkiyeyê qanûna ku ji bilî zimanê Tirkî axaftina bi zimanên dîtir qedexe dike, ji meriyetê radike (a rast, sist dike), mijarên wekî mafên zanav û nasnameya çandî û zimanî û xebat û çalakiyên di vî warî de, bêtir dikeve rojeva Kurdan û cî û girîngiya xwe dide der. Wekî encama vê yekê, di sala 1991ê de, li Stenbolê, saziyeke çandî ya bi nave Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) tê damezirandin. Vê saziyê, digel xebat û çalakiyên sînema, şano, muzîk, govend (dansên gelêrî) girîngiyeke taybet dide çand û zimanê Kurdî û wekî nîşaneya vê girîngîpêdanê; di bin banê NÇMyê û di Sibata sala 1992yan de yekem hejmara kovara Rewşenê diweşe. Kovara Rewşenê, ji hejmara 1ê heta bi hejmara 13an yek bi yek, jê û şûnde wekî, hejmara 14-15an, du bi du û heta bi hejmara 22-23yan, bi tevayî 18 hejmaran derdiçe.
Piştî ku kovara Rewşenê dest bi weşanê dike, çend hejmarên pêşî, di helûmercên qedexekirina pratîk û serbestkirina kiraskirî de, hindik be jî bi rihetî û hêsanî tên belavkirin û bala endamên nifşa nûhatî, ya ku êdî wek temen di navbera 17 û 30 yî de ne, dibe ser xwe û her çend wek hejmar pir hindik bin jî, bi taybetî ji alî zimanî ve, ji bo nifşa nûhatî dibe hêviyeke bo Kurdî. Digel vê yekê, Rewşenê, ji hejmara xwe ya yekem heta bi ya dawî jî, li ser helwesteke û angaşteke dijmêtinger e. Û di nivîsara sergotariyê ya her hejmarê de jî vê yekê aşkere dike. Kartêka sereke, ya ku dibe sedem beşek ji endamên nifşa nûhatî xwe lê bigirin jî, ev e. Nifşa sêyem, ew zarokên ku piştî sala 1965an ji dayika xwe re çêbûne, kêm zêde, di warê zanîna du zimanan de, gihîştine ast û qonaxa meleziyê û ji ber perwerdehiya bi zimanê Tirkî jî, asta zimanê xwendinê ya bilind jî zêdetir li ser zanîna bi Tirkî ye. Û kovara Rewşenê, di hejmara pêşî ya kovarê û di nivîsa sergotariyê de helwesta xwe datîne û wiha dibêje, “Em girîngiya herî mezintirîn didin zimanê Kurdî” 4 (Rewşen, 1992: 4, hej, 1). Tevî ku em bi vê girîngîpêdanê hizir dikin ku kovar wê xwerû Kurdî bê weşandin jî, hevoka wekî “Dibe ku di hêjmarên me yên peşîn de nivîsarên bi Tirkî hebin.” 5 (Rewşen, 1992: 4, hej 1) bala me dibin ser ‘meleziya zimanî an jî duzimanîbûna’ Kurdan ku ji ber pêkanînên mêtingeriyê yên asîmîlasyonîst, di hin waran de, ji karîna derbirana bi Kurdî dûr ketine. Û hema bi dû wê hevokê re, hevoka “Di nava demê wê kovara we bi tenê zimanê Kurdî bê weşandin.” (Rewşen, 1992: 4, hej 1) bi me dide hisandin ku kovara Rewşenê hay jê heye ku ‘meleziya zimanî’ dikare ji bo veavakirina ‘reşî’ya ku Fanon pênase kiriye wekî pêlikekê bê bikaranîn û “Melezî, bo nûneriya cudatiya çandan têgiha herî kêrdar e” (Oğuz 2018: 80). Digel wê jî “Şîroveya meleziyê, qaqibokirinek e li dijî wan agaştan ku dibêjin, kesên melez wekî laşî lawaz, wekî hişî ketî û wekî rewiştî jî lixweheyirî ne” (Fenton 2001: 15). Di vî warî de ji bo hayjêhebûna hebûniyê û ji bo xwe(ve)avakirina bi awayekî dijmêtinger, melezî bi derbiranên “parçeyê di nav tevahiyê de an jî derveyê hundir” (Bhabha, 2016: 63) tê pênasekirin ku di vê deqbendê (kontekst) de; ‘tevahî’ nîşan bi nûneriya ‘kana xweser ya xwebûniyê’ dike û ‘hundir’ jî şûngeha wê xwebûniyê destnîşan dike.
Wekî domandina daxuyandina armanca kovarê, di nivîsa sergotariyê de wiha tê gotin “Em dixwazin eniyeke zanîst-çand û hunerê çêbikin. Netewa me ji aliyê çandî ve jî di bin zor, zehmetî û sitemê de ye. Her weha çanda me jî hatiye dagîrkirin” (Rewşen, 1992: 5, hej 1) Em bi saya van gotinan dizanin ku kovara Rewşenê, di hîm û esasa xwe de li xwe kiriye armanc ku di biwarên çandî û zimanî de ‘eniyeke neteweyî’ ava bike da ku zext û stema asîmîlasyonîst ku li ser zimanê Kurdî tê meşandin, bişikê an jî ji hêz û pêkanîna xwe qels bikeve. Ji bo cîbicîanîna vê yekê jî behsa qadeke raperînê ya berxwedanî ya di biwara çandî û zimanî de tê kirin.
Ev raperîn, wê ne ji alî kesên dîtir ve bên bicîanîn, helbet wê nifşa nûhatî vê raperînê bide destpêkirin ku digel xwendevaniya xwe, wê wekî hêzeke hîmdaner ya raperînê jî di kovarê de cî bide xwe. Loma jî Kovara Rewşenê, hê di hejmara yekem de ranêzikiya xwe ya zimanî dide der û hem bi elfabe û awayê zimanê ku di nivîsara sergotariyê de hatiye bikaranîn hem jî bi nivîsa bi navê ‘Dersên Zimanê Kurdî’ ku ji alî Farqînî ve hatiye amadekirin 6, bi me dide nîşan ku ew ê di periyod û qonaxa weşana xwe de li ser elfabe û gramera C. A. Bedirxan bimîne. Di vê çarçoveyê de, nifşa nûhatî, keysê dibîne da ku xwe bigihîne tradîsyon û bingeha xwe ya zimanî.
