$Nivîskar û rojnamevanê kurd Imer Kalo$
Imer Kalo di Nîsana sala 1977an de, li gundê Sêtelpê yê ser bi bajarokê Şêranê ve li herêma #Kobanî# ya Rojavayê Kurdistanê - Sûriyê jidayik bûye.
Di sala 2007an de, xwendina xwe ya bilind di Beşê Ragihandinê de, li Zankoya Dîmeşqê ya Sûriyê qedandiye û bekaloryos bi destxistiye.
Endamê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê, û Yekîtiya Rojnamevanên Sûriyê, û Yekîtiya Rojnamevanan ya Navdewletî (International Federation of Journalists - IFJ) ye.
Ji sala 2000î ve bi herdu zimanên kurdî û erebî di rojnamegeriya çapkirî û dezgehên eliktronî de kar kiriye û nivîsandiye.
Di navbera salên 2010 - 2014an de, xwedî û edîtorê Rojnameya DILNAME (dilname.wordpress.com), û di pişt re malpera Rojnameya Dilname (dilname.com) li Kobanî bû.
Ji 1ê Gulana sala 2013an heta 5ê Tebaxa sala 2015an, nûçegîhanê Tora Medyayî ya Rûdaw li herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê bû.
Ji 6ê Tebaxa sala 2015an ve bûye bêjer û pêşkêşkarê nûçeyên siyasî li navenda sereke ya Tora Medyayî ya Rûdaw li Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê.
Amedekar û derhênerê belgefilimên TV ya Tora Medyayî ya Rûdaw: Kobanî di 134 Rojan de-Alan Kurdî... Simbola Koçberiya Welatekî - Pêşmerge li Kobanî, û gelek bername û belgefilim ji Radio ya Tora Medyayî ya Rûdaw re amede û pêşkêş kirine.
Di roja 26-05-2018an de, ji aliyê Rêxistina Navdewletî ya Geşepêdanê û Mafên Mirovan ya ser bi Neteweyên Yekgirtî (UN)ê ve bi Xelata Aştiya Cîhanî hatiye xelat kirin.
Di roja 25-08-2018an de, ji aliyê Hêzên Ewlekariya Leşgerî yên Hikûmeta Sûriyê ve li ser rêbenda Tayha li herêma Minbicê ya parêzgeha Helebê hatibû girtin, û di pişt re ew ji bo Şaxê Filestîn li Şama paytexta Sûriyê hatibû veguhistin, û di dema girtina wî de li Sûriyê, gelek dezgeh, rêxistin û saziyên mafên mirovan û ragihandinê yên Kurdistanî, herêmî û navdewletî wekî Komîteya Parastina Rojnamevanan (Committee to Protect Journalists - CPJ) û Rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty International) piştgiriya wî kiribûn.
$Berhemên Imer Kalo yên çapkirî ev in:$
1- Mihemed Henîfe (Destan) - Weşanxaneya AVA, Kobanî - Berçille 2019.
2- Rojnameya Dilname (Komhejmar)-Weşanxaneya Sîtav, Wan - Adar 2020.
[1]