Tradîsyona zimanî ku bi rabûna şoreşgerî ya kovara Hawarê hîma wê hat danîn û ji alî nivîskar û danerên Kurdî yên wê demê ve hat bipêşvexistin, wekî bingeh li ser qaydeyên gramer û rastnivîsîna bi Kurmancî ya ji alî Celadet Alî Bedirxan ve hat avakirin. Çendî ku heta salên 1970yî di warê nivîsîn û belavkirina weşînekên bi Kurdî de, li bakur, zêde derfet bi dest neketine jî, hîma bi Hawarê hatî danîn, ji navê ranebûye. Di salên 1970yî de kêmhejmar be jî, hin pirtûkên bi Kurdî weşiyane û bi taybetî bi weşandina kovara Tîrêjê re (1979) bi demeke hindik be jî, ji alî nivîsîn û bikaranîna elfabeya Latînî ya bo Kurdî ve, geşiyek bo tradîsyona zimanî û nivîskî çêbû û bû sedem ku jihevdûrman û qutbûneke zêde çênebe di navbera Hawar û raperîna ku bi kovara Rewşenê dest pê kir. 7
Her wiha, kovara Rewşenê, di du hejmarên dîtir de nivîsarên bi navê, ‘Di Kurmancî de Tewandina Navan’ 8, ‘Di Kurmancî de Çewt Bikaranîn an ji Ziman Avêtina hin Daçekan’ 9, ku ji alî Felat Dilgeş ve hatine amadekirin û taybetiyên gramerî yên Kurdiya Kurmancî rave û şîrove dikin û zincîrenivîsên Feqî Huseyn Sağnıç ya bi navê ‘Zman, Zman û Rastnıvis’ 10 û pê re jî di her hejmara xwe de ferhengokeke bi du zimanî (Kurmanciya jorîn û Tirkî) belav dike û hem di biwara perwerdehiya Kurdî ya di ser peyvan re hem jî di biwara hevrûkirina du zimanan de keys û derfetê berpêşî xwendevanên xwe dike da ku karibin li zimanê xwe yî ku bi kartêka pêkanînên asîmîlasyonîst jê dûr ketine, vegerin.
Kirineke bi vî rengî, ya ku dersa zimên dide nifşa nûhatî ku piştî salên 1980yî ketine ber çerxa mêtingeriya asîmîlasyonîst ya herî xedar û tuneker, hem rengekî berxwedanê ye hem jî dengekî xweheyîkirinê ye ku naxwaze di zimanê serdest yê mêtinger de winda bibe ji ber ku “Ziman ew tişt e ku hebûna hebûn(iy)a me mimkun dike û dibe sedem ku hebûna me bi rastê keve, were kifşkirin, pêk were û berdewamî be…” (Chambers 1995: 169)
Pêkanîna bi vî rengî ya kovara Rewşenê, ku hem nifşa nûhatî di nav rûpelên xwe de çalak dike û dike ku endamên nifşê bi taybetî di warê zimên de praksîsa jiyanî bi cî bînin hem jî di çarçoveya neteweyî de bi rola nûnertiya ‘tevahiyê’ radibe û di çarçoveya ‘melezî’de, ya ku bêhemd çêbûye û dixwaze di hebûn(iy)a xwe de ‘hundirekî hewanê’ ji xwe re ava bike, bi rola ‘hundir’ radibe û bi rabûna van her du rolan jî, ji ber ku “Ziman, gazîkirina laşekî, dengekî ye” (Chambers 1995: 169), gazî endamên nifşa nûhatî dike da ku her yek ji xwe re di ‘tevahiyê’ de ‘hundir’ekî (ve)ava bikin.
$Kovara Jiyana Rewşenê û peydebûna nifşekê$
Kovara Jiyana Rewşenê, wekî berdewama kovara Rewşenê di bin banê NÇMyê û di Kewçêra sala 1996an de bi hejmara xwe ya yekem dest bi weşana xwe dike û wekî 50 hejmarên gelemperî û 2 hejmarên taybet û nimronekirî, bi tevayî bi 52 hejmaran derdiçe. Her çend zimanê kovara Jiyana Rewşenê wekî Kurdî ye jî, di sergotariyê de tê gotin, “Ji ber ku hin nivîskarên me bi zimanê kurdî nizanin, emê di çend hejmarê pêşîn de bi zimanê tirkî nivîsan biweşînin.” 11 (Rewşen, 1996: 4, hej, 1) Ev awa daxuyandin bi me dide famkirin, ‘melezî’ya ku wekî ‘qaqibokirin’a zimanî di kovara Rewşenê de dabû der, êdî wekî neçariyekê jî dikude. Lê belê ev neçarî zêde berdewam nake û di hejmara pêncan de, kovara Jiyana Rewşenê, mîna ku hîm û binçîneya nifşekê dayne, êdî xwerû bi Kurdî didomîne weşana xwe. Bi dû hevoka ku neçarî tê de dihewe, bi hevoka “Her qonaxekî dîrokî zimanê nivîskarên xwe û di melodiyên hunermendên xwe de têne naskirin” bal tê kişandin ku nivîskar û hunermend dê bi roleke giran û mezin rabin di rûpelên kovarê de. Di pêdeçûna nivîsa sergotariyê de, piştî ku xebatên heta wê hingê hatine kirin, tê behskirin, li ser weşana kovarê wiha tê gotin, “Jiyana Rewşen, bi tecrubeya ku ji kovara Rewşenê jî girtiye, û kêmasiyan tespît kiriye, wê bibe neynika edebiyata Kurdî.” Destnîşankirina bi vî rengî aşkera dike ku kovara Jiyana Rewşenê bi awayekî ji awayan berdewamî û peyrewa kovara Rewşenê ye; û ji ber hindê jî, em bala xwe dibin ser têgiha ‘şûngeha hêvî(darî)yê’ ku ji alî çand, ziman, huner û wêjeyê ve piştî kovara Rewşenê, kovara Jiyana Rewşenê jî, bi vê angaşt û xwedîasobûnê radibe.
Herçî nivîskarên kovara Jiyana Rewşenê ne, -digel nivîskarên salê wan zêde ku di kovara Rewşenê de mîna nivîskarên mamoste û rênîşander nivîs nivîsîne-, bi gelemperî ew ciwan in ku wekî xwendevanên kovara Rewşenê rabûne û di demajoya xwendinên xwe de, bi naveroka fêrker ya weşana kovara Rewşenê, di warê ziman û wêjeyê de xwe perwerde kirine û wekî nivîskar bi nivîsarên gavên xwe yên pêşîn beşdarî li rûpelên kovara Jiyana Rewşenê kirine. Û ji hejmarên pêşî û şûn de, bi nivîsar û helbestên xwe di kovarê de cî dane xwe.
Hewldan û têxebitîna kovarên Rewşen, Jiyana Rewşen û Rewşen-Nameyê, ji hêlekê ve ew xebat û hewldan in ku gelek netewe piştî bidestxistina serxwebûna xwe bi cî anîne. Lê belê van kovaran, digel çalakgerî û praksîsa xwe ya bi rastê ketî, di helûmercên bindestiya mêtingehiyê de, digel têxebitînên dekolonîzasyonê, hewldanên postkolonyal jî danîne rastê ku dibe bersiva “wateya hebûn(iy)ê” (Bhabha, 2016: 153) ya ku Bhabha ji bo watedayîna bo cudatiya di navbera mirovê ku dimarêse û mirovê marastî de heyî, bi kar tîne.
Her wiha, kovara Jiyana Rewşenê, digel mebesta me li jorê destnîşan kirî, bi gotina “Her qonaxekî dîrokî bi zimanê nivîskarên xwe û di melodiyên hunermendên xwe de têne naskirin” amaje bi qonaxekê jî dike ku bi hayjêbûnekê li ser hatiye sekinandin û hîm û pîlan û egerên wê hatiye danandin. Em ji vê hevokê, bi zelalî fam dikin, kovara Jiyana Rewşenê, di dem û qonaxa ku derdiçe, bi taybetî di biwarên wêje û hunerê de, li xwe dike armanc ku bi roleke diyarker rabe, loma jî di pêdeçûnê de, bi hevoka, “…wê bibe neynika edebiyata kurdî…” bal tê kişandin ku wêje dê bibe biwar û dîsîplîna diyarker ya kovarê. Kovara Jiyana Rewşenê hay jê heye ku daye pey angaşt û îddiayekê û bi gotina, “Ev îdîa îdîayek mezin e, lê dema îdîayên mezin jî ev dem e” (Jiyana Rewşen, 1996: 4, hej, 1) dide zanîn ku gelemşeyên zimanê Kurdî wê digel wêjeya Kurdî xweşiktir xuyanî bibin û wê çare jî di vê biwarê de peyde bibin. Loma jî, piştî diyarkirina hîma kovarê, pîlana weşîna kovarê bi gotina, “Ji ber vê, emê bi piranî li ser pirgirêkên edebiyata kurdî bisekin in. Rola wî ya dîrokî, di nav edebiyata dinyayê de cihê wî û pêşeroja wî” (Jiyana Rewşen, 1996: 4, hej, 1) tê diyarkirin ku ranêzikiya kovara Jiyana Rewşenê ya di biwara wêjeya Kurdî, -bi taybetî ya di Kurmancî- de, li ser mebesta bilindkirina wê û gihandina wê ya asta wêjeya dinyayê ye.
Kovara Jiyana Rewşenê jî, her wekî kovara Rewşenê, li ser angaştkekê ye û Jiyana Rewşen tenê li ser nave xwe angaştê nake û îddiayên xwe jî tenê li ser ziman danayne. Îddiaya hatî kirin hem li ser borîrojê hem jî li ser avakirineke nû û nûjen e; û ji ber ku “Wêje, ne teşeya giştî ya her cure berhema zimanî ye û ne ew şûngeha gerdûnî ye ku berhema zimanî tê de bi cî dibe” (Foucault, 2015: 62) Jiyana Rewşenê li xwe dike armanc ku di biwara wêjeya neteweyî de bigihîje qonaxa wêjeya gerdûnî; û ji ber ku wêje, “şûna rasertir û bandeva sêkujekê ye ku; pêwendiya berhemê ya bi zimên re û ya zimên bi berhemê re li wir digihîjin hev” (Foucault, 2015: 62-63) loma jî Jiyana Rewşenê pîlan dike û li xwe dike armanc ku wêjeya modern ya di rûpelên kovarê de, ji bo biwarên dîtir wekî çand, foklor û huner jî bibe şûngeheke bingehîn.
Digel vê yekê jî, hevoka sergotariyê ya ku dibêje, “Armanca kovarê ya bingehîn pêşvexistina edebiyat û şiîra Kurdî ye. Xebatên me piranî wê bi vî rengî bin” (Jiyana Rewşen, 1996: 4, hej, 1) bext û belênek datîne rastê. Ev bext û belêna ku li rastê tê danîn, di şûngeheke hatî diyarkirin de bi cî dibe ku ew şûngeh, hem mîrate û kelepûra ji wêjeya borîrojê mayî ye hem jî avakirin û geşepêdana wêjeya modern e. Bi tevî wê jî, kartêk û rola herî zêde ya vê belêndanê, ya wêjeyê ye ku “Belêndana wêjeyê dibêje: bes zimanekî min heye û ew jî ne yê min e; ‘zimanê min’ li gorî min ew ziman e ku nayê asîmîlekirin. Zimanê min, zimanê kesê din e ku tiştê ku diaxivim jê dibihîsim û axaftina pê re qebûl dikim” (Ertürk, 2018: 282).
Gava kovara Jiyana Rewşenê digihîje hejmara xwe ya dawî û hew derdiçe, êdî ziman û wêjeya Kurdî ya li bakur xweyî nivîskarên ji nifşa nûhatî ye ku endamên nifşê li ber ba û bahoza kutedaya 12ê Îlona sala 1980yî ketine û ji derçûna xwendevaniya kovara Rewşenê, wekî dongiya jiyana xwe jî, bi nivîskariyê rabûne û bûne sedema peydebûna nifşekê ku berendam in bi nivîsarên xwe yên ji her cureyên wêjeyî, zimanî û hunerî, rûpelên Kurdî çîn û kok bikin.
$Kovara Rewşen-Nameyê û bersiva nifşa peydebûyî$
Kovara Rewşen-Name, her wekî kovarên Rewşen û Jiyana Rewşen, ji alî NÇMyê ve, di Adara sala 2003yan de tê weşandin û bi tevayî 3 hejmaran derdiçe. Di nivîsa sergotariyê ya hejmara yekem ya Rewşen-Nameyê de tê gotin, “Sala 2001’ê, (…) me navber dabû weşana xwe. (…) hişt ku devîdevî du salên bêyî kelepûra me ya bi navê Rewşen û Jiyana Rewşenê derbas bibin” (Rewşen-Name, 2003: 3) Em bi van gotinan fam dikin ku kovara Rewşen-Nameyê li ser bingeh û peyrewiya kelepûr û tradîsyona van her du kovarên navborî der diçe.
Di pêdeçûna nivîsara sergotariyê de, bi hevokên wekî, “Tevî hemû êrîşên ku bi destên bêtar, dirrinde û cinawirên pergala dagirkeran tên kirin” (Rewşen-Name, 2003: 3) balpêdaneke kurt li ser rewşa siyasî û bindestiya neteweya Kurd tê kirin û pê re jî hevoka “ev saziya ramana kurdbûna nû û nûneriya mirovahiyê ava dibe” berê me dide alî helwêsta dij-mêtinger û dij-asîmîlasyonîst ku bi hevoka “di gorapana wêje, huner û çandê de cerdê bi ser kurdan de tînin” destnîşan dike ku wê kovara Rewşen-Nameyê ne tenê xwedîtî lê bike, di heman demê de wê bibe şûngeha vê helwêsta dij-mêtinger û ‘şûngeha hêvî(darî)yê’ ya çand û wêjeya Kurdî ku bi zimanê xwe zanava neteweyî dinimîne.
Di berdewama nivîsara sergotariyê de, kovar, ji bo nivîskar û hunermendên neteweya ku bindest e û tê marastin, hin pêşniyaran tîne. Gava vê yekê dike, bi hevoka “Kesên ku ew qas bi dilsafî bifikirin ku huner, wêje û siyaset tu car nabin yek tişt, dê her tim hebin” pêşî balpêdanekê dike ji bo hayjêbûnê ku bêjara mêtingeriyê bi bêjarên ku saz dike “Desthilat û agahiyê tim û tim pev dixe” (Çelebi, 2000; 512) û piştre jî balê dikişîne ser agahiya ku serdestiya mêtinger hildiberîne û ew agahî misêwa bandorên desthilatê berbelavtir û berfirehtir dike.
Angaşta ku bi gotina ‘wêje û huner divê ji siyasetê dûr bibin’ tê kirin jî, yek ji bêjara sereke ya desthilat û mêtingeriyê ye ku “…rewşenbîr gava dest bi afirandina berhemeke hunerî dike, hay jê çênabe ziman û teknîka ku ji mêtingerê xwe deyn girtiye bi kar tîne û ew ziman jî bi kêrî mêtinger tê” (Fanon, 2007: 217).
Desthilata mêtingeriyê tim û tim di nav hewldanê de ye da ku xwendeyên neteweya bindest ji nirx û afiranên komên xelkê dûr bike. Ji ber hindê jî, di pêdeçûna nivîsara sergotariyê ya Rewşen-Nameyê de tê gotin, “…teqez cureyek îdeolojî û bîr û baweriyê heye ku serdestî her kesekî/ê wê civakê ye” û bi balpêdaneke pêhisandinî ku gotina Fanon ya “Rewşenbîrê mêtingehê ku bi berhemên xwe yên hunerî li gelê xwe vedigere, di rastiya xwe de biyanek e” (Fanon, 2007: 217) tê bibîranîn û bi vê balpêdanê tê xwestin ku bila wêjekar û hunermend xwe ji nebanbûna li nirxên xwe yên ‘hebûn(iy)ê’ bifilitînin. Di dawiya nivîsara sergotariyê de bi gotinên “Em bi navê Rewşen-Name, bi rêveçûna dirêj ber bi we ve hatin. Bi banga Guhiran, Hê Bêtir Guhiran û Veguhiran!” (Rewşen-Name, 2003: 4) banga guherîneke hîmî û ji rehê ve tê kirin ku dê bibe eger û kartêka bipêşveçûneke radîkal jî ji ber ku “…guherîna radîkal ancax dikare ji alî tiştê ku divêtiya wê dide nîşandan ve were kelkdarkirin” (Eagleton û yên din, 1993: 37-38) û kelka jê hatî girtin jî bibe hêza esasî û likarxist ya bipêşveçûnê.
Bersiva nifşa peydebûyî ya di kovara Rewşen-Nameyê de, her li ser ‘peydekirina ruhê hîmî yê neteweyî’ ye û di ser vê peydekirinê re jî pêşniyar li ser dandestpêkirina wê qonaxê ye ku wê bibe şûngeha her cure ‘guherîna’ pozîtîf ku berê ziman û wêjeya Kurdî dide derî û qonaxên bipêşveçûnê.
$Berhema Qaqibokirina li Mêtingeriyê: Nifşa Rewşenê$
Di hejmara yekem ya kovara Rewşenê, di nivîsara pêşekiyê de ku sedema weşandina kovarê dide der, hevokeke wiha tê sazkirin, “Çanda me Kurdan, çanda berxwedaniyê ye.” (Rewşen, 1992: 4, hej, 1) Ev hevok, ji hêlekê ve peytandina derava heyî ye lê ji hêla din ve jî, ji ber hewan û deqbenda (kontekst) peyva ‘berxwedanê’, angaştek e ku wekî bêjareke têkoşîna Kurdan dide der û pê re jî kana wêrekiyê ye ku ‘qaqibo dike.’ Wêrekiya ketî behsê, ne tenê ji ber vîn û dilxurtiya kesê hevoksaz e, helbet, ziman bi xwe jî vê cegerdariyê bi kesê hevoksaz re çêdike ji ber ku; Kurdî, ew ziman e ku ‘mirin neyîn kiriye.’ 12
Neyînkirina mirinê, di heman demê de, çistî û çalakiya hebûn(iy)ê jî dide pêşiya xwe ku wekî dongiya vê neyînkirinê, praksîsa jiyanê datîne rastê. Loma jî, “Rêya pênasekirina nifşekê ne behskirina wan tiştan e ku li wê nifşê qewimîne, divê kirin û çalakiyên wan bi xwe wê nifşê pênase bike” (Somay 2008: 97). Çalakiyên ku nifşê pênase dikin, bi rengûawayê rabûna nifşê û dongiya bidestketî li dar û darîçavan e ku digel hemû rûdanên lêqewimandî yên ‘tunekirinê’ jî kariye nanê xwe ji mala xwe biqedîne û kelûmelên (ve)avakirina dîwarê hebûn(iy)ê li ba xwe peyde bike. Ev yek, di heman demê de, têrdariya ‘tevahî’yê ye ku Bhabha pênase dike. Yanî, laşekî zindîmayî, hebûn(iy)eke mirin neyînkirî, di heman demê de, tevahiyek e, yanî gewdeyeke yekparçemayî ye ku dikare parçeyên nejê û nexwemalîkirî jî wekî rengekî di ‘hundir’ê xwe de bihewîne.
Nifşa Rewşenê, çêbûna wê hewanê ye ku di binavkirin û rengûawapêdanê de jî xwe daye der û kariye di ‘berxwedan’a ‘neyînkirina mirinê’ de jî bibe bersivek ji bo zimanê Kurdî yê hatî cewêlekkirin (subaltern). Rabûna nifşê û raperîna wê ya zimanî û wêjeyî, xwe di helûmercên gelek taybet û giran de aniye pê. Giraniya rewşê, tevî ku kartêkeke neyînî ye jî, li ba nifşa nûhatî, nebûye sedem ku sistiyeke kartêkker çêbibe û angaşt û qaqibokirina kovarên Rewşenê ji liv û çalakiyê bikeve. Ji ber ku;
1. Di qonaxa salên 90î û di nivîsîna bi Kurdî de, armanc ne tenê xwedîtîlêkirin bû. Sedem û kartêka esasî, hebûn(î) bû. Hebûn(iy)eke ku ne hewceyî xwepeyitandinê ye. Hebûn(iy)eke ku hewceyî xwe(ve)avakirinê ye. Vê sedema hanê, bi xwe re lixweşiyarbûn û lixwehaybûnê jî dianî. Loma jî, reftar û hewldan û helwest, êdî li ser karîgerbûn û kartêkkeriyê bû; û wê ev karîgerî, digel kartêkên xwe yên pirreng, di avabûna wêjeya neteweyî ya Kurdî de jî bibûya hêmaneke diyar û girîng.
2. Qonaxa ku her sê kovarên Rewşenê tê de diweşiyan, di têkoşîna netewebûnê ya neteweyên (derengmayî) de qonaxa Cyê bû ya ku Miroslav Hroch pênase dike. (Hroch 2011: 29-30, 50-51) Û mebesta wê qonaxê ne tenê nivîsîn bû û ne tenê ziman bû jî; hayjêbûnek hebû di warê hebûn(iy)ê de û vê hayjêbûniyê asoyek çêdikir da ku ziman digel wêjeyê wêje jî digel zimên ava bibe. Her wiha, hayjêbûna ketî behsê, li ser para hebûn(iy)ê ava dibû; û li ba hemû nivîskarên Nifşa Rewşenê, wekî yek ji rê û rêçika sazbûna neteweya Kurd dida der.
3. Heta sala 1999an jî, ji bilî kovarên Rewşenê, kovara Nûbiharê û rojnameyên ji Welat, Welatê Me û Azadiya Welat weşînekên domdar li bakur nediweşiyan. Digel wê jî, hejmarek kêm yên weşanxaneyên Kurdan yên li Stenbolê, pirtûkên bi Kurdî çap dikirin û digel berbendkirinên pratîk yên hêzên ewlekariya Komara Tirkiyeyê, kêm caran ji Ewropayê bi hejmarên hindik pirtûk dihatin şandin û hin caran jî kovara Nûdemê bi çend hejmarên xwe ve gihîşt ber destê xwîner-nivîskarên ji Nifşa Rewşenê. Di vê çarçoveyê de em dikarin bêjin, derfet û keysên xwendina berhemên cure cure, pir hindik bû.
4. Endamên Nifşa Rewşenê, wek temen, ji wan ciwanan pêk tê ku ji sala 1995an û heta bi sala 2003yan, xwendekariya xwe ya zanîngehê dikudandin an ji zanîngehan derçûbûn an di saziyên Kurdan de kedkar bûn û an wekî mamoste di dibistanên dewletê de kar dikirin an jî di karûbarên cuda cuda de cî didan xwe. Her çend ev awa destnîşankirin wekî cî û rengê aboriyê dide der jî, di heman demê de, nêzikbûna endamên nifşê ya bi xwendin û nivîsînê jî xuyanîtir dike ku endamên nifşê, wek çîn û sosyolojiya civakî, bi giştî ji xwendekarên zanîngehê an jî mamosteyên dibistanên dewletê pêk dihatin.
5. Ji aliyê ciyê sosyo-polîtîk ya endamên Nifşa Rewşenê ve û di tevlêbûna wan ya xebatên dekolonîzasyonê de dubendiyek jî heye li rastê ku me divê em aşkere bikin; hejmareke ne hindik ji endamên nifşê, wekî zarokên kutedaya sala 1980yî, bi taybetî di dema peydebûna nifşê de (1996), wekî mamoste û karmend di saziyên dewleta mêtinger de dixebitîn û ji alî aboriyê ve pê ve girêdayî bûn. Digel vê yekê jî, wan xwe nedidan alî û di biwara raperîn û geşepêdana bo ziman û wêjeya Kurdî de, beşdarî li xebatên dekolonîzasyonê dikirin.
6. Endamên nifşê, ji ber vê bêderfetiyê, bala xwe didan ser nivîsarên hev û heta ku karibûn xwe digihandin nivîskarên din yên kovarê, bi wan re pêwendî û nasyarî datanîn û li ser nivîsar û helbestên hev nirxandinên zimanî û wêjeyî dikirin. Vê yekê, dikir ku her yek ji bo yekî din bibe kanek û serçavkeke zimanî û wêjeyî ya taybet û cuda û di heman demê de, ev awa reftar û nêziktêdayîn dibû sedem ku endamên nifşê ji bo pêşketin û ‘xweavakirin’ê pêngavên pêwîst biavêjin.
7. Endamên nifşê, bi awayekî giştî, heta sala 2000î, nivîsarên xwe di rûpelên kovaran de belav dikirin. Digel vê yekê jî, hem wekî ferdek hem wekî gelemperî, hayjêbûnek hebû di warê stewîn û ‘avabûn’ê de. Loma jî, bêyî ku ew angaşta nivîskarbûnê bidin der, xwe li nivîs û wêjeyê ferz bikin û xwe di doza ‘xwedîpirtûkbûn’ê de bifetisînin, di çarçoveya zimanî û wêjeyî de, ketibûn heyra ‘xweavakirin’ê.
8. Endamên nifşa ciwan, Nifşa Rewşenê, wekî nivîskar, ew kes in ku ji destpêka weşanên kovara Rewşen, Jiyana Rewşen û Rewşen-Nameyê heta roja îroyîn xebatên xwe ranewestandine û di warên wekî ziman, çand û folklor, wêje û lêkolînên akademîk de, berhemdariyên xwe didomînin û berhemên wan, di çarçoveya mînakbûnê de, dibin berendamên mîrateya ziman û wêjeya Kurdî ya li bakur.
$Wekî encam$
Rewşen, (bi her sê navan), bi her hejmarên xwe ve, gazîkirinek e ji bo çalakiya di warê xweheyîkirin û xwe(ve)avakirinê de. Ev gazîkirin, di heman demê de, xwe dispêre kana xwe ya dêrîn ku dibe wêrekiyeke xweyîhîm û pê re jî dibe hayjêbûneke lixweşiyar û li dijî hemû pêkanînên mêtingeriyê, xetekê ava dike; “xeta neyînkirina mirinê ya di şiyarhiştina ruhê berxwedanê de ku ‘xwe(ve)avakirin û xweheyîkirin’ê li xwe dike arîşeya esasî.”
Endamên Nifşa Rewşenê, wek nivîskarên ku di biwarên zimanî û wêjeyî de berhemdariya xwe her domandine û hatine heta roja îroyîn, ew xortên nûhatî ne ku guh dane vê gazîkirinê û ji çaxên xwe yên nûhatî heta roja îroyîn jî, her li ser xeta ‘xwe(ve)avakirin û xweheyîkirin’ê ne û bi berhemdariya xwe jî her di nav praksîsa jiyanî de mane. Loma jî, Nifşa Rewşenê, bi wateyên ‘xweyîkirin, pêxweyîbûn, pêrabûn, (xwe)rakirinê’, di biwara ziman û wêjeyê de nifşeke ‘xweavakirî’ye.
$Çavkanî:$
Bauman, Zygmunt (2019) Kimlik, Ankara: Heretik yayınları, 2.basım
Bhabha K. Homi (2016) Kültürel Konumlanış, İstanbul: İnsan Yayınları, birinci baskı
Chambers, Lian (1995) Göç, Kültür, Kimlik, (Çev. İsmail Türkmen, Mehmet Beşikçi), İstanbul: Ayrıntı Yayınları, birinci baskı
Çağlayan, Handan (2014) Heman Mal Zimanên Cuda, (wer. Luqman Guldivê), Diyarbekir: Weşanên DÎSAyê, çapa yekem.
Çelebi, Vedat, (2000) ‘Michel Foucault’da Bilgi, İktidar ve Özne İlişkisi’, Sosyal ve Beşeri Bilimler Dergisi, Cilt, 5 no, 1.
Eagleton, T., Jameson, F. û Said, E., (1993) Milliyetçilik, Sömürgecilik ve Yazın (Di nav gotara, ‘Milliyetçilik: İroni ve Bağlılık’ de), (Çev. Ş. Kaya), İstanbul: Kabalcı Yayınevi, ilk basım.
Ersanlı, Büşra (2010) “Türkiye’de Anadil Algısı ve Siyaseti”, Eğtim Sen anadili Sempozyumu 2 Bildiriler Kitabı, Ankara: Eğitim Sen Yayınları.
Fanon, Frantz (2007) Yeryüzünün Lanetlileri, (Çev. Şen Süer), İstanbul: Versus Kitap, birinci basım.
Fenton, Steve (2001), Etnisite, (Çev. Nihad Şad), Ankara: Phoenix yayınları, birinci basım
Foucault, Michel (2015) Bilginin Arkeolojisi, (Çev. Veli Urhan), İstanbul: Ayrıntı Yayınları, 1. Basım.
Günel Tekin, Gülçiçek (2009) Beyaz Soykırım, İstanbul: Belge Yayınları, baskı I.
Hroch, Miroslav, (2011) Avrupa’da Milli Uyanış, İstanbul: İletişim Yayınları, Birinci basım
Jiyana Rewşen, (1996) Kovara Zimanî Çandî Hunerî, Stenbol: NÇM, hemû hejmar
Kubilay, Çağla (2004) ‘Türkiye’de Anadillere Yönelik Düzenlemeler ve Kamusal Alan’, İstanbul: İletişim Araştırmaları Dergisi, sayı 2, c, 2.
Oğuz, Ayla (2008) Hanif Kureishi ve Kara Plak- Göç, Kimlik ve Aitlik Sorunları, Ankara: Pegem Akademi, birinci baskı.
Rewşen, (1992) Kovara Zimanî Çandî Hunerî, Stenbol: NÇM, hemû hejmar
Rewşen-Name, (2003) Kovara Zimanî Çandî Hunerî, Stenbol: NÇM, hemû hejmar
Somay Bülent (2008) Çokbilmiş Özne, İstanbul: Metis Yayınları, birinci basım
Yeğen, Mesut (2009) Müstakbel Türk’ten Sözde Vatandaşa, İstanbul: İletişim Yayınları, 2. Baskı.

1. Dilawer Zeraq, “Nifşê Rewşenê”, Rojnameya Azadiya Welat, nivîsara quncikê ya bi navê Şador, (27/08/2008): Di vê nivîsarê de, Zeraq peyva ‘nifş’ê wekî nêrza bi kar aniye û navê nivîsara xwe wekî ‘Nifşê Rewşenê’ bi nav kiriye.
2. Wergera ji Tirkî ya jêgiranên ji pirtûka Heman Mal Zimanên Cuda (Handan Çağlayan, Weşanên DÎSAyê) ji alî Luqman Guldivê ve hatiye kirin û me dest nedaye zimanê wergêr.
3. Me divê em diyar bikin ku di nav sînorê Komara Tirkiyeyê de, ji bo aktîfbûn û pêaxivîna Kurdî; 1) nifşa yekem kêm zêde di navbera salên 1900-1950yî de ye ku li bajaran bi giştî bi Kurdî diaxive û bi piranî ‘yekzimanî’ ye, 2) nifşa duyem di navbera salên 1950-1990î de ye ku li bajaran nîve nîv bi Kurdî diaxivin ku kêm zêde ‘duzimanî’ne, 3) nifşa sêyem di navbera 1975-2000î de ye ku li bajaran bi piranî bi Tirkî diaxivin ku bi tevayî‘duzimanî’ ne û 4) nifşa çarem jî, piştî salên 2000î ye ku li bajaran bi giştî bi Tirkî diaxivin û berpêyî ‘yekzimaniyê’ ve diçin.
4. Me divê em bidin zanîn ku nivîsarên bi tirkî yên di kovarê de hatine weşandin, ne ji dabaşên zimanî, wêjeyî û folklorî ne. Hemû jî li ser ramanî, siyasî û zanistî ne.
6. Di hejmarên li dû hejmara yekem de, Farqînî, navê xwe wekî Zana Farqînî diyar dike.
7. Me divê em balê bibin serê ku kovara Tîrêjê, hemû herfên elfabeya Latînî ya bo Kurdî, wekî Celadet diyarkirî, bi kar neaniye û li şûna ‘i’yê ‘ı’ û li şûna ‘î’yê jî ‘i’ bi kar aniye.
8. Rewşen (1992) hb. hej, 3
9. Rewşen (1992) hb. hej, 4
10. Rewşen (1992) hb. hej, 4
11. a) Me divê em bidin zanîn ku nivîsarên bi tirkî yên di kovarê de hatine weşandin, ne ji dabaşên zimanî, wêjeyî û folklorî ne. Hemû jî li ser ramanî, siyasî û zanistî ne. b) Destkarî li rastnivîsîna kovarê nehatiye kirin.
12. Min ev gotin di ser gotina Ngũgĩ Wa Thiong’o re anî ser Kurdî. Thiong’o dibêje: “Zimanên Afrîkayê mirin neyîn kirin.” (Ngũgĩ Wa Thiong’o (2017) Zihni Sömürgeden Azad, Ankara: Hece Yayınları, r, 53, Birinci Basım). [1]
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî - Kurdîy Serû) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 231 جار بینراوە
هاشتاگ
سەرچاوەکان
[1] ماڵپەڕ | Türkçe | kurdarastirmalari.com
بابەتە پەیوەستکراوەکان: 1
بڵاوکراوەکان (گۆڤار، ڕۆژنامە و ...)
زمانی بابەت: Kurmancî - Kurdîy Serû
ڕۆژی دەرچوون: 21-10-2021 (3 ساڵ)
پۆلێنی ناوەڕۆک: ڕاگەیاندن
پۆلێنی ناوەڕۆک: کۆمەڵایەتی
جۆری دۆکومێنت: زمانی یەکەم
جۆری وەشان: دیجیتاڵ
وڵات - هەرێم: کوردستان
تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
کوالیتیی بابەت: 96%
96%
ئەم بابەتە لەلایەن: ( ڕاپەر عوسمان عوزێری )ەوە لە: 24-10-2022 تۆمارکراوە
ئەم بابەتە لەلایەن: ( ڕۆژگار کەرکووکی )ەوە لە: 24-10-2022 پێداچوونەوەی بۆکراوە و ئازادکراوە
ئەم بابەتە بۆ دواجار لەلایەن: ( ڕۆژگار کەرکووکی )ەوە لە: 24-10-2022 باشترکراوە
ناونیشانی بابەت
ئەم بابەتە بەپێی ستانداردەکانی کوردیپێدیا هێشتا ناتەواوە و پێویستیی بە داڕشتنەوەی بابەتی و زمانەوانیی زۆرتر هەیە!
ئەم بابەتە 231 جار بینراوە
فایلی پەیوەستکراو - ڤێرشن
جۆر ڤێرشن ناوی تۆمارکار
فایلی وێنە 1.0.1143 KB 24-10-2022 ڕاپەر عوسمان عوزێریڕ.ع.ع.
کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!
کورتەباس
گەرمیان..دەرکەوت شوێنەوارە کەلەپوورییە دۆزراوەکە بیرێکى ئاو بووە
پەرتووکخانە
ژینانامە - وەشانی 1
ژیاننامە
کامەران پاڵانی
ژیاننامە
نیشتیمان عەبدولقادر ئەحمەد
کورتەباس
گەرمیان.. بینایەکى کەلەپوورى دۆزرایەوە
ژیاننامە
خانە دارا نەباتی
پەرتووکخانە
پوختەی کاروباری کاتی جەنگی جیهانی لە کوردستانی جنووبی
شوێنەوار و کۆنینە
ئەشکەوتی کاڵدار
ژیاننامە
ئیبراهیم ڕەئیسی
پەرتووکخانە
لۆزاننامە - وەشانی 2
کورتەباس
باڤێ نازێ.. ئەو کوردەی بە خەیاڵی سویدیییەکان کرایە بکوژی ئۆلف پاڵمە
پەرتووکخانە
بەهاری عەرەبی و نەورۆزی سەربەخۆیی
کورتەباس
هەڤپەیڤینی کوردستان24 لەگەڵ ئێما پۆمێرۆی و ریک پۆتس لەبارەی شاندەر زێد
وێنە و پێناس
زانا خەلیل و فەرهاد پیرباڵ لە کۆلێژی ئادابی زانکۆی سەڵاحەدین، هەولێر ساڵی 1995
پەرتووکخانە
سایکس-پیکۆنامە - وەشانی 1
ژیاننامە
ئارەزوو سەردار
ژیاننامە
شەم سامان
ژیاننامە
ڕابەر فایەق مەحمود
ژیاننامە
حسێنی پاسکیلچی
پەرتووکخانە
چەمکی شۆڕش و کۆمەڵگای کوردەواری
شوێنەوار و کۆنینە
قەڵای نارین
وێنە و پێناس
بازاڕی کورانی مەخموور لە هەولێر ساڵی 1984
شوێنەوار و کۆنینە
قشڵەی قوشتەپە
ژیاننامە
مژدە عەبدولحەمید
پەرتووکخانە
کۆڵبەرنامە - وەشانی 1
وێنە و پێناس
هەولێر ساڵی 1974
ژیاننامە
سروە ساڵەیی
کورتەباس
پەیامێک لەبارەی حوکمی بەشداربوون لە هەڵمەتی گشتپرسی
وێنە و پێناس
گۆڕەپانی پەلەوەر (مەیدانی مریشکان)ی هەولێر ساڵی 1978
شوێنەوار و کۆنینە
سیاهگل.. پەرستگەی سەردەمی ساسانییەکان
پەرتووکخانە
ئەنیمێشن سینەمای جیهان داگیر دەکات
وێنە و پێناس
موحسین ئاوارە، نەژاد عەزیز سورمێ، محەمەدئەمین دهۆکی، کەمال میراودەلی، شێرکۆ بێکەس ساڵی 1976
شوێنەوار و کۆنینە
قەڵای حەسەن ئاباد
پەرتووکخانە
سیاسەت و پلانی زمان بۆ هەرێمی کوردستان
پەرتووکخانە
مرۆڤی گێل خواردەی گورگی لەڕە!

ڕۆژەڤ
ژیاننامە
ئەحمەد کایا
15-12-2008
هاوڕێ باخەوان
ئەحمەد کایا
ژیاننامە
خەڵەف زێباری
06-10-2013
هاوڕێ باخەوان
خەڵەف زێباری
ژیاننامە
فازیل قەفتان
16-05-2019
زریان سەرچناری
فازیل قەفتان
ژیاننامە
سەبری کایا
22-05-2020
هاوڕێ باخەوان
سەبری کایا
شەهیدان
ژینا ئەمینی
17-09-2022
شەنە بەکر
ژینا ئەمینی
 چالاکییەکانی ڕۆژی
بابەتی نوێ
شوێنەکان
باشوورەی سەروو
26-05-2024
کشمیر کەریم
پەرتووکخانە
بەهاری عەرەبی و نەورۆزی سەربەخۆیی
26-05-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
ڤیدیۆ
یەکەم ساتی دەرهێنانی نەوت لە کەرکووک لە ساڵی 1929
25-05-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
پەرتووکخانە
چەمکی شۆڕش و کۆمەڵگای کوردەواری
25-05-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
شوێنەکان
ئیرۆن
25-05-2024
کشمیر کەریم
پەرتووکخانە
پوختەی کاروباری کاتی جەنگی جیهانی لە کوردستانی جنووبی
24-05-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
پەرتووکخانە
ئەنیمێشن سینەمای جیهان داگیر دەکات
22-05-2024
زریان عەلی
وێنە و پێناس
هەولێر ساڵی 1974
22-05-2024
زریان عەلی
شوێنەکان
قولیجانی سەرحەد
22-05-2024
سەریاس ئەحمەد
ژیاننامە
خانە دارا نەباتی
22-05-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ئامار
بابەت 519,110
وێنە 106,525
پەرتووک PDF 19,312
فایلی پەیوەندیدار 97,280
ڤیدیۆ 1,394
کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!
کورتەباس
گەرمیان..دەرکەوت شوێنەوارە کەلەپوورییە دۆزراوەکە بیرێکى ئاو بووە
پەرتووکخانە
ژینانامە - وەشانی 1
ژیاننامە
کامەران پاڵانی
ژیاننامە
نیشتیمان عەبدولقادر ئەحمەد
کورتەباس
گەرمیان.. بینایەکى کەلەپوورى دۆزرایەوە
ژیاننامە
خانە دارا نەباتی
پەرتووکخانە
پوختەی کاروباری کاتی جەنگی جیهانی لە کوردستانی جنووبی
شوێنەوار و کۆنینە
ئەشکەوتی کاڵدار
ژیاننامە
ئیبراهیم ڕەئیسی
پەرتووکخانە
لۆزاننامە - وەشانی 2
کورتەباس
باڤێ نازێ.. ئەو کوردەی بە خەیاڵی سویدیییەکان کرایە بکوژی ئۆلف پاڵمە
پەرتووکخانە
بەهاری عەرەبی و نەورۆزی سەربەخۆیی
کورتەباس
هەڤپەیڤینی کوردستان24 لەگەڵ ئێما پۆمێرۆی و ریک پۆتس لەبارەی شاندەر زێد
وێنە و پێناس
زانا خەلیل و فەرهاد پیرباڵ لە کۆلێژی ئادابی زانکۆی سەڵاحەدین، هەولێر ساڵی 1995
پەرتووکخانە
سایکس-پیکۆنامە - وەشانی 1
ژیاننامە
ئارەزوو سەردار
ژیاننامە
شەم سامان
ژیاننامە
ڕابەر فایەق مەحمود
ژیاننامە
حسێنی پاسکیلچی
پەرتووکخانە
چەمکی شۆڕش و کۆمەڵگای کوردەواری
شوێنەوار و کۆنینە
قەڵای نارین
وێنە و پێناس
بازاڕی کورانی مەخموور لە هەولێر ساڵی 1984
شوێنەوار و کۆنینە
قشڵەی قوشتەپە
ژیاننامە
مژدە عەبدولحەمید
پەرتووکخانە
کۆڵبەرنامە - وەشانی 1
وێنە و پێناس
هەولێر ساڵی 1974
ژیاننامە
سروە ساڵەیی
کورتەباس
پەیامێک لەبارەی حوکمی بەشداربوون لە هەڵمەتی گشتپرسی
وێنە و پێناس
گۆڕەپانی پەلەوەر (مەیدانی مریشکان)ی هەولێر ساڵی 1978
شوێنەوار و کۆنینە
سیاهگل.. پەرستگەی سەردەمی ساسانییەکان
پەرتووکخانە
ئەنیمێشن سینەمای جیهان داگیر دەکات
وێنە و پێناس
موحسین ئاوارە، نەژاد عەزیز سورمێ، محەمەدئەمین دهۆکی، کەمال میراودەلی، شێرکۆ بێکەس ساڵی 1976
شوێنەوار و کۆنینە
قەڵای حەسەن ئاباد
پەرتووکخانە
سیاسەت و پلانی زمان بۆ هەرێمی کوردستان
پەرتووکخانە
مرۆڤی گێل خواردەی گورگی لەڕە!

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| کاتی ئافراندنی لاپەڕە: 0.282 چرکە